logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dîroka Berî Zayînê (B.Z.)
John

Dîroka Keleh û Sûrên Amedê

Amed, wekî bajar xwedî dîrokeke bi qasî 8000 salan e û ji berê de bûye jîngeha mirovan. Jiyan li vî bajarî, ji roja ava bûye û heta îro, bênavber berdewam kiriye. Keleha Amedê mînaka herî baş a kelehên Kurdistanê ye. Keleha Amedê li ser rojhilatê platoya bazalt ya ku ji Çiyayê Qerejdaxê heta Çemê Dîcleyê dirêj dibe, cî digire. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê tê texmînkirin ku di salên 3000î yên Beriya Îsa de cara yekem di serdema Hûrî-Mîtaniyan de hatiye avakirin...
Omer Dilsoz 20 Tebax 2021

John

Girê Mirazan(Xirabreşk)

Girê Mirazan(Xirabreşk) Girê Mirazan ango Xirabreşk, cihekî şûnwarnasî ye ku dîroka wê digihêje heta berî 12 hezar salan. Ev cih 15 km dûrî bajarê Rihayê ye. Ew dikeve bakur rojhilatê bajêr û di heman demê de li bakurê Deşta Heranê ye. Ev cih di sala 1994an de ji hêla arkeologê Alman Klaus Schmid ve hatiye keşifkirin û kolandinên bi rêk û pêk jî di sala 1995an de destpê kiriye. Piştî ku Klaus Schmid di sala 2014an de jiyana xwe ji dest da, çend salan kolandin hatin rawestandin, lê ji demêkê û vir de ye ew cardi têne domandin...
Cemal Ozçelîk 4 Çileya Pêşî 2021

John

DÎROK/HERODOTOS(pirtûk-PDF)

Ev pirtûk derdora du hezar û pêncsed sal berî niha ji alîyê Herodotosê Karyayî ve hatîye nivîsandin û cara ewil e wergera wê ya Kurdî-Kurmancî tê çapkirin. Hin rexneyên biçûk hebin jî, ev berhemeke bêhempa ye. Herodotos li gelek welat û bajarên cîhanê geryaye, gelek tişt, cih û war dîtine, li gelek kesan guhdar kirîye û tevde li ber me raxistine. Ew ji Anatolyayê heta Rojhilata Nêzîk, ji Misirê heta Hîndîstanê, ji Bakurê Afrîkayê heta Efxenistanê, ji serî heta dawîyê li welatê Med û Farisan hemû agahiyên kevn û nû berhev dike û kevneşopî, bazirganî, siyaset, erdnîgarî û çanda wê tomar dike. Li gor şertê wê heyamê ev serkeftinên mezin in. Pirtûk herî zêde behsa pêşîyên Kurdan, welatê wan û derdorê dike, di pirtûkê de beşên bi serê xwe yê di derbarê Medan de hene, Med bav û kalen Kurdan in. Em karin bêjin ku ji bilî nivîsên mîxî û yê ser keviran, çavkanîya herî kevn ya nivîskî ya dîroka bapîrên Kurdan û derdora wan ev pirtûk e...
Eslîxan Yildirim 14 Îlon 2025