Xebatên malpera Amadekarîya ANSIKLOPEDÎYA KURDISTAN di sala 2020an de hat destpêkirin. Mijar wê di derbarê Kurd û Kurdistanê de bin. Ziman wê tenê Kurdî/Kurmancî û bi tîpên Latînî be; heke di demê pêşîya me de îmkan çêbibin wê xebat wergerî zaravayên din jî bibe. Xal wê bi riya têkilîya di ser malperê re bêne ber destê berpirsyaran û piştî kontrolan wê li malperê bêne barkirin. Bi deme re wê xal zêde bibin û li gora agahiyên bidest bikeve wê xalên hatine amadekirin jî bêne nûkirin. Hin xal dibe ku nêvcî bin, dema agahiyên baştir bên em ê wan biguherin.
Di cihê lêgerînê de hûn dikarin bi ser xalan vebin, wekî din jî li gora kategorîyan hûn dikarin li mijara binerin. 6 kategoriyên sereke hene: DÎROK, ERDNÎGARÎ, ÇAND Û HUNER, WÊJE, KURDOLOJÎ, VÎDEO. Malper li gor hewcedariyê wê bi demê re bê berfirehkirin û kapasîteya wê bê zêdekirin.
Wek ku di navê malperê de jî dîyar e, ev amadekarî ye ji bo ansiklopedîyê, yanî xebatên di vê malperê de wê bibe bingeh ji ansiklopedîya ku weke pirtûk bêne çapkirin. Jixwe îmkanên malperê pir in, ji mijarên çapkirina ansiklopedîyê wek pirtûk pirtir mirov kare xebatên cuda tê de bike; wek belakirina vîdeoyan, danîna pirtûkan bi awayê PDF, danîna xalan bi berfirehî… Helbet dema ansîklopedî wek pirtûk bê amadekirin, wê xebateke din li ser bê kirin û bi formata ansîkloedîyê wê bê çapkirin. Lê di vê navberê de bi îmkanên înternetê, em ê piraya danhevan û agahîyên bi dest keve bi xwendevanan re parve bikin.
Gerek em hebekî li ser çavkanîyên dîrokê bisekinin. Gelek çavkanî yên Kurda bixwe hatine tunekirin û hin ji wan jî veşirtî mane. Ji ber ku dewleteke Kurdan ya serbixwe tuneye, sazî û dezgehên ku xebatên zanistî li ser tevaya Kurd û Kurdistanê bike tune ye, ev jî bi xwe re gelek pirsgirêkan tîne. Di serî de, ji ber ku piraya çavkanîyan ê li ber destan ji alîyê dijberê Kurdan ve hatine nivîsandin, lêkolînerên Kurd jî carna dikevin şaşîyan û vegotinên xelit bi kar tînin. Divê em li himber wan çavkanîyên ku dixwazin dîroka Kurdan tune bikin, yan berovajî bikin hişyar bin. Loma agahîyên ku bêne ber destê me wê bi wê têgihiştinê bêne kontrolkirin û sererastkirin.
Wekî din, ji ber ku hîn di warê ziman de standarîyek pêk nehatîye, dibe ku hin kêmanî û xelitî hebin. Lê di hemû zimanan de pirsgirêk hene û bi demê re her wê ber bi başbûnê de here. Li gor fikar û pêşniyazên pisporan, em ê di vî warî de jî bi hassasiyet û baldarî bixebitin.
Komîteya Edîtoriyê û Birêvebiriya Giştî
ya Amadekariya Ansiklopediya Kurdistan