Ebû-l-Haris Şêrkohê [m 564/1168-69] kurê Şazî/Şadîyê kurê Merwan ku bi bernavkê Melîk el-Mensûr Esededîn bi nav kirîye, apê Sultan Selahedîn e. Bavê wan Şadî ku yek ji giregirên Kurdên Rewadî yên herêma Divînê bûye, Mucahîdedîn Behrûzê esayîşgêrê Bexdayê yê berê li Divînê di nav wan de dostanîyeke germ hebûye Şadî vexwendiye Bexdayê. Ew jî bi herdu kurên xwe Necmedîn Eyûb û Esededîn Şêrkoh ve ji Ecdeneqana devera Divîna ku dikeve dawîya tixûbê Azerbaycanê yê hêla Gurcîstanê û navçeya Aranê/Erranê, derketîye û çûye Bexdayê cem Behrûz. Demek piştre, piştî pêşwazîyeke germ û qedirdaneke zahf wî ji dêla xwe ve ew bi dizdarî danîye ser mîrgeha xwe ya Tikrîtê...
Navend û paytexta vê mîrektîyê bajarê Xîzanê bû. Xîzana ku paytext bû nêzî Xeydayê ye û êdî bi qasî gundekî ye. Li vî bajarê kevn ê ku aniha xerabe ye, sûreke dîrokî heye û li ser qadeke mezin ava ye. Lewma ji vir re “Nava Sûrê”jî tê gotin. Ednîgarîya Mîrektîya Xîzanê bi der û dora xwe ve ji tixûbê xwe yê niha yê bajarê Xîzan(Hîzan)ê pir firehtir e. Erdnîgarîya vê herêmê ji başûrê Gola Wanê bigre heta tixûbê Cizîra Botan dirêj dibe. Mîrektîya Xîzanê bi çar alîyê xwe ve bi mîrektîyên Kurdan ên din ve cînar bû. Li alîyê wê yê bakûr û rojava, Mîrektîya Bidlîsê hebû. Li alîyê wê yê başûr îrektîya Cizîra Botan, li alîyê wê yê rojhilat Mîrektîya Miksê cih digirt.
Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423
“Kurê Mihemmedê kurê ‘Eliyê kurê Ebû’l-Hesenê Fedlawî” Ebû Tahir, piştî bi alîkariya Atabeg Sûngûr piştsitûr bû, xwe gîhande ser sinorê Loristanê û carna bi şer, carna bi aştî, carna bi siyaset, hinek caran bi zor û zordarî û gelek caran jî bi nermî karîbû dest dayne ser axa Loristanê. Dema ku gihîşt desthilatdariyeka mezin, di sala 1156’ê de, alaya serxwebûnê hilda û bi vî awayî Dewleta Fedlawî ya Kurd hat avakirin...
Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...
Hunermendê navnetewî yê Kurd Ahmet Guneştekîn, di sala 1966an de li Batmanê(Êlihê) ji dayik bûye. 5 birayê wî yê jê mezintir û xuheke wî heye. 4-5 salî, yanî hîn neçûbû dibistanê dest bi resmê kirîye. Dema çûye dibistanê jî wêneyên ku çêdikirin bal kişandîye. Di 1973yan de, di sêyemîn sinifa dibistana seretayî de xelata xwe ya pêşîn stendîye. 1981ê de pêşangeha xwe ya pêşî vekirîye. Pirrengîya çanda Kurdistan bûye bingeha hunera wî; axilbe destan, çîrok û stranên dengbêjan bandoreke mezin lê kirine û ev xwe di hunera wî de jî dide der...
Zêdetir BixwîninZara(Zerîfe) Paşayevna Mogoyan
Hunermend û aktrîsa navdar a Kurd Zara yan jî Zerîfe Paşayevna Mogoyan di 26ê tîrmeha 1983yan li Lenîngradê ji dayîk bûye. Li Moskow a Rusyayê dijî. Zara heta niha deh albûmên stûdyoyê tomar kiriye û çend carî Xelata Gramofona Zêrîn, dîplomeyên festîvala televîzyona Rûsî ya Pesnya goda wergirtîye. Wek lîstikvan Zara bi rolên xwe yên di rêzefîlmên "Streets of Broken Lights" (2001), "Spetsnaz 2" (2004) û "Favorsky" (2005) û fîlmên dirêj "Pushkin. The Last Duel" û "White Sand" de tê naskirin...
Zêdetir BixwîninOmîd Kurdistanî, di sala 1963yan de li Tehranê/Îran hatîye dinyê. Li Tehranê dibistana Andishe Don Bosco, ku dibistaneke Îtalî bû xwendîye. Dema ku Kordestanî zarokatîya xwe ya li Tehranê radixe ber çavan, metropoleke tijî çand û olên cihê ku bihevre dijîn vedibêje. Diya wî hemşîre, bavê wî endezyar bû. Piştî mirina bavê xwe ya di 1976an de, ketin lêgerîna ku herin dervî welêt. Li Îranê rewş roj bi roj xerabtir dibû û bûyer zêde dibûn. Di sala 1978an de Kordestanî, birayê wî yê biçûk û diya wî, li pey hevalên malbatê çûne Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û li Kalîfornîyayê bi cih bûne. Yanî di xortanîya xwe de derbasî Geliyê Siliconê bû, cihê ku bi teknolojîya xwe bi nav û deng e.
Zêdetir BixwîninNivîskar Xecê Şen, di sala 1980an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî, Lîlan Be Dil-helbest û Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye.
Zêdetir BixwîninÇîyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çîyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çîyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek…
Zêdetir BixwîninÇîyayê Nemrûdê(yê volkanik-agirbij)
Di nav Deşta Mûşê û Gola Wanê de Çîyayê Nemrûdê yê volkanîk bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; ji vê rewşê re qaldera tê gotin. Berî vê teqîna dawîn bilindayîya Nemrûdê li dor 5 hezar metreyan bûye, lê piştî teqînê daketîye 3100 metreyan, ango bi vê teqîna dawîn re li dor 2 hezar metre bilindayî bi hewa ketîye û li derdor belav bûye. Di nav qalderayên Dinyê yên herî mezin de yek jê jî Qalderaya Nemrûdê ye.
Zêdetir BixwîninNisêbîn, navçeyeke mezin ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ye, di navenda Kurdistanê cih digre. Seyyahên sedsalên 12emîn û 13emîn jî, di derbarê Nisêbînê de, behsa xanîyên delal yê nav bexçeyên têr î tije, hemamên bedew, pira li ser çemê Hîrmasê(Cexcexê), nexweşxane, dibistanên wê û sûra dora wê ku 6500 gav bûn dikin.
Zêdetir BixwîninDîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.
Zêdetir BixwîninMijar di derbarê jiyana Egîdê Cimo de ye, yê ku 37 sala li radyoya Êrîvanê sazbendiya Kurdî pêk aniye... Nivîs, Xwendin û Derhênerî: Salih Kevirbirî / Kameraman, Deng û Ronahî: Tîgran Galstyan / Montaj: Herdî Qadir
Bavê Petrol û Gazê Nadîr Nadirov
Jiyana kurdperwer, welatparêz û yek ji navdartirîn zanyarê petrokimya Prof. Dr. Nadîr Nadîrov. Nivîs, Xwendin û Derhênerî: Salih Kevirbirî / Kameraman: Dîmîtrî Azîzov / Montaj: Herdî Qadir
Jiyana hunermendê berhemdar Dilovan. Amadekar: Kakşar Oremar / Montaj: Şêro Efrînî Kamera: Mahîr Amed û Hemîd Urmiye / Arşîv: Stêrk Tv
Dîrok û jiyana Kurdên Kirgizîstanê; sirgunên salê 1937 û 1944an ber bi Asyaya Navîn de. Nivîs, Xwendin û Derhênerî: Salih Kevirbirî / Kameraman, Deng û Ronahî: Marlîs Myrzakul Uulu / Montaj: Nabaj Ahmed