logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Îklîm û Çandinî Çemên Kurdistan Çiyayên Kurdistan Bajarên Kurdistan Sînorên Kurdistan Erdnîgariya Dîrokî
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Erdnîgari
John

Danasîna pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”

Danasîna pertûka Zaxo Kurtiyek li ser çapa dûyemîn ya pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”: Nivîskar:Seîd Rezvanî Dem û cihê çapkirinê:2014, Duhok
Seîd Rezvanî 4 Çileya Pêşî 2021

John

Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.
Mehmet Oncu 2 Çirîya Paşî 2022

John

Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr)

Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr) Besnî yek ji navçeya Semsûrê ye. Di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Navçeya ku 41 kîlometre dûrî parêzgeha Semsûrê û li başûrrojavayê wê cih digire, navê xwe ji Hoza bi navê Be(h)êsnî ku berê, li herêma vê navçeyê jiyan dikir distîne. Lê îro ev hoz, taybetiyên xwe ên hozayetiyê wenda kiriye, ji hev de ketiye û belaw bûye. Her çiqas bi navê dewlet û hukimdariyên cuda di dîrokê de cih girtibe jî, herêm bi pirayî di bin desthilatdariya Kurdan û pêşiya wan de maye.
Mehmet Oncu 5 Çirîya Paşî 2022

John

Cêlika/ Çelîkhan(Navçeya Semsûrê)

Cêlika navçeyeke ku li bakurê parêzgeha Semsûrê(Adiyemanê) cih digire. Navê navçeya ku îro navê wê yê fermî Çelikhan e, ji aliyê gel ve bi şêweya Cêlika tê binavkirin. Navçe ji alî Hoza Cêlika ve hatiye damezrandin, lewma navçe bi navê vê hozê tê binavkirin. Hoza Cêlika, şaxek ji hozên Reşiyan e. Weke tê zanîn Hoza Reşiyan xwe bi şêwaza Konfedere bi rêxistin kirîbû. Hoza Cêlika di sedsala 11an de, bi navê Hoza Reşan, di nav tîxûbê Mîrgeha Botan de bû, ji sedsala 12an şûn de ew hoz di nav tîxûbên Mîrgeha Heskîfê de xuya dike. Hoz piştî sedsala 13an koçî herêma Semsûrê dike, tê li derdora gundê ku wê çaxê jê re “Komşîr” dihat gotin datîne.
Mehmet Oncu 6 Çirîya Paşî 2022

John

Gexte/Kolik- Kâhta(Navçeya Semsûrê)

Navçeya Gexte an jî bi navê din Kolik, navçeyek parêzgeha Semsûrê ye û ji alî gelheya ku lê jiyan dike, ji navçeya navendî şûnde navçeya herî mezin e. Ji ber ku mayîndeyên şaristaniya Komageneyê di nav axa vê navçeyê de cih digirin, hêza wê ya veşartî a geştûgûzarê ji ya hemû navçeyan pirtir û xurtir e. Wekî din gola Bendava Ataturk li başûrê wê cih digre û xwedî erdeke bi bereket e. Debara xelkê navçeyê li ser karûbarê bazirganî, geştiyarî, sewalvanî, pîşesazî û çandiniyê ye.
Mehmet Oncu 8 Çirîya Paşî 2022

John

Semsat(navçeyek Şarê Semsûrê)

Semsata xwedî dîrokeke qedîm, navçeyek Semsûrê ye. Wek gelek cihên dîrokî yê Kurdistanê Semsata kevin jî, li gor projeya GAPê di sala 1988an de di bin ava barajê de maye. Cihê wê yê nû li qiraxa ava Bendava Ateturkê ye ku sê aliyê wê bi avê dorpêçkirî ye. Li gor serjimariya 2020an, li navenda navçeyê 4401, li gundan 3402, bi tevayî 7803 kes lê dijîn. Li gorî 20 sal berê nufûsa wê pir kêm bûye.
Mehmet Oncu 30 Çirîya Paşî 2022

John

Nisêbîn(Navçeya Mêrdîn)

Nisêbîn, navçeyeke mezin ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ye, di navenda Kurdistanê cih digre. Seyyahên sedsalên 12emîn û 13emîn jî, di derbarê Nisêbînê de, behsa xanîyên delal yê nav bexçeyên têr î tije, hemamên bedew, pira li ser çemê Hîrmasê(Cexcexê), nexweşxane, dibistanên wê û sûra dora wê ku 6500 gav bûn dikin.
Koma Berhevkariyê 31 Adar 2023

John

Çîyayê Nemrûdê(yê volkanik-agirbij)

Di nav Deşta Mûşê û Gola Wanê de Çîyayê Nemrûdê yê volkanîk bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; ji vê rewşê re qaldera tê gotin. Berî vê teqîna dawîn bilindayîya Nemrûdê li dor 5 hezar metreyan bûye, lê piştî teqînê daketîye 3100 metreyan, ango bi vê teqîna dawîn re li dor 2 hezar metre bilindayî bi hewa ketîye û li derdor belav bûye. Di nav qalderayên Dinyê yên herî mezin de yek jê jî Qalderaya Nemrûdê ye.
Abdurrahman Onen 8 Çileya Paşî 2024

John

Çîyayên Mûnzûr

Ev rêzeçîya li hember Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind dibe, piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çîyayê Mercanê. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pulur (Owacik) û Gamaxê de firehîya vî çîyayî 30 kîlometreyan derbas nake. Bilindayî li her deverê ji 2500 metreyan zêdetir e. Li ser vî çîyayî gelek dirûv (şikil) û golên bi maşîna cemedê çêbûnin hene. Gelek gir, qot û çîyayên bilind li ser vî rêzeçîyayî hene
Abdurrahman Onen 10 Çileya Paşî 2024

John

Çemê Mûradê

Çemê Mûradê(Arsanîas), bi dirêjahî (600 km, Ava Reş 330 km) û tejaneya (31000, Ava Reş 16600 km2) xwe du qatan ji Ava Reş mezintir e. Çemê Mûradê, ji bakurê Çîyayê Eledaxê dest pê dike. Ji bakurê Eledaxê gelek av derdikevin, digîhêjin ser hev û dibin destpêka Çemê Mûradê. Ji vê devera ku gelek av jê derdikevin re Çilkanî (Kırkmemba) û ji devera ku Çemê Mûradê dest pê dike re jî Serê Mûradê (Muratbaşı) tê gotin.
Abdurrahman Onen 12 Sibat 2024

John

Çemê Pêrî (Gêxî, Xorxol, Dep)

Li bakurê Çîyayê Şeytên Rasta Çêrme (Yedisu) heye. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Çemê Pêrî di nav vê rastê re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Fasûle, genim, ceh, garis û hin zerzewat (sebze) li vir tên çandin...
Abdurrahman Onen 14 Sibat 2024

John

Deştên li derdora Gola Wanê

Di navbera Gola Wanê û çîyayên ku ev gol dorpêç kirine de hin deştên piçûk henin. Gol û çîyayên bilind tesîreke erênî li îklîma van deştan dike, îklîma van deştan hîn germtir e. Ji ber vê yekê tevî ku ev deşt bilind in jî (1668-1750 m), li van deştan gelek fêkî û sebze şîn dibin: Hirmî, gilyaz, wîşne, xox, mişmiş, tirî û hwd. Deşta Wanê (150 km2), li rojhilatê Gola Wanê dimîne, çîyayên ku li bakur, rojhilat û başûr dimînin vê deştê dorpêç dikin. Wan, li rojavayê vê deştê dimîne. Deşta Sixke (Bostaniçi, gundê Wanê ye), li bakurê rojhilatê Wanê dimîne...
Abdurrahman Onen 15 Sibat 2024

John

Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

Çîyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çîyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çîyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek…
Abdurrahman Onen 15 Sibat 2024

John

Çîyayên Dêrsimê

Herêma Dêrsimê, di çarçoveyeke fireh de di navbera çemên Ava Reş û Mûradê de dimîne. Sînorê bakurê herêma Dêrsimê ji başûrê çemê Ava Reş an jî ji çîyayên Mûnzûr, Mercan û Baxirê dest pê dike. Her du jî gengaz (mimkun) e, lê qotên van çîyan ji bo sînorê bakur maqûltir xwiya dike. Sînorê başûr digîhêje heta Çemê Mûradê. Ev herêm bi tevayî çîya ye û pir asê ye. Çemên ku ji çîyayên bakur ava xwe distînin pir bi hêz diherikin, ji ber ku bastûra zinarên vê herêmê ne wek hev in (hin nerm, hin hişk in), gelek lat, newal, gelî û hin şiklên din yên tevlihev û pir asê pêk hatine. Li derdorên gelîyan zinar wek dîwaran bilind dibin, derketina ser wan pir dijwar e, erdên çandinîyê hima hima qet tunene.
Abdurrahman Onen 20 Sibat 2024

John

Çîyayên Mercanê

Li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, piştî Derbenda Zînî (Katır gediği, 2750 m.) Çîyayên Mercanê bilind dibin. Li gor Çîyayên Mûnzûr girseyeke pir fireh e. Li ser vî çîyayî gelek gir û silûmên ber bi Deşta Erzînganê yên wek nalên hespan hene ku ji 3000 metreyan bilindtir in. Girê Axbaba (Çîyayê Heramî, Ağbaba, Akbaba, 3463 m.) li hêla rojava li ser Deşta Erzînganê bilind dibe. Li rojavayê vî girî 2 golên piçûk hene (Gola Beranan û Gola Qantiran). Derbenda Zînî ya ku rêya Erzînganê bi Dêrsimê ve girêdide jî li rojhilatê van golan e.
Abdurrahman Onen 22 Sibat 2024

John

TIRÎ

Wateya peyva “tirî” ev e: Fêkîyek havînî ye, şîrîn e û rengên wê tewr bi tewr in. Tirî mêweyeke herî kevn e ku mirov wê dixwin û jê sûdê werdigirin. Ji berîya mîladê 5000î vir ve tê zanîn û tê gihandin. Li gorî hin zanyaran welatê tirî Kurdistan e. Gelek tewrên tirî hene. Bi qasî 10 hezar tewrên tirî hene. Lê ji van tewran 50-60ên wê tê gihandin. Ji 3 hezarî zêdetir reng û tamên (çêjn) tirî hene. Tirî tê hişkkirin, jê curbecur xwarin û vexwarin çêdibin. Mewîj tirîyê hişkkirî ye, dims, şerab, sirke, xoşav û gelek cure vexwarin û derman jê çêdibin...
Azad Zal 8 Çirîya Paşî 2024