Fata Kurd(Fata Reş)
Fata Kurd bi tevlîbûna Şerê Qirimê yê ku Împaratorîya Osmanî di navbera salên 1853-56an de bi navê ‘Cîhad-ı Mukaddes’ anku ‘Şerê Pîroz’ dabû destpêkirin hate nasîn û ji wê demê heta niha wek bi navê ‘Fata Reş’ di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt û bû kesayeteke efsanewî. Em ê navê Fata Reş, a ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê heta niha di dîrokê de têra xwe cih negirtîye û navê wê bi sedemên cuda li hin kesên din jî hatine kirin û tune hatîye hesibandin wek ‘Fata Kurd’ bi lêv bikin...
Jîn Aryen
27 Çirîya Paşî 2024
Mîra Meyan Xatûn
Meyan Xatûn di sala 1874an de li gundê Baedrayê yê ku bi ser navçeya Şêxanê ve ye, di malbateke esîl a Êzîdîyan de ji dayik bûye. Ew keça mîrê Baedrê yê bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji Mîrîtîya Xanedana Çolê bû. Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû. Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêreka xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm e...
Jîn Aryen
16 Çileya Pêşî 2024
Jîn Aryen
Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...
Jîn Aryen
16 Çileya Pêşî 2024
Danasîna Pirtûka “Eşîretên Behdînan(1514–1919)”
Ev nivîs danasîna pirtûka bi navê “Eşîretên Behdînan: Danasîna Cografî û Kurteyek ji Dîroka Wan(1514–1919)” e ya ku ji alîyê Hêriş Kemal Rêkanî ve, wek vekolîneke dîrokî-belgenameyî hatîye amadekirin û ji alîyê Zankoya Duhokê/Sêntera Beşikçî beşa Vekolînên Merovayetî ve sala 2019an hatîye çapkirin. Pirtûk ji çar beşan pêk hatiye...
Dr. Îzedîn Naso
24 Çileya Pêşî 2024
Ehmed Mehmûd Xelîl
Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...
Emîn Narozî
31 Çileya Paşî 2025
Memdûh Selîm Begê Wanî
Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an...
Seîd Veroj
2 Sibat 2025
Mihemed Arif Cizîrî
Cizîra Botan, warê mîr, alim, zana û hêlîna hunermend, dengbêj û dengxweşan bû di zarokatîya Mihemed Arif Cizîrî de. Ew di civatek hunerhez, xwedî gencîneyek dewlemend, ji muzîk û folklora resan a Kurdî têr û tije de mezin dibe. Klam û stranên dengbêjî, çîrok, destan û efsaneyên warê Ehmedê Xanê, qesîde û tasawûfa felsefeya Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran, ilmê Ebû’l Îz El Cezîrî yê mûcîd, eşq û evîna Mem û Zînê dibe serkanîya hunera wî ji ser zarê dayîka wî ‘Edlayê.
Zeyneb Yaş
20 Tîrmeh 2025
Nûroj Mûnzûr
Nûroj Mûnzûr (Tezel) di 1988an de li Êlihê hatiye dinyayê. Heya lîseyê li Batmanê xwendîye. Ji sala 2006an heta 2016an li şaxên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) yên Êlih, Cizîr, Şirnex, Şemrex û Bismilê wek hunermend kar kirîye û waneyên rîtimê daye. Sala 2016an, ji aliyê qeyûm ve ji karê xwe yê li Şaredarîya Bismilê hatîye dûrxistin. Piştî salekê ango sala 2017an, li Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsimê beşa Kurdîya Kirmanckî qezenc kirîye.
Koma Berhevkariyê
22 Tebax 2025
Mele Îsmet / Îsmet Kiliçaslan
Mele Îsmet di sala 1932yan de li Çorsêna li ser Tetwanê hatîye dinê. Navê bavê wî Hacî Evdirehman û navê diya wî jî Meryem e. Seyda sê bira û du xwuçk bûne. Navê hevjîna Seyda Nîmet e. Çar kur û du keçên Seyda û Nîmetê hene. Kur û keçeke Seyda li Ewropa, kurekî wî li Bursayê, du kur û keçeke wî jî li Îzmîrê dijîn. Seyda ji binemala Qilîçîyan e.
Nesrîn Rojkan(Keça Îsmet Kiliçaslan)
22 Tebax 2025
Cewad Merwanî
Hunermendê Kurd Cewad Merwanî, di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê (Silîva) di nava malbateke hunerhez û kurdperwer de hat dinyê. Cewad xwendina xwe ya destpêk û navendî li xwendingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de Fakûlteya Perwedeyê ji bo mamostetîyê xwend. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwendinê berde. Ji ber ku ew zû pê hesîya ku bi riya zimanê serdest, siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir wê bê meşandin.
Koma Berhevkariyê
23 Tebax 2025
Dilawerê Zengî
Nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî piştî şewata Sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatîye dinyayê. Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî Mihemedê ‘Emê tevî malbata xwe ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bi cî dibin.
Koma Berhevkarîyê
24 Tebax 2025
Behlûlê Mahî/Behlûlê Dana
Behlûlê Mahî helbestvan, felsefevan û zanayek Kurd e. Bi heslê xwe Kirmanşahî ye. Roja çêbûna wî ne zelal e, mirov kare bêje di serê nîveka duduyan ya sedsala 8an de li Kûfeyê ji dayik bûye, di heman herêmê de zarokatîya xwe derbas kirîye, wê demê piranîya Kûfe Kurd bûn. Di temenê 8-9an de diçe medreseya Mahîlkûfeyê dest bi xwendin û perwerdeya xwe dike; berî qedandina perwerdeya xwe, di temenekî piçûk de Rêbaza Yarî ya yekem li Hewremanê dadimezirîne, loma wek damezrênerê bawerîya Yarsanê tê qebûlkirin. Bawerîya Yarsanê wek Ehlî Heq, yan jî Kakeyî jî tê îfadekirin...
Koma Berhevkariyê
7 Îlon 2025
Roşan Lezgîn
Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...
Roşan Lezgîn
10 Îlon 2025
Mela Ehmedê Palo
Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...
Roşan Lezgîn
10 Îlon 2025
Çopî Fetah
Hunermenda Kurd Çopî Fetah sala 1983ê li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Ji ber komkujî û sîyaseta erebkirinê li ser bajara Kerkûkê ya rejîma Beasê, ji mecbûrî Çopî Fetah tevî malbata xwe di sala 1988a de berê xwe dan xerîbîyê û li Holandayê bi cih bûn. Piştî salên dûdirêj vegerîya başûrê Kurdistanê. Çopî ji zarokatîya xwe ve hez ji muzîk û stranan kirîye. Ji 7 salîya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holendayê, li wir bi grubekî re stran gotîne û carna jî bi serê xwe stran gotine. Li dibistanê jî Çopî gelekî zîrek bûye û di salekê de bûye xwendevana yekemîn li dibistana xwe...
Koma Berhevkariyê
13 Îlon 2025
Mistefa Barzanî (1903-1979)
Mistefa Barzanî, kurê Mihemed e û ew jî kurê Şêx Evdiselamê Yekem e û koka wan digihije şaxekî Mîrekên Amêdîyê. Şêx Mihemedê bavê Mistefa Barzanî, rêvebirê medreseya Barzan bû, ev medrese li vê deverê bûbû cîyê perwerdeyî, xwelêgirtina xelkê mezlûm ê wê derê û serokeşîrên herêmê ji vê yekê gelek aciz bûn. Li ser vê acizîyê, hinek serokeşîrên wê herêmê gilîyê Şêx Mihemed ji rêvebirên Osmanîyan re dikin. Ji ber vê yekê, bi fermana Siltan Evdilhemîdê Duyem, Şêx Mihemedê Barzanî bi tevî malbatê sirgûnî bajarê Bedlîsê dikin. Ew, li vî bajarê qedîm ê Kurdistanê 1-2 salan di bin çavdêriya rayedarên hikûmetê de dimînin û paşê bi destûra hikûmetê dîsa vedigerin herêma Barzan û Şêx Mihemed di sala 1903yê de koça dawî dike...
Seîd Veroj
25 Îlon 2025
Gulîstan Kavak
Nivîskar, civaknas û rojnamevana Kurd Gulîstan Kavak, di sala 1990î de li Swêd ji dayik bûye û niha li wê derê dijî. Malbata wê sala 1989an ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê koçî Swêdê kirîye. Ji ber ku dê û bavê wê li malê hertim bi Kurdî diaxivîn, fêrî Kurdî bûye, heman demê li muzîka Kurdî guhdarî kirîye û heftê carekê dersa Kurdî stendîye. Di malbatê de şeş zarok hene û hemû xwedî bawernameyên zanîngehê ne, ev jî dide xuyakirin ku dê û bavên wan giringîyê didin xwendinê.
Koma Berhevkarîyê
26 Îlon 2025
Omer Avnî Efendî yê Xarpêtî
Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpêtê ye ku îro bi navê Elezîzê tête nasîn. Li gor ewraqên arşîva meşîhata Miftîtîya Stenbolê, “Omer Avnî Efendî, sala Hicrî ya 1281(M. 1865) ê li Xarpêtê ji dayik bûye. Navê bavê wî Hecî Osman Axa ye û yê dayika wî jî Ayşe Xanim e.”[1] Malbata “Omer Avnî Efendî, ji gundê Kulîyanê Jêr ê qeza Baskîla Elezîzê ye û paşê koçî nava bajarê Xarpêtê kirîye...
Seîd Veroj
1 Çirîya Pêşî 2025
Seîd Veroj
Nivîskar û lêkolînvanê Kurd Seîd Veroj, di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî, lîse û unîversîte li Dîyarbekirê xwendîye. Xebatên wî yên li ser kurdolojîyê, di salên xwendina unîversîteyê de dest pê kirine. Di sala 1997an de tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir û hetanî sala 2004an edîtorîya weşan û Kovara War domand.
Seîd Veroj
1 Çirîya Pêşî 2025
Seyîd Mihemedê Şemzînî
Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...
Seîd Veroj
6 Çirîya Pêşî 2025
Ala Kurdistanê
Alaya netewî ya Kurdistanê, berhema xwîn û têkoşîna sed (100) salên miletê Kurd e. Ev ala ku ji Cimhûrîyeta Kurdistanê gihiştîye Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û çîroka wê digihîje destpêka salên 1920an. Di van salan de du nimûneyên alayê çêbûne; yek jê, alaya li ser huwîyetên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) ye û ya din jî piştî parçebûna cemîyeta navborî, alaya ku ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin...
Seîd Veroj
6 Çirîya Pêşî 2025