logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Îklîm û Çandinî Çemên Kurdistan Çiyayên Kurdistan Bajarên Kurdistan Sînorên Kurdistan Erdnîgariya Dîrokî
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Çîyayên Mercanê

Nivîskar: Abdurrahman Onen

Çîyayên Mercanê

Li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, piştî Derbenda Zînî (Katır gediği, 2750 m.) Çîyayên Mercanê bilind dibin. Li gor Çîyayên Mûnzûr girseyeke pir fireh e. Li ser vî çîyayî gelek gir û silûmên ber bi Deşta Erzînganê yên wek nalên hespan hene ku ji 3000 metreyan bilindtir in. Girê Axbaba (Çîyayê Heramî, Ağbaba, Akbaba, 3463 m.) li hêla rojava li ser Deşta Erzînganê bilind dibe. Li rojavayê vî girî 2 golên piçûk hene (Gola Beranan û Gola Qantiran). Derbenda Zînî ya ku rêya Erzînganê bi Dêrsimê ve girêdide jî li rojhilatê van golan e.

Rêya Hevrêşim ya dîrokî Ezirgan bi Dêrşimê ve girêdida. Rêyên ku di gundên Erzînganê Kîsmîkor, Surban (Kılıçkaya) û Ergen re derbas dibin, li Derbenda Zînî digîhêjin ser hev; ev rê piştî derbenda Zînî di ser çîya re digîhêje Şawerdî (gundê Pûlûr), piştî Şawerdî dikeve nav Gelîyê Mircan, di Hemizko (Yarımkaya), Milalîyû (Molaliler), Kemera Şaye (Karataş), Çimi (Gözeler), Mergi (Çayırlı), Dewa Eyni (Yılanlı), Tanzî (Köseler), Çedagi (Koyungölü), Adi (Adaköy), Zeranîk (Yeşilyazı), Jare (Ziyaret), Bozqiri (Eğripınar), Xewaçûr re derbas dibe û piştî derbendekê digîhaşt Egînê. Ev rê li derdora Dewa Eyni bi qasî 4-5 kîlometreyan di bakurê Pûlûrê re derbas dibû. Li derdora Zeranîkê rêyek ji vê rêyê vediqete û ber bi başûr ve dizîvire, di Pardî (Karayonca) re derbas dibe û heta Xozatê dewam dike.

Li kortên di navbera van giran de her dem berf heye. Çîyayên Mercanê jî asê û rût in, ber bi Berîya Erzînganê bi palên tîk dadikevin. Gelek çem ji vî çîyayî xwe bera Deşta Erzînganê didin. Ava Mircanê (Çemê Mircanê) bi maşîn û verotinê gelek gelîyên tîk û kûr çêkirîye. Ev çîya ji hêla gîha û avê ve dewlemend e û li jor zozanên baş hene. Zozanên Derbenda Zînî û Qalarê bi nav û deng in. Gîhaya vî çîyayî li gor Çîyayê Cîmînê kintir, qalindtir û hişktir e, lê bi bîhn û dohn (rûn) e, lewra heywanan xurtir dike, heta tahma goşt û rûnê van heywanan cudatir e.

Piştî Girê Axbaba, ber bi Derbenda Gamaxê Çîyayê Seydî Siltan (Seydi Sultan li derdora Cirzînî-Binkoç ye, gundê Gamaxê) cî digre. Axek sor li ser vî çîyayî heye. Li kêleka vî çîyayî Çîyayê Îranos (Kazankaya, gündê Gamaxê) wek konekî tûjik bilind dibe, Erzînganî vî çîyayî wek qible qebûl dikin, berê xwe didin vî çîyayî û limêja xwe dikin.

Derbenda Qapili (Kapılı geçidi) pir bilind e û rê di navbera Cencîge (Çaxlayan) û Dêrsimê de vedike. Di navbera Cencîge û Pilemûrê de Derbenda Avzer (Azwat, 2100 m.) heye. Derbenda Mîx, Pilemûrê bi Pira Mûtû (24 kîlometre li bakurê Pîlemûrê dimîne, Mûtû mezra Pîndîge-Doğanpınar e) ya li dawîya Derbenda Sansa û bi rêhesin ve girêdide. Çîyayê Mercanê li pişt Pilemûrê (Pulumur) zirav û nizm dibe. Li derdora Pilemûrê li gor Dêrsimê zevî, erdên çandinîyê pirtir in. Genim, ceh, çewder û garis tên çandin. Darên fêkî, pirtirîn jî gûz li vir şîn dibe. Bizin li vê deverê pir tê xwedîkirin. Her çiqas navçeya Dêrsimê be jî ji ber hêsanîya çûyin û hatinê têkildarîya bi Erzînganê re pirtir e.

Li rojhilatê Pilemûrê Çîyayê Baxirê (Bagir-Baxirpaşa, 3293 m.) bilind dibe. Li jorê vî çîyayî çend gir hene, girê herî bilind Girê Baxirbaba ye. Ji Çîyayê Baxirê qrom derdikeve. Ji vir ber bi bakur pir tîk e, çend kortên ku her dem bi berf li vir hene. Li vê deverê çend gol hene. Derdorên van golan zinar in, avên ji van golan derdikevin tên ser hev û ber bi Derbenda Sansayê diherikin. Ev çîya ber bi Çemê Femê (Dere Feme, Fem-Kabayel gundê Çêrme-Yedisu) û rojhilat ve nizm dibe. Li vê hêlê ax pirtir e, gîha û mêrg li vê hêlê pirtir dibe. Heywanên derdor û heta yên Depê (Qaraqoçan) li van deveran diçêrin. Çîyayê Baxirê li deverek fireh cî digre û li derdora vî çîyayî çîyayên ewqas bilind tune. Di rojên sayî de ji vir Çîyayê Paltokenê xwîya dike. Çîyayê Qirqlar li başûrê Çîyayê Baxirê dimîne, Qeregol (Karagöl, mezra Pergînî ye) di nav her du çîyan de dimîne.

 

 

ÇAVKANÎ

https://erdnigari.blogspot.com/2013/

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Çîyayê Nemrûdê(yê volkanik-agirbij)

Di nav Deşta Mûşê û Gola Wanê de Çîyayê Nemrûdê yê volkanîk bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; ji vê rewşê re qaldera tê gotin. Berî vê teqîna dawîn bilindayîya Nemrûdê li dor 5 hezar metreyan bûye, lê piştî teqînê daketîye 3100 metreyan, ango bi vê teqîna dawîn re li dor 2 hezar metre bilindayî bi hewa ketîye û li derdor belav bûye. Di nav qalderayên Dinyê yên herî mezin de yek jê jî Qalderaya Nemrûdê ye.


Çîyayên Mûnzûr

Ev rêzeçîya li hember Egînê, li ser Gelîyê Ava Reş bilind dibe, piştî dirêjayîyek li dor 100 kîlometreyan xwe digîhêjîne ser Çîyayê Mercanê. Lê ne ewqas fireh e. Di navbera Pulur (Owacik) û Gamaxê de firehîya vî çîyayî 30 kîlometreyan derbas nake. Bilindayî li her deverê ji 2500 metreyan zêdetir e. Li ser vî çîyayî gelek dirûv (şikil) û golên bi maşîna cemedê çêbûnin hene. Gelek gir, qot û çîyayên bilind li ser vî rêzeçîyayî hene


Çîyayên Dêrsimê

Herêma Dêrsimê, di çarçoveyeke fireh de di navbera çemên Ava Reş û Mûradê de dimîne. Sînorê bakurê herêma Dêrsimê ji başûrê çemê Ava Reş an jî ji çîyayên Mûnzûr, Mercan û Baxirê dest pê dike. Her du jî gengaz (mimkun) e, lê qotên van çîyan ji bo sînorê bakur maqûltir xwiya dike. Sînorê başûr digîhêje heta Çemê Mûradê. Ev herêm bi tevayî çîya ye û pir asê ye. Çemên ku ji çîyayên bakur ava xwe distînin pir bi hêz diherikin, ji ber ku bastûra zinarên vê herêmê ne wek hev in (hin nerm, hin hişk in), gelek lat, newal, gelî û hin şiklên din yên tevlihev û pir asê pêk hatine. Li derdorên gelîyan zinar wek dîwaran bilind dibin, derketina ser wan pir dijwar e, erdên çandinîyê hima hima qet tunene.