Nivîskar: Roşan Lezgîn
Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894an de hatîye dinyayê, di 12 Gulana 1976an de çûye ser dilovanîya xwe.
Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kirîye û li Bexdadê temam kirîye. Dû re, li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek milazimê duyem tevî artêşa Usmanîyan bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re, vegerîyaye Îstanbulê û di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Usmanîyan de şer kirîye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû. Îsmaîl Heqî Şaweys di nav berxwedana Kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi Îngilîzan re hevdîtinan dike. Piştî şikestina serhildanê di 1919an de, di ser Tebrîzê re derbasî Tirkîyê dibe û di 1920an de bi rutbeya yuzbaşî di nav artêşa Tirkiyê de tevlî şerê Arasê yê bi Ermenan re dibe. Dû re, bi rutbeya bînbaşîtîyê heta sala 1927an tevlî Şerê Rizgarîya Tirkiyê dibe. Di berhema “Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys(Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003)” de, li gor gotina Îsmaîl Heqî Şaweys, ew ji 1920an heya 1927an li Cepheya Rojhilatê, bi rutbeya bînbaşîtîyê di nav artêşa Tirkiyê de efser bûye û jî nivîsên wî dixuye ku wî ji nêz ve serîhildana Qoçgirîyê şopandîye.
Piştî ku dev ji efserîyê berdide, diçe Îraqê. Ji wir jî diçe Parîsê. Dîsa vedigere Îraqê û di nav artêşa Îraqê de dibe efser lê Îngilîz wî bi teşebusa suîqastkirina qiralê Îraqê tawanbar dikin û ji artêşê tê avêtin. Cardin diçe Parîsê. Di çapemenîya Parîsê de derbarê doza kurdayetîyê de meqaleyan belav dike. Dîsa vedigere Îraqê. Çendekê qaymeqamtîya çend navçeyan dike û ji ber fealîyetên kurdayetîyê ji kar tê avêtin. Welhasil, heta dawîya temenê xwe tim doza kurdayetîyê dike û gelek car jî cezaya zindanê lê tê birîn û li zindanên cihê radizê. Gelek gotarên wî di kovar û rojnameyan belav dibin. Herwiha du kitêbên wî jî çap bûne.
http://kovarabir.com/ismail-heqi-saweyssoresa-qocgiriye/
Nivîsén tékildar