Nivîskar: Occo Mahabad
Di edebîyata klasîk ya Kurdî de Bedlîs wekî Cizîr, Îmadîye, Silêmanî, Meyafarqîn û Kêrmanşahê navendeke girîng e. Gellek edîb û nivîskarên Bedlîsê hene, yek ji wan jî Şikrîyê Bedlîsî ye. Navê wî di hinek çavkanîyan de wek Mevlâna Şikrî û Mevlâna Aşiq hatîye nivîsandin. Şikrîyê Bedlîsî di sala çendan de çêbûye teqez nayê zanîn, tê texmînkirin ku di nîveka dawî ya sedsala 15an de hatîye dinyayê. Ew li navenda Bedlîsê ji dayîk bûye.
Şikrîyê Bedlîsî perwerdeya xwe ya pêşî li medreseya Şikrî distîne, di ciwanîya xwe de berê xwe dide Gîlan û Heratê, perwerdeya xwe li wan bajaran didomîne. Piştre dikeve bin xizmeta Mîr Şerefxanê Bedlisî. Bi Şerefxan re beşdarî hinek şeran dibe. Şikrîyê Bedlîsî di cihên cuda de miftîtî, qaditî û miderisîtî dike. Ne bi tenê şair û xatibekî jêhatî ye, ew bi muzîkê re jî eleqedar bûye û li tembûrê xistîye. Wekî din di werzîşê mîna siwarîyê, sobayê û tîr avêtinê de jî xurt bûye. Şikrîyê Bedlîsî di warê hedîs, fiqih, kelam, tefsîr û xîtabetê de hostayekî pirr baş e. Berhema wî ya herî girîng Selîmname ye ku mijara wê jiyannameya Siltan Selîmê Osmanî ye. Heya niha 9 nishayên vê berhemê hatine tesbîtkirin.
Di serdema Osmanî de dîroka jiyan û kirinên padişahê vê demê pirr girîng bû, loma pêwîst dihat dîtin ku ew dîrok bê nivîsandin. Ji bo dîroknivîserîya serdema Yavûz Selîm, Selîmname û ji bo serdema Kanunî Siltan Silêman, Suleymanname dihatin gotin. Di dewra Osmanî de nemaze Selîmnameya Îdrîsî Bedlisî ku bi fermana Yavûz Selîm bi Farisî hatîye nivîsandin navdar e ya din jî Selîmnameya Şikrîyê Bedlisî ye ku bi Osmanî hatîye nivîsandin. Ji xeynî wan, Selîmnameyên Keşfî Mehmed Çelebî, Adâ’i-yi Şirâzî, Kadizâde, Sucudî, Celâlzâde Mustafa Çelebî, Hoca Sadeddin û Mahremî Çelebî bêhtirîn tên zanîn û navdar in.
Dema ku di sala 1512an de Yavûz Selîm dibe padîşah, Şikrîyê Bedlîsî jî diçe Stenbolê di huzûra Yavûz de qesîdeyekê pêşkêşî wî dike. Ji ber vê, demekê di Meclîsa Taybet ya Yavûz de tê peywirdarkirin. Dû re di mîrîtiya Dulqadirîyan de li cem begên Elî Beg û Koçî Beg dimîne, ji bo berjewendîyên wan xizmet dike. Şikrîyê Bedlîsî hem bi Yavûz Selîm re beşdarî sefera Îran û Misrê dibe hem jî bi Kanûnî re tevî sefera Belgrad û Rodosê dibe.
Ew bi mîrê Diyarbekirê yê yekem Biyikli Mehmed Paşa û bi Sedrazam Îbrahîm Paşa re têkilîyên xurt datîne. Şikrîyê Bedlîsî bi xwesteka Elî Beg di sala 1521ê de Selîmnameya xwe dinivîse, piştre bi pêşniyarên Koçî Beg hinek çewtîyên vê berhemê sererast dike (1523-1524). Bi alîkarîya Sedrazam Îbrahîm Paşa, berhema xwe di sala 1530an de pêşkêşî Kanunî Siltan Silêman dike. Ji ber vê bi 15 hezar akçeyê û her wiha li aliyê Diyarbekirê bi zeametekê tê xelatkirin.
Selîmname behsa bûyerên di navbera salên 1490 û 1530î dike. Şikrîyê Bedlîsî, bi taybetî seferên Misir û Îranê bi vegotineke herikbar anîye zimên. Di berhemê de tê dîtin ku erdnîgarîya Kurdistanê bi detayî hatîye nivîsandin. Selîmname dewr û jiyana Yavûz Siltan Selîm bi zimanekî balkêş ji me re neqil dike. Berhem di terza mesnewî de hatîye nivîsandin û bi tevahî ji 5829 beytan pêk hatîye. Selîmname di hinek çavkanîyan de bi navê Futûhâtu’s-Selîmiyye an jî Futûhât-ı Selîm Han hatîye destnîşankirin.
Şikrîyê Bedlîsî berhemên xwe bi şeş zimanî, Kurdî, Tirkî, Farisî, Erebî, Ermenkî û Hîndî nivîsandine. Heta niha helbestên wî yên Kurdî derneketine holê lê wî di fexriyeke xwe de ku bi Tirkî pêşkêşî Siltan Selîm kiribû behsa helbestnivîsandina xwe ya bi Kurmancî kirîye. Em dikarin bibêjin ku Şikrîyê Bedlîsî, yekem helbestvanê Bedlîsê ye ku di sedsala XV û XVIem de bi Kurdî helbest nivîsandine. Tê angaştin ku Şikrîyê Bedlîsî ji alîyê terz û teşeya helbestnivîsandinê ve di bin bandora şair Elî Şîr Nevâî de maye.
Şairê sedsala XVIIem yê dîwanî Îbrahîm Cevrî, ziman û rêbaza Selîmnameya Şikrîyê Bedlîsî naecibîne, wezna orjînal ya vê berhemê diparêze, ji nû ve dinivîse. Ji vê nisxeya guherandî heta îro libek maye û niha di Beşa Menzûm ya Pirtûkxaneya Milet de li numreya 1310an parastî ye. Yusufê Katibê Çerkezan, di sala 1620an de Selîmnameya Şikrî vediguherîne ser nesrê û bi zimanekî pexşanî ji nû ve dinivîse. Ji vê berhema pexşanî gellek nisxe gihîştine roja me. Alfons Leopold Steidl li ser Selîmname tezeke doktorayê amade dike û berhemê bi navê Die Wiener Handschrift des Selīmī-nāme werdigerîne zimanê Elmanî. Melle Şihabî ku nivîskarê kitêba Dîroka Yêmenê ya menzûm e kurê Şikrîyê Bedlisî ye. Di destê me de li ser dîroka mirina Şikrî Bedlisî agahiyên teqez tune lê tê texmînkirin ku di sala 1531ê de wefat kiriye. Ew wekî Şerefxanê Bedlisê û Îdrisê Bedlisê di dewra Osmanî de bi şexsiyet û hewldanên xwe nivîskarekî girîng e.
Nîşe:
--Malpera ku ev agahî jê hatîye girtin ev e: https://occomahabad.wordpress.com/2021/07/19/di-qesren-osmani-de-helbestvanek-sikriye-bedlisi-occo-mahabad/#more-9708
--Sûretê li serî, ji Selîmnameyê rûpelek mînyatura Şukrîyê Bedlîsî ye.
Nivîsén tékildar