Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Helbestvan Arjen Arî di sala 1956an de li herêma Omerîya, li gundê Çalê hatîye dinyayê. Dûra mala xwe anîne Nisêbîn û li wir dest bi mektebê kirîye. Salekê li Nisêbîn mekteba navînê xwendîye, dûra bi mebesta xwendinek baştir malbata wî wî dişîne Mêrdînê û li wir dibistana navînê xelas kirîye. Dûra dîsa vegerîyaye Nisêbîn û li wir lîsê xwendîye. Ji ber ku wê demê li Nisêbînê lîse nuh vebibû, ew û hevalên xwe bibûn nifşên ewil ê ku lîseya Nisêbîn qedandine.
Arjen Arî berîya bibe helbestvan, bibû siyasetmedar û di nav tevgera çep de, di rêxistina DDKD(Devrîmcî Dogu Kultur Ocaklari-Navenda Çanda Rojhilat a Şoreşger) yê de cih digirt. Heya bi dawîya nefesa xwe jî ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê tevgerîya.
Sala 1974an bi Tirkî dest bi helbestê kirîye. Di 1976an de dema li Nisêbînê ew û hin hevalên xwe belavokekê belav dikin tê girtin. Nêzîkî deh rojan girtî maye. Dema hatîye girtin helbestên wî jî tev birine û nema dane wî. Dûra rojekê çûye doza helbestê xwe kirîye, jê re gotine; ku tu nexwazî li ba wan bî, careke din li wan nepirse! Loma ew helbestên wî tev çûne. Ji ber ku qopîyê wan helbestan li cem tunebûn, pir li ber wan diket. Li gor ku Arjen Arî digot, piranîya wan helbestan bi Tirkî bûne, wê demê tenê 3-4 heb bi Kurmancî bûne.
Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdehîyê ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand, lê mamosteyî nekir, bû memûr. Tenê demeke kin di ber memûrtîya xwe re mamostetîya derza edebiyatê li lîseya Nisêbînê kirîye.
Welatperwerê dilsoz Arjen Arî, cara pêşî di sala 1979an de di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin. Dema derbeya leşkerî (12 Îlon 1980), helbestê wê demê jî ji dest diçe bêyî ku vegera wan hebe û mîna talan bûye aciz dibe. Piştî derbeya leşkerî helbestên xwe dişand Swêdê, di kovarên weke Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem û Çira de dihatin weşandin. Dûra li Tirkiyê jî di kovarên wekî Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, W de û li Herêma Başûrê Kurdistanê di kovarên wekî Peyv, Nûbûn, Karwan de helbest û nivîsên wî hatin belavkirin. Di rojnameyên Azadîya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de qunciknivîsî jî kirîye.
Sala 1992yan de kitêbek helbesta ya bi navê “Gulîlkên Buhara Derengmayî” amade kirîye û ji bo çap bibe çûye Amedê. Lê kesê ku dosya spartibûyê ew winda kirîye. Ji ber ku helbest nedihatin bîra wî, ev rewş zêde ew êşandîye. Derdora salekê, nema helbest nivîsîne, hingî aciz bûye. Şevekê ji xew vediciniqe, dibîne ku 3-4 helbestê wî têne bîra wî. Wê şevê radibe wan dinivîse û bi wî hawî dîsa li helbestê vedigere.
Ew ne tenê di warê wêjeyê de, di hemû waran de şêrgele bû, jiyana wî tevde bi berxwedanek birûmet derbas bûye. Di sala1992yan de, di dema ku faîlî meçhul(!) pir bibûn, li navçeya Nisêbînê, nêzîkî mala wî bi çekan êrîşî wî kirin. 4 fîşek lê ketibûn, dîsa jî bi wî halê birîndar erebeya xwe nasekinîne û ber bi nexweşxaneyê ve ajotina xwe berdewam dike. Dûra wî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û ji mirinê difilite. Arjen Arî wiha behsa wan kêlîyên di nav agir de dike:
“Di sala 1992yan de li Nisêbînê li ba mala min ketin kemîna min, xwestin min bikujin; ez birîndar kirim. 28ê meha 12an bû. Li herêmê salên 1990î hûn mesela Hizbûllah û kuştina welatparêzan zanin. Ê min jî wê rojê mêvanek min di tenişta min de ye, ez teqsîyê diajom û em diherin malê. Çile ye lê dinya xweş e, ne baran e û ne şilî ye. Li serê sikaka mala me pîrekek kir ku derbasî wî alî sikakê bibe, ez mam sekinî heya derbas bû. Min dît 2 heb li ber dîreka ceyranê sekinîne, yek zerik bû, yek jî esmer bû. Ji ber rewşa herêmê hayê min ji min heye û wek gelek kesan hertim ez bi tedbîr bûm. Rewş ew qas xerab bû. Her roj dema ez ji mal derdiketim, yan dema ez dihatim mal min bi destê çepê erebe diajot û bi destê din ez bi tedbîr bûm. Lê wê rojê ez vala me. Tu nabê ew herdu kes ketine kemîna min, min ew derbas
kirin ne kirin ê esmer bi serê xwe işaret da yê bozik. Herdu jî montê çerm li wan bûn. Dema serê xwe hejand min dît, destê xwe avêtin newqa xwe, demançên xwe derxistin û li me reşandin. Min ji yê kêleka xwe re got; serê xwe bitewîne!
Ji mala me re 100 metrok nemaye. Heya ber mala me fîşek nesekinîn, camên erebê yên kêlekan û ya dawî şkestin. Cama pêşîyê jî fîşek lê ketîye şikestîye, bûye wek cama bibûz ez nema ber xwe dibînim. Hem derb li min dikevin, hem ez xwe ditewînim û erebê diajom, hem ez ê tenişta xwe dihimînim. Xanima min jî li dengê sîlehan derdikeve dinêre ku ez im, dike qêrîn, dike hewar; du derb avêtin wê jî.
Koncalek biçûk wek cokê li sikakê hebû dema tekelê erebê ketin wir cama pêşiyê hat xwar û min ji nû ve ber xwe dît. Ya rastî xanima min ez xelas kirim, heya bi wê daketin ez bi ser hişê xwe hatim û min erebe ji fitêza yekê derbasî 2yan û 3yan kir û min gaz da erebê. Îca yek ketîye vî alî sikakê û yê din ketîye alîyê din; çep û rast li min girê dane. Bi dû min de jî çend fîşek ên din avêtin, xwestine li depoya benzînê bixin, lê li xilqê ketibû. Ez dagerîyam sikaka din û îca ez sekinîm. Tirsa wan jî tunebû, ji xwe ber êvarê bû û pêş çavê xelkê ‘hema ew qas dem bi min daketin, derb avêtin xanima min jî. Mêrika profesyonel bûn, ji kuştinê re li min direşandin, montê li min kiribûn serad. Lê tenê 4 fîşek li min ketibûn. Birînek jê, ya pişta min xedar bû. Di wê navê re hinekan ji min pirsî got, ma tu derb li te ketine? Min got; avek germ bi min de diherike, erê ez dibêm derbek li min ketîye.
Ez mam sekinî min got; ez dakevim ez destvala me, ma ez karim çi bikim, xerabtir e. Ez daneketim, piştî kêlîkekê ku ez di xwe fikirîm, bi wê birîndariyê û bi wê teqsîya ku camê wê hatine xwar, min berê xwe da nexweşxaneyê.
Piştî ez rehet bûm, min mala xwe anî Amedê. Ji wî wextî de mala min li Amedê ye.”
Arjen Arî li Amedê jî wek memûr xebitîye û sala 2002yan teqawîd bûye. Pirtûka xwe ya 1emîn ya helbestan di sala 2000î de weşandîye. Di gel ku xwe weke şagirtê Cegerxwîn didît, hem wek yek ji girîngtirîn şairên modern ên Kurdistana Bakur dihat naskirin, hem jî wek pireke di navbera helbesta Kurdî ya klasîk û helbesta Kurdî ya nûjen de dihat dîtin. Helbestên Arjen Arî bi ruhekî Kurdewar, bi Kurdîyek zelal û bi zimanekî herikbar hatine hunandin, xwendevan di helbestên wî de dengê wî yê ji dil hîs dike. Di piraya helbestên xwe de şert û mercên dijwar yê gelê xwe anîye ziman, lehengî û taybetmendîyên wan anîye ziman. Di vegotinên wî de ruhekî xurt ya berxwedêrîyê, jixwebawerîyê heye, vêna jî bi awayekî serkeftî bi dîroka Kurdan ve girê dide. Mirov bi helbestên wî li çiyan, li deşt û zozanan, li nav sînoran, bi kinayî li erdnîgarîya Kurdistan digere. Di gel hemû şertan, rê dide pirrengîya jiyanê; heskirin, hisret, hêvî, evîn… hemû hestan derdixe pêş. Di evînê de jî xwe digihîne lûtkeya herî bilind, heskirina gulekê, teyrekî jî jibîr nake.
Di hevpeyvînekê de di derbarê hin berhemên xwe de Arjen Arî wiha gotibû: “Her 3 kitêbên min yên ewil bi dû hev de yek xebat in. Ez helbesta wek romannivîsa dinivîsînim. Ez projeya datînim ber xwe û li wê gorê dinivîsim. “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Ev Çiya Rûspî Ne” û “Şêrgele” her sê xebat di zik hev de ne, hevdu dişopînin. Mijara wan berxwedan û şerê 20-30 salên dawî ne. Bi min her sê xebat dewama hev in, yek bêyî yekê kêm e, hevdu temam dikin. Yanî kesekî ku bixwaze tamekê ji helbesta Arjen Arî bike divê li her sêyan binêre. Şopa ‘Ev Çiya Rûspî Ne’ di ‘Şêrgele’ de heye, şopê Şêrgele di ‘Ev Çiya Rûspî Ne’ de heye, şopa ‘Ev Çiya Rûspî Ne’ di ‘Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî’ de hene. Ji ber ku mijara hemûyan erdnîgarî û xelkê Kurdistanê ye, jiyana Kurdistanê ye.
‘Eurotîka’ xebatek bi serê xwe ye; mijara wê bi gelemperî hez e. Ne Ehmedê Xanî bûya belkî min ev kitêb nenivîsandiba. Min hin malikê Ehmedê Xanî yê di derbarê hezê de li mala xwe daliqandine. Hez gelek tiştan di hundirê xwe de vedihewîne. Ji ber şerê di welatê me de, di civatê de hez hinekî li paş ma, em ji gelek hezkirinan bêbehr man. Loma min xwest ez hezê ji nû ve li ber însanan raxim, têxim rojeva Kurdan. Ez difikirim ku hezkirin di civatê de çi qas bipêş bikeve, ew qas welat jî wê bi pêş bikeve. Ez çi qas ji hevala xwe hez bikim, ez çi qasî ji gundekî, ji darekê, ji kulîlkekê hez bikim ew qasî ez ê ji welatê xwe hez bikim û pê ve girêdayî bim. Hez ne yek tişt e, gelek tişt e. Dema tu wan tevda bidî hev, bînî cem hev welatekî pir xweş derdikeve holê.
‘Çil Çarîn’ xebatek bi serê xwe ye. Di çarînan de min şairên berî xwe bibîr anîne, wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran. ‘Destana Kawa’ jî xebatek bi serê xwe ye. Hîn ez li Nisêbînê bûm ev wek projeyekê di serê min de hebû. Salên 1991-92 bû, min digot ez ê “Destana Kawa” binivîsim. Min ev bi şêvazeke din nivîsîye. Dema min ev nivîsî min ji çend tiştan sûd wergirtin, min ew spart du-sê tiştên ku di nav civakê de heye. Bi şêweyek ê klasîkî hatîye nivîsandin, tama çîrokbêjîya Kurdî tê de heye, bêhna dengbêjiyê jê tê û dawîya dawî mesnewî ye.
Pir bi zehmetî ez bi ser şêvaza Arjen Arî vebûm. Min gelek tişt ceribandin, ez bi gelek riyan de çûm heya ez bi ser vebûm. Ez li xwe mikur werim, min zêde giringî neda îmajê; ez neketim dû peyvên ku qet bi kar nehatibin, wexta bên gotin bibiriqin bikin ku beledî vedin di mejîyê xwendevan de. Min qet guh neda vê. Min xwest helbestên min sade bin, herikbar û sivik bin, xwendevanê xwe neêşîne, xwendevan her bixwîne hê bêhtir lê sor bibe. Ez çi qas giham vê armancê ez nizanim, gerek xwendevan wêna bêjin.”
Arjen Arî, gelek caran beşdarî civîn û konferansê li ser wêje û zimanê Kurdî dibû. Wekî din, endamê Komeleya Nivîskarên Kurd bû, demekê di nav rêveberiya de cih girt. Endamê PENa Kurd bû. Devliken û xweşsohbet bû, bibû îdolê xortan. Di emrekî pir ciwan de Arjen Arî jiyana xwe ji dest da û gelek projeyên ku dabûn ber xwe man di cih de. Arjen Arî nêzî du mehan ji ber nexweşîya pençeşêrê li Edeneyê dest bi tedawîyê kiribû. Dûra li Amedê li nexweşxaneyek taybet di 30ê Kewçêra 2012an de koça dawî kir. 4 zarokên wî hene; 2 keç û 2 law.
Arjen Arî hem wek şeqsîyet û hem bi berhemên xwe di civatê de xwedî cihekî taybet e. Di derbarê wî de gelek panel, semîner hatine lidarxistin. Li Başûrê Kurdistanê jî bername ji bo wî hatine lidarxistin. Cara ewil di çilinîya wefata wî de(12.12.2012) Yekîtîya Nivîskarên Kurd-tayê Duhokê bîranîn li dar xistibûn û CD ya ku sûretê wê li jor e, amade û bela kiribûn. Wekî din, her sal Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî tê lidarxistin û helbestvanên nûgihiştî beşdar dibin.
Berhemên Arjen Arî
1. Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî, Weşanên Avesta, helbest, 2000
2. Ev Çiya Rûspî Ne, Weşanên Avesta, helbest, 2002
3. Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest, 2003 (Çapa Duwem, Evrensel Basim Yayin, Stenbol, 2011)
4. Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest, 2006
5. Bakûrê Helbestê / Antolojîya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok,
antolojî, 2008 (Çapa Duwem, Evrensel Basim Yayin, Stenbol, 2012)
6. Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest, 2008
7. Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê, helbest, 2009
8. Bîhoka Li Pişt Sînor, Avesta, çîrok, 2010
9. Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest, 2011
10. Kulîlkên Be'îvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest, 2012
11. Gorî Û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, helbest, 2012
12. Xasenezer, Evrensel Basim Yayin, ceribandin, Stenbol, 2012
13. Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma, Weşanên Ronahî, Amed, helbest, 2013
14. Şi’ir û Sînor, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stenbol, helbest, 2013
Ramûsan Min Veşartin li Gelîyekî, Arjen Arî, Weşanxaneya Azad, London, 2013
Nivîsén tékildar