logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Behlûlê Mahî/Behlûlê Dana

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Behlûlê Mahî/Behlûlê Dana

Behlûlê Mahî helbestvan, felsefevan û zanayek Kurd e. Bi heslê xwe Kirmanşahî ye. Roja çêbûna wî ne zelal e, mirov kare bêje di serê nîveka duduyan ya sedsala 8an de li Kûfeyê ji dayik bûye, di heman herêmê de zarokatîya xwe derbas kirîye, wê demê piranîya Kûfe Kurd bûn. Di temenê 8-9an de diçe medreseya Mahîlkûfeyê dest bi xwendin û perwerdeya xwe dike; berî qedandina perwerdeya xwe, di temenekî piçûk de Rêbaza Yarî ya yekem li Hewremanê dadimezirîne, loma wek damezrênerê bawerîya Yarsanê tê qebûlkirin. Bawerîya Yarsanê wek Ehlî Heq, yan jî Kakeyî jî tê îfadekirin. Li Loristanê zimanê bingeha Ola Yarsan(Kakeyî) zimanê Goran (Hewramî ya kevn) e. Loma ji bo edebîyata Kurdî jî ev dewreke pir girîng e. Helbestên Behlûlê Mahî, kelam û îlahîyên wî hinek bi Erebî hebin jî piraya wan bi zimanê Goranî – Hewramî ne û ev berhemên Ehlî Heq yê ewilî ne. Jixwe hemû îlahîyên Ehlî Heq, heya bi Serencamê hemû metnê wan yê pîroz bi Kurdî(Goranî – Hewramî) hatine gotin. Di felsefe û doktrîna Ehlî Heq de wekhevîya jin û mêran heye. Di van heyaman de derdora 20 jinên Kurd helbestvan yê Ehlî Heq hene. Ev bandora çanda Kurdan ya berî Îslamîyetê radixe ber çavan.

Navê Behlûlê Mahî yê rastî Emer e û navê bavê wî Leheb e, di nava gelê herêma wî de ji wî re Emerê Leheb digotin, Behlûl nasnavê wî ye, her wiha wek Behlûlê Dane, Behlûlê Dîwane, Behlûlê Danende, Behlûlê Kûfî, Behlûlê Yekdane, Behlûlê Zana jî tê nasîn. Behlûl û çend hevalên xwe yên Yarsanî ji bo xwendin û perwerdeya xwe ji Loristanê derbasî Bexdayê dibin û bi serkeftin xwendina xwe diqedîne. Ji Bexdayê ber bi Kirmanşah (Qermasîn)ê ve diçe ji bo rêbaza xwe pêş de bibe û belav bike.

Tê gotin ku ji ber rexne û zimanê wî yê tûj xelîfeyê Ebbasîyan Harûn Reşîd, fermana kuştina wî dide, Li ser vê yekê, Behlûl bi zaneyên derdora xwe dişêwire, bê ka dikare çi bike. Tembîyê lê dikin ku xwe li dînîtîyê deyne da xwe ji kuştinê xelas bike. Behlûl jî xwe li dînîtîyê datîne, lê gotinê wî tije şîret û zanîn in. Îca Harûn Reşîd wî efû dike û jiyana xwe wisa didomîne. Gerek mirov di bîr bîne ku di vê heyamê de, malbateke navdar yê Kurd yê bi navê Bermekî di rêveberîya Dewleta Ebbasîyan de xwedî bandoreke mezin in, demeke dirêj wezîrtî kirine û hema hema hemû kar û xebat, hemû biryar di destê wan de ne. Heta xanima Yehyayê Xalid ê Bermekî û xanima Xelîfe Mehdî Billah şîr dane zarokê hev û ew zarok bûne birayê hev ê şîr, ev zarokên Bermekî û yê xelîfe bi hev re perwerde dîtine, yek ji van Harûn Reşît e, yê din Fazlê Yehya yê Bermekî ye. Harûn Reşît ji Yehyayê Xalid re digot yabo. Jixwe hîn nû Bexdê bi saya bi dehan endezyarê Aryayî hatibû avakirin, yek ji serekê tevgera avakirina Bexdê Xalidê Bermekî bû û di avakirina pergala Dewleta Ebbasîyan de xwedî roleke girîng bû. Ji malbata Bermekîyan hin bûne wezîr, hin di wezîfeyên payebilind de cih girtine, heta Cafer b. Yahya nasnavê "sultan" bi kar anîye, demeke dirêj di gelek wezîfeyan de cih girtîye û wî bixwe dewlet bi rê ve birîye. Yanî Dewleta Ebbasîyan di bin hukmê Kurdan de ye. Lê dema Harûn Reşît bi saya wan pir bi qewet dibe, êdî naxwaze hukum bi wan re parve bike, di sala 803yan de hin serekê Bermekîyan bi xayîntî dide kuştin û dest datîne ser malên wan tevdî. Di van salan de Behlûlê Mahî jî li derdora Harûn Reşît e; di demên ku Bermekî hatin kuştin Behlûlê Mahî çi kir, mijarên rexneyên di derbarê Harûn Reşîd de çi bûn, gelo wê demê biryara kuştina wî jî hatibû dan, ev hewceyî lêkolînek berfireh e. Ji bo rewş baş bê fêmkirin gerek em van tevda bidin ber çav.

Behlûlê Zana yê di bawerîya Yarsanî de cihekî taybet digire, ji şeş pîrên Yarsanan yê herî zêde xwedî bandor ê. Helbestên wî, diyalogên wî û yaranên wî di “Defterî Dewrey Behlûl” de hatine nivîsandin. Bes gelekê wan winda bûne, yên mayî jî bi saya pirtûka Serencam hatine parastin û gihîştine roja me. Serencam navê pirtûka pîroz a Yarsanan e ku di sedsala 14an de ji alîyê Sultan Sahak ve bi Kurdî-Goranî hatîye nivîsandin.

Behlûlê Dana kesekî jîr bû, zana bû, qerfê wî tije şîret û zanîn bûn. Hertim li kêleka Harûn Reşîd bû, xelîfe qedir didayê, li şîretê wî guhdar dikir, ji gotinên wî îlham digirt û hewl dida ku di erkên xwe yên wekî hukumdarîyê de bi dadperwerî tevbigere. Meseleyê wî û Harûn Reşîd di nav gelek milletan de û di cografyayek berfireh de belav bûne. Ev meseleyên bi awayekî zîrek, aqilmend û henekî hatine gotin, piraya wan li ser edalet û rastiyê ne ji bo mirov riya xwe şaş neke, heman demê xelkê jî ji wan sûd werdigirt. Gelek nivîskaran di derbarê qerf û meseleyê wî de nivîsîne, yê weke Hasan bin Sehl, Muhammed bin Ebî İsmail bin Ebî Fudayl, Abdullah bin Mihrân, Muhyiddîn İbnu’l-Arabî, Abdulvehhâb eş-Şa‘rânî, Abdurraûf el-Munâvî, İbnu’l-Cevzî, Mevlânâ Celâleddînê Rûmî, Yâfiî, İbn Kuteybe, İbn Abdurabbîh, Lâmiî Çelebî… Behskirina ewqas alim û nivîskaran di derbarê Behlûlê Dânâ de, dide xuyakirin ku xwedî kesayetîyeke mezin e û di derdorek berfireh de hatîye naskirin. Hin ji wan ew weke aşiqê heqqîyê dane naskirin. Di wêjeya Kurdan, Ereban û Farisan de jî wek lehengekî cihek taybet girtîye. Piştî 1200 salî hîn û hîn di nav xelkê de behsa wî û çîrokên wî hene. Dema mirov li mesele û vegotinê di derbarê wî de dinere, mirov kare bêje fîlozofekî xelkê ye, hakim e. Wekî din bi xweşbêjîya xwe, bi kuraya felsefeya meseleyê xwe jî bûye sultanê qerfa.

Di hin çavkanîyan de tê gotin ku, li gor pirtûka Serencamê Behlûlê Mahî di sala 834an de li Tengegulê koça dawî dike û li goristana wê herêmê tê weşartin. Lê mezelê Behlûlê Dânâ li Bexdê li Qebristana Şêx Marûfê Kerhî jî heye. 

 

Çend Meseleyê Behlûlê Dana:

Dema ku Xelîfe pirsî, "Cezê diz çi ye?" Behlûlê Dana bersiv da, "Heger diz ji ber tebîetê xwe dizî kiribe û ev kiribe adet ji xwe re, destê diz dê were jêkirin; ger diz ji ber birçîbûna xwe dizî kiribe, destê Xelîfe dê were jêkirin."

Di wextekî din de wiha ji xelîfe re dibêje: “Di kîjan quncikê de kesek bi zulme re rû bir û bimîne, li serê din ê welêt be jî, tu ji vê yekê berpirsyar e, hesabê wê dê ji te bê xwestin.” Bi vî awayî bal kişandîye ser berpirsyarî û wezîfeyên hukumdar û rêveberan.

 

Welî

Ji Behlûlê Mahî dipirsin:

-Seyda gelo tu welî yî?

-Belê ez welî me, eger hûn bixwazin ez ê gazî wê dara hanê bikim bila were ber lingê min.

 -Temam Seyda, ka gazî bikiyê da em bibînin.

Behlûlê Mahî sê caran gazî darê dike, bes dar nayê. Li ser vê Behlûlê Mahî wiha dibêje:

 -Madem ew nayê, nexwe em herin cem wê. Yê welî be xwe bi qapan nake.”

 

Wê Rewşa Te Çi Be?

Behlûlê Dana rûniştina li ser textê Xelîfe Harûn Reşîd ya di qesrê de pir meraq dikir. Rojekê, dema dît ku di odeya textê de kes tune ye, li ser text rûnişt û xwe tê de ediland. Piştî demekê, cerdevanan ferq kirin bê Behlûl çi dike, wî ji textê xelîfe radikin û têra wî lê dixin. Behlûlê Dana xwe dide aliyekî û dest bi girî dike. Harûn Reşîd ji bûyerê agahdar dikin, ew jî tê ba Behlûlê Dana û hewl dide li ber dilê wî here û bû. Ji Behlûl re dibêje:

"Behlûl bes bigirî, ez ê wan cerdevanan ceza bikim." Behlûl tavilê nerazîbûnê nîşan dide.

"Na, cerdevanan ceza neke. Gilî û gazinên min ji wan tune ne."

"Wê demê tu çima digirî?"

Behlûlê Dana dibêje:

"Ez ne ji ber ku li min xistin digirîm. Tenê ji bo çend deqeyan ez li ser text rûniştim, min ewqas lêdan xwar. Ez meraq dikim tu ewqasî lê rûdinê dê çi bi te bê, wê çiqasî li te bixin, ji ber vê yekê ez digirîm,"

Van gotinan hêsir xistin çavên Harûn Reşîd. Dîsa pirsî:

"Wê hingê ji min re bêje ka ez çawa dikarim xelas bibim"

Behlûlê Dana weha şîret lê kir:

"Bi edaletê hukum bike, zirarê nede kesî, û bila xelk ji te razî be û ji bo başîya te dua bike. İncex bi vî hawî tu kare xelas bibe."

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://occomahabad.wordpress.com/2019/12/16/jiyana-behlule-mahi/

https://www.youtube.com/watch?v=B2LlLQFs4C8

https://xwebun2.org/diroka-kurdistane-behlule-mahi/

https://zagrosname.com/bahlulbehluli-mayimahi-dana-kimdir.html

https://candname.com/behlule-mahi-835/

https://www.youtube.com/watch?v=jDPG2n4HQFg&t=270s

Nameya Serencamê, Yan Kelama Xezîneyê, Dr. Sidîq Sefîzade(Borekeyî), Weşanên Sîtav, 2021

Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Doç. Dr. Abdurrahman Adak, Weşanên Nûbihar, 2013

Portreler, Feqî Huseyin Saxniç, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2001

Antolojîya Edebiyata Kurdî, cild 1, Mehmed Ûzûn, Weşanên Tum Zamanlar, Stenbol, 1995

Dîroka Wêjeya Kurdî, Feqî Huseyin Saxniç, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002

Henek û Çîrokên Şîrîn ên Behlûlê Dîwane, Abdullah Niyazmend, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2013

 

Nivîsén tékildar

Mela Ehmedê Palo

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...


Behlûlê Mahî/Behlûlê Dana

Behlûlê Mahî helbestvan, felsefevan û zanayek Kurd e. Bi heslê xwe Kirmanşahî ye. Roja çêbûna wî ne zelal e, mirov kare bêje di serê nîveka duduyan ya sedsala 8an de li Kûfeyê ji dayik bûye, di heman herêmê de zarokatîya xwe derbas kirîye, wê demê piranîya Kûfe Kurd bûn. Di temenê 8-9an de diçe medreseya Mahîlkûfeyê dest bi xwendin û perwerdeya xwe dike; berî qedandina perwerdeya xwe, di temenekî piçûk de Rêbaza Yarî ya yekem li Hewremanê dadimezirîne, loma wek damezrênerê bawerîya Yarsanê tê qebûlkirin. Bawerîya Yarsanê wek Ehlî Heq, yan jî Kakeyî jî tê îfadekirin...