logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
ARMANC Û RÊBAZÊN AMADEKARIYA ANSIKLOPEDIYA KURDISTAN

Dembaş Xwendevanên Hêja,

ev malpera Amadekariya Ansiklopediya Kurdistan e, wê di derbarê Kurd û Kurdistan de hertişt tê de hebe; dîrok, cografya, çand û huner, wêje... Niha em di destpêka vê xebatê de ne, em hêvî dikin bi demê re bi alîkariya we xal bi xal bê dagirtin û tekûz bibe.

Çi kesê ku xwedî xebat û lêkolînan be, dikare di xala pisporiya xwe de ji me re agahiyên xwe binivîse; piştî kontrolkirina ji aliyê komîteyên pêwendîdar ve, heke hat erêkirin em ê li ser navê xebatkarê ku dokuman şandiye xalê di malperê de bicih bikin. Bi mebesta dewlemendkirina xalan bi demê re dibe ku hin lêzêdekirin an guhertin di xalan de bêne kirin.

Wek ku tê zanîn, Kurdistan di nav sînorên çar dewletan de hatiye payêkirin û hîn negihaye azadiya xwe. Loma piraya berhemên di derbarê dîroka Kurdan de ji aliyê serdestan ve ya hatine windakirin, ya hatine bincilkirin û dîrokek çewt ya Kurdan ku li gora berjewendiyê xwe afirandine danîne ber raya giştî û di dibistanên xwe de jî didin xwendin. Di heman demê de çand û dîroka Kurdan dizîne û gelek nirxê wan ji xwe re kirine mal. Heya niha derfet û îmkan rê nedaye xebata ansiklopediyeke berfireh, lê niha bi îmkanên ku teknîk raxistine ber me, em dikarin bi hevkarî vê xebatê bimeşînin. Em li ku derê dinyayê bin bela bibin, em karin xwe bigihînin hev û zanînên xwe bi hev re payê bikin. Dema di malperê de hûn têkevin beşa Têkilî de, hûn dikarin nivîs, sûret û vîdeoyên bi xalên pisporiya xwe ve girêdayî ji me re bişînin. Çi nivîsên ku bê şandin wê bê xwendin û nirxandin, piştî kontrolkirinê heke bi zanistî hatibe amadekirin û ji çavkaniyên di warê ilm de xwedî cihekî qebûlbûyî be, wê di xalê pêwendîdar de werin bicihkirin.

Karên ansiklopediyan karekî giran e û bi salan dom diki; em jî divê ji cihekî dest pê bikin û her bi her xebat bê berfirehkirin. Di dinyayê de xebatên ansiklopediyan berî bi sedsalan dest pê kirine û ji ber rewşa welatê me em pir dereng mane. Ev jî bi pirayî me mehkûmî xwendina agahî û berhemên ku dujminê Kurdan yan jî yên bi pirayî Kurdan nas nakin nivîsîne dikin. Loma hewcedariya me bi lêkolînên zanistî û Kurdewarî heye da ku em rastiya dîrok, çand û erdnîgariya xwe derxînin holê. Ji ber ku Kurd û Kurdistan xwedî dîrokek qedîm û dewlemend in, Kurdistan cihê pêşketina insanetiyê ye; ev xebat ne tenê ji bo Kurdan, wê bibe xizmetek bi tevayî.

Amadekariya Ansiklopediya Kurdistan bi organîzekirina PENa Kurd wê bê meşandin, wê tê de gelek rêxistinên pêwendîdar cih bigrin û her kesê ku xwedî pisporiyê be dikare beşdar bibe. Ji bo birêvebirî û biryardayîna nivîsên xalan ev komîte hene:

Desteya Şêwirmendan

Komîteya Edîtoriyê û Birêvebiriya Giştî

Komîteya Dîrokê

Komîteya Erdnîgariyê

Komîteya Çand û Hunerê

Komîteya Malperê

Rêxistinên Beşdar 

 

Kesên ku bixwazin di van komîteyan de cih bistînin, dikarin bi beşa Têkilîyê ya di malperê de bi me re têkevin têkiliyê de.

Nivîsên ku niha di malperê de hene xebatên destpêkê ne, her ku xebatên berfirehtir û çêtir were em ê wan biguherin. Heke di xalan de hûn xelitiyan bibînin yan tiştekî ku hûn li xalan zêde bikin hebin jî hûn karin bişînin. Dema hat fêmkirin ku xebat tekkûz bûye, ji nû ve bi navê ANSIKLOPEDIYA KURDISTAN wê wek kitêb cild bi cild bêne çapkirin. Em ê li bende pêşniyar, nivîs û danhevê we bin. Bi hêviya serkeftinê.

 

Komîteya Edîtoriyê û Birêvebiriya Giştî

ya Amadekariya Ansiklopediya Kurdistan

 

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


Psychology Kurdî - Kovar

Kovara Psychology Kurdî kovareke derûnnasiyê ye ku di sala 2016an de dest bi weşana xwe kiriye. Ev kovar di warê zanista derûnnasiyê de ji bo zimanê Kurdî pêngaveke dîrokî tê hesibandin. Armanca sereke ya kovarê ew e ku îspat bike zimanê Kurdî ne tenê zimanê wêje û axaftinê ye; ew zimanekî zanistê ye jî û mirov dikare pê xebatên têkildarî derûnnasiyê pêk bîne. Psychology Kurdî bi vê gavê xwest him li dijî pêvajoyên asîmîlasyonê bisekine û him jî valahîya têgih û çavkanîyên akademîk ên bi Kurdî dagire...