logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Seyîd Mihemedê Şemzînî

Nivîskar: Seîd Veroj

Seyîd Mihemedê Şemzînî

 

Cîyê jidayikbûn û malbata wî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye. Piştî ragehandina Meşrutîyeta Duyem (1908), bi malbatî vedigerin Stenbolê. Di dawîya sala 1908an de bi navê Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurdan (CTTK), rêxistinek ji alîyê kesayetên rewşenbîr û ulemayên Kurd ve li Stenbolê hatîye damezrandin û Seyîd Ebdulqadirê Şemzînî ji bo serokatîya vê cemîyetê hatîye hilbijartin. Piştî salekê xebata CTTK, ji alîyê hikûmeta Osmanî ve hatîye rawestandin. Dema ku Şerê Giştî yê Cîhanê jî dest pê kir, ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve hemû xebatên rewşenbîrî yên Kurdan li Stenbolê hatin rawestandin.

Xebata di nav CTKê de

Di çar salên pêvajoya Şerê Giştî de, hîç xebateke rewşenbîrî û sîyasî nehate kirin. Piştî bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîyanê û têkçûna Împeretorîya Osmanî, xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên Kurdan ji nû ve dest pê kirin. Di vê pêvajoyê de bi serokatîya Seyîd Evdilqadir, di roja 17ê Kanûna 1918an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hate avakirin. Di raporteke îstixbarata leşkerî ya Îngilîz a ku roja 17ê Hezîrana 1919an bi hejmar FO 371/4191 hatîye amadekirin de, behsa nîzamname, endam, rêvebir û şubeyên cemîyetê dike û di nav lîsteya rêvebirên CTKê de navê herdu lawên Seyîd Evdilqadir; Seyîd Mihemed û Seyîd Abdullah jî derbas dibin.[1] Seyîd Mihemed heman demê mihasibê CTKê bû. Di vê demê de gelek rêxistinên din jî di bin sîwana CTKê de kar dikir, bi CTKê girêdayî sê rojname û kovarên bi navê Jîn, Kurdistan û Serbestî  hatine çapkirin. Di nîvê sala 1920an de xebata CTKê, tevî 19 şubeyên wê yên li bajar û bajarokên Kurdistanê, ji alîyê desthilatdarên sîyasî yên wê demê ve hate rawestandin û betalkirin. 

Ji wê şûn ve şertên xebata legal (aşkere) nema û rêxistinên veşartî yên Kurdan hatin avakirin. Ji van rêxistinan yek jî Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê yan jî bi navê xwe yê din Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bû. Tevgera neteweyî ya sala 1925an, bi xebata vê rêxistinê hate amadekirin. Serokê sîyasî yê vê rêxistinê Xalid Begê Cibran bû. Piştî girtina Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, Şêx Seîdê Pîran bû serokê tevgera sala 1925an. Tevgera 1925an, berîya dema destnîşankirî di roja 13ê Sibata sala 1925an de, li Pîranê dest pê kir. Di nav demekê kurt de serkevtinên pirr girîng bi dest xistin, gelek bajar û bajarokên Kurdistana Bakur ketin bin kontrola wan lêbelê ji ber gelek sedemên navxweyî û derveyî, Tevgera 1925an bi ser neket.  

Dema hereketê dest pê kir, Seyîd Evdilqadirê serokê CTKê li Stenbolê di mala xwe de bû. “Roja 12ê Nîsana 1925an, li Stenbolê tevî kurê xwe Seyîd Mihemed, Nafîzê serokê eşîreta Xoşnav û Sadîyê Paloyî ji alîyê hêzên hikumetê ve hatin derdestkirin û hemû bi hev re anîn Dîyarbekirê ji bo mehkemekirinê (darizandinê).”[2] Li gor nivîsîna Ûgûr Mûmcû, “Di roja 14ê Nîsanê de Xalid Begê Cibrî li hepisxaneya Bedlîsê hatîye gulebarankirin û roja 15ê Nîsanê jî Seyîd Evdilqadirê serokê CTKê li Stenbolê hatîye derdestkirin.[3] Li gor nivîsandina ewraqên mehkemê, “Seyîd Evdilqadirê kevnereîsê Şûrayî Dewlet û serokê berê yê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û kurê wî Seyîd Mihemedê ku li heman xanîyî niştecî ye, ji ber têkilîya bi şoreşa Kurd re û bi îddîa teşwîqkarî û rêvebirîya şoreşê, li Stenbolê di taxa Suadîyeyê de, li xanîyê jimara 338an hatine derdestkirin. Seyîd Evdilqadir Efendî 75 salî ye û Seyîd Mihemedê kurê wî jî 46 salî ye.”[4]

Rêber û girtîyên Tevgera 1925an, kom bi kom dihatin mehkemekirin. Mehkemekirina Seyîd Evdilqadir û hevalên wî, di 14yê Gulana 1925ê de dest pê kirîye û di 24ê Gulana 1925an de bi dawî hatîye. Di nav vê koma girtîyan de; Seyîd Evdilqadir, Seyîd Mihemed, Kemal Fewzîyê Bedlîsî, Nafîzê Hewlêrî yê Serokê Eşîra Xoşnav, Abdulah Sadîyê Paloyî, Hacî Ahtî Mihemed Tewfîqê Dîyarbekirî ku bi nasnavê Bavê Tûjo tête zanîn, Xoce Eskerî, Cemîl Paşazade Ahmed, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Îlyasê Dêrikî, Abdulqadir Sîto, Rifat û Husên hebûn. Ji van kesan Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Nafîz, Abdulqadir Sîto, Rifat û Husên têne beratkirin. Li gor îddîaya  mehkemê, “Di dema derdestkirina Seyîd Evdilqadir de, li nav mala wan gelek sîleh û teqemenî û ewraq hatine dîtin. Bi taybetî ji ewraqên dema azatîya wî ya Meclîsa Ayan dîyar dibe ku derbarê muqederata Kurdistanê gelek hewldanên wî çêbûne. Seyîd Evdilqadir û Seyîd Mihemed…, bi tesewur û teşebûsatên xwe, bi hev re û muştereken xebitîne û xwestine ku beşê wîlayetê şerqîye ji welatê Tirkan veqetînin û li wê derê Kurdistanek musteqîl teşkîl bikin.”[5] “Li ser wan û li mala wan, du çewal ewraqên cûr bi cûr hatine dîtin; pirranîya van ewraqan li ser daxwaz û teşebûsên wan ên di derbarê Kurd û Kurdistanê de ye.”[6]

Mahkemeya Îstiqlala Şerqê û Ala Kurdistanê

Di roja 23yê Gulana 1925an de, ji alîyê heyeta sîyasî ya bi navê Mahkemeya Îstiqlal a Şerqê ve, bi biryara jimara 32yan, ji bo Seyîd Evdilqadir û kurê wî Seyîd Mihemed, Kemal Fewzî, Hacî Ahtî (Bavê Tûjo), Abdulah Sadîyê Paloyî ceza îdamê (darvekirinê) hatîye birrîn. Înfaza wan, ji girtina biryara darvekirinê sê roj şûn ve[7], di roja çarşema 27ê Gulana 1925an de, li hemberî Xana Hesen Paşa û li ber Mizgefta Gewre ya Dîyarbekirê hatîye pêkanîn.

Li gor neqilkirina rojnamevan Ûgûr Mûmcû, pêşîyê Kemal Fewzî û paşê Hacî Ahtî (Bavê Tûjo) hatine darvekirin. Kemal Fewzî di dema darvekirinê de dibêje:

“Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwedîyê malê em in, kî çi dibêje bila bibêje, em ê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewre ew ya me ye!”[8]

Hacî Ahtî (Bavê Tûjo) dibêje:

Bijî mefkûreya Kurd û bijî Kurdistan![9]

Di dema mehkemekirinê de, bi taybetî pirsa kesên îstiqlalxwaz û muxtarîyetxwazên nava CTKê û wêneyê ala li ser huwîyeta cemîyetê ji Seyîd Mihemedê lawê Seyîd Abdulqadir tête pirsîn. Seyîd Mihemed di bersiva xwe de dibêje: “Di cemîyetê de Mihemed Emîn Bedirxan, Xelîl Rehmî, Kamiran, Mewlanzade Rifat û Kemal Fewzî terefdarê ‘îstiklalê’ bûn, bavê min û Seyîd Şefîq jî ‘muxtarîyet’ dixwestin…” Wê demê Katibê Umûmî yê CTKê Zeynelabidîn bû, ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê Katibê Umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin.[10] Li ser pirsa dadger, Seyîd Mihemed dibêje: “Ala Osmanî vemirî, me ala Kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”[11]

Seyîd Mihemed, 46 salîya jîyana xwe de, saet 5ê sibeya roja çarşema 27ê Gulana 1925an li ber Mizgefta Gewre ya Dîyarbekirê tevî bavê xwe û komek endamên CTKê hatîne darvekirin. Di jîyana takekesî ya mirovan de ya herî giran ew e ku kurek li ber çavê bavê xwe bête darvekirin. Seyîd Mihemedê Evdilqadir Efendî bavê sê zarokan bû; dido ji wan law (Xidir û Mûsa) û yek jî keç bû. Ew, di dema darvekirinê de weha deng li serdest û neyarên xwe dike:

Ew tiştê ku hûn dikin ne rewayê ewladê Resûl e. Dê ji hikûmeta we re pirr bela û serêşî çêbibe.[12]

Seyîd Abdulqadirê bavê wî jî di dema darvekirinê de dibêje:

 “Hûn bi darvekirina min xîreta kurdîtîyê hişyar dikin, hûn dibin sebebê yekîtîya Kurd û Ereban.”[13]

 

 

JÊRENOT

[1] Ahmet Mesût, Îngilîz Belgelerînde Kurdistan(Kurdistan di Belgeyên Brîtanî de) 1918-1958, Weşanên Doz, 1992, r. 41

[2] Şevket Beysanoglû, Anitlar ve Kîtabelerî île Dîyarbakir Tarîhî (Cûmhûrîyet Donemî) [Bi Abîde û Nivîstekên wê Dîroka Dîyarbekirê (Serdema Komarê)], Weşanên Çand û Hunerê yên Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê, 2001, 3. Cilt, r. 947

[3] Ûgûr Mûmcû, Kurt- Îslam Ayaklanmasi(Serhildana Kurd-Îslamî) 1919-1925, Weşanxaneya Tekî, 1991, r. 102

[4] Mehmet Akyureklî, Şark İstiklal Mahkemesi(Mahkemeya Îstiqlal a Şerqê) 1925-1927, Weşanxaneya Kîtap, 2013, r. 51

[5] Mehmet Akyureklî, berhema navbuhurî, r. 53

[6] Şark Îstîklal Mahkemesî Tûtanaklari(Zabitnameyên Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat), Cilt-1, s. 47

[7] Ahmet Sureyya Orgeevren, Şeyh Saît Îsyani ve Şark Îstîklal Mahkemesî(Serhildana Şêx Seîd û Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat), Weşanên Temel, Stenbol, 2002, r. 167

[8] Hesen Hişyar Serdî, 63 Yıl Sonra Şeyh Said Hareketî(Piştî 63 salan Tevgera Şêx Seîd), Kovara War, j.: 8, Bihar-Havîn 1999, Stenbol, r. 37

[9] Ûgûr Mûmcû, berhema navbuhurî, r. 122

[10] Şevket Beysanoglû, berhema navbuhurî, r. 951

[11] Seyîd Mihemed, Kurd Cemîyetînde Kîmler Îstîklal, Kimler Muhtarîyet Taraftariymiş?( Di Cemîyeta Kurdan de kî Piştgiriya Serxwebûnê Dike û kî Piştgirîya Xweseriîyê dike? Rojnameya Vakît, 19 Gulan 1925, r. 1-2

[12] Ahmet Sureyya Orgeevren, berhema navbuhurî, r. 167

[13] Ûgûr Mûmcû, berhema navbuhurî, r. 122

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://kovarabir.com/17203/muhasibe-cemiyeta-tealiya-kurdistane-kure-seyid-abdulqadire-semzini-seyid-mihemed-seid-veroj/

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Seîd Veroj

Nivîskar û lêkolînvanê Kurd Seîd Veroj, di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî, lîse û unîversîte li Dîyarbekirê xwendîye. Xebatên wî yên li ser kurdolojîyê, di salên xwendina unîversîteyê de dest pê kirine. Di sala 1997an de tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir û hetanî sala 2004an edîtorîya weşan û Kovara War domand.


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...


Ala Kurdistanê

Alaya netewî ya Kurdistanê, berhema xwîn û têkoşîna sed (100) salên miletê Kurd e. Ev ala ku ji Cimhûrîyeta Kurdistanê gihiştîye Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û çîroka wê digihîje destpêka salên 1920an. Di van salan de du nimûneyên alayê çêbûne; yek jê, alaya li ser huwîyetên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) ye û ya din jî piştî parçebûna cemîyeta navborî, alaya ku ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin...