logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Hûtî Aslan

Nivîskar: Hûtî Aslan

Hûtî Aslan

Hûtî Aslan di sala 1945an de li gundê Hatxê ya ku niha bi navçeya Nisêbînê ve girêdayî ye hatîye dinyê. Di zarokîya xwe de heya pênc salî li gund maye. Weke zarokên gunda çi kar hebe kirîye. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê, xwendegeha ji bo huner jî li bajarê Edirne (bajarekî Tirkîye ku li ser sînorê Bulgarîa cîh girtîye) xwendîye. Ji bo zankoyê bixwîne di serê sala 1970yî de çûye Almanyayê û perwerdeya xwe ya endezyarîyê û mastira xwe jî li Almanyayê qedandîye. Sala 1980yî de vegerîyaye Tirkîyeyê. Li vir 32 sala di karê dewletê de xebitîye û di sala 2014an de malnişîn bûye.

 

Hûtî Aslan zewicîye, xwedî xwe û sê zarokan e. Bi Kurdî, Tirkî û Almanî zane. Di xwendegeha navînê de dest bi nivîsandina helbesta kirîye. Helbesta yekem ya bi navê “Dara Gûzê” di sala 1964an de nivîsîye. Jê û pê de helbestin din, di salên cûr be cûr de nivîsîne. Wekî din, xebatên mîna bîranîna, pêkenînê Kurdî û meqaleyên ku li ser mijarên di rojevê de ne dom dike. Pirtûka KERA BOZ ya ji alîyê Weşanxaneya Azad ve di Sibata 2026an de hate çapkirin, pirtûka Hûtî Aslan ya çapkirî ya 4emîn e. Berê pirtûka hin çîrokên Kurdî bi navê ARÎN ji bo zarokan di sala 2019an de, pirtûka AXÎN ya helbestan û CENGA MIŞK Û PISÎKAN ya çîrokan di sala 2021ê de hatine weşandin. Wekî din pirtûkek din ya evîndarîyê ku bingeha xwe li ser serpêhatîyekê ava kiriye jî amade ye, lê hîn nehatîye weşandin.

Hin nivîsên têkildar

Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir


Ronî Stêrk

Ronî Stêrk ji Qoser a Mêrdînê ji Xursê ye. Zaroktiya wî li Edenê derbas dibe. Ji ber sedemên siyasî neçar dimîne û derdikeve havîbûnê (diyasporayê) û li Almanyayê, li bajarê Bremenê bi cih dibe. Li zanîngeha Carl Von Ossietzkie Universität Oldenburgê ew xwendina xwe (Bachelore û Masterê) diqedîne û dibe zanyarê șêwirmendî û perwerdeyê. Di sala 2014an de dibe mamosteyê fermî li Bremenê û di xwendegeha sereke de waneyên (dersên) zimanê kurdî yê dayikê dide zarokên Kurd


Felemez Akad

Felemez Akad, di sala 1953yan de li gundê Çalê/Nisêbînê ji dayîk bûyê. Nêzîkî çar salan li zanîngeha Ankarayê, beşa Aboriyê xwendiye, dûra du salan li enstîtuya perwerdeyî a Mêrdînê xwendina xwe dom kiriye...