Nivîskar: Koma Berhevkariyê
BÎRA QEDERÊ / roman
Nivîskar: Mehmed Uzun
Weşanxaneya Azad /2014
Romana Mehmed Uzun a bi navê “Bîra Qederê” cara ewil di sala 1995an de hatîye çapkirin. Berhema Bîra Qederê di romana modern a Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Mijar jiyana zimanzan û rewşenbîrê payebilind Mîr Celadet Bedirxan e. Neviyê Mîrê Botan Bedirxan, Mîr Celadet, li sirgunê di sala 1893yan li bajarê surgunê li Stenbolê di dayik bûye. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê hakimê cezayê ye. Mîr Celadet di herba Yekemîn a Cîhanê de li eniya Qefqasê tev li şer dibe. Ji têkçûn û belavbûna Dewleta Osmanî û pê de, jiyana wî tevde bi xebatên Kurdewarî derbas dibe. ‘Bîra Qederê’ esas navê romana ku Celadet Bedirxan xwestîye binivîse ye. Dest pê kiriye lê piştî demeke kin wefat kiriye û negihaye ku romana xwe binivîse. Mehmed Uzun bingeha romanê ji vir stendîye û bi çend hevokên Mîr Celadet Bedirxan dest bi romanê kirîye.
Ji bo pirtûka bi deng ya Bîra Qederê li lînka jêr binêre:
https://www.youtube.com/channel/UCT5wUXldAgK__6CPE3Zmz9w
Nivîsén tékildar