Nivîskar: Abdurrahman Onen
Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê
Çîyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çîyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çîyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek…
Çîyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên wê pir in, gelek zozanvan tên van zozanan. Zozanên herî bi nav û deng ev in: Çalkavya, Bazirganan, Qendîl, Mêrgemîr… Li ser zozanên Şerefdînê cîhê herî navdar û fireh Meydana Hirçan (Meydana Heşek, Eşek Meydani) e.
(https://bianet.org/haber/ciyaye-serefdine-u-zozanen-we-265433)
Hêla başûrê vî çîyayî ya ber bi Çemê Mûradê pir asê ye. Li rojava û rojhilatê Bongilanê (Solhan) hin erdên dûz, rast hene, ew jî piçûk in. Li vê hêlê darên mazî pir in, darên fêkî bi taybet jî tû pir in, darên gûz û hirmîyê jî hene.
Çîyayê Şerefdînê li hêla bakur ber bi Çemê Hesnawe (Hasanova) û Çemê Baskan ve nizm dibe. Ber bi Gimgimê li derdora Gundê Mîran (Çayçati) berîyek heye.
Li Rojhilatê Berîya Gundê Mîran, Girê Kanîspî (1800 m.) bilind dibe. Li hêla bakur jî 3 çîya hene; li bakurê Çemê Baskan Çîyayê Çapank, ber bi Rasta Xormekê Çîyayê Greboxan (2050 m.), ber bi rasta Gimgimê Çîyayê Leylegê (2100 m.) û li paş wê jî Çîyayê Kurê.
Çîyayê Bîngolê girseyeke mezin û bilind e. Ji bakurê rojava ber bi başûrê rojhilat li dor 120 kîlometreyan dirêj dibe. Li ser vî çîyayî hin girên mezin bilind dibin: Ber bi Deşta Xinûsê (Hinis) Girê Kelê (Kaletepe) an Girê Bîngolê (3194 m.), tûjik û girê herî bilind e. 7 kîlometre li rojavayê vî girî Girê Beranan (3189 m.) bilind dibe. Di navbera Girê Kelê û Girê Selereş de newalek bi qasî 5 kîlometreyan dirêj û kîlometreyekê fireh heye. Ji vê deverê re Hûrikan (Kortikan) tê gotin, zanga (krater) Çîyayê Bîngolê ya sereke ev newal e. Di vê newalê de, ber bi Girê Selereşê Gola Sîtilan heye. Ev gol pir kûr e, hêla başûr pir tîk e. Li rojava çemek derdikeve, bi navê Coya Bastikê ber bi Çirava Eltûnan diherike û dibe şaxekî Çemê Erezê. 5 kîlometre li başûrê rojavayê vê golê, li Mêrga Şewitî golek piçûktir, Gola Çaqilê heye ku havînan zuha dibe. Derveyî van golan bi sedan golên piçûktir hene ku piraya wan di meha tebaxê de zuha dibin.
Li rojava û başûrê Girê Qele Zozanên Ger; li başûrê Girê Beranan jî Mêrga Şewitî (3050 m.) hene. Li rojhilatê Mêrga Şewitî, newalek heye ku li dor 800 metre dirêj û bi qasî 200 metre jî fireh e. Jêra vê newalê avzêm e. Li gor agahîyên niştecîyên vê deverê, di dema borî de hin caran dûxan ji vê newalê bilind bûye û qet gîha lê şîn nehatîye. Li gor vê agahîyê ev newal zangek (krater) volkanî bû ye, Lê paşê av lê kom bûye û gîha lê şîn bûye.
Çemê Goşkarê, ji Çîyayê Bîngolê derdikeve û ber bi Gimgimê; wek kefa sabûnê ser kevir û zinaran digire û pê re jî dike lorîn û diherike. Di vî çemê zelal de masîyên alabalix pûl bi pûl in. Li aliyê rojava Çiyayê Guhazêrîn bi belekîyên xwe bilind dibe û digîhêje Çîyayê Goşkarbaba (2750 m.). Goşkarbaba, wek silûmekî zirav bilind dibe û ji Kurdên Alawî re dibe cîyekî pîroz. Li wê derê îbadet, girî û lawayên wan, gilî û gazinên wan qet kêm nabin.
Di rêzê de ber bi rojhilat ve Çiyayê Hazirbaba, wek nikilekî bilind dibe û her weha ew jî ziyaretgehek e. Di rêza Hazirbaba de ber bi rojhilat ve seranser çiyayên bilind rêz dibin. Di nav van çiyayên bilind de Newala Hotan, bi kûrahiya xwe û çemê xwe, xwe digihîne Gundê Gulikê û Çemê Gulikê. Çemê Gulikê, ji Xoşan derbas dibe û li deşta Gimgimê digîhêje Çemê Goşkarê û navekî din digire; Çemê Sûs. Çemê Sûs, di ber Şerefdîn re derbas dibe û di bin Pira Evdirehman Paşa de digîhêje Çemê Muradê.