logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Abdurrahman Onen

Nivîskar: Abdurrahman Onen

Nivîskar û erdnîgarzanê Kurd Abdurrahman Onen, di kitêba xwe ya bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê-I: Agirî” de wiha behsa xwe û xebatê xwe dike(2020):

“Ez ji Dêrika Çîyayê Mazî (navçeya Mêrdînê) me. Ez mamosteyê erdnîgarîyê (cografya) me. Rojbûna min 24-02-1956 e. Min dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, amadayî (lîse-bakelorya) li Mêrdîn, zanîngeh (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê-İst. Ün. Edebiyat Fakültesi, Coğrafya Bölümü) li Stenbolê xwendin.

Min piştî xwendina amadayî sê salan li Dêrikê cotkarî kir. Ez di destpêka sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûm. Min ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandin. Di payîza sala 1980yî de min li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamosteyîya erdnîgarîyê kir. Piştî deh mehan ji ber hin hewcedarîyên sîyasî min dev ji mamosteyîyê berda.

Ez di sala 1984an de cardin li mamosteyîyê vegerîyam. Min heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamosteyîya erdnîgarîyê kir û di sala 2008an de malnişîn (xaneşîn, teqawît) bûm.

Min çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û ya dersa kompîturê jî kiriye. Di destpêka salên 1990î de hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo rêxistinîbûnê dest pê kir. Armancên sereke yên mamosteyên Kurd ev bûn:

- Di nav mamosteyên Kurd de geşkirina xwendin û nivîsandina Kurdî.

- Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.

- Wergera pirtûkên dersan yên bi tîpên Kîrîlî, Erebî û hwd. ji bo tîpên Latinî.

- Peydekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatibûn nivîsandin.

- Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

Di vê çarçoweyê de min jî biryar da ku ez ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebitim da ku wek mamosteyekî Kurd karibim dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bidim.

 

FERHENGA ERDNÎGARÎYÊ

Min biryar da ku ez di destpêkê de ferhenga erdnîgarî ya bi Kurdî amade bikim. Gava ku bêjeyên erdnîgarî yên Kurdî tunebin, li ser erdnîgarîya Kurdîstanê nivîsandin pir dijwar e, heta ne mumkun e. Bi vê bîr û bawerîyê, min dest pê kir ku hemû nivîsên Kurdî bixwînim da ku bêjeyên erdnîgarîyê yên bi Kurdî pêde bikim.

Di pêvajoya vê xebata berhevkirinê de min dît ku bi rastî jî Kurdî zimanekî dewlemend e, bawerîya min ya bi Kurdî û ya bi xwe jî hîn xurttir bû. Di sala 2008an de ferhenga min a erdnîgarîyê hat weşandin: Ferhenga Erdnîgarîyê, Weşanên Dozê, Îlon 2008, Stenbol.

 

ERDNÎGARÎYA KURDISTANÊ

Piştî ku ferheng qedîya min dît ku ev bawerîya min a amadekirina erdnîgarîya Kurdistanê ne xewn, xeyal û goman e, di cî de ye û min dest bi karê erdnîgarîya Kurdistanê kir. Hemû çavkanîyên ku di destê min de bûn, min xwendin û qeyd kirin. Min biryar da ku divê ez li seranserê Kurdistanê bigerim û bi çavên xwe bibînim û bi guhên xwe bibihîzim. Min ji bo xwe bakurê Kurdistanê kir sê beş:

1-     Erdexan, Qers, Erzirom, Erzîngan, Meletê, Mereş û Entab.

2- Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Agirî.

3- Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha û hwd.  

Min xwest ku ji navîna bakurê Kurdistanê dest pê bikim. Lewma di sala 12ê Nîsana 2015an de min dest bi gera Kurdistanê kir: Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Agirî. Ez di sala 2013an de li hemû navçeyên Dêrsimê gerîyabûm. Lewma min di 12ê Nîsana 2015an de ji Çewlîgê dest bi gera xwe kir. Bi qasî çar mehan ez li Çewlîg, Mûş, Bedlis, Wan û Agirîyê gerîyam. Erdnîgarîya van şeş bajaran û navê mezre û gundên wan yên Tirkî û Kurdî ji bo çapê amade ne. Min navê 2.667 gund û yê 3669 mezreyan nivîsîne.

Anuha jî armanca min ew e ku ez li ser erdnîgarîya Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha û hwd bigerim û bixebitim. Paşê jî ez ê berê xwe bidim Erdexan, Qers, Erzirom, Erzîngan, Meletê, Mereş û Entabê.

Ez bi hêvî me ku, ez ê karibim erdnîgarîya Rojava, Başûr û Rojhilat jî binivîsim.”

 

Abdurrahman Onen 23yê Tebaxa 2021ê de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Berhemên Abdurrahman Önen

1-Ferhenga Erdnîgarîyê, Weşanên Doz, Îlon 2008, Stenbol

2-Erdnîgarîya Kurdistanê-I: Agirî, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, 2020, Stenbol

3-Erdnîgariya Kurdistanê-II: Wan, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, 2021, Stenbol

 


ÇAVKANİ

 

Erdnîgarîya Kurdistanê-I: Agirî, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, 2020, Stenbol

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...