logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Çopî Fetah

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

 

Çopî Fetah

Hunermenda Kurd Çopî Fetah sala 1983ê li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Ji ber komkujî û sîyaseta erebkirinê li ser bajara Kerkûkê ya rejîma Beasê, ji mecbûrî Çopî Fetah tevî malbata xwe di sala 1988a de berê xwe dan xerîbîyê û li Holandayê bi cih bûn. Piştî salên dûdirêj vegerîya başûrê Kurdistanê.

Çopî ji zarokatîya xwe ve hez ji muzîk û stranan kirîye. Ji 7 salîya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holendayê, li wir bi grubekî re stran gotîne û carna jî bi serê xwe stran gotine. Li dibistanê jî Çopî gelekî zîrek bûye û di salekê de bûye xwendevana yekemîn li dibistana xwe. Çopî di 13 salîya xwe de çûye dibistana deng û ji bo ku bi awayekî zanistî hunermendîyê nas bike û hîn bibe 2 salan li vê dibistanê xwendîye. Di 16 salîya xwe de çûye cem Koma Berxwedan ya Akademîya Kurdi ya li Almanyayê, li vir evîna Çopî Fetah ji bo muzîk û stranên Kurdî zêdetir bûye. Heman demê li vêderê mamoste Wurya Ehmed naskirîye û bi awayekî fermî rêwîtîya hunerê ya Çopî Fetah dest pê kirîye.

Ji ber ku bi zarotî ji welêt û derdora Kurdî dûr ma, ji fêrbuna zimanê Kurdî ya resen û paqij bêpar ma, lê dê û bavê wê xwedî li ziman û çanda xwe derketin û nehiştin ji heslê xwe dûr bikeve, zimanê xwe ji bîr bike. Hunermenda dengxweş Çopî Fetah, xwedî çendîn stran, kaset, album û kilîba ye, hewl dide bi hemû zaravayê Kurdî strana bêje, hunermendeke Kurdistanî ye û ji alîyê hemû Kurdan ve tê hezkirin.

Di sala 2013an de Çopî ji bo "One Young World Summit " a li Johannesburg, li Afrîkaya Başûr, wek hilgira ala Kurdistanê hat hilbijartin.

Çopî Fetah xwedî repertuareke dewlemend e. Di gelek televizyonan de stranên wê derketine. Beşdarî gelek şev û ahengan bûye li Almanya, Swêd, Holenda, Brîtanya, Kanada û gelek welatên din. Her wisa Çopî li gel pir hunermendên bi nav û deng û naskirî beşdarîya şev û ahenga bûye, mîna hunermendên rêzdar mina Nasir Rezazî, Merzîye Ferîqi, Şivan Perwer, Ednan Kerîm, Hesen Şerîf, Necmedîn Xulamî, Şehrîbana Kurdî, Gulistan Perwer, Feyzî Nejadî, Omer Gundî û gelek hunermendên din.

Albuma yekem a Çopî di sala 2003yan de bi navê Çît naw binêm? (Kîjan navî bidim te) derketiye, ku ji 9 stranan pêk tê û bi herdû zaraveya Kurmancî û Soranî gotîye; tevahî ev stran nû ne û cara yekê ji alîyê Çopî hatine gotin. Albuma duyem jî di 2007an de ku ji 13 stranan pêk hatîye, bi nave Nawit Denêm Jîno (Navê te Kim Jîno) derket. Çopî Fetah di 2016 û 2017an de di televizyona Rudaw de bernameya “Çopî û Çare” pêşkeş kir. Di 2017an de albumeke nû bi navê “Binar” ya ku ji 13 stranan pêk hatîye belav kir û hezkiriyên xwe dilxweş kir.

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87op%C3%AE

https://www.youtube.com/watch?v=SGpxueSQR2k

https://www.youtube.com/watch?v=N_9PN_Iy7ZA

https://www.youtube.com/watch?v=cE3i4OMVPuY

https://www.rudaw.net/kurmanci/onair/tv/programs/program/chpichara

https://www.youtube.com/watch?v=NKMdyJbZLTk

https://www.youtube.com/watch?v=BrO5o53phz0

https://www.youtube.com/watch?v=C7eCSCrRY3g&t=4s

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Yekbûn

Yekbûn; bestekar, sazkar, stranbêj û produktor e. Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê di beşa Mamostatîya Mûzîkê de perwerdehîya deng xelas kiriye. Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo ya bi navê “Nîrwana” derket pêşberî hezkirîyên xwe.


Tara Mamedova

Stranbêja Kurd Tara Mamedova, bi şêweya caz û pop-folkê stranên xwe dibêje. Heya niha çendîn album derxistine û gelek konsert dane. Jiyana wê li Kirgizîstan, Rûsya, Frensa, Tirkiyê û bakurê Kurdistan derbas bûye. Ji ber ku di nav gelek çandan de maye hunera wê pirrengîn e, lê bingeha xebatê wê çand û folklora Kurdî ye...


Erdewan Zaxoyî

Dengê Erdewan Zaxoyî dengekî taybet bû, stranên pir delal çêkirin û gotin. Hîn jî gelek hunermend stranên wî dibêjin. Erdewan Zaxoyî, di jiyana xwe ya kurt de ya 29 sala, 20 kaset, derdora 300 berhemî çêkir û mîraseke bêhempa bi dû xwe de hişt. Deng û meqamê wî gelekî bi bandor bû. Hin stranbêjên li Tirkîyê stranên Erdewan Zaxoyî dizîne û bêyî ku bêjin ev stran yê wî ne, bi gotinên Tirkî ji xwe re bikar anîne...