logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Tara Mamedova

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Tara Mamedova

Stranbêja Kurd Tara Mamedova, bi şêweya caz û pop-folkê stranên xwe dibêje. Heya niha çendîn album derxistine û gelek konsert dane. Jiyana wê li Kirgizîstan, Rûsya, Frensa, Tirkiyê û bakurê Kurdistan derbas bûye. Ji ber ku di nav gelek çandan de maye hunera wê pirrengîn e, lê bingeha xebatê wê çand û folklora Kurdî ye.

Tara Mamedova, di sala 1983yan de li gundê Kok-Yangak a bi şarê Celal-Abad ve girêdayî ya Kirgizistanê, li sirgûnê hatiye dinyayê. Kok-Yangak gundek e ku dema di 1937-38an de Kurd hatin surgunkirin li wir hatin bicihkirin. Tara Mamedova heta 8 saliya xwe li wir jiyaye. Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratov ya Rûsya dike. Heta sala 1999’an li Saratovê dijî. Destpêka salên 2000’an ji bo dersên dans, şano û muzîkê diçe bajarê Moskova û Yaroslavlê.

Çîroka malbata wê ya sirgûnkirinê ji Bazîdê ya Agiriyê dest pê dike û heta Kirgizistan û Rûsyayê didome. Malbata Tara Mamedova di dema Herba Dinyayê ya 1emîn de ji Bazidê koçî Sovyetê kirine.  Di dema Stalîn de jî 1937-38 ew surgunî Kirgizîstanê bûne. Tara Mamedova hertim bi çîrokên surgunê û hesreta welat ya malbata xwe mezin bûye. Wek gelek Kurdên li Asyaya Navîn, bi ku derê de çûbin jî civata Kurd li hev kom bûne, bi hev re bûne alîkar û terka çand û zimanê xwe nekirine; loma Tara Mamedova jî bi çanda Kurdewarî şekil stendiye û hunera xwe jî li ser wê bingehê ava kiriye.

Tara Mamedova ji 7 salîya xwe de li ser dikê ye, stran gotine, beşdarî festîval û şahîyên (pêşbirkên) dibistanan bûye. Li gora vegotinên wê, zarokatiya Tara Mamedova tevde di nav mûzîkê da derbas bûye. Kalikê wê stranê gelerî pê dane gotin. Axilbe bandora diya wê pir li ser çêbûye. Dîya Tara Mamedova ya mamoste, li Kirgizistanê Navenda Çanda Elegezê ava kiriye û ew der ji bo karên hunerî bûye navendeke girîng. Di nava wê de hem Kurd hem Rûs hem jî Kirgiz gişan bi hev re karên hunerê kirine. Di dibistana wê de beşa zimanê Kurdî jî ji aliyê dîya wê ve hatiye avakirin. Ev sekn û tevgera diya wê jê re bûye mînak. Di heman demê de bi piştgiriya diya xwe beşdarî gelek qûrsên hunerî dibe, diçe perwerdeya dansê.

Mamedova di roportajek xwe de wiha behsa zarokatiya xwe dike:

“Zaroktiya min di nava çend çandan da derbas bû, taybetî jî di nava çanda Rûsan û Kurdan de. Min bihîst ka çawa dayîkên me kalikên me li ser wendayiyên xwe, miriyên xwe dibilînin, digirîn û min bihîst bê dengbêjên jin û yên mêr bi hev ra çawa stranên mêraniyê digotin. Ev wekî darekî li ser ruhê me tim û tim şîn bû. Her wiha çanda Rûsan ya Sovyeta Kevin, klasîkên Rûsan yanî ramansên wan tiştên girîng bûn, bandora wê çandê li ser dengê min heye lê gava ez stranên xwe yên Kurdî dibêjim, bandora zaroktiya min, dengbêjiyê, wan stranên kurdî yên berê zêdetir in. Zaroktiya min jî bi vî rengî bû. Hesreta welat tu car nehate jibîrkirin.”

Di 1993yan de tev malbatê ji Kirgizistanê dirin Rûsyayê; piştî zehmetiyên koçberîyê û li Yaroslavlê avabûna Navenda Çanda Kurdî, Tara Mamedova diçe du salan li wê derê perwerdeyê dibîne û gelek salan li wir dimîne; li gelek cîyan derdikeve ser dikê, beşdarî festîvalên li Rûsyayê dibe.

 

Tara Mamedova, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Frensa. Di sala 2008’an de, li Parîsê di konservatûwarekê de perwerdehiyê dibîne. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe û çend salan li zikakan bi wan ra stran gotiye. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike. Di heman demê de bi hunermendên Kurd yên li Fransayê re dixebite. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî. Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çê bike. Li ser vê bawerî û bingehê, weke muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku zêdeyî sedsalan berê malbata wê jê koç kiribû.

Sala 2012an da ji Frensayê hatiye Tirkiyê, bi xwestekeke mezin ya dîtin û jiyana li welêt. Ji Stenbolê ber bi bakurê Kurdistanê ve çûye, çûye Amedê, Bazîdê û li warê bav û kalê xwe yê heyama, li kok û ferdê malbata xwe gerîyaye, gelek stranên xwe li axa bav û kalan nivîsandine, di serî de li Stenbol, Amed, Wanê û li hin bajarên din gelek konser dane. Tara Mamedova, jiyana di nav miletê xwe de, hîskirina derd û kulên wan, şahî û şîna wan girîng dibîne, ji bo çêkirina ji dil ya mûzîkê.

Wekî din, Tara Mamedova hewl dide ku li ser bingeha berhemên klasik yê Kurdî, tiştên nuh û mayînde biefirîne. Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike û dixwaze harmoniyekê ava bike da ku bi muzîka cîhanê re xwe bike yek. Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cûda cûda jî distirê. Bi pênc zimanan dizane; Kurdî, Rûsî, Frensî, Ermenkî, Erebî. Li ser dikê bi zimanên din jî stranan dibêjê lê albumê wê hemû bi Kurdî ne. Gelekî li ser zimanê Kurdî disekine û pêwîst dibîne ku zimanê dayîka xwe biparêze û bi hunerê hilgire pêşerojê bi awayê modern, klasîk, folklorîk, rock, jazz an jî opera. Mamedova dibêje, ji bo ku Kurd karibin li dinyayê dengê xwe bilind bikin, divê li zimanê xwe xwedî derkevin û bêhtir bikevin nava hunerê. Bi rêya hunerê dikarin bi dinyayê re pêywendiyê deynin.

Tara Mamedova Ciwan Haco, Şivan Perwer, Meryemxan, Şakiro û dengbêjên din yê radyoya Êrîvanê ji xwe re kirine mînak. Gelek stranên gelerî xistiye nav repertuara xwe, wek Gulşêrînê, Govend, Were Gulê û Çavreş. Di sala 2005’an de yekem albuma xwe ya bi navê ‘’Ax’’ê diweşîne. Ji bilî berhemên ku bi xwe nîvîsiye û yên gelerî, cîh daye helbestên Fêrikê Usiv,  Ebdulaziz Xeyat, İsmaîl Cûma,  Dr. Ahmet Kaya û Hekîm Sefkan jî. Xebatên xwe li platformên dijîtal jî belav dike. Tara Mamedova niha li Tirkiye dijî, zewicîye û keçeke wê bi navê Elenya heye.

Albûm

  • Ax
  • Berhevkirin (stranên bijare)

Single

  • Seva Çi (2022)
  • Zîv (2022)
  • Xûçe (bi Rewşan Çelîker re) (2022)
  • Çû
  • Firîn
  • Jinên Şengalê
  • Serê Salê
  • Xewna Giran

ÇAVKANİ

https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-213

https://xwebun1.org/dengbeji-derman-e/

 

https://www.youtube.com/watch?v=FPJ4v_9nzE0

Kurt û Kurmancî - Tara Mamedova

 

https://www.youtube.com/watch?v=uNt4inUGst0

Festîwala Muzîkê ya Agirî /Tara Mamedova

 

https://www.dailymotion.com/video/xck747

Tara Mamedova & Tara Jaff - Min ew Nedit

Nivîsén tékildar

Memdûh Selîm Begê Wanî

Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an...


Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Danasîna Pirtûka “Eşîretên Behdînan(1514–1919)”

Ev nivîs danasîna pirtûka bi navê “Eşîretên Behdînan: Danasîna Cografî û Kurteyek ji Dîroka Wan(1514–1919)” e ya ku ji alîyê Hêriş Kemal Rêkanî ve, wek vekolîneke dîrokî-belgenameyî hatîye amadekirin û ji alîyê Zankoya Duhokê/Sêntera Beşikçî beşa Vekolînên Merovayetî ve sala 2019an hatîye çapkirin. Pirtûk ji çar beşan pêk hatiye...