Nivîskar: Abdurrahman Onen
Deştên li derdora Gola Wanê
Di navbera Gola Wanê û çîyayên ku ev gol dorpêç kirine de hin deştên piçûk henin. Gol û çîyayên bilind tesîreke erênî li îklîma van deştan dike, îklîma van deştan hîn germtir e. Ji ber vê yekê tevî ku ev deşt bilind in jî (1668-1750 m), li van deştan gelek fêkî û sebze şîn dibin: Hirmî, gilyaz, wîşne, xox, mişmiş, tirî û hwd.
Deşta Wanê (150 km2), li rojhilatê Gola Wanê dimîne, çîyayên ku li bakur, rojhilat û başûr dimînin vê deştê dorpêç dikin. Wan, li rojavayê vê deştê dimîne. Deşta Sixke (Bostaniçi, gundê Wanê ye), li bakurê rojhilatê Wanê dimîne. Gola Keşîş, li rojhilatê Çîyayê Erek dimîne, ava vê golê bi coyan (qanal,) re di nav Deşta Sixke re derbas dibe û digîhêje Wanê. Çemê Kurbaş (Kurubaş, gundê Wanê ye), ji başûrê Çîyayê Erek derdikeve û di nav Deşta Wanê re derbas dibe. Ava Mecînger ya ku ji gelîyê Çemê Xoşabê derdiket digîhaşt ser Coya Şamran (Şamran Kanalı), di nav deştê re derbas dibû, ev coya ku dirêjahîya wê 50 km bû digîhaşte heta Wanê. Deşta Wanê, ber bi başûrê rojhilat ve dirêj dibe û her ku diçe tengtir dibe, Edremîd a ku bi bexçeyên xwe navdar e li serê vê deştê, li ber Gola Wanê dimîne.
Deşta Xawesor (190 km2), li derdora Çemê Xoşabê dimîne û digîhêje ser Gola Wanê. Deşteke berdar e, li derdora Gola Wanê genimê herî baş li vê deştê û li Nîvgirava Arîn (Göldüzü, gündê Elcewazê ye) ya ku li rojhilatê Çîyayê Sîpanê ye şîn dibe.
Deşta Canîk (Tîmar, Gedikbulak), li bakurê Wanê, di navbera Çemê Mermêt û Gola Wanê de dimîne. Ev deşt, ji bakurê rojavayê Gola Erçek dest pê dike û digîhêje ser Gola Wanê. Çîyayê Îrînî, di nav vê deştê de dimîne û seranserîya deştê xera dike. Li vê deverê gundên ku herî pir darên fêkî lê şîn dibin ev in: Mele Qasim, Îrîrîn (Dağönü), Ayanîs (Ağartı), Alakoy, Şahgeldî û hwd.
Deşta Bêgirê (Bargirî, Mûradîye, 112 km2), li jêrê Çemê Bendîmahî dimîne û ber bi Gola Wanê dirêj dibe, ev deşt bi Derbenda Gûndurme re digîhêje ser Deşta Abaxa. Ev deşta ku li her du alîyê Çemê Bendîmahî dimîne û ber bi Gola Wanê nizm dibe, wek sinîyekê dûz e. Ev deşt li derdora çîyayên ku ew dorpêç kirine bilind dibe. Çîyayê Ersuk-Axsorik (Aksurik), li rojhilatê vê deştê dimîne. Geşta Bêgirê, ber bi rojava ve, ber bi Çîyayê Ersuk û Ernîs (Ünseli) ve, li derdora Kanîkan ve teng dibe û digîhêje ser Çemê Tûcî.
Deşta Erdîşê, piştî Çemê Tûcî dest pê dike û ber rojava ve dirêj dibe, ji Deşta Bêgirê firehtir e (150 km2). Axa vê deştê ya reş û qalind pir berdar e. Çemên Zîlan, Êrîşad (Aşağı- Yukarıışıklı), Yekmal (Yalındam, gundê Erdîşê) û Tûcî di nav vê deştê re derbas dibin. Çîyayên Eledax û Sîpanê, Deşta Erdîşê ji sar û seqema ku ji bakur tê disitirîne, ji ber vê yekê hewaya vê deştê hîn germtir e. Ji ber ku hîn germ e û çemên ku di nav deştê re derbas dibin hîn pirtir in, li derdora Gola Wanê deşta herî berdar û dewlemend Deşta Erdîşê ye. Li vê deştê gelek fêkî, sebze û zad şîn dibin. Tirîyên herî pir û herî baş li binê girên Zirnakî şîn dibin. Erdîşa kevn, li qiraxa Gola Wanê ava bûbû, lê ji ber ku ava golê bilind dibû û navçe di binê avê de dima, Erdîşa Nuh 5 kîlometre li bakurê golê hat avakirin. Rêyên Wan, Agirî û Elcewazê li Erdîşê digîhêjin ser hev.