Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Werzîşvan Dr. Hayrî Daylan, 01.01.1953 de li Nisêbînê hatîye dinyayê. Hayrî Daylan di derbarê jiyana xwe de ev agahî dane:
Di zarotîya xwe de ez pir netebitî bûm û li cihê xwe nedisekinîm, her dem ez baz didam, hol dibûm, hildikişîyam ser dara. Min dibistanên ewil li Nisêbînê xwendin. Dibistana me yê pêşî a li Nisêbînê ji ber ku bînayî tunebû, li odayên vala ê di zîyaretgeha Zeynelabidîn de ava bûbû. Di dibistana navîn de, em ji mamosteyên xwe fêrî gelek tiştan bûn. Ji ber ku min gelekî ji sporê hez dikir, ez her direvîyam û min dilîst. Li dibistanê her dem min hereketên qase, doşek û barfîksê dikir. Min her dem ji xwe re digot, ez ê bibim werzîşvanekî herî baş. Di 19ê Gulanê de dinya dibû a min. Ji ber ku her sal di cejna 19ê Gulanê de me hereketên pir zor dikir. Xelkê Nisêbînê ez pîroz dikirim. Ez jî ji vêna gelek kêfxweş dibûm.
Hayrî Daylan, 19ê Gulanê 1969, Amed
Di sala 1967-68a de ez çûm lîseya Haydar Paşa ya li Stenbol. Piştî min du meha xwend ewraqê ku min dibistana mamostetîyê qezenc kirîye hat. Ez jî derbasî “Dibistana Mamostetîyê ya Amedê (Dîyarbakir Îlk Ogretmen Okûlû)” bûm. Piştî min dibistana mamostetîyê bi serkeftin qedand, ez bûm mamoste û çûm gundê Çam Yazi ya bi ser Sariqamişê ve. Piştî min 2 sala mamostetî li wir kir ez gelekî xebitîm û min “Beşa Perwerdeya Bedenî û Werzîşê ya Zanîngeha Gazî (Gazî Beden Egîtîmî ve Spor Bolumu)” ya li Enqereyê qezenc kir.
Di 1974a de wezîrê werzîşê û wezîrê perwerdeya millî bi hev re qerar sitendin û bi mebesta ku werzîşa li Tirkî bighînîn standarta dinyê hin biryar stendin. Ji ber vê, ji bo hin şagirt li dervî welêt li ser werzîşê mastir bikin îmtîhan çê kirin. Di vê îmtîhana ku li tevaya Tirkî çêbû, çar mêr û du jin hilbijartin, yek jê ez bûm. Di 6ê Adarê 1974a de li Amerîka li eyaleta Oklahoma, min Zanîngeha Oklahoma State qedand. Dûre min mastir û doktora xwe li ser fîzyolojîya werzîşê û di werzîşê de kondîsyon da. Min 25 sala li Amerîka li zanîngehên cihê wezîfe sitendîye.
Vê dema ez li Amerîka mam, ez di gelek waran de bi ser ketim. Ji taximê Amerîka ê Millî re min gelek atlêt gîhandin. Ji vana ê herî serkeftî, James Bûtler e. Bûtler, di 200metreyî de ji 1980 heta 1984a li dinyê bûye yê yekemîn. Ji xeynî wî, min Alonzo Baber jî xebitand. Baber, di olîmpîyatên 1984a de di 400 metre û 4X400 metreyî de 2 madalyeyên zêr sitend. Min di nav salên 1980-82yan de 4X100 û 4X200 metreyî de taximê herî baş ê Amerîka xebitand. Di 1984a de taximê min xebitand di 4X400 metreyî de rekora dinyê şikand.
Ji xeynî vana li zanîngehê min pirtûkek li ser atletîzmê nivîsand. Gelek nivîsên min ê li ser werzîşê di kovaran de derketin. Di olîmpîyatên 1984an de yê li Amerîka çê bû di konferansa di derheqê pêşbazîya alê de ez wek gotarvan beşdar bûm. Ji ber min bêrîya welatê xwe û malbata xwe kir, ez sala 2000î de vegerîyam Tirkî.
Kaniyek ji Mezopotamyaye NISÊBÎN, Eslîxan Yildirim, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2005
Nivîsén tékildar