Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Hêriş Kemal Rêkanî
Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen". Sala 2018an bûye berpirsê Sêntera "Qubehan" bo vekolînên belgename û destnivîsan li Behdînan. Di gelek kovar û rojnameyan da helbest, hevpeyvîn û meqaleyên wî hatine belavkirin.
Berhemên Hêriş Kemal Rêkanî yên çapbûyî ev in:
– Baxçê Pêzanînan, Duhok, 2003
– Gazîya Min, Dîwana Mela Yasîn Rêkanî(1934-2005), Duhok, 2009
– 200 Pend ji Gotinên D. Îbrahîm Feqî, Duhok, 2013
– ‘Eşîretên Behdînan 1514-1919 (Vekolîneka Belgenameyî, Dîrokî), Duhok, 2019
– Ji Dîroka Mîrgeha Behdînan, Duhok, 2019, (Berhevkirineka Hevpişk)
– Gencîneya Behdînan (Destnivîsên Zana û Mîr û Hozanvanan, li Sedsalên 15-20) Bergê Yekê, Duhok, 2020
– ‘Eqre fi Sene 1951 ( ? 1951) Şakir Fettah, Murace‘e: Hîriş Kemal Rêkanî, Merkezu Jîn, Silêmaniye, 2020, (Bi Zimanê Erebî)
– Ji Gulên Baxê Muxlisî-Mela Ehmedê Nalbend(1890-1963), Duhok, 2021
-- Hikayetêd Kurmancî - Mela Mehmûdê Bazîdî, Nûbihar, 2021
Gelek berhemên wî yên çapnebûyî jî hene.
ÇAVKANÎ
https://www.nubihar.com/Search/Index
https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/di-d%C3%AEroka-c%C3%AEhan%C3%AA-de-v%C3%AErus-%C3%BB-weba-h%C3%AAri%C5%9F-kemal-r%C3%AAkan%C3%AE-idr%C3%AEs%C3%AA-bitlis%C3%AE-li-ser-%C3%AA%C5%9F%C3%AAn-g/215865136370025/
Nivîsén tékildar