Nivîskar: Dr. Îzedîn Naso
Danasîna Pirtûka “Eşîretên Behdînan(1514–1919)”
Ev nivîs danasîna pirtûka bi navê “Eşîretên Behdînan: Danasîna Cografî û Kurteyek ji Dîroka Wan(1514–1919)” e ya ku ji alîyê Hêriş Kemal Rêkanî ve, wek vekolîneke dîrokî-belgenameyî hatîye amadekirin û ji alîyê Zankoya Duhokê/Sêntera Beşikçî beşa Vekolînên Merovayetî ve sala 2019an hatîye çapkirin. Pirtûk ji çar beşan pêk hatiye:
BEŞA YEKEM:
Cihê Cografî yê Behdînan û Têrmînolojîya Eşîretgerîyê
Di vê beşê de pirtûk behsa van babetan dike:
Sînorê cografî yê Devera Behdînan:
Behdînan yek ji giringtirîn û navdartirîn deverên Başûrê Kurdistanê ye, dikeve bakur-rojavaya Îraqê û nîvê rojavaya Başûrê Kurdistanê bi xwe ve digre. Ew dikeve navbera Zêya Mezin li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Çemê Hêzil li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê. Ji alîyê bakur ve ew li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Ji alîyê başûr ve digihe Çiyayê Meqlûb/Mûsilê.
Herwiha sînorên Mîrgeha Behdînan ligel sînorên Mîrgehên Kurdî yên din wisa bû: Ew ji alîyê başûr-rojhilat ve bi Çemê Zêya Mezin ligel Mîrgeha Soran hevsînor bû. Ji alîyê bakur-rojhilat ve ew ligel Mîrgeha Devera Şemdînan hevsînor bû. Ji alîyê bakur ve jî ew ligel Mîrgeha Hekarî(Colemêrg) û Zincîra Çiyayên Oremarê/Tiyarê hevsînor bû. Lê ji alîyê bakur-rojava ve ew ligel Mîrgeha Botan hevsînor bû. Ji alîyê rojava ve ew bi devera Pêşxabûr (Fêşxabûr) û Çemê Hêzil û Çiyayên Şirnexê û herwiha bi Çemê Dicle wek sînorê suriştî ligel Mîrgeha Botan dîsa hevsînor bû.
Hêjayî gotinê ye, ku navê deverê berî damezirandina Mîrgeha Behdînan bi Welatê Hekarî yan jî Hekarîya Kevin/Hekarîya Başûr dihate naskirin û payîtextê wê Keleha Amêdîyê bû. Wê demê Hekarîya Bakur jî wek Mîrgeha Hekarî hatibû damezirandin û payîtextê wê Colemêrg bû. Wê serdemê Sultan Hesen Beg(1465 – 1533) Mîrê Behdînan bû.
Di têrmînolojîya sîstêma eşîretgerîyê de eşîret wisa dihê nasandin:
Eşîret yekîneyeke civakî-siyasî ye di civaka kurdewarî de. Ew bi giştî bingeheke aborî jî bi xwe ve digre, bi xizmayetîyeke rasteqîn û girêdaneke navxweyî ya diyarkirî, ku ji “belîke, ocax, malbat” pêkhatiye…
Eşîret (êl/hoz) yek ji pêkhatên giring in di dîroka gelê Kurd de, nemaze di warê civakî de, ku diyarkirina dîroka eşîretan dê pir xalên giring ji dîroka gelê Kurd were aşkerekirin…
Hindek hozên Kurdî nexşeyeke siyasî bi xwe ve digirt û hindek din jî xwedî sîstêmeke siyasî û leşkerî bûn wek sîstêma mîrgehan. Wek nimûne: Eşîreta Dasinî xwedî Mîrgeha Dasin bû. Eşîreta Sindî li Zaxo xwedî Mîrgeha Sindîyan bû. Eşîreta Berwarî Bala jî di hin qonaxan de xwedî desthilateke mîrgehî ya serbixwe bû…
Sebaret bi sîstêma civakî ya hozên Kurdî, pirtûk wan li ser van çînên sereke dabeş dike: Desteka maqûlan, ku ji malbatên serkirde û Axan pêkdihat. Kesên giştî, ku kar û xizmetan pêşkeş dikin (xûlam, sepan, cotiyar, şivan). Zîrevanên serkirdeyî (axayî) ango rêber. Kesên ayînî (mela, şêx), ku zor caran guvaştin li ser desthilatdarîyê dikirin.
Di babeta cureyên eşîretên Kurdî de pirtûk behsa sê cureyan dike: Eşîretên akincî û xwedî jîyaneke pêşketî (eşîretên xoceyî). Eşîretên gerok (Koçer). Eşîretên nîmçe-gerok (koçer).
Di taybetmendî û suriştîya sîstêma eşîretgerîya Kurdî de pirtûk, sîstêma eşîretgerîyê li ser sê stûnan dabeş dike: Serokayetîya eşîretgerîyê, ku girêdayî ye bi şîyan, xweserî û taybetmendîyên serokatîyê, mîna desthilata reha û zalbûn li ser erdên Eşîretê. Şerên eşîretgerîyê, ku pêdivî bi hevgirtin û sîbera eşîretên mezin heye û herwiha avakirina fraksiyonan di navbera eşîran de. Pêgirîyên eşîretgerîyê, mîna destnîşankirina serokê eşîretê, nasnavên serok-eşîretan û hokarên karîger li ser çarenivîsîna eşîretê.
BEŞA DUYEM:
Eşîretên Behdînan û Kurteyek ji Dîroka Wan
Di vê beşê de pirtûk behsa sê babetan dike:
1- Derwazeyek ji bo Eşîretên Behdînan
Di vê babeta yekem de pirtûk dibêje: Di qonax û serdemên dîrokê de pir eşîret li devera Behdînan (Hekarîya Kevin) jîyabûn, ku di borîna qonax û serdeman de û bi peydebûna kawdanên cuda li ser deverê, hindek ji wan eşîretan berev nemanê çûne ya di nav eşîretên din de têkel û helîyane û bi tenê wek nav mane. Weke nimûne, hin ji van eşîretan ev in:
Qebîleyên Rohzadî, ku ne diyar bûn, li welatê Hekarî bûne û wargeha wan li devera Bamernê bûye…
Eşîreta Hemîdî, ku yek ji navdartirîn qebîleyên Kurd li Devera Behdînan (Hekarîya Kevin/Hekarîya Başûr) bûye û roleke wê ya mezin û berbiçav di warê aborî, şaristanî, siyasî û zanînê de hebûye. Ew li devera Akrê cîwar bûye, xwedîyê Mîrgeha Hemîdîyê bûye û heya nîvê duyê ya sedsala 17an li deverê bûye.
Eşîreta Mehranî, ku qebîleyeke Kurdî ya navdar bûye di serdema Dewleta Abasîyan de (750–1258 z.). Ew niha bi Eşîreta Mîranî dihê zanîn, hejmarek ji keleh û asîgeh li bakurê Mûsilê ava kirîye û roleke siyasî di sedsala 11 û 12 de lîstiye.
Dasinî (Welatê Dasinan), ku yek ji hozên kevin ên Behdînan bûye, li Çiyayên Dasin li rojhilatê Mûsilê akincî bûye û xwedîyê Mîrgeha Dasin bûye.
Eşîrta Bûzanî/Bozanî: Bûzan niha gundekî ser bi Nahîya Alqoş ve ye û hemû wargehên wan Êzîdî ne. Bûzan li ba Êzîdî yan gundekî pîroz e, ku têde hejmarek ji mezel û gorên şêxên wan hene. Bozî (Bûzanî) qebîleyeke Kurdî bûye di serdema Xîlafeta Abasî de (750 – 1258) û ew bi şopa Şêx Adî pêgir in.
Eşîreta Tîrahî, yek ji qebîleyên Kurdên Êzîdî bûye. Keşeyekî bi navê Ram Yesûh sala 1401 di nivîseke Aramî de gotiye ku bavê Şêx Ûdey ji Kurdên Tîrahî bûye û ew havînan li zozanan li devera bakur-rojhilatê Mûsilê, Cizîra Botan û heya Hekarî diman û zivistanan li devera Mûsilê bi cîwar dibûn. Nivîskarê Kurd Enwer Mayî jî gotîye ku li sala 978 Hikûmeta Tîrahî bo cara duyem hatibû damezirandin, bajarê Erdemişt/Ermişt ango Keleha Ermiştî ji xwe re kiribû payîtext û desthilata wê heya Çiyayên Dasin û Hekarî vegirtibû.
Nihêlî, ku xîlaf li ser eşîretgerîya wê heye, dikeve navbera bakur-rohilata Amêdiyê û Çiyayê Metîn. Devera Nihêlî ji 42 gundan û 5 gundên kavilkirî pêk dihê. Navê devera Nihêlî di çendîn Salnameyên Osmanî de hatiye diyarkirin. Weke nimûne; di salnameya Dewleta Osmanî ya sala 1856an de navê wê wek Nehêlê/Nihêlê hatiye diyarkirin.
2- Eşîretên Behdînan
Yek: Eşîretên devera Behdînan û sînorê cografî yê devera Barzan
Devera Behdînan ku navçeya Barzan, Mêrgesor û Mizurî Bala bi xwe ve digre, ji layê Yekîneya Kargerî ve bi ser parêzgeha Hewlêrê ve ye. Pantaya wê ji rojhilat heya rojava 90 km ye. Lê dirêjahîya wê ji bakur heya başûr hinekî kêmtir e. Di bingehê de qeza Mêrgesor ji sê nahîyan pêk dihat; Mêrgesor, Barzan û Şêrwan. Lê niha çar nahîyên din lê zêde bûne; Bilê, Goretû, Pîran û Meznê. Sînorê devera Barzan yê hevsuyî wisa ye: Ji alîyê rojhilat ve qeza Rawendoz, ji alîyê rojava ve qeza Amêdîyê, ji alîyê başûr ve qeza Akrê, ji alîyê bakur ve sînorê Bakurê Kurdistanê ye.
Ji layê xelkê ve, sala 1906 Mark Sykes ê Brîtanî seredana Herêma Barzan kiriye û gotiye ku ew ji 750 xêzanan pêk dihê. Xelkê deverê xwe bi çandinîyê û xwedîkirina pez îdare dike. Hejmara gundên devera Barzan 400 gund e û akincîyên wê li gor amara Şoreşa Êlûlê di dawîya salên şêstî de, nêzîkî 35000 – 40000 kes bû. Barzan devereke çiyayî ye. Ji alîyê rojava ve çemê Zêya Mezin/Zêya Behdînan dibuhire ber bi başûrê Barzan ve heya Gelîyê Bêxmê diçe û li başûrê Mûsilê tevlî Çemê Diclê dibe. Ji alîyê bakur ve Çemê Rûkuçik di naverasta deverê re diherike û li nêzîkî Rêzan tevlî Çemê Zêya Mezin dibe. Çiyayên navdar ên devera Barzan jî ev in: Şêrîn, Butîn, Pîran, Qelender, Biradost, Zerdene û Kurê Hurê.
A: Tekîya Barzan, şêx û mezinên wê:
Tekîya Neqşebendî li Barzan: Ev tekîye sala 1825an ji layê Mela Ebdulah kurê Mela Bekir bi nasnavê Tacedîn hatibû damezirandin, li ser rêbaza Mewlana Xalid Neqşebendî 1779–1826 ku sala 1811 gihîştibû başûrê Kurdistanê. Şêx Taha yê Nehrî bavê Şêx Ûbeydulah ê Nehrî sala 1817 wek Xelîfê Mewlana Xalid Neqşebendî, Destûrnameya Rêbaza Neqşebendî wergirtibû. Yekem Şêxê Barzan bi nave Şêx Ebdulah û bi nasnavê Tacedîn, Rêbaza Neqşebendî ji Şêx Taha Nehrî wergirtiye. Wisa Desthilata Şêxan li devera Barzan sala 1825an destpê kirîye. Piştî mirina şêxê damezirêner Mela Ebdulah Tekîya Barzan ji layê kurê wî Şêx Ebdur-Rehman ve heya salên şêstan ya sedsala 19an bi rê vê çûye. Piştî mirina Şêx Ebdur-Rehman sala 1865an, Şêx Eduselam ê Yekem Tekîya Barzan bi rê ve biriye. Sala 1872 û piştî mirina Şêx Ebduselam ê Yekem kurê wî Şêx Mihemed berpirsiyaretîya şêxatî û tekayê li Barzan wergitiye. Piştî mirina Şêx Mihemed sala 1903, kurê wî yê mezin Şêx Ebduselam ê Duyem cihê wî girtiye. Piştî sêdardana Şêx Ebduselam ê Duyem sala 1914 ji layê Dewleta Osmanî ve, birayê wî Şêx Ehmed serkêşîya Tekîya Barzan wergirtiye.
Malbata Barzan li deverê desthilatdar bûne û bi nasnameya "Şêx" hatine diyarkirin. Hin ji şêx û mezinên Malbata Barzan ev in:
Şêx Ebduselam ê Yekem: Yek ji Şêxên Rêbaza Neqşebendî bû. Bavê wî Mela Ebdulah ew şandibû Tekîya Nehrî/Bakurê Kurdistanê ji bo xwendinê. Ji sala 1865an heya 1872yan dibe şêxê Tekîya Barzan.
Şêx Mihemed Barzanî: Sala 1837an hatibû dinyayê û ji sala 1872–1903 şêxê Tekîya Barzan bû.
Şêx Ebduselam ê Duyem: Serkêşîya Tekîya Barzan sala 1903 kirîye û sala 1914 dema Desthilata Osmanîyan, ji layê Walîyê Mûsilê (Silêman Nazîf) ve hatîye daliqandin.
Şêx Ehmed Barzanî: Sala 1896 hatibû dinyayê. Piştî sêdardana birayê wî Şêx Ebduselam ê Duyem sala 1914, serkirdayetîya Devera Barzan, wek gêncekî 18 salî, dikeve destên wî. Sala 1969 Şêx Ehmed Barzanî li Bexda koça dawîyê kirîye û li gundê Barzan hatîye veşartin.
Mela Mistefa Barzanî: Serkirdeyê Kurd Mela Mistefa Barzanî, di 14.03.1903 de li gundê Barzan hatibû dinyayê. Sala 1906 ji layê Tirkan ve li Mûsilê li gel dayîka xwe bo maweya 9 heyvan hatibû zindankirin. Mela Mistefa Barzanî yek ji serkirdeyên navdar di bizava rizgarîxwestina Kurdî de bûye, beşdarî di herdu Şoreşên Barazan de, sala 1931–1932 û 1943–1945, kiribû û serkirdayetîya herdu Şoreşên Êlûlê 1961 û Gulanê 1976 kiribû. Roja 01.03.1979 li Amêrîka çûye ber dilovanîya Xwedê.
B: Eşîretên Devera Barzan:
Didu: Eşîreta Berwarî
A: Berwarî Bala/Jorî:
Eşîreta Berwarîyan yek ji eşîretên kevin, mezin û navdar e li devera Behdînan. Sînorê devera Berwarî Bala ji alîyê cografîk ve, dikeve bakurê Parêzgeha Duhokê. Ji layê rojava ve digihe Çemê Xabûr. Ji layê rojhilat ve ligel Zêya Mezin hevsînor e. Sînorê wê ji layê başûr ve, Çiyayê Metîn e. Ji layê bakur ve ew bi çend zincîrên çiyayî ligel bakurê Kurdistanê hevsînor e.
Dirêjahîya sînorê wê ji rojhilat heya rojava 53 km ye. Pehnîya devera wê ji bakur heya başûr 23 km ye. Rûberê Devera Berwarî 608 km çarçik e û ew ji 82 gundan pêk dihê.
Cihê Eşîreta Berwarî yê binyatî li ser sînorê Dewleta Tirk/bakurê Kurdistanê ye. Cihê wê yê sereke gundê Qumrîyê, paşê Dêşêş û paşê Kanî Masê bûye. Kanî Masê bûye bingeha nahîyê. Beşek ji eşîretê mişext bûye derdora Amêdiyê û li başûrê Zincîra Çiyayê Garê akincî bûye, di serdema Mîrê Mîrgeha Behdînan Îsma'îl Paşa yê Yekê, 1768–1798an de. Wisa vî beşê Eşîreta Berwarî li başûrê Zincîra Çiyayê Gare, ku dikeve başûrê Berwarî Bala/Jorî, li wir gundên nû ava kirine. Loma jê re dibêjin devera Berwarî Jêrî.
Hin ji mîrgehên Devera Berwarî Bala: Mîrgeha Berwarî Bala yek ji mîrgehên yan nîmçe-mîrgeha giring bûye li devera Behdînan. Cihên mîrgehê roleke berbiçav di qonaxên jîyana siyasî ya herêmê de hebûne, ku di navbera salên 1650 û 1792 de bingeha mîrgehê di demên cuda de li Kela Durê, Kela Baloka, Kela Bêtenûrê û Kela Hirorê bûye û li gor kawdanên siyasî yên herêmê, çendîn car ji kelehekê bo keleha din hatîye veguhastin.
Hin ji mîr û begên Devera Berwarî Bala: Xan Avdel Balokî, Rostem Beg Balokî, Gilayî Begê Yekem, Rezaq Beg, Gilayî Begê Duyem, Se'îd Beg Berwarî, Seyf Mihemed Beg, Xalid Beg Berwarî, Ebdur-Rehîm Beg (Axa) Berwarî, Zeynel Beg Berwarî, Hefzulah Beg Berwarî, Mistefa Beg Berwarî, Edulhadî Beg Berwarî, Teterxan Beg Berwarî, Haj Reşîd Beg Berwarî, Eddulmecîd Reşîd Beg
B: Berwarî Jêrî:
Ji alîyê cografî ve Berwarî Jêrî dikeve bakur-rojhilata Parêzgeha Duhokê û başûrê Çiyayê Gare. Ew li ser çar deveran hatîyê dabeşkirin: Devera Sîyar û Spîndara, Dewera Robarî, Devera Beroj û Devera Nehle.
Ew ji layê rojhilat vê li gel Eşîreta Zêbar û ji layê rojava ve li gel Eşîreta Doskî Jêrî hevsînor e. Ji layê bakur ve digihe Kopîtka Çiyayê Gare. Ji layê başûr ve digihe Kopîtka Çiyayê Xêrê û Eşîreta Mizûrî Jêrî.
Hin ji serokeşîrên Berwarî Jêrî (1730–2014) ev in: Edur-Rehman Axa yê Yekem, Ebdur-Rehîm Axa, Ebdulah Axa yê Yekem, Mîrxan Axa yê Yekem, Haj Mihemed Salih Axa, Silêman Axa Berwarî, Mîrxan Axa yê Duyem, Edur-Rehman Silêman Axa, Ehmed Mîrxan Axa, Mecîd Se'îd Silêman Axa.
Sisê: Eşîreta Herafî
Yek ji eşîretên Êzîdî ye, ku para bêtir ji wan li Şêxan û derdora wê akincî ne û serokatîya wan ji Malbata Elî Axa ye, ji gundê Boza.
Çar: Eşîreta Xetarî
Yek ji eşîretên Êzîdî ye, ku para bêtir ji wan li gundê Xetarê cîwar e, ku navê eşîretê ji wir hatîye. Yek ji serok, mezin û axayên eşîretê Elî Axo Ne'mo Êzîdî bûye. Di heman çaxê de ew serokê gundê Xetarê jî bûye. Di despêka sedsala bîstan de navê Elî Axo Ne'mo Êzîdî li gel navên axa û mezinên Devera Behdînan hatibû, ku Sultanê Osmanî Ebdulhemîd ê Duyem (1876 – 1909) sala 1901–1902yan di lêborîn derbarê wan de derxistibû.
Pênc: Eşîreta Denanî
Eşîreteke Êzîdî ye ya Devera Behdînan, li pir deveran akincî bûne, Serokê Hoza Denanî Eqdî Axa yê Denanî di sedsala 17an de (1650) bajarê Sêmêlê avedan kiribû û para bêtir ji Denanîyan li Komelgeha Xankê akincî ye.
Nivîser û dîrokzanê Îraqî Sedîq Demelûcî dibêje ku Eşireta Denanî yek ji giringtirîn eşîretên Êzîdî ye li Şêxan, hejmara wan mezin e, ew ji deverên Wêranşar û Mêrdînê hatine, beşek ji wan çûne Şingalê û beşê din vegerîyaye devera xwe.
Hin ji mezin û axayên Denanîyan ev in: Eqdî Axa yê Denanî, Nemir Kurê Simo, Şêx Hesen Reşo, Xelîn Axa Denanî.
Şeş: Eşîreta Doskî
A: Doskî Jorî:
Eşîreta Doskî yek ji eşîretên navdar e li Devera Behdînan. Ew dibine sê beş: Doskî Jorî, Doskî Jêrî û Doskîyên bakurê Kurdistanê. Doskî Jorî li nîvê yekê ji sedsala hijdeyan ser bi Mîrgeha Hekarî dihate hejmartin. Doskî Jorî li Devera Behdînan ser bi kargerîya Nahîya Şêla Dizê ye û ji van gundan pêk dihê: Çê, Bîrê, Ertîs, Oremar, Nêrwe, Şetins, Zêwe, Çemtê, Titim, Şêx Mem. Sînorê cografîk yê Hoza Doskî Jorî ji layê bakur ve, bakurê Kurdistanê ye. Ji layê Başûr ve, Hoza Rêkan e. Ji layê Rohilat ve, Hoza Herkîyên Binecih e. Ji layê rojava ve, devera Ertûş e.
B: Doskî Jêrî:
Sînorê cografîk yê Eşîreta Doskî Jêrî ji layê başûrê ve bi Duhokê destpê dike. Ji layê bakur ve bilindahîyên Çiyayê Metîn e. Ji layê rojava ve Çemê Xabûr e. Ji layê rojhilat ve Amêdîyê ye.
Hin ji mezin û axayên Eşîreta Doskîyan ev in: Şahîn Axa Çêyî, Îsma'îl Axa Çêyî, Bazîd Axa, Ebdur-Rehman Selîm Feqî Şêtinsî, Helîm Axa Doskî, Mihemed Axa Doskî, Se'dûn Axa Beroşkî, Cangîr Axa Doskî, Omer Axa Doskî, Tahir Axa Hemzanî, Eban Axa Kurê Temer, Îsma'îl Axa Kurê Reşo Axa, Sefer Axa, Se'îd Axa, Selîmê Mistê, Dêwalî Axa Doskî
Heft: Eşîreta Dunbilî/Dumilî
Eşîreteke navdar û xwedî mîrgehekê bûye. Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameyê de behsa mîrgeh, mezin û mîrên Dunbilîyan kirîye, wek: Hacî Beg Dunbilî, Ehmed Beg Kurê Behlûl, Welî Beg Kurê Mensûr Beg, Sultan Qulî Beg Kurê Cemşîd Beg Kurê Behlûl Beg. Dunbilî du beş in, beşê li Herêma Behdînan, ku li komelgeha Mehede, li Şêxan û li gundê Xoşaba dijîn, hemû Êzîdî ne. Lê beşê ku li bakurê Kurdistanê dijîn, Misliman in.
Heyşt: Eşîreta Reşka
Eşîreteke Êzîdî ye, ku ji devera Cezîra Botan hatîye û piranîya wê li Komelgeha Dêrebînê li rojavayê Deşta Silêvanîyê dijî.
Neh: Eşîreta Rêkanî
Eşîreta Rêkanî yek ji navdartirîn eşîret e li devera Behdînan, ku erdnîgarîya wê dikeve bakur-rojhilatê bajarê Amêdîyê, Paytextê Mîrgeha Behdînan. Ji layê bakur-rojhilat ve ew li gel Hoza Doskî Jorî û Hoza Herkîyên Bincih hevsînor e. Ji layê başûr ve digihe devera Şêla Dizê. Ji layê rojava ve li gel Hoza Nêrwêya Jorîn hevsînor e. Ji layê rojhilat ve digihe Çemê Şemdînan, ku bi Çemê Rûyê Şîn naskirî ye û bi vî çemî devera wê ji devera Barzan û Hoza Mizûrî Jorî vediqete.
Hin ji mîr, axa û mezinên Eşîreta Rêkanî ev in: Mîr Zeynedîn Radekî (Rêkanî), Mîr Ewlîya Beg, Temer Axa Rêkanî, Temû/Teter Axa Rêkanî, Sîtû Axayê Oremarî, Temû/Temer Rêkanî, Sen'an Axa Rêkanî, Habî Axa Rêkanî, Xan Evdelê Rêkanî, Kelhê Axa Rêkanî
Deh: Eşîreta Zêbarî
Eşîreta Zêbarî yek ji hozên kevin û navdar bûye li devera Behdînan. Serkirdeyên vê eşîretê di qonaxên dîrokî de, nemaze di dawîya Xîlafeta Ebasîyan de xwedî desthelat bûne. Ev eşîr dibe du beş: Zêbarî Beroj û Zêbarî Nizar. Piranîya gundên wê dikevin devera Nehlê li Qeza Akrê û Nahîya Dînarte. Erdê wê pir fere ye û ji layê cografîk ve ji bajarê Akrê ji alîyê başûr ve dest pê dike û heya Çiyayê Pîrs ber bi bakur ve diçe. Ji rojhilat ve ji Çemê Zêya Mezin dest pê dike heya Çemê Xazir ji rojava ve. Ew bi Zêya Mezin hevsînor e li gel Hoza Berwarî Jêrî û Hoza Mizûrî Jêrî.
Hin ji mezin, serok û axayên Eşîreta Zêbarîyan ev in: Yûsif Beg, Elî Axa Zêbarî, Hemze Axa Zêbarî, Xan Ebdal Zêbarî, Omer Zêbarî (Mîr Omer), Hesen Beg Zêbarî, Seyf Mihemed Axa Zêbarî, Hacî Axa Zêbarî, Ezo Axayê Seftî, Omer Axa Zêbarî, Silêman Axa Zêbarî, Pis Axa Zêbarî (Yasîn Axa), Elî Axa Teter Axa Zêbarî, Nî'met Axa Zêbarî, Îbrahîm Axa Bakirmanî (Zêbarî), Fetah Axa Hernî, Îbrahîm Axa Hernî, Faris Axa Zêbarî, Mehmûd Axa Zêbarî, Sedîq Axa Zêbarî
Yazdeh: Eşîreta Silêvanî
Yek ji eşîretên kevnar e li Devera Behdînan. Sînorê cografîk yê devera Silêvanîyan berî ku bibe du nahîye Rizgarî û Batêl; ji layê rojhilat ve ji gundê Dubankê destpê dikir wek hêleke rast, Çiyayê Sipî dibirî û gundên Kiwaşê û Batirşayîyê bi xwe ve digirt heya digihîşte gundê Kêlka Bedra li kenarê Çemê Dicle. Ji layê rojava ve ji gundê Qerawûla li kenarê Çemê Xabûr destpê dikir û heya digihîşte gundê Bexlûce. Erdê Silêvanî berfere ye û çar deveran bi xwe ve digre: Lîvê, Sîna, Zîbarîya û Dudibada.
Hin ji mezin û axayên Eşîreta Silêvanî ev in: Îbrahîm Axa (yê Yekem) Silêvanî, Tahir Axa Silêvanî, Îbrahîm Axa Silêvanî, Şemdîn Axa Silêvanî, Ebdî Ezale Axa, Hac Yûsêf Paşa Şemdîn Axa, Hacî Remezan Kurê Hesen, Reşîd Axa Silêvanî, Mihemed Şemdîn Axa, Hazim Beg, Hac Yûsêf Paşa, Hacî Axa, Mihemed Şemdîn Axa
Duwazdeh: Eşîreta Sindî
Yek ji eşîretên kevnar û nasdar e li Devera Behdînan, nemaze li Devera Zaxo. Ew xwedî Mîrgeha Sindîyan jî bûye di serdema Dewleta Ebasîyan de. Deşta devera Sindîyan li rojhilata Çemê Hêzil dirêj dibe bi 35 km heya rojava. Pehnbûna wê 6 km ye û bilindahîya wê 400 – 600 m. rûberê wê 84.000 donim e.
Hin ji mezin û axayên Eşîreta Sindîyan ev in: Mîr Hesen Beg Sîndî, Yûsif Beg, Babik Axa Sindî, Axû Axa, Yûsif Axa, Sarim Axa, Hamid Axa Sindî, Yaqûb Axa Sindî, Şivan Axa Sindî, Ebdî Axa Sindî, Hacî Bedrî Axa, Şêxê Bazî, Se'do Xelîfe, Haco Bozo, Hamid Xelîfe
Sêzdeh: Eşîreta Sûrçî
Yek ji hozên kevnar e li devera Behdînan. Sînorê cografîk yê devera Sûrçîyan dikeve navbera Zincîra Çiyayê Akrê û dirêj dibe heya Zincîra Çiyayê Herîr ji layê bakur ve. Ji layê rojhilat û başûr ve digihe Çemê Zêya Mezin. Sûrçî him li devera Behdînan û him jî li devera Soran akincî ne. Devera Sûrçîyan sê nahîyeyên sereke bi xwe ve digre: Sûrçî/Bicîl, Herîr, Xelîfan
Hin ji serok, mezin û axayên Eşîreta Sûrçîyan ev in: Şivan Axa Sûrçî, Şêx Mihemed, Şêx Reqîb, Şêx Qeyûm, Şêx Ûbeydulah, Şêx Tewfîq, Şêx Kejo, Şêx Bedîh, Şêx Ehmed, Şêx Sedridîn.
Çardeh: Eşîreta Qa'îdî
Yek ji eşîretên Êzîdîyan e, ku piranîya wan li gundên Sîna, Şêx Xidra, Bozan, Şariya ser bi Nahîya Faydê ne. Necîm Husên yek ji serokên Eşîreta Qa'îdîyan bû.
Pazdeh: Eşîretên Koçer
Hindek ji eşîretên koçer, ku karê koçeratî dikirin ji bo çêrandina pezî li cihên corbicor û paşê li devera Behdînan akincî bûne, wek:
Quliya: Li Gudbe û Sêmêlê akincî ne û serokê wan Cemal Tahir e.
Simayla: Li Dulbê, Dêrcindî, Kêvila, Girfîl, Hejîrkê, Sêmêl û Duhokê akincî ne û Serokê wan Hecî Ebdî ye.
Seyîda: Li Batîfa, Şeranş, Şivankê, nêzîkî Çemê Xabûr û Sêmêlê akincî ne û Serokê wan Tahir Ebdî Xalid e.
8. Eşîreta Hacan: Dibêjin, ku peyva Hacan ji navê Haco hatîye. Ew li devera Zaxo û Sêmêlê li van gundan akincî ne: Serteng, Sêcê, Hejîrkê, Germava, Kanîsipî Jorî, Kanîsipî Jêrî, Darê, Hacisnê, Cumcihanê, Meydantatik, Nehla Xurê, Bêje, Bêtas, Girzêrk, Deştmir, Çem Sîrmo, Xirabdar… Ew ji 13 binemalan pêk dihên: Mala Şêrê (Mala Şêxo, Mal Cindo, Mala Seynî), Reşan, Alan, Keçelan, Bûban, Bekran, Bedran, Oman, Pilingan, Sêvan, Gurgan, Hesan. Yek ji axayên Hacanîyan di destpêka sedsala bîstê de, Taha Xidir Axa bû.
Şazdeh: Eşîretên Goran
Eşîretên Goran li Devera Navgurê
Yek ji eşîretên Kurdî yên kevnar û navdar e. Sînorê cografî yê devera Goran ji layê rojhilat ve Çemê Zêya Mezin e, ji gundê Çemê berve başûr diçe heya digihe gundê Werdek-Mexlet û Çemê Ava Zêya Behdînan. Ji layê rojava ve digihe Çemê Gumir/Gumil û Çiyayê Meqlûb û Zerik. Ji layê bakur ve ew li gel rêze-gundên li binara Çiyayê Bakirman û Akrê hevsînor e heya digihe Mêrga Berdesor.
Ev hindek ji mîr, mezin, serokhoz û desthilatderên Nîmçe-Mîrgeha Goran bûne: Mîr Îzedîn Xesrew Kurê Burcim Kurê Xesrewê Kurd, Mîr Mekilwa Kurê Xesrew(1198), Mîr Mûbarezedîn Keş-Texan Kurê Ebdulahê Kurd, Mîr Hûsamedîn Eke (1257), Mîr Se'ed Kurê Hûsamedîn (1257 - 1258), Mîr Mihemed (nêzîkî 1300), Mîr Ebdulahê Kurê Hûsamedîn.
Eşîretên Goran li Devera Behdînan
Hivdeh: Eşîreta Gulî
Yek ji kevintirîn hoz e, ku navê wê di belgenameyeke Dewşeta Osmanî de hatîye nivîsîn û di 20.02.1574 de ser bi Senciqa Sindî Silêmanî/Silêvanî bûye. Ew yek ji Eşîretên Behdînan bûye, ku roleke mezin lîstîye, di Serhildana Behdînan sala 1919an de li dijî Brîtanîyan. Erdnîgarîya Hoza Gulî dikeve bakur-rojavayê başûrê Kurdistanê. Ji layê rojhilat ve li gel Hoza Berwarî Bala/Jorî, Doskî Jêrî û Çemê Xabûr hevsînor e. Ji layê rojava ve digihe Hoza Sindî. Ji layê bakur ve li gel bakurê Kurdistanê hevsînor e. Ji layê başûr ve digihe Hoza Doskî. Hin ji mezin û axayên Eşîreta Gulîyan: Îsma'îl Axa Gulî, Hecî Sadiq Biro Gulî, Silêman Axa Qotî, Taha Axa Bilîcanî, Mihemed Tahir Sadiq Biro
Hîjdeh: Eşîreta Mamûsan (Mamûsîyan)
Yek ji eşîretên Êzîdîyan a navdar e û para bêtir ji wê li devera Şêxan, gundê Behzanê, li Komelgeha Mehdê û devera Be'şîqe akincî ne. Dîroknivîsê Mûsilî Yasîn Efendî Elomerî li ser vê eşîretê nivîsandîye û behsa rûdanên sala 1799/1800 kirîye, ku şerên giran di navbera eşîretên Kurd de, bi beşdarîya Eşîreta Mamûsîyan, li ser talanan hatine kirin.
Nozdeh: Eşîreta Nêrwe
Di çavkanî û bûyeren dîrokî de, sala (1134 û 1225) navê Nêrwe bêtir wek Keleh, ne wek Eşîr hatîye binavkirin. Di serdema Mîrê Behdînan de Mîr Sultan Husên 1533 – 1573 û bavê wî Mîr Hesen Beg Devera Nêrwe li jêr desthelata Mîrgeha Behdînan de bû û mîr û hakimên Devera Nêrwe ji alîyê Mîrgeha Behdînan ve dihatin danîn.
Sînorê erdnîgarîya Eşîreta Nêrwe dikeve bakur-rojhilata Qeza û Keleha Amêdîyê. Ji layê rojhilat ve ew li gel Eşîreta Berwarî Bala/Jorî hevsînor e. Ji layê bakur ve digihe bakurê Kurdistanê. Ji layê başûr ve digihe Nahîya Dêrelûkê. Ew ji layê başûr-rojava ve dibe Devera Nihêl, Berêkarê û Bajarê Amêdîyê.
Hin ji mîr, mezin û axayên Devera Nêrwe ev in: Mîr Xan Ehmed (Xan Ehmed Beg), Mîr Mîm Xazî, Polad Beg Nêrwêyî, Husên Beg, Silêman Beg, Yûnis Beg, Teter Beg (ê Yekem) Sînî (Nêrwêyî), Mîr Sadiq Beg, Elî Begê Sînî, Mîrxan Nêrwêyî, Sedîq Begê Sernî (Nêrwêyî), Teter Beg (ê Duyem) Sînî (Nêrwêyî), Ehmed Axa Hêşetî, Mihemed Axa Hêşetî, Se'do Axa (Se'dolah Axa) Hêşetî, Etem Axa Se'do Axa (Dizgeyî), Salih Axa Ebdulah Axa (Dizgeyî), Reşîd Axa Bêznûrî (Bêznûyî), Qehar Axa, Sebrî Reşîd Axa
Bîst: Eşîreta Hekarî
Yek ji eşîretên kevnar û navdar e li Behdînan, li Devera Şêxan û Beşîqe akincî ye, wek eşîreta binyat bo hemû eşîretên Êzîdî dihê hejmartin û gişt mîrên Êzîdîyan ji vê eşîretê ne. Navê eşîretê her Hekarî maye, ji ber ku binyata wan devera Hekarî bû, berî kişandina sînorê navbera Dewleta Tirkîyê û Îraqê.
3- Eşîretên Behdînan di Salnameyên Osmanî de
Salnameyên Osmanî yek ji karên fermî û giring ên Dewleta Osmanî bû, ku têde pêzanîn û zanîyarên giring ên kargerî, leşkerî, pêrwerde, fêrkirin û hemû çalakîyên dezgeh û wîlayetên ser bi Desthilata Osmanî dihatin tomarkirin.
Yekem salmaneya Osmanî di nîvê sedsala nozdehan de û di serdema Sultan Ebdilhemîd ê yekem de (1839–1861) sala 1847 derketibû bi navê Salnameya Dewleta Bala ya Osmanî û heya sala (1918) berdewam bûye. 68 hejmar jê hatibûn weşandin. Salnameyên Wîlayeta Mûsil jî, ku 5 hejmar bûn, bi vî şêweyî derketibûn:
Yek: 1890–1891
Didu: 1892–893
Sisê: 1894–1895
Çar: 1907–1908
Pênc: 1911–912
Navên van eşîretan di salnameyên Osmanî de li gor nahîye û qeza hatibûn tomarkirin:
Eşîreta Berwarî Jorî û Jêrî : Ji sala 1857 – 1909
Eşîreta Denanî : Ji sala 1860 – 1907
Eşîreta Doskî : Ji sala 1857 – 1907
Eşîreta Reşgerî : Ji sala 1857 – 1864
Eşîreta Rêkanî : Ji sala 1875 – 1912
Eşîreta Zêbarî : Ji sala 1857 – 1912
Eşîreta Silêvanî : Ji sala 1895 – 1912
Eşîreta Sindî : Ji sala 1887 – 1912
Eşîreta Sûrçî : Ji sala 1857 – 1912
Eşîreta Şerefanî : Ji sala 1857 – 1907
Eşîreta Şêrwanî : Ji sala 1857 – 1896
Eşîreta Gerdî : Ji sala 1857 – 1864
Eşîreta Qa'îdî : Ji sala 1860 – 1864
Eşîreta Mizûrî Jorî û Jêrî : Ji sala 1857 – 1912
Eşîreta Nêrwe : Ji sala 1857 – 1907
Eşîreta Herkî : Ji sala 1857 – 1864
BEŞA SÊYEM:
Ji Şerê Çaldêranê heya Rûxandina Mîrgeha Behdînan (1514–1842)
Di beşa sêyem de pirtûk behsa çar babetan dike:
1- Behdînan û Eşîretên wê di Dabeşkirinên Kargerî yên Dewleta Osmanî de(1518–1842)
Di maweya salên 1507–1508 de û dema ku Mûsil ketibû bin dagirkerîya Sefewî, devera Behdînan jî zalbûn bi xwe ve dît. Şahê Sefewî Îsma'îl ê Duyem, yek ji mîrên Sefewî bi navê Ehmed Beg Efşar wek hakimê Mûsilê tayîn kir.
Piştî Şerê Çaldêranê di 23.08.1514an de û serkeftina Dewleta Osmanî ser Sefewîyan, mîrên Mîrgeha Behdînan layengerîya xwe bo Osmanîyan ragihandin, di heman demê de wan serbixwetîya mîrgeha xwe parastin û herêm bi aşîtî kete nav bazinê deshelatdarîya Osmanî.
Di 4ê Gulana 1516an de Kurdan bi 10 hezar çekdar di Şerê Qerexîn/Qoç Hesar de harîkarîya Osmanîyan li dijî Sefewîyan kirin û Osmanî serkeftin. Di Tebaxa 1516an de û piştî Mûsil kete bin desthelata Osmanîyan, yekem hakim bi navê Bedir Beg li Bajarê Mûsilê hat wezîfedarkirin, ku Kurd bû û mîrê Mîrgeha Botan bû. Wî heya sala (1518) hukim kir.
Paşê Husên Beg Dasinî, ku ew jî Kurd bû, di Nîsana 1534an de wek hakimê Mûsilê hatibû wezîfedarkirin. Piştre van mîr û began heya sala 1639an hukimdarîya Wîlayeta Mûsilê kirin: Ehmed Beg Şemsidîn Botanî, Mîr Husên Paşa Canbilat/Canpolad (1588–1592), Hesen Paşa ku hakimê Amêdîyê bû(1600–1601), Mîrza Beg Dasinî(1639)
2- Mîrên Mîrgeha Behdînan li Amêdîyê, Zaxo, Akrê, Duhokê
A: Mîrên Mîrgeha Behdînan li Amêdîyê (1518 – 1842)
Sultan Hesen Beg, kurê Mîr Seyfedîn (Sêvdîn), (1465 – 1533)
Sultan Husên Beg (Husên Welî yê duyem, kurê Hesen Beg, (1533 – 1573)
Qubad Beg ê Yekem, kurê Sultan Husên Beg, (1573 – 1584)
Behram Beg (Bayram-Xan Beg/Bayram Beg, kurê Sultan Husên Beg (Husên Welî), (1573 – 1584)
Seyêd-Xan Beg (Sîdî-Xan), kurê Qubad Beg ê Yekem, (1585 – 1620)
Mirad-Xan, kurê Seyêd-Xan Beg, (dora sala 1620)
Sultan Husên Beg, kurê Seyêd-Xan Beg, (ne diyar e)
Abdulah-Xan Beg, kurê Seyêd-Xan(Sîdî-Xan Beg), (dora sala 1627)
Yûsif-Xan, kurê Bayram Beg, kurê Sultan Husên Beg (Husên Welî), (...? - 1632)
Se'îd-Xan Beg ê Yekem, kurê Seyêd-Xan Beg, (1631–1632)
Abû-Se'îd, kurê Seyêd-Xan Beg, (1636 - ….?)
Yûsif-Xan, kurê Se'îd-Xan Beg, kurê Seyêd-Xan, (berî sala 1638)
Hesen Beg, kurê Seyêd-Xan, (berî sala 1639)
Abû-Se'îd, kurê Seyêd-Xan, (09.06.1639)
Sultan Mûseyêd-Xan, kurê Seyêd-Xan (Sîdî-Xan Beg), (1656 - ….?)
Qubad Beg, kurê Se'îd-Xan Beg, (1662)
Qubad-Xan, kurê Abû-Se'îd, kurê Seyêd-Xan, (1670 - ….?)
Qubad Beg, kurê Mûseyêd-Xan Beg, (….? - 1681)
Osman Beg, kurê Mûseyêd-Xan Beg, (24.08.1681)
Behram Beg, kurê Sultan Husên, (ne diyar e)
Bayram-Xan Beg, kurê Yûsif-Xan Beg,
kurê Se'îd-Xan Beg ê yekem, (1579 – 1682)
Sê'îd-Xan ê Duyem, kurê Yûsif-Xan, (1682 - ….?)
Osman-Xan (Beg), kurê Yûsif-Xan, cara yekem, (1698 – 1700)
Qubad Beg (Paşa), kurê Yûsif-Xan, (1700 - 1701)
Zibêr Paşa yê yekem, kurê Se'îd-Xan ê Duyem, (1702 - 1712)
Osman-Xan (Beg), kurê Yûsif-Xan, cara duyem (1712 – 1714)
Behram Paşa yê mezin, kurê Zibêr Paşa, (1714 – 1768)
Îsma'îl Paşa yê yekem, kurê Behram Paşa yê mezin, (1768 – 1798)
Mihemed Teyar Paşa, kurê Îsma'îl Paşa, cara yekem, (1798 – 1798)
Qubad Beg, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1800)
Mirad-Xan Paşa yê Duyem, kurê Îsma'îl Paşa, (1800 – 1802)
Adil Paşa, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, cara duyem, (1802 – 11803)
Qubad Beg (Paşa) yê Sêyem, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1803 - 1805)
Ehmed Paşa, kurê Sultan Husên, (1805)
Adil Paşa, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, cara sêyem, (1805 – 1808)
Zibêr Paşa yê Duyem, kurê Îsma'îl Paşa, (1808 - 1816)
Mihemed Teyar Paşa, kurê Îsma'îl Paşa, cara duyem, (1816 – 1817)
Zibêr Paşa yê Duyem, kurê Îsma'îl Paşa, cara duyem, (1817 - 1824)
Mihemed Se'îd Paşa, kurê Mihemed Teyar, cara yekem, (1824 – 1827)
Mûsa Paşa, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, cara yekem, (1827)
Mihemed Se'îd Paşa, kurê Mihemed Teyar, cara duyem, (1827 – 1833)
Mûsa Paşa, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, cara duyem, (1833 - 1833)
Selîm Paşa, kurê Mihemed Teyar Paşa, (1836 – ….?)
Îsma'îl Paşa yê Duyem, kurê Mihemed Teyar Paşa, (1836 - 1842)
B: Mîrên Zaxo yên Malbata Mîrên Behdînan
Seyêd Qasim, kurê Sultan Hesen Beg, (nîvê1ê sed. 16)
Mîrza Mihemed, kurê Sultan Hesen Beg, (1557)
Xan-Ehmed, kurê Sultan Hesen Beg, (1559 - 1560)
Qubad Beg, kurê Sultan Husên (Welî), (1574)
Behram (Bayram) Beg, kurê Sultan Husên (Welî), (1575)
Seyêd-Xan (Sîdî-Xan), kurê Qubad Beg, kurê Sultan Hesen Beg, (1576 - 1577)
Behram (Bayram) Beg, kurê Sultan Husên (Welî), cara duyem, (1584)
Seyêd-Xan (Sîdî-Xan), kurê Qubad Beg ê Yekem, (1584)
Qubad Beg, kurê Sultan Mûseyêd-Xan Beg, (1656 - ….?)
Zibêr Paşa yê Yekem, kurê Se'îd-Xan ê Duyem, (1699 - ….?)
Se'îd-Xan Beg ê Sêyem, kurê Osman Beg, (112 - 1713)
Yehya Beg, cara yekem, (1765)
Behram Paşa, kurê Zibêr Paşa yê Yekem, (bo maweyekê), (1768)
Yehya Beg, cara duyem, (1768 - 1780)
Teyfûr Beg, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1786)
Elî-Xan (Alîxan) Beg, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1790 - 1797)
Lutfulah Beg, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1798)
Qubad Beg, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1798 - 1800)
Adil Beg, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, (1800 – 1808)
Behadîn Beg, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1808)
Qubad Beg (Paşa), kurê Sultan Husên, (1808)
Mihemed Se'îd, kurê Mihemed Teyar Paşa, (1809 – ….?)
Mihemed Teyar Paşa, kurê Îsma'îl Paşa, (1813 – ….?)
C: Mîrên Kela Akrê yên Malbata Mîrên Behdînan, ji sedsala 16an heya nîvê sedsala 19an
Silêman Beg, kurê Sultan Hesen Beg, (dawîya sedsala 15an – destpêka sedsala 16an)
Bayram Beg, kurê Sultan Husên (Welî), (nîvê yekê ji sedsala 16an)
Seyêd-Xan (Sîdî-Xan) Beg, kurê Qubad Beg ê Yekem, (nîvê yekê ji sedsala 17an)
Husên Beg (Sultan Husên) ê Çarem, kurê Mûseyd-Xan Beg, (….? - 1656)
Osman Beg, kurê Yûsif Beg, (….? - 1700)
Sultan Bediridîn, pismamê Behram Paşa yê Mezin, (….? - 1724)
Îsma'îl Paşa yê Yekem, kurê Behram Paşa yê Mezin, (….? - 1740)
Bayram Beg, kurê Sultan Bediridîn, (1765 - 1770)
Teyfûr Beg, kurê Behram Paşa yê Mezin, (1787)
Fethulah Beg, kurê Ebdurehman Beg, kurê Zibêr-Xan Paşa yê Duyem, (1786 - 1787)
Hac Lutfulah Beg/Teyfûr Beg/Hacî-Xan Beg/Elî Beg, kurên Behram Paşa yê Mezin, (1787 - 1788)
Qubad Beg, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, cara yekem, (1788 - 1789)
Mirad-Xan Beg, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, (1789 - 1790)
Qubad Beg, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, cara duyem, (1790 - 1790)
Mirad-Xan Beg, kurê Îsma'îl Paşa, cara duyem, (1790 - 1798)
Mihemed Teyar Paşa, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, (1798 – 1800)
Qubad Beg, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, cara sêyem, (1800 - 1808)
Behadîn Beg, kurê Sultan Husên, kurê Behram Paşa yê Mezin, (nîvê 1ê sed. 19an)
Îsma'îl Beg (Îsma'îl Paşa yê Duyem), (1822 - 1832)
D: Mîrên Duhokê yên ji Malbata Mîrên Behdînan
Hesen Beg, kurê Seyfedîn Beg, (1486)
Mirad-Xan Beg, kurê Hesen Beg, (nîvê 1ê sed. 16an)
Adil Beg, kurê Îsma'îl Paşa yê Yekem, (1787 – 1800)
Mihemed Teyar Paşa, (1800 – 1804)
Behdînan di Dabeşkirinên Kargerî yên Dewleta Osmanî de(1518–1842)
Mêjû Wîlayet Têbînî
1518 Diyarbekir Amêdîyê, Şingal, Zaxo
1515 – 1533 Diyarbekir Devera Zaxo bi Senciqa Sindî-Silêvanî dihate naskirin.
1533 Mûsil Devera Zaxo bi Senciqa Sindî-Silêvanî dihate naskirin.
1534 Diyarbekir Amêdîyê, Şingal, Zaxo bi Sindî-Silevanî dihate naskirin.
1539 Mûsil Zaxo Senciq bû.
1551 Loristan (Şehrezor) Senciqa Sindî-Silêvanî
1565-1566 Şehrezor Amêdîyê
1568 Bexda Bo yekem car Mîrgeha Amêdîyê bi ser Bexda ve bû.
1574 Bexda Zaxo Senciq bû.
1584 Bexda Zaxo Senciq bû.
1588 Mûsil Zaxo Senciq bû.
1656 Bexda Amêdîyê, Akrê, Zaxo
1687-1702 Bexda Hikûmeta Amêdîyê
…? -1701 Bexda Zaxo Senciq bû.
1727-1740 Bexda Hikûmeta Amêdîyê
1702-1842 Mûsil Zaxo Senciq bû, Amêdîyê.
3- Helwest û Lihevnekirinên Hindek Eşîretan li Gel Mîrgeha Behdînan
Di vê mijarê de pirtûk behsa hindek nakokîyan, berjewendîyên kesane û tiştên din dike yê di navbera Mîrgeha Behdînan û mîrên wê de li deverên din, ku kêm bawerî û alozî di navbera Mîrgehê û hin mîran de peyde kirin û herwiha hin mîr û eşîretên Kurd xwe ji desthelata Mîrgeha Behdînan dûr kirin. Bêguman ev diyarde ne tiştekî nû ye di dîroka gelê Kurd de!
4- Bergirîkirina Eşîretên Deverê ji Mîrgeha Behdînan re
Mîrgeha Behdînan di qonaxên xwe yên cuda de, şîya bû hêzeke siyasî û leşkerî ya giring li deverê pêk bîne. Ji bo vê yekê, cihê wê yê suriştîya çiyayî bo wê bûbû harîkar, nemazê cihê erdnîgarîya paytextê wê Kela Amêdîyê. Herwiha şehrezaya siyasî, pêwendîyên civakî û hevpeymanên navbera mîrgehê û palpiştî û piştevanîya eşîretên Kurd, mîna Eşîreta Berwarî,
Rêkanî, Zêbarî, Mizûrî, Silêvanî, Doskî û Nêrweyî bûne hokar bo hêzbûn, serbixwetîya Mîrgeha Behdînan û wergirtina nasnavê sultan bo mîrê mîrgehê. Ji ber van sedeman ev dibe belge û nîşaneke giring di dîroka gelê Kurd de.
Di maweya desthelatdarîya Mîrgeha Behdînan de hevrikî û mililaneyeke mezin hebû di navbera du Împêratorîyên hêzdar de, Împêratorîya Osmanî ji layê bakur û rojava ve û Împêratorîya Sefewî ji layê başûr û rojhilat ve, nemaze di Şerê Çaldêranê/Tebaxa 1514 de navbera herdu Împêratorîyan li ser Axa Kurdistanê. Mîr Hesen Beg, li Mîrgeha Behdînan hewl daye ku serokayetîya tevger û hevgirtina eşîretan bike û helwesteke bêlayengerî werbigire, da ku xwe ji wêranîya vî şerê dijwar xelas bike û serbixwetîya mîrgeha xwe biparêze.
Ev şehrezayî û siyaseta Mîr Hesen Beg bala Dewleta Osmanî kişand, ya ku hewil da piştevanîya Mîrgeha Behdînan û mîrê wê bi dest xwe ve bîne. Mîr Hesen Beg ev tişt wek delelîve dît û şehrezatîya xwe ya siyasî û dîplomasî xiste ger û şiya bû bi rêka zana û kesayetîya ayînî yê şehreza yê Kurd Mela Îdrîs ê Bedlîsî rêkeftnameyeke ji 10 xalan li gel Sultanê Osmanî Selîm ê Yekem (1512–1520) pêk bihêne.
Di wê rêkeftnameyê de pêwendîyên siyasî û dîplomasî di navbera Mîrgeha Behdînan û Împêratorîya Osmanî de hatin destnîşankirin û desthelata Mîrê Behdînan li ser mîrên din ên Kurd hate sepandin. Li gor vê rêkeftnameyê Sultanê Osmanî nasnavê sultan dabû Mîrê Behdînan Hesen Beg kurê Sêvdîn. Ev rêkeftnameya navbera Mîrgeha Behdînan û Dewleta Osmanî, di Arşîva Osmanî de, li bajarê Stenbolê hatîye parastin, ku Mora Sultan Selîm ê Yekem û mora zana û siyasetvanê Kurd Mela Îdrîs ê Bedlîsî(1452–1520) li ser e.
Di sedsala 16an de desthelata Mîrgeha Behdînan, nemaze di serdema Sultan Hesen Beg/sala 1533 û kurê wî Sultan Husên Welî(1533–1573) de mezin û berfere dibe, ku sînorên wê yên cografî digihînin komeke kelehan, mîna Akrê, Şûşê, Nêrwe, Bêbişrê, Erzê, Duhokê û Zaxo.
Li jêrserkirdayetîya Mîrê Behdînan eşîretên Kurd xwedî hêzine leşkerî bûn û mîrên wan harîkarîyên diravî pêşkeşî pêdivîyên leşkerî û avadanî yên mîrgehê dikirin.
Ketina Mîrgeha Behdînan ji layê Dewleta Osmanî ve
Piştî rûdanên Malbatî yên nexweş di navbera Mîrên Behdînan de û hevrikîya Mîr Mihemed Rawendozî (Mîrê Kor) li dijî Mîrgeha Behdînan û hêrişên wî ser mîrgehê, desthelat û şîyanên leşkerî yên Mîrgeha Behdînan lawaz bûn. Sala 1841ê hêzên leşkerî yên Mûsilê bi serkirdayetîya Mihemed Paşa Înce Bîreqdar dest pê kir, ku hêrişê bibe ser Behdînan û Mîrê wê yê Amêdîyê Îsma'îl Paşa yê Duyem. Mîrê Amêdîyê li gel hindek eşîretên Kurd berxwedaneke qehremanî ya dirêjxayen û xwînrij kir li dijî hêzen leşkerî yên Dewleta Osmanî heya rûxandina Mîrgeha Amêdîyê.
BEŞA ÇAREM:
Piştî Ketina Mîrgeha Behdînan Heya Hatina Dagîrkerên Brîtanî(1842-1919)
Beşa çarem li ser sê babetan radiweste:
1-Behdînan di Dabeşkirinên Kargerî yên Dewleta Osmanî de (1842 – 1918):
Piştî ketina Mîrgeha Behdînan, Misyonarê Amêrîkî Asahîl Grant sala 1839an seredana Amêdîyê kiribû û gotibû: "Min Bajar bi tiştê ku bi ser de hatî dît. Ji ber şerên hêrişkirina Kurdên Rawendoz ser Amêdîyê, ji hezar xanî tenê dused û pêncî xanî mabûn, ku xelk têde dijîya. Deverên din, wek bazar û dikan xerabe û gemarî bûn." Grant behsa leşkerên dagîrkerên Tirk jî dike, ku li ber Dergehê Amêdîyê pir pirs ji wî kiribûn. Ew diyar dike ku nêzîkî 100 malên Fileyan û 100 malên Cihûyan jî li bajêr hebûn.
Di ware girêdana kargerî de ya Osmanîyan, Behdînan bi vî şêweyî hatibû dabeşkirin:
Mêjû Wîlayet/Senceq Têbînî
1848 Wan/Hekarî Amêdîyê û Akrê ser bi Senceqa Hekarî ve bûn. Zaxo ser bi Wîlayeta Mûsil ve bû.
1852 Hekarî/Hekarî Zaxo, cara yekem bibû qeza û navê qeymeqamê wê Hacî Ebdulah Beg bû.
1853 Hekarî/Zaxo Navê Qeymeqamê Zaxo Husnî Beg bû.
1854 Mûsil/Mûsil Akrê wê demê qeza bû û Zaxo heya sala 1855an senceq bû û ser bi wîlayeta Hekarî ve bû.
1855 Hekarî/Hekarî Ji bilî Akrê, ew bi ser Wîlayeta Mûsil ve bû.
1856 Wan/Mûsil Ser bi Wîlayeta Kurdistan û Senceq (Lîwa) Mêrdîn ve bû.
1860 Wan/Mûsil Ser bi Wîlayeta Kurdistan û Senceqa Mêrdîn ve bû.
1863 Wan/Mûsil Ser bi Wîlayeta Kurdistan û Senceqa Mêrdîn ve bû, heya sala 1866an.
1867 Bexda/Mûsil Amêdîyê, Dawûdîyê, Akrê, Eşîreta Zêbar, Zaxo, Mizûrî Jorî, Eşîreta Ertûşî, Eşireta Herkîyan.
1869 Bexda/Mûsil --- (ne diyar e).
1875 Bexda/Mûsil Navê qeymeqamê Amêdîyê Ehmed Efendî bû. Navê Qeymeqamê Akrê Emîn Efendî bû. Navê qeymeqamê Duhokê Elî Zihnî Efendî bû û Navê qeymeqamê Zaxo Silêman Efendî bû.
1877 Mûsil/Mûsil --- (ne diyar e).
1879 Mûsil/Mûsil Amêdîyê, Zaxo, Duhok, Akrê û Şingal.
1880 Mûsil/Mûsil Qezayên Amêdîyê, Zaxo, Akrê, Zêbar û Şingal.
1884 Mûsil/Mûsil Amêdîyê, ku ser bi Wîlayeta Hekarî û Senceqa Hekarî ve bû.
1887 Mûsil/Mûsil Amêdîyê, ku ser bi Wîlayeta Hekarî û Senceqa Hekarî ve bû.
1890 Mûsil/Mûsil Zaxo, Duhok, Zêbar û Şingal ser bi Wîlayeta Mûsil ve bûn. Qeza Amêdîyê ser bi Wîlayeta Wanê ve bû.
1891 Mûsil/Mûsil Amêdîyê ser bi Wîlayeta Wanê ve bû.
1892 Mûsil/Mûsil Qeza Zaxo, Duhok, Akrê û Amêdîyê.
1893 Mûsil/Mûsil Amêdîyê, ku ser bi Senceqa Kerkûk ve bû.
1894 Mûsil/Mûsil Qeza Akrê, Zêbar, Amêdîyê, Zaxo û Duhok.
1896 Mûsil/Mûsil Amêdîyê, ku ser bi Senceqa Hekarî û
Wîlayeta Wanê ve bû.
1898 - 1918 Mûsil/Mûsil --- (ne diyar e).
2- Hin ji Rûdawên Hevnegirtinan di Navbera Eşîretên Behdînan de:
Di vê birgehê de pirtûk behsa hin hokarên siyasî, civakî, aborî û sepandina hêzên destheladarîyê di navbera eşîretan de dike, ku hiştin yekrêzî û hevhezî di navbera wan de têk biçe û li şûna wan hevrikî û pêkdadan di navbera wan de peyde bibe, wek nimûne:
3- Bergirîkirina Eşîretên Behdînan li Dijî Dagîrkeran (1880–1919):
Ev birgeha pirtûkê li ser van babetan radiweste:
Çavkanî û Jêder:
(Serinc: Rêzbendîya çavkanî û jêderan ne li gor alfabêtê ye, ew li gor rêzkirina mijarên pirtûkê ye.)
Nivîsén tékildar