logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Husên Duzen

Nivîskar: Husên Duzen

 

Husên Duzen, li gundekî Mêrdînê ҫêbûye. Ji ber ku dibistan li gundê wan tunebû, dibistana seretayî li gundê cîran xwend. Dibistana navîn li navenda Mêrdînê qedand. Sala 1974an li Amedê dest bi dibistana mamostatiyê kir. Piştî ҫend mehan ji dibistanê hat nefîkirin bo rojavayê Tirkiyê. Li navҫeya Savaştepeya Balikesirê jî pir nema, ji alî karbidestên dibistanê ku hîngê di destê faşîstên Tirk de bû hat bidurxistin.

Vegeriya Welêt. Li Qosarê û Mêrdînê bi şêweyekî ҫalak ket nav xebata ҫandî û siyasî. Endamtiya koma rêvebir a komeleyeke Mêrdînê û yeke Qoserê kir. 

Piştî ku desthilatdarî li Tirkiyê hat guhertin, Duzen mîna gelek kesên din bi programeke taybet sala 1978an lîse li navҫeya Akşehira Konyayê qedand.

Ji 1979an vir de li Almanyayê, niha li Hamburgê dijî. Piştî li Hamburgê xwendina aboriyê(VWL) qedand, li Frankfurtê û Hamburgê tib xwend. Duzen wek bijişk di beşê Psîkîyatriyê de kar dike.

Wergerên Husên Duzen yê wêjeyî:

-  „Zehn Kurdische Erzähler“ (10 Vebêjerên Kurd), berhevkirin û wergera 9 çîrokan ji Kurdî bo Almanî ligel hin wergêrên din,

-    „Im Schatten der verlorenen Liebe“ (Siya Evînê), romana Mehmed Uzun, ji Kurdî bo Almanî tevî Andreas Grenda,

-   „Sê Cowboy li Kurdistanê”, Nazîf Telek, ji Almanî bo Kurdî,

-   „Nameya Ku Hate Gund“, kurteçîrokeke Esma Ocak ji Tirkî bo Kurdî,

-   „Name Ji yekî qomunîst re”, gotareke Herman Hesse, ji Almanî bo Kurdî,

-  “Hiob“ romana Joseph Roth, ji Almanî bo Kurdî, 2015, Weşanxaneya Rûpel, Stenbol

-   „Li Welatê Sînoran“ romana Şerko Fatah, ji Almanî bo Kurdî, 2015, Weşanxaneya Ayrıntı, Stenbol

-  YOL-Riya Welatê Xerîbiyê, Wênepirtûk, Serpêhatiya produktorê fîlmê YOL(rê), Edi Hubschmid û revandina Yilmaz Guney ji Tirkiyê,  ji Almanî bo Kurdî, 2017, Weşanxaneya PPP Publishing Partners, Zûrîh.

Rêvebirina bernameyên wêjeyî:

-  Wek moderator li ser televizyona Kurd1ê programa ҫandî „Vegotin” ji 2009 heta 2010an pêşkêş dikir.

-  Zivistana 2003an, li gel nirxandina gelek pirtûkan rêvebirina sohbetên li ser pirtûkan di koçka internetê  “Şevbuhêrka Pirtûkên Kurdî" de. Kesên ku bi kêmanî li ser pirtûkekê axivîn: Ş. Bekirê Sorekli, Silêman Demir, Tengezarê Marînî, Enwer Karahan, Îbrahîm Seydo Aydogan bûn. Di 20 şevbûhêrkan de li ser 11 pirtûkên kurteçîrokan, 7 romanan û 2 pirtûkên bîranînan hate rawestandin.

-  Nivîsên rexneyî û çandî di kovar û rojnameyan de: Nûdem, Peyama Kurd, Kovara W, Tîroj, Nûbûn, Peyv û hwd.

-  Di Quncika „Peyv“ de li malpera Netkurdê de ji 2005 an heta 2007an gotarên li ser wêje û çandê belav dikir.

-   Wek axavtvan û moderator beşdarbûna hin konferansên çandî bûye.

-   Vê dema dawî gotarên wî bêtir di malpera Ria Taza de belav dibin.

 

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf