logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mehmet Saît Arzû

Nivîskar: Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir. Di çapameniya azad de di beşa înternetê de çend nivîsên wî hatin weşandin. Ji salên ciwantîyê û vir ve bêhtir li ser zimanê Kurdî têkildar dibe. Demek dirêje di nav hevalên xwe yên wêjehez de xebatên zimanê Kurdî dike û bêhtir jî li ser helbesta Kurdî hûr û kûr dibe.

 

Berhemên Mehmet Saît Arzû:

1- Bir Daha, Helbest, Weşanên J&J, 2016, Amed

2- Çokeşli Evlilik, Lêkolîn, Weşanên J&J, 2016, Amed

3- Banga Bêdengiyê, Helbest, Weşanên J&J, 2019, Amed

4- Bîra Helbestê I Robozik, Helbest, Weşanên J&J, 2019, Amed

5- Bîra Helbestê II Helebçe, Helbest, Weşanên J&J, 2020, Amed

6- Bîra Helbestê III Şingal, Helbest, Weşanên J&J, 2020, Amed

Nivîsén tékildar

Dilawerê Zengî

Nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî piştî şewata Sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatîye dinyayê. Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî Mihemedê ‘Emê tevî malbata xwe ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bi cî dibin.


Cewad Merwanî

Hunermendê Kurd Cewad Merwanî, di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê (Silîva) di nava malbateke hunerhez û kurdperwer de hat dinyê. Cewad xwendina xwe ya destpêk û navendî li xwendingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de Fakûlteya Perwedeyê ji bo mamostetîyê xwend. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwendinê berde. Ji ber ku ew zû pê hesîya ku bi riya zimanê serdest, siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir wê bê meşandin.


Mele Îsmet / Îsmet Kiliçaslan

Mele Îsmet di sala 1932yan de li Çorsêna li ser Tetwanê hatîye dinê. Navê bavê wî Hacî Evdirehman û navê diya wî jî Meryem e. Seyda sê bira û du xwuçk bûne. Navê hevjîna Seyda Nîmet e. Çar kur û du keçên Seyda û Nîmetê hene. Kur û keçeke Seyda li Ewropa, kurekî wî li Bursayê, du kur û keçeke wî jî li Îzmîrê dijîn. Seyda ji binemala Qilîçîyan e.