Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Ajokarê pêşbirkan yê Kurd Isaac Tûtûmlû Lopez, 5ê Temmûza 1985an li bajarê Barcelona yê Spanyayê ji dayik bûye. Bavê wî ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û dayika wî jî ji Spanyayê ye. Isaac Tûtûmlû kurê Bayram Tûtûmlû ye yê ku yekem menajerê bi lîsansa FIFAyê yê Tirkiyeyê ye û di futbolê de gelekî bi nav û deng e.
Isaac Tûtûmlû di sala 2007an de, yanî 21 salî bi beşdarîya pêşbazîya di Rêzeya Mitjet ya Albacete Circuitê de ku 30 kes beşdar bibûn, derbasî otomobîlan bû. Ji wê demê ve vî karê xwe didomîne û di gelek pêşbirkan de serkeftinên bedew bi dest xistine. Li gor ku Lopez dibêje, meyla wî ya ajotina erebeyan hê du salî bû dest pê kiriye û heta 15 salîya xwe li ser go-kartê ev tetbîq kirîye. Ji bo karibe heqê pêşbazîyên xwe yên go-kartê bide, di ber xwendina xwe re şuxilin din jî dikirin.
Zarotîya Isaac Tûtûmlû
Isaac Tûtûmlû Lopez, di warê Tûrîzm û Rêveberîya Otêlan, Têkilîya Gel û Kirîn û Firotinê de xwedî du bawernameyan e. Heft zimanan bi rehetî diaxive û di karûbarên Karsazîya Navnetewî de jî dixebite.
Isaac Tûtûmlû Lopez neteweperwerekî Kurd e û ala Kurdistanê li ser erebeyê xwe neqiş kirîye. Di pîrozbahîyên pêşbirkên navnetewî de jî ala Kurdistan li xwe dipêçe û bi awayekî serketî nûnertîya Kurd û Kurdistanê dike. Di sala 2011ê de navê tîma xwe kiribû Tîma Pêşbirkê ya Barzanî û bi wê dest bi nûnertîya Kurdistanê kir. Paşê di sala 2019an de, ji bo bikaribe nûneratîya welatê xwe tevdî bike ew nav guhert û kir Tîma Pêşbirkê ya Kurdistanê.
Ajokarê ciwan di gelek pêşbazîyan de şampîyonî û derece bi dest xistine, çend mînak jê wiha ne: Di Hezîrana 2019an de, di pêşbirka navdar a Formula Nürburgring a Almanyayê de pîlotê Kurdistan 90Autoacademy Isaac Tûtûmlû di rêza Porsche Mobil1 Supercup de ku 25 wesayit tê de beşdar bûn, pileya yekem bi dest xist û dema madalyaya xwe wergirt ala Kurdistanê vekir. Îshaq Tûtûmlû berîya pêşbirka li Nürburgringê li Hochheima Almanyayê jî beşdarî pêşbirkê bûbû.
Isaac Tûtûmlû, Jon Miller û Samantha Tan
Pêşbazîya 2023 GT World Challenge Europe Endurance Cup de raûnda çaremîn a vê serdemê li dar ket. Tûtûmlû yek ji perpormansên serketî ya karîyera xwe pêşkêş kir. Tûtûmlû ku hemwelatiyê Spanyayê ye di ajotina ligel tîma xwe de bû sêyemîn. Di nav tîma wî de ligel wî, Samantha Tan û Jon Miller jî hebûn. Di pîrozbahiyê de jî dîsa ala Kurdistanê bilind kir.
Niha xwe ji bo tûrnûvayê navnetewî yê welatên din amade dike. Yek ji xeyala Isaac Tûtûmlû Lopez ew e ku rojekê li Kurdistanê ji bo rûmeta koka bav û kalan pêşbazîyê bike. Di vê derbarê de Lopez dibêje: “Ev xewna min e û ez dixwazim bi qasî ku ji destê min tê bikim da ku ev xeyal bê cih.” Lopez tîne ziman ku ew bi koka xwe ya Kurdî û Katalanî serbilind e û dide zanîn ku gelek tiştên hevbeş yê herdu welatan hene…
Hin pêşbirkên ku beşdar bûye ew in:
Superstars Series
European Production Series
Porsche Supercup
International GT Open
Spanish GT Championship
Porsche Carrera Cup Germany
Mitjet Series Spai
https://www.isaactutumlu.com/
https://www.rudaw.net/kurmanci/lifestyle/01082023
https://diyarname.com/news.php?Idx=60025
https://en.wikipedia.org/wiki/Isaac_Tutumlu
https://kurdistanboards.com/barzani-racing-team-t155.html
Nivîsén tékildar