logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Seywan Saedian

Nivîskar: Seywan Saedian

Seywan Saedian sala 1972ya de li bajarê Mehabadê-rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Hunermendekî pir alî ye, ev zêdetirî bîst salan e bi awayekî aktîf di nav beşên cuda yên hunerê de cih digire. Xebatên hunerî bi xweşnivîsî dest pê kiriye, piştre bi wênevanî, grafîk dîzayn, fotografî, peykervanî, sînema, hunerên postmodêrn, wergêrtî, helbest û çîrokan domandiye.

Xwendina xwe ya pêşî li Mahabadê qedandiye. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehranê, Sine û Bokanê kiriye. Di sala 2001 de ji naçarî, tevî hevjîna xwe ji rojhelat penaberî başurê Kurdistan bûye û 13 salan li wir jiyaye. Wan salên dirêj pir dijwar û bi êş derbas bûne. Di vê navberê de li zanîngehê xwendina xwe dom kiriye û li Zankoya Silêmanîyê Beşa Wênesaziyê di sala 2008an de qedandiye. Di sala 2014an de tên Amedê, ji wir hez dikin û hest bi xerîbîyê nakin. Sala 2016an xwendina xwe li beşa Kurdolojî li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê berdewam dike lê ji ber hin sedeman neqedandiye. Sala 2018an jî derbasî Swêdê bûne û niha li Swêdê dijîn.

Seywan Saedian ji zarokatiya xwe de bi hunerê ve mijûl bûye û heya niha jî didomîne. Li bakurê Kurdistan zêdetir wekî peykarvan hatiye naskirin û bi taybet jî peykerên ku bi hesinên xurde çêkirine balê dikşîne. Heya niha bi dehan pêşangehê wî yê hunerî li gelek welatan çêbûne, weke Îran, Iraq, Tirkiye û Swêdê û eleqeyek mezin dîtiye. Li çend welatan hin peykerên mezin jî çêkirine. 

 

Li gor çalakîyên wî yê hunerî, çalakîyên wêjeyî zêde ne li ber çav in. Yek ji sedema vê ew e ku bi piranî berhemên xwe belav nekirine. Ji sala 1999 ve dest bi helbestan kiriye û heya niha jî dinivîse, lê tenê di sala 2012an de beşek biçûk ya helbestên xwe çap kirine. Herî dawî, helbestek têkelî çîrok û dengbêjîya gelerî bi navê “Seydewan û Keçên Şengalê” nivîsîye lê hîn nehatiye weşandin. Helbestên wî bi piranî nûjen in û çend yê klasîk jî hene ku 2 ji wan wekî stran hatine bikaranîn. Helbestên wî bi Soranî ne.

Sin’etkarê Kurd Seywan Saedian di gelek waran de jêhatî ye; çîroka jî dinivîse, hem kurteçîrok û hem jî çîrokên zarokan. Çend kurteçîrok di kovarên Raman û Sipîtir de hatin çapkirin û çend çîrok jî hîn nehatine çapkirin. Heya niha 12 çîrokên modern yê zarokan nivîsiye. Yekemîn çîrok bi navî ”Jûjî” heya niha bi Soranî, Kurmancî, Siwêdî û Îngilîzî çap bûye. Wêneyên wê pertûkê bi avayekî gelek pîşeger û serkeftî ji alî hevjîna wî Rûnak Resûlpûr ve hatine nexşandin, niha jî pertûka duyemîn ya bi navê Zêbra ji çapkirinê re amade ye û Rûnak Resûlpûr li ser pertuka sêyemîn dixebite. Di sala 2020a de dest bi nivîsandina romanê jî kirîye, lê hîn neqedandiye.

Di navberê salên 2012 heya 2014an goşeyek wî li ser hunerê di heftenameya Edeb û Huner ku paşkoyek ji rojnameya Kurdistanî Niwê bû hebû û bi dehan gotarên wî yê li ser huner û çandê hatine belavkirin. Wekî din, Saedian, ev bîst sal in li ser projeya xwe ya vejîn û navneteweyîkirina “Seva Mêxekrêj/Sêva Evînê” jî dixebite. Di vê derbarê de bernameya li dar dixe. Bi saya vê tevgerê ev adeta Kurdan belav dibe û Seva Mêxekrêj dibe sembola evîndariyê.

Demek dirêj e ku wek dîzaynerê grafîkê kar dike û çarsed bergê pirtûkan, çakêtên CD, poster û logo dîzayn kirine. Di van salên dawî de wî dest bi karê wênekêşiyê jî kiriye û çend pêşangeh li welatên curbicur li dar xistiye. Di salên dawî de bi giranî li ser peyker û sînemayê rawestiyaye. Derhêneriya filman kiriye, her wiha wî bixwe kurtefilm û belgefilm amade kiriye.


ÇAVKANİ

https://pasariartproduction.com/seywan/

https://www.dengeamerika.com/a/huner-hunermend-kurd-siw%C3%AAd-peykersaz%C3%AE-mehabad-rojhilat-/4960435.html

https://bianet.org/kurdi/huner/239089-bernameya-valentayna-kurdi-we-online-pek-were

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


Psychology Kurdî - Kovar

Kovara Psychology Kurdî kovareke derûnnasiyê ye ku di sala 2016an de dest bi weşana xwe kiriye. Ev kovar di warê zanista derûnnasiyê de ji bo zimanê Kurdî pêngaveke dîrokî tê hesibandin. Armanca sereke ya kovarê ew e ku îspat bike zimanê Kurdî ne tenê zimanê wêje û axaftinê ye; ew zimanekî zanistê ye jî û mirov dikare pê xebatên têkildarî derûnnasiyê pêk bîne. Psychology Kurdî bi vê gavê xwest him li dijî pêvajoyên asîmîlasyonê bisekine û him jî valahîya têgih û çavkanîyên akademîk ên bi Kurdî dagire...