logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Kurdgalnamek(pirtûk-PDF)-Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Navê Pirtûkê: Kurdgalnamek(Kurdbêjname)

Nivîskar: Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç

Dîrok

 

JI PÊŞGOTINA WERGÊR HÎWA MIHEMED ZENDÎ

Di warê qeydên nivîskî yên dîrok û şaristaniya neteweya Kurd de em dikarin behsa navê komek kelepûrên balkêş bikin. Awesta û Dînkurd du kitêbên giranbuha yên dînî yên bi Kurdî hatine nasîn in. Teng Gilo yê bi navê Şingulê hatiye nasîn, di sala 700‘ê beriya zayînê de bi Kurdî kitêbek li ser dîn û stêrnasiyê nivîsiye. Aryate bizişkekî Kurd ê bi nav û deng bûye di sala 668‘ê beriya zayînê de li ser zanista bizişkiyê bi rênivîsa Kurdî nivîsiye. Ev kitêb tenê beriya hatina dinyayê ya Mesîh û Îslamê hatine nivîsandin, em dikarin behsa navê Awesta, Dînkurd, Bendhisen, Datistan Dînîk, Artay Wêrafname, Karnameya Erdeşêrê Babekan, Padkar (Yadgarê Zerîran), Dastan Rîdk, Xesro Giwatan û Xutayê Name bikin. Cihê ecêbiyê ye ji bilî tek tûkan, ev û kelepûrên nivîskî yên kevn bi giştî ji nav çûne yan ne li ber dest in.

Ji ber wê, di vê girêdanê de, peydakirina kitêba “Kurdgalnamek”ê ku di sala 1659‘ê zayînî de ji aliyê Kurdekî Zengene yê Beluçî Axwend Mihemed Salih Zengene ve hatiye nivîsandin, xezîne û şahkareke dîrokî ya bi qîmet û mezin e ku (valatiya) dîroka Kurd û Beluçan tijî dike.

Kurdgalnamek behs dike dema ku Keyqubadê paşayê mezin ê Kurdê Madan di sala 853‘yê beriya zayînê de bingeha dewleta Kurdan a Madî danî û piştre bi Efrasiyabê paşayê Tûranê re dest bi şer kir, Kurdên Beluçî bi piştgiriya Keyqubad li dijî Efrasiyab şer kirin. Piştî şikandina Efrasiyab û dagirkirina navçeyên selteneta Tûranê, Keyqubad Kurdên Beluçî li navçeyên hatine dagirkirin, yanî Beluçîstana vê serdemê ku dikeve rojhilatê selteneta Madê bi cih kirin.

Kurdên Beluçî ku destpêkê wek Kurdên Madê û li gel şertên serdemê bi navê Beluç û Birahuyî (Biraxoyî) hatin nasîn, venegeriyan ser erdê bav û bapîrên xwe Kurdistana kevn (Medya) û li navçeyên Beluçistana vê serdemê bi cih bûn.

Nivîsén tékildar

BÎRA QEDERÊ - roman - PDF

Romana Mehmed Uzun a bi navê “Bîra Qederê” cara ewil di sala 1995an de hatîye çapkirin. Berhema Bîra Qederê di romana modern a Kurdî de xwedî cihekî girîn e. Mijar jiyana zimanzan û rewşenbîrê payebilind Mîr Celadet Bedirxan e. Neviyê Mîrê Botan Bedirxan, Mîr Celadet, li sirgunê di sala 1893yan li bajarê surgunê li Stenbolê di dayik bûye. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê hakimê cezayê ye. Mîr Celadet di herba Yekemîn a Cîhanê de li enîya Qefqasê tev li şer dibe. Ji têkçûn û belavbûna Dewleta Osmanî û pê de, jiyana wî tevde bi xebatên Kurdewarî derbas dibe. ‘Bîra Qederê’ esas navê romana ku Celadet Bedirxan xwestiye binivîse ye. Dest pê kirîye lê piştî demeke kin wefat kirîye û negihaye ku romana xwe binivîse. Mehmed Uzun bingeha romanê ji vir stendiye û bi çend hevokên Mîr Celadet Bedirxan dest bi romanê kirîye.


Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4)-(Pirtûk-PDF)

Navê Pirtûkê: Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4) Wergera Ji Erebî: Menaf Osman Çîrokên Gelêrî


Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan(pirtûk-PDF)-Konê Reş

Navê Pirtûkê: Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan Nivîskar: Konê Reş Weşanxaneya Azad, 2013


PDF
KURDGALNAMEK-WEŞANXANEYA AZAD-PDF.pdf