Amadekarîya
Nivîskar: Komîteya Dîrokê
Marcos Dobelîo
Zanyar, nivîskar, wergêrê Kurd Marcos Dobelîo, di destpêka sedsala 17an de li Ewropayê Xirîstîyanekî çalak bû. Çavkanî didin xuyakirin ku berî here Îtalyayê û li Romayê bi cih bibe, beşek ji karîyera xwe ya destpêkê li Helebê, li navendeke rewşenbîrî ya girîng ji bo zanyarî û wergerên Xiristiyanên rojhilat derbas kirîye. Dobelîo perwerdehîyek berfireh di Erebî û zimanên têkildar de wergirtîye û ev yek rê li ber naskirina wî wekî Erebînasek rêzdar di nav derdorên akademîk ên Ewropî de vekirîye. Pisporîya wî di ziman, îlahîyat û destnivîsan de; zanîna wî ya Erebî, Suryanî, Îbranî û Yewnanî; dabeşkirina wî ya destnivîsên Vatîkanê û pisporîya wî ya teolojîk kirîye ku di dîroka Xiristîyanîyê de di nav fîlologên navdar ên serdema xwe de cih bigire.
Agahîyên di derbarê jiyana wî yên salên ewilî de kêm in. Tê texmînkirin ku Marcos Dobelîo li derdora sala 1572yan ji dayik bûye. Di hin çavkanîyên hemdemê Dobelîo de, navê wî weke "Marco Dobelo di Nisibe" xuya dike, ev jî nîşan dide ku ew bi eslê xwe ji Nisêbînê ye. Di hin nivîsan de Dobelîo, navê xwe bi Erebî wekî "Murqus al-Duʿābili al-Kurdi" daye xuyakirin û dokuman îmze kirîne, ev jî Kurdbûna wî zelal dike. Di wergerên Latînî de îmzeya wî wiha ye: “Marcus Dobelius Nisibenus Curdius” Li Îspanyayê jî wekî Marcos Dobelîo hatîye naskirin.
Piştî li dora sala 1597an gihîştîye Romayê, Marcos Dobelîo di demeke kin de li dêrê hatîye wezîfedarkirin, li ser destnivîsên Erebî xebitîye û bi xizmeta xwe ya di pirtûkxaneya papa de deng vedaye. Li gor ku Aso Zagrosî nivîsîye di heyamên Clemens ê 8emîn û Paulus ê 5emîn de bûye sekretere Papatîyê(Rodríguez Mediano, “Arabistas en Roma,” Hispania, 2009). Di nameya ku ji alimê Frensiz Isaac Casaubon(1559 –1614) re di 1613an de nivîsîye, xwe wiha daye naskirin: “Kitābatī fī Maktabat al-Bābā”(Katibê Pirtûkxaneya Papa). Di navbera salên 1605–1610an de li Zanîngeha La Sapienzayê dersa Erebî jî daye(P. Arguedas, Los Orientalistas en Roma, Madrid, 1987)
Heman demê xwedîyê danheveke girîng a destnivîsên Erebî ye. Erebînasê Holandî Thomas Erpenius (1584–1624) danheva wî wekî yek ji yên herî girîng ên li Ewropayê bi nav kirîye. Di danasînek pisporên Erebî de ku di destpêka sedsala 17an de li Romayê hatîye berhevkirin, ew wekî "bi neteweya xwe Kurdek ku li Romayê dijî, serokê kursiya zimanê Erebî li Zanîngeha Romayê û her weha Latînî dizane" hatîye danasîn.
Di sala 1610an de, ji alîyê komîteyek ku di sala 1609an de ji aliyê Qiral Philip III ve hatibû komkirin û kardînalê Toledoyê Bernardo de Rojas y Sandoval serokatîya wê dikir, Marcos Dobelîo gazî Granadayê kirine da ku pirtûkên ji risas(metal)ê yên Sacromonte binirxîne. Pirtûkên ji risas(metal)ê yên Sacromonte (bi Îspanî: Los Libros Plúmbeos del Sacromonte) rêze nivîsar in yên ku li ser pelên risas hatine nivîsandin. Ev pirtûk di navbera salên 1595 û 1606an de li şikeftên Sacromonte, li ser girekî li derveyî bajarê kevin ê Granada/Îspanya hatine dîtin. Ew di destpêkê de 22 cild in lê sê cild negihiştine roja me. Dobelîo, bi zanîna xwe ya xurt, nivîsên orîjînal lêkolîn kirîye û di demeke kurt de gihîştîye wê encamê ku ew sexte ne. Piştî ku nirxandina xwe ji Arşîpiskopos Pedro Castro Nero re radigihîne, xizmeta wî li Granadayê bi dawî dibe.
Di xebata bi navê “Marco Dobelio’s Polemics against the Authenticity of the Granadan Lead Books in Light of the Original Arabic Sources”(Van Koningsveld and Wiegers-2019) de, ji alîyê aborî de behsa ketina rewşa xerab ya Marco Dobelîo ya dema li Granada dikin. Dibêjin ku, li Granada, Dobelîo dema ku di xizmeta Arşîpîskopos Pedro de Castro de dixebitî, gihiştibû metnên orjînal. Pedro de Castro ev pirtûk wekî belgeyên Ortodoks û yên destpêka Xiristîyanîyê didît. Ji sala 1595an ve jî hewl dida wergêran bibîne da ku ne tenê bikaribin metnan bi rastî fam bikin û wergerînin, heman demê bi awayekî ew nerînên wî piştrast bikin şîroveya van pirtûkan bikin. Ji ber vê yekê, tê fêmkirin ku ne Castro xwestibû Dobelîo bê Îspanyayê, derdorên ku şik û gumana wan ji rastbûna van metnan hebûn kiribûn ku bê. Lê Dobelîo piştî wergerandina du pirtûkên ku pêşî hatibûn dîtin, ji Castro re radigihîne ku ew sexte ne. Piştî vê nirxandinê, xuyaye Castro karê wî betal dike. Erdnîgarnas û dîroknasê Îspanî Luis Tribaldos(1558–1634), di nameyeke sala 1633yan de dibêje; piştî Marco Dobelîo qedir neda wan pirtûkan û got sexte ne, Arşîpiskopos jê re got ku ne ji bo vê gazî wî kirîne, dûra 100 escudo da wî û ew ji kar derxist(Lê wan soza 600 escudo dabûnê.). (Harvey and Wiegers, “The translation from Arabic of the Sacromonte tablets and the Archbishop of Granada: an illuminating correspondence)
Ji belgeyan tê fêmkirin ku pêdivîya wî bi pereyan çêbûye û Dobelîo ji bo li kar bigere ji Granada çûye. Di 23ê Temmûza 1613an de, Dobelîo ji Madrîdê nameyek bi Erebî ji klasîknasê navdar Isaac Casaubon(1559–1614) re nivîsîye, ku tê de ew Casaubon agahdar dike li ser xizmetên xwe ji bo pirtûkxaneya papayî û komîteya bilind (ku ew jê re dibêje, soza xercê şeş sed escudos bû), û jê re qala nakokîya navbera xwe û Castro dike, gazina dike: "Min dibistan, karê xwe yê sekreterîya Papa û wergêrîya Dêra Rojhilat, mûçe û pirtûkên xwe hiştin û hatim Îspanyayê…" Di Nameya xwe de dibêje ku ew difikirî biçe Îngilîstanê(Casaubon wê demê li wir dijîya), lê hîn jî li benda dravê xwe bû. Dobelîo neçûye Îngilîstanê, li Îspanyayê maye. Di salên pêş de, xuya ye ku bi hînkirina Erebî û wergêrîya Erebî debara xwe kirîye. Xuya ye di karê xwe de serketî bûye: Tribaldosê 26 salan hevalê wî yê nêzîk bû, dibêje ku Dobelîo, wergêrekî Erebî yê şahane bû ji bo mîrê Îspanyayê.
Demeke dirêj nîqaşên li ser wan pirtûkan berdewam kirîye. Di navbera salên 1610 û 1638an de, Dobelîo beşdarî nîqaşên akademîk ên berfirehtir ên li ser Pirtûkên metal yên li Îspanyayê bûye. Nirxandina wî ji hêla zanyarên nûjen ve jî wekî yek ji beşdarîyên herî girîng ên akademîk yê di vê nakokîyê de, hatîye îfadekirin. Berhema herî girîng a Dobelîo ya gihiştîye îro “Nuevo descubrimiento de la falsedad del metal” e, tê texmînkirin di sala 1638an de hatîye nivîsandin. Di vê xebatê de, Dobelîo behsa pirtûkên sexte yê metal dike û dibêje, yê ku nivîsîne bi giranî ji çavkanîyên Îslamî sûd wergirtine. Her çend tenê beşek ji xebatê maye jî, ew di nav zanyaran de belav bûye û paşê bandor li nirxandinên mijarê kirîye.
Li gor nivîsa Aso Zagrosî, têkilîya Marcos Dobelîo ya bi “Accademia dei Lincei” hatîye belgekirin; ev akademîya ku di sala 1603yan de hatîye damezirandin, yek ji akademîyên herî bi prestîj ên Ewropayê ye. Kesê ku zimanê Erebî fêrî Duk Federico Cesi yê damezrînerê akademîyê kirîye wek Marqus derbas dibe.(M. Baldini, L’Accademia dei Lincei, Roma, 1975) Wekî din yek ji wergerên wî, beşin ji berhema Ebûlfîda Îsmaîlê Hemewî ya bi navê "Tarîx" e, ya wergerandîye Latînî. Ebûlfîda Îsmaîlê Hemewî alimekî Kurd e, ji malbata Selahaddîn Eyyûbî ye. Ev di lîteratura Latînî de bi sernavê "Excerpta ex chronologia universali" têne dîtin. Îmzeya wî li ser kartên katalogê yên vê berhemê ev e: "Marcus Dobelius Nisibenus Curdius" (Catalogue of Latin Manuscripts, Vatican Library, Cod. Lat. 6421). Ev berhem dê bibe xalek referansê ji bo rojhilatnasîya Ewropayê.
Dibe ku xebatên Marco Dobelîo di pirtûkxaneyên cuda de zêde hebin, ji bo agahîyên baştir lêkolînek berfireh hewce dike. Ji ber ku di çavkanîyan de bi navên cuda hatîye nivîsandin, weke Marcus Dobelius, Marcos Dobelîo, Marco Dobelo… dema lêkolînan gerek bala mirov li ser van tevda be.
https://bvpb.mcu.es/es/catalogo_imagenes/grupo.do?path=11140535
Berhema Marcos Dobelîo ya bi navê “Nuevo descubrimiento de la falsedad del metal”
https://zagrosname.com/hr-st-yan-b-r-k-rt.html
Pexşana Aso Zagrosi- HRİSTİYAN BİR Kürt: Nusaybinli Marqus(Marcos Dobelio)
https://en.wikipedia.org/wiki/Marcos_Dobelio
https://pure.uva.nl/ws/files/54879150/Marcos_Dobelio_s_Polemics.pdf
Van Koningsveld and Wiegers, Marco Dobelio’s Polemics-2019
The Lead Books of the Sacromonte and the Parchment of the Torre Turpiana: Granada, 1588-1606 - General Introduction, Critical Edition, and Translation
Ricerche sulla formazione del più antico fondo dei manoscritti orientali della Biblioteca vaticana --By Levi Della Vida, Giorgio(1886-1967), 1939
Hin nivîsên têkildar