Nivîskar: Zîya Avci
Şerefname(pirtûka Şerefxanê Bedlîsî)
Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan.
Cilda yekemîn ya “Dîroka Kurdistan/ Şerefname”yê ji pêşgotinekê, çar sefheya û di dawî de jî ji beşek ku Şerefxanê Bedlîsî behsa jiyana xwe kiriye pêk tê. Kitêb bi awayekî berfireh behsa mîrekî û mezinê Kurdan, têkiliyê wan, orf û adetên wan, rêxistin û rewşa wan, saziyên ku hene, cihên dîrokî… yê Kurdistanê dike.
Di destpêkê de di derheqê eslê Kurdan û rewşa jiyana wan de hin agahî hene. Di her sefheyekê de beş û şaxê beşan hene. Bi hevokên Mîr Şerefxan bixwe; sefheya yekê di derheqê fermanrewayên Kurdistanê de ne ku alaya saltanat û serxwebûne bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine. Sefheya duduyan di derheqê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku her çendîn negîhiştine dereceya serxwebûniyek temamî û bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihîştine dereceyek wisan ku hinek ji wan hetta li ser navê xwe sikke lêdane û xutbeyên rojên îniyan li ser mînberên mizgeftan li ser navê xwe dane xwendin. Sefheya sisêyan di derheqê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê de ye. Sefheya çaremîn di derheqê serpêhatiyên fermanrewa û begên Bedlîsê de ne ku dibin bav û bapîrên Şerefxanê Bedlîsî.
Kitêba Şerefnameyê gelekî bi nav û deng e û wergerî gelek zimana bûye. Yekem car wergera Şerefnameyê bi zimanê Osmanî hatiye kirin. Ev kar di sala 1078ê koçî (1667/1668ê z) de ji aliyê mîrekî Bedlîsê yê navê wî Mihemmed Begê kurê Ehmed Begê Mîrza ve hatiye kirin û nusxeyek ji vê wergerê di Kitêbxaneya Belediya Stenbolê, di nav nivîsên M.(Mûallîm) Cevdet û di bin reqema 0/29an de ye. Li gor Yefgina Vasiliva, ku ji aliyê Dr. K. Mezher Ehmed ve hatiye neqilkirin, ev ne tamamê Şerefnameyê ye, kurtiya wê ye. Wergera duyem a bi zimanê Osmanî, di sala 1681ê zayînî de ji aliyê nivîskarekî nasnavê wî “Şem‘î” ji bo mîrekî Kurd ê navê wî Mistefa Beg re hatiye wergerandin. Ev nasnavê han li hinek cihan jî “Samî” derbas dibe. Ev herdu nusxeyên han jî di British Museum a li Londonê de ne. Heta niha du destnivîsên nusxeya yekê û yek jî ya duduyan hatine dîtin, lê yek ji wan jî nehatine weşandin. Wergera Şerefnameyê ya bi zimanê Tirkî, di salên 1930î de ji aliyê mamostekî Diyarbekrî yê navê wî Suleyman Savcî bi elfabeya Latînî hatiye kirin û ev nusxeya han di Kitêbxaneya Giştî ya Diyarbekrê û di bin reqema 2065î de qeyîtkirî ye. Wergera Şerefnameyê ya cara duyemîn bi zimanê Tirkî, di sala 1971ê de ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve bi elfabeya Latînî hatiye kirin.
Di navbera salên 1853-1859an de, wergera Şerefnameyê ya Almanî li paytextê Avûstûrya (Nemse) Viyanayê ji aliyê G. A. Barbe ve hatiye kirin. Ev werger di navbera van salan de beş bi beş hatiye weşandin. Di sala 1858-1859an de, cara yekê wergera wê ya Kurdî bi handana Kurdnasê bi nav û deng Aleksander Jaba, ji aliyê Mele Mehmûdê Bayezîdî ve hatiye kirin. Ev wergera destnivîs ne temamê Şerefnameyê ye û di Kitêbxaneya Giştî Ya St. Petersburgê de hatiye parastin. Wergera Şerefnameyê ya zimanê Frensizî, di navbera salên 1868-1875an de ji aliyê Farisîzan F. B. Charmoy ve li St. Petersburgê hatiye kirin. Ev çapa Frensîzî ya Şerefnameyê çar cild e. Beşa yekê ya cilda yekê di sala 1868an de, beşa duduyan a cilda yekê di sala 1870yî de, beşa yekê ya cilda duduyan di sala 1873yan de û beşa duduyan a cilda duduyan jî di sala 1875an de hatiye çapkirin.
Heta niha wergera Erebî ya cilda Şerefnameyê ya yekê du car û cilda duduyan jî carekê hatiye kirin. Cara yekê ji aliyê Cemîl Rojbeyanî ve, wekî ku bi xwe dibêje; di roja 11ê meha Gulana sala 1943an de, dema ku di Bendîxaneya ‘Emmareyê de girtî bûye, dest bi wergera Erebî kiriye, ji orîjînala Şerefnameyê ya Farisî. Korrî Zanyarî Iraq jî di sala 1953an de ev berhema han weşandiye. Ev wergera Erebî 480ê rûpel e. Wergera cara duduyan a cilda yekê ya Şerefnameyê bi ser zimanê Erebî, di sala 1948an de ji aliyê M. ‘Elî ‘Ewnî Beg ve hatiye kirin. Lê incex piştî wefata wî, di sala 1958an de ji aliyê mamoste Omer Wecdî û li ser erkê Wezareta Perwerdeyê ya Misrê û bi pêşgoteneke fireh a Yehya Xeşşab hatiye çapkirin. Ev werger 540 rûpel e. Wergera yekê ya cilda duduyan a bi ser zimanê Erebî jî cardin M. ‘Elî ‘Ewnî Beg kiriye. Ev cild jî di sala 1962ya de cardin li Qahîreyê hatiye çapkirin.
Di dawiya salên 1950yan de rojhilatnasên Sovyetê qîmeteke gelek zêde dane Şerefnameyê. Di vê navê re wergera Şerefnameyê ya bi zimanê Rûsî Yefgina Vasiliva girtiye ser milê xwe. Di sala 1967an de cilda yekê û di sala 1976an de jî cilda duduyan ji çapê re amade kiriye û jê re pêşgotinek gelek bi nirx û hêja ku tê de agahiyên girîng hene nivîsandiye.
Yekem kesê ku dest bi karê berhevkirina destnivîsan kiriye V. Zirnov e. Wî çar destnivîsên Şerefnameyê bi dest xistiye, ev çar destnivîs gîhandiye hev û ji wan yek nusxe pêk aniye. Piştre jî di sala 1860î de bi Farisî li St. Petersburgê çap kiriye. Ew di vî warî de wiha dibêje: “Ev rêk û pêkiya ku îro di Şerefnameyê de tê dîtin, bi saya vê fîhristê ye ku min bi xwe jê re çêkiriye.” Piştre vê xebata xwe bi vî awayî îzah dike: “Çi kil û kêmasiyên ku di nusxeyên kitêbxaneyê de (mebest Kitêbxaneya St. Petersburgê ye-Ziya Avci) hebûn, min ew bi yên Xanikov re dan ber hevdû û çap kir. Ji wir şûn de êdî tu şik ji min re nema ku kitêba min gelek ji destnivîsên di Muzexaneya Asyayê de baştir derketiye. Ji bilî vê, bi taybetî carekê din min ew di ber çav re derbas kir û piştre min ji çapê re şand. Min tu destkariyek ji ber xwe ve tê de nekiriye. Eger carna -ew jî gelek kêm- min valatiyek tijî kiribe, min ew ji çavkaniyên wan kesên ku Şerefxan ji wan sûd wergirtine îstîfade kiriye. Yanî yên wekî Ibnu’l-Xeleqan, ‘Ebdurrezzaq û yên din. Ji ber ku wekî min got, ez rastkirina şaşiyan û belgeyan dikim dawiya kitêbê û ez li wir dûr û dirêj li ser disekinim.”
Ew nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê ku V. Zirnov li ser xebitiye, gihandiye hev û ji wan yek nusxe pêk aniye ev in: Nusxeya yekê; ew nusxeya destnivîs a sala 1599ê ya li ber nusxeya yekê ya bi destxeta Şerefxan bi xwe hatiye nivîsandin, ew e. Ev destnivîs, piştî temambûna wê, ji aliyê Şerefxan bi xwe ve hatiye redaktekirin. Ew ji aliyê birêz Frach ve hatiye dîtin û navê wê kiriye nav fihrîsta destnivîsan, lê V. Zirnov dibêje, gelek kêmasiyên wê hene. Ew ji behsa Eşîreta Mehmûdî dest pê dike û bi behsa Eşîreta Siyamensorî dawî lê tê.
Destnivîsa duduyan a ku V. Zirnov jê îstîfade kiriye, yên birêz Xanikov in. Dema ku ew di sala 1854an de li Pîranê konsolosê Rûsyayê bûye, li Dîlemana li ba Salmasê ew sitendiye. Destnivîsên din jî ji Kitêbxaneya Yehya Xanê Xanî yê Fermanrewayê Azerbaycanê wergirtiye. Destnivîsa yekê ya Xanikov, di 19ê meha Şe‘bana sala 1252yê koçî (1837ê z) de mirovekî navê wî Mehmûd Rizayê kurê Sabir ‘Eliyê Kerbelayî, li ser fermana Rewşen Efendî yê ji gundê Dîlmekan û li ber destnivîsa Şerefnameyê ya ku 1007’ê koçî (1599’ê z) hatiye nivîsandin. Di dawiya vê nusxeya destnivîs de Şerefxan wiha gotiye: “Nivîskarê vê kitêba han ê muhtacê rehma Xwedê, Şerefê kurê Şemseddînê Kesrayî, di dawiya meha Muherrema sala 1007’an a koça Pêxember de -silavên Xwedê li ser bin- li bajarê Bedlîsê -Xwedê ji qeza û bela biparêze- ji rastkirin û bijartina şaşiyan xelas bû.” Xwediyê vê destnivîsê jî di dawiya kitêbê de wiha nivîsandiye: “Bi alîkarî û hîmmeta Xwedayê bexşînder, jartirîn koleyê ber destê te Mehmûd Rizayê kurê Sabir ‘Eliyê Kerbelayî yê ji gundê Dîlmekan, roja sêşembê nêzîkî taştê, 19ê meha Şe‘banê destnivîsa vê kitêbê xelas kir.” Ev destnivîsa li ba Xanikov 250 rûpel e.
Nusxeya sisiyan a bi destnivîs ku V. Zirnov li ser xebitiye, ew destnivîsa li Muzexaneya Asyayê ya Zanîngeha Qeyser ya li St. Petersburgê ye. Reqema qeyda vê destnivîsê ya di muzexaneyê de 756 e û 605 rûpel e. Ev ji Rosso re bi diyarî hatiye. Ew kesê xwediyê wê ku diyarî aniye, li ser rûpela yekê wiha nivîsandiye: “Ji Bada Xanê Hakimê Sawucbulax.” Lê ne tarîxa nivîsandina wê û ne jî navê nivîskarê wê li ser e. Ev nusxeya han a Rosso dane M. Wolkow, wî jî maqaleyek li ser nivîsandiye û di rojnameya Asya de daye weşandin.
Nusxeya bi destnivîs a çaran ku V. Zirnov jê îstîfade kiriye, ew nusxeya di Muzexaneya Asyayê ya di bin reqema 576’an de qeyîtkirîye. Ev nusxeya han ji aliyê Baron Bond ve ji Îranê hatiye anîn û 100 rûpel e. Wek me li jorê jî got, V. Zirnov ev her çar nusxe gihandine hev û ji wan yek nusxe pêk aniye; yanî ew nusxeya ku di sala 1860’an de li St. Petersburgê bi Farisî, yanî zimanê kitêbê yê orijînal hatiye çapkirin. Ji vê nusxeyê re “çapa Rûsyayê” jî tê gotin.
Çapa Farisî ya Misrê jî li ber van hersê nusxeyan hatiye amadekirin: Nusxeya yekê, ew nusxeya V. Zirnov a li jorê me behsa wê kir, yanî nusxeya “çapa Rûsyayê” ye. Ya duduyan, nusxeyek destnivîs a di Kitêbxaneya Mekteba Osmanî ya Helebê de ye, ku ji aliyê M. ‘Elî ‘Ewnî Beg ve hatiye dîtin. Nusxeya sisiyan jî, wekî ku M. ‘Elî ‘Ewnî Beg di pêşgotina çapa Misrê de dibêje, Sureyya Bedirxan Beg daye wî. Cardin li gor gotina M. ‘Elî ‘Ewnî Beg, Sureyya Bedirxan lîsteya 170 kitêbên li ser Kurd û Kurdistanê û cî û salên çapkirina wan jî pê re, bi du fihrîstan ve daye wî, lê dibêje ku, gelek mixabin me nekarî ew bi çapa Farisî re biweşanda. Ev çapa Şerefnameyê ya Misrê, cardin wekî ku M. ‘Elî ‘Ewnî Beg dibêje, ne tenê ji aliyê wî ve hatiye kirin. Wî, bi Şêx Ferecûllah Zekî Kurdî û Şêx Muhyeddîn Sebrî Kurdî di navbera xwe de ew xebat par vekirine û piştî xebateke salekî ya bê rawestan ew ji çapê re amade kirine.
Em bên ser wergerê Kurdî. Mam Hejar raste rast ji çapa Farisî ya Misrê Şerefname wergerandiye Kurdî ya bi zaravayê Soranî û di 1972’yan de li Tehranê hatiye çapkirin. Min jî ji ya Soranî wergerand Kurdî-bi zaravayê Kurmancî(1997). Lê ji bo ku ez bikarim vê xebata han bi rêk û pêk bimeşînim, min serî li wergera Tirkî da û min wergera Tirkî û Soranî ji serî heta binî dan ber hev. Ew cihên ku li hev nedikirin û ferqiyetên mezin di navbera wan de hebûn, min ew îşaret kirin û bi alîkariya hevalên Farisîzan, ew bi orijînalên wan yên Farisî ya ji aliyê Mihemmed ‘Ebbasî ve hatîye amadekirin, muqayese kirin. Li hinek cihan Mam Hejar di cihê wergera şi‘iran de, şi‘irên xwe bi xwe nivîsandine. Lê ji derveyî şi‘iran, bi gelemperî ew cihên ku di herdu wergeran de li hev nedikirin û me bi saya orjînala wê ya Farisî rast kirin, hat dîtin ku di wergerê de Mam Hejar zêdetir nêzîkî me‘neyê bûye. Me tev ev xalên han di jêrnotan de dane xuyakirin.
Şerefname, ji Kurdan re gelek bi me‘ne û bi qîmet e. Çunkî Şerefxan yekem kes e ku xwestiye hîsa ruhê Kurdîtiyê vejîne. Bi vî jî mirov dikare wî pîrê damezrênerê ruhiyeta Kurdîtî, bi gotineke din bavê giyanê nasyonalîzma Kurdî bihesibîne. Vê ruhiyetê di mejiyê wî de tam sed sal berî Ehmedê Xanî xwe nîşan daye. Bi vê xebata xwe, Kurd û Kurdistan bi alim û zanayên gelek welatan daye nasandin û ji ber hêjabûna wê wergerî gelek zimanan bûye.
41 Destnivîsên Şerefnameya Bedlîsî Di Kitêbxaneyên Cîhanê de
Li gor agahiyên di destê me de 41 destnivîsên Şerenameyê di kitêbxaneyên cur be cur yê cîhanê de hene, lê dibe ku hin din jî hebin. Li vir em ê bi kurtasî cihê van destnivîsên ku cihê wan diyar in binivîsin. Yên ku bixwazin di vê derbarê de xwe bigihînin agahiyên berfirehtir dikarin ji lînka jêr li Şerefnameyê li rûpelên 619 heya 639an de binêrin.
1. Hejmara Destnivîsê: CLIX Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya “Asya Ya Qraltî Ya Brîtanya Mezin û Îrlandayê” (Royal Asiatic Society, London) Zimanê wê: Farisî
2. Hejmara Destnivîsê: Add. 23531 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê Hejmara rûpelan: 369 Zimanê wê: Farisî
3. Hejmara Destnivîsê: Add. 22698 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê
4. Hejmara Destnivîsê: Add. 23532 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê
5. Hejmara Destnivîsê: Add. 27246 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê
6. Hejmara Destnivîsê: OR. 4900 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê
7. Hejmara Destnivîsê: OR. 4836 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê
8. Hejmara Destnivîsê: OR. 1127 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê
9. Hejmara Destnivîsê: OR. 7860 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê
10. Hejmara Destnivîsê: Add. 18547 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Brîtanyayê ya Londonê Zimanê wê: Osmanî
11. Hejmara Destnivîsê: Ms. Elliot 331 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Bodleian a Oxford Zimanê wê: Farisî
12. Hejmara Destnivîsê: MS. Elliot 313 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Bodleian a Oxford Zimanê wê: Farisî
13. Hejmara Destnivîsê: Ms. Huntington Donat 13 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Bodleian a Oxfordê Zimanê wê: Farisî
14. Hejmara Destnivîsê: Brown Ms. H. 10 (12) Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Zanistgeha Cambridge Zimanê wê: Farisî
15. Destnivîsa li Kitêbxaneya Qeyserî-Saint Petersburg: Nusxeke kevn e û di dawiya meha Şewala sala 1007’ê koçî (Gulana 1599’an a zayînî) de, yanî tenê du sal piştî temambûna Şerefnameyê hatiye nivîsandin. Şerefxan bi xwe ew redakte kiriye û mohra xwe li ser xistiye.
16. Destnivîsa ku Ms. Khanikov peyde kiriye: Zernof û Ebbas behsa vê nusxeya han dikin û wiha dibêjin: Khanikov ê rojhilatnasê naskirî yê Rûsî, vê nusxeya han di sala 1854’an de, dema ku li Îranê bûye, li bajarê Dîlmeqan ê Selmasê (dibê ev Deyleman be ne Dîlmeqan) kirriye û bi du nusxeyên din ên Kitêbxaneya Yehya Xan ê hikumdarê hemû kurdên Azerbaycanê re miqayese kiriye. Vê nusxeya han Mihemed Rizayê kurê Kerbeleyî Sabir ‘Elî li ser fermana Rewşen Efendî, li ber nusxeke destnivîs a Şerefnameyê, ya ku di sala 1599an de pêk hatiye, nivîsandiye. Tarîxa nivîsandina nusxeyê, 29 Çirya Paşî a sala 1836a. William H. Morley, di gotara xwe de behsa vê nusxeyê kiriye. Mixabin, qet çavkaniyek cihê ku niha ev destnivîs lê ye diyar nekirine û nayê zanîn bê di kîjan kitêbxaneyê de tê parastin.
17. Destnivîsa bi Hejmara 576’an ya li muzexaneya Asyayê ya Akademiya Saint Petersburg (Bi navê “Destnivîsa Petersburgê ya Zernof ” jî tê nasîn. -Z. Avci)
18. Destnivîsa bi Hejmara “576-A” ya li Muzexaneya Asyayî ya Akademiya Petersburgê. Min hejmara “576-A” ji gotara W. H. Morley wergirtiye. Morley dibêje, ev nusxeya han bû ku M. Wolkow gotar li ser nivîsand û di cilda VIII’an û rûpela 29’ê kovara Asyayê de belav kir.
19. 20. 21. Sê Destnivîsên Şerefnameyê yê li ba Dr. G. A. Barb – Vîyana. Hersê nusxe jî bi Farisî ne...
22. Hejmara Destnivîsê: 1320 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Neteweyî Ya Fransayê, Paris (Catalogue de la Collection de Manuscripst Orientar Arabes, Persan et Turcs, Forme par M. Charles Scarles Schefer, et Acquise par le Etat, Publie par E. Blochet, Paris, 1900, P. 67) Zimanê wê: Farisî
23. Hejmara Destnivîsê:1336 Cihê destnivîsê: Kiêbxaneya Neteweyî Ya Fransayê-Parîs (Catalogue de la Collection de Manuscripst Orientar Arabes, Persan et Turcs, Forme par M. Charles Scarles Schefer, et Acquise par le Etat, Publie par E. Blochet, Paris, 1900, P. 70) Zimanê wê: Farisî
24. Hejmara Destnivîsê: 1337 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Neteweyî ya Fransayê-Paris (Catalogue de la Collection de Manuscripst Orientar Arabes, Persan et Turcs, Forme par M. Charles Scarles Schefer, et Acquise par le Etat, Publie par E. Blochet, Paris, 1900, P. 70) Zimanê wê: Tirkî
25. Nusxeya Mîr Sureyya Bedirxan Beg-Qahîre
26. Nusxeya Medreseya Osmanî-Heleb
27. Nusxeya Kitêbxaneya Melik li Bazarrî Newroz Xan a li Tehranê. Zimanê wê: Farisî
28. Nusxeya Mele Mehmûdê Bazidî–Di Kitêbxaneya Giştî Ya Petersburgê de hatiye parastin.
29. Hejmara Destnivîsê 165. Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Seltenetî (Pêşû) -Tehran
30. Hejmara Destnivîsê 3176 Cihê destnivîsê: Kitêbxaneya Meclisa Şûraya Millî (ku niha bûye Şûraya Îslamî)-Tehran. Fêhrista Kitêbxaneya Meclisa Şûraya Îslamî, di cilda duduyan de behsa destnivîseke Şerefnameyê kiriye ku hejmara 3176 lê kiriye û dibêje: “Di deftera kevin de hejmara wê 74673’ê ye û di deftera nû de hejmara wê 5987 e.”
31. Destnivîsa li Kitêbxaneya Matinederan-Êrîvan
32. Hejmara Destnivîsê(?) LP. ARA. 154.1 Enstîtûya Kurdî Ya Parîsê. Di rastiya xwe de ev nusxeya han ne destnivîs e, nusxeke ji çapa Ferecullah Zekî ya Qahîreyê ye. Lê ji ber ku 16 rûpelên yekem ên nusxeyê ku kêm bûne, mirovekî (?) rûpelên kêm bi destxet nivîsandine û kiriye ser kitêbê, ji ber vê dibê ev wekî destnivîsek an nîvdestnivîsek bê hesêbkirin. Reqema bêrê ya Kitêbxaneya Enstûtiya Kurdî ya vê kitêbê ALB. 83 bûye. Zimanê wê Farisî ye.
33. Nusxeya Kitêbxaneya Gel ya Diyarbekrê(Hejmar: 42) Min Fêhrista Destnivîsên Farisî Yên Li Kitêbxaneyên Tirkiyê dît ku bi Farisî ye û li Tehranê hatiye çapkirin. Navê nusxeke Şerefnameyê di fêhristê de hebû û bi vî awayî bû: “Şerefê Kurê Şemseddîn Nivîsandiye û Derheqê Dîroka Diyarbekrê de ye.” Eger ew Şerefnameya Şerefxan be û li ser dîroka Diyarbekrê nivîsandibe, bi rastî jê re zelaliyek lazim e. Her çend di daxilê îhtîmalê de ye ku Şerefxan kitêbek li ser dîroka Diyarbekrê jî nivîsandibe, lê ez heta derecekê piştrast im ku ev kitêb nefsa Şerefnameyê bi xwe ye û navê wê guherandine.
34. Destnivîsa li Kitêbxaneya Mewlana Azadî Zanistgeha Îslamî ya Bajarê Alîgarh a Hindistanê. Hejmar: 233 Çavkaniyên zanyariyan: Catalogue of the Persian Manuscripts in the Maulana Azad Library, Aligarh Muslim University, Alîgarh Prepard by Dr. Athar Abbas Rizvi, published by Aligarh Muslim Universty, Aligarh (India), 1969, P.57.
35. Çavkanî: Ji bo zanyariya di derheqê vê destnivîsê de binêre hejmara 1098’an, rûpelên 1326 û 1503 yê vê çavkaniya han: C. A. Storey, Persian Literature, a Bio – bibliographical survey, in three par, Translated into Russian and Revised, With Additions and coreection by Yu. E. Bregel, part 3, published by Central Deparment of Oriental Literature, Moscow, 1972.
Ew jî di Kataloga Destnivîsên Erebî, Tirkî û Farisî Yên Enstîtûya Destnivîsan de bi navê K. S. Kêkêlîdzî (Koleksiyona Kêkêlîdzî) sala 1969an-Tiflîs wergirtiye. Ev jî koda di derheqê destnivîsê de ye ku nivîsandiye: Tiblisz, CTP. 67. Pk 17/15 (1262/1845) Lê nayê zanîn rewşa destnivîsê ya niha çiye.
36. Hejmara Destnivîsê: Ms.or12 Cihê destnivîsê: Biblioteca Reale ya li bajarê Torino yê Îtalyayê. Zimanê wê Farisî ye. Çavkaniya zanyariyên min kataloga bi navê: Indici E. Cataloghi Nuova Serie, Cataloga Dei Manoscritti Parsiani Conservati Nelle Biblioteche D’Halia, Instituto polîgafico e zecca Delio Stato, Libreria Dello Stato/Rome/1989 e.
37. Hejmara Destnivîsê: Beşa Halet Efendî-584 Kutupxaneya Suleymaniye/Stenbol
38. Hejmara Destnivîsê: Beşa Halet Efendî-357 Kutupxaneya Suleymaniye/Stenbol
Her wiha sê nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê di Kitêbxaneya Unîversîteya Stenbolê de hatine parastin. Min zanyariyên di derheqê van nusxeyan de ji maqaleya kak Ebdulrrehman Paşa wergirt, ku di hejmara 32-33’an a kovara Awêne ya çapa Tehranê de weşandiye (sal: 1376 koçî/1997’ê zayînî). Ev jî taybetmendiyên van hersê nusxeyan in:
39. Hejmara Destnivîsê: LUK. FY. 24 Di sala 1279’ê koçî de (1862-1863’yê zayînî) hatiye nivîsandin.
40. Hejmara Destnivîsê: LUK. FY. 223 Tarîxa nivîsandina wê: 1785-1786
41. Hejmara Destnivîsê: LUK. FY. 224 Tarîxa nivîsandina wê: Îhtîmal e di sedsala 18an de hatibe nivîsandin.
Şerefname
https://wesanxaneyaazad.net/wp-content/uploads/2020/09/SEREFNAME_SEREFXANE-BEDLISI.pdf
Nivîsén tékildar