logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Omer Avnî Efendî yê Xarpêtî

Nivîskar: Seîd Veroj

Omer Avnî Efendî yê Xarpêtî/Xarpûtî (1865-1932)

 

Cîyê jidayikbûn û perwerdeyî

Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpêtê ye ku îro bi navê Elezîzê tête nasîn. Li gor ewraqên arşîva meşîhata Miftîtîya Stenbolê, “Omer Avnî Efendî, sala Hicrî ya 1281(M. 1865) ê li Xarpêtê ji dayik bûye. Navê bavê wî Hecî Osman Axa ye û yê dayika wî jî Ayşe Xanim e.”[1] Malbata “Omer Avnî Efendî, ji gundê Kulîyanê Jêr ê qeza Baskîla Elezîzê ye û paşê koçî nava bajarê Xarpêtê kirîye.”[2] Omer Avnî, “di roja 3yê Muharrema 1282 (M. 29ê Gulana 1865an) li taxa Alacameclîsa Elezîzê ji dayik bûye.”[3] Li gor nivîsandina xwendevanê wî yê Îshaq Sûngûroglû; Omer Avnî Efendî di sala Hicrî ya 1277 (1860)an de li Xarpêtê ji dayik bûye, bavê wî ji gundê Kulîyanê Jêr (Kilûşagı) ya Baskîlê ye û bi navê Osman Keya dihate nasîn.[4]

Omer Avnî Efendî, “Xwendina xwe ya seretayî di medreseya Kamil Paşa de kirîye, paşê li Ruşdîyeya Xarpêtê dest bi xwendinê kirîye û sala 1883yî bi dereceya herî baş mekteba Ruşdîyeyê xelas kirîye. Di medreseya Kamîl Paşa de li ber destê Hecî Ebdulhemîd Efendî xwendîye. Ji wê şûn ve, ji bo xwendinê çûye Stenbolê.[5] Li Stenbolê di taxa Fatîhê de, “Li nik Ebûbekir Efendîyê Xarpêtî xwendina xwe dewam kirîye û jê îcazetname girtîye. Piştî ku îcazeya xwe girtîye vegeryaye Xarpêtê, mudetekê li qeza Arapgîr û Paxê mamosteyî kirîye û ji demekê şûn ve ji bo temamkirina xwendin û ezmûnekê mamosteyîyê cardin çûye Stenbolê. Ji Darûlmualîmê destûra mamosteyî wergirtîye û bi wezîfeya mamosteyîya Qewaîda Turkî hatîye tayînkirin ji bo Ruşdîyeya Eskerî ya Elazîzê.”[6] Wî tevî zimanê xwe yê Kurdî, bi zimanê Farisî û Erebî û Tirkî jî dizanîbû. Li gor neqilkirina hevdemên wî, yekî bejindirêj, çavreş û qemerî bû. Xwendevanê wî Îshaq Sûngûroglû dibêje: “Ew merivekî hêmin û mitewazî bû, lêbelê kesekî gorbuhişt hîç rûken nedîtîye. Yekî bejindirêj û daîm cibeyek reş lê bû, rîha wî reş, dirêj û zirav bû.”[7]

Mamosteyî û nivisîna Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî (Kavaîdê Zimanê Kurdî)

Her wekî ku li jorê jî hatîye nivisîn, Omer Avnî, di sala 1883yan de Ruşdîyeya Xarpêtê xelas kirîye û ji bo wergirtina îcazeyê di medreseyên cihê cihê de xwendina xwe dewam kirîye. Wî, “Di Eylûla sala 1308 (1892)an de bi wekalet li Ruşdiyeya Çarsencaxa Dêrsimê dest bi mamosteyî kirîye. Di Gulana 1309an de ku mamosteyê eslî yê mektebê tayîn dibe, ew ji bêgavîyê karê mamosteyîya ruşdiyeyê ber dide û ji çend meh betalîyê şûn ve di 10ê Hezîrana 1309 (1893)an de li mekteba seretayî ya qeza Paxa Dêrsimê dest bi mamostetîyî dike. Di sala 1310 (1894)an de, ji bo terfîyê tevlî ezmûnekê bûye, serkevtinek baş bi dest xistîye û di encama vê serkevtinê de, ji bo mamostetîya sanî (duyemîn) ya Mekteba Ruşdîyeya Arapgîrê hatîye tayînkirin.”[8]

Dema ku ew li qeza Arabgîrê kar dike, ji meaşê wî 200 quriş tînin xwarê û li ser vê yekê ew serdana meqamê Meşîhat dike. Di bersivê de meqamê Meşîhat dibêje: “Ji bo vê yekê, divê tu li Stenbolê bi qasî salekê dinê di medreseyan de bixwînî. Piştî temamkirina vê xwendina xwe jî, di sala 1318 (1901-1902)an de, ji bo muderrîsîya (mamosteyîya) qeza Xarpêtê hatîye tayînkirin. Sala 1325 (1909-1910)an jî, di Mekteba Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê de bûye mamosteyê Kavaîdê Osmanî.”[9] Kitêba wî ya bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kürdî(Qavaîdê Zimanê Kurdî)” jî, di vê demê de hatîye çapkirin. Piştî ku Mekteba Ruşdîyeya Eskerî hatîye girtin, Omer Avnî Efendî, “meletîya Mizgefta Serayê, mamostetîya dersê dînî yên Darûlmuallîmîn, Mekteba Sultanî û mamostetîya Darûlxilafeya Xarpêtê kirîye û herî dawî jî di sala 1927an de jî musewîtîya Miftîtîya Elezîzê kirîye.”[10] Lêbelê Omer Avnî Efendî ji demekê pirr kin şûn ve, di çarçoveya biryarên “Pîlana Islehata Şerqê” de, ji wezîfeya miftîtîyê hatîye stendin. Lewra di bendekê “Pîlana Islehata Şerqê” de hatîye nivîsandin ku “Li Şerqê dê memûrên Tirk ên muxtedîr û xwedî mefkûre bêne wezîfedarkirin, divê Kurd ji bo memûrîyetên dereca duyemîn jî neyin wezîfedarkirin.”

 

Li gor agahîyên berdest ên îro, “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi” ya Omer Avnî Efendî, yek ji xebata sereke ya li ser gramera zimanê Kurdî ye ku di destpêka sedsala 20an de hatîye nivisîn. Di bareyê tarîxa nivisîn û çapkirina kitêba navborî de, di arzûnameya serdana ji bo wergirtina destûra çapkirina pirtûkê weha hatîye nivisîn: ”Ji Wekaleta Bilind a Wîlayeta Elezîzê re û ji bona Wekaleta Mudûrîyeta Mearîfê; Rîsaleya min a bi navê Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî ji alîyê Encûmenê Mearîf ve hatîye vekolandin û di 26ê Teşrîna Paşî ya 1317 (9ê Kanûna 1901)an de bi jimara 2849an biryara ji bo çapkirina wê hatîye dayin û ji bo Encûmena Bilinda a Mearîfê hatîye rêkirin da ku gavek zûtir ruxseta çapkirina wê bête derxistin…. Mamosteyê Kavaîdê Osmanî yê Ruşdîyeya Elezîzê: Omer Avnî”[11] Li gor dîtina Osman Aydin, “ev pirtûk di navbera salên 1890 û 1900î de hatîye nivisîn.”[12] Li gor Sadik Albayarak, “Kitêba “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî”, di sala 1318 (M. 1900/1901)an de hatîye nivisîn û di sala 1328 (M. 1910-1911)an de bi ruxseta fermî li bajarê Elezîzê di çapxaneya Hacî Xurşîd Efendî de hatîye çapkirin û li ser hev 48 rûpel e.”[13] Ji têlgirafnameya wî ya ji bo Rojnameya Teavûn û Teraqî ya Kurdan (RTTK) weha dîyar dibe ku Omer Avnî Efendî, ji bo çapkirina kitêba xwe ya bi navê “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî ve Edebî Tatbîkat Numûnesî(Qavaîdê Zimanê Kurdî û Nimûneya wê ya Tetbîqata Edebî), destnivîseka wê di dawîya sala 1908an de ji rêvebir û merkeza rojnameyê re şandîye. Ji bo agadarkirina rêvebirên rojnameyê jî têlgrafekê ji wan re rêkirîye. Rêvebirên rojnameyê, di bersiva têlgrafa wî de dibêjin: “Omer Avnî Efendîyê mamosteyê Qevaîda Osmanî yê Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê, bi têlgrafekê em agadar kirine ku bi navê “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdîve Edebî Tatbîkat Numûnesî” berhemek ji bo rojnameya me şandîye. Berhema navborî hîn negihiştîye ber destê me. Em ji bo xebat û alîkarîya te spas dikin, piştî belavkirina di rojnameyê de em dixwazin wek kitêb bidin çapkirin.”[14] Lêbelê weha dîyar dibe ku destnivîsa kitêbê negihiştîye navenda rojnameyê yan jî berîya çapkirina wan li Elezîzê hatîye çapkirin. Kitêba wî ya navborî li ser hev 48 rûpel e.”[15] Li gor neqilkirina Mehmed Bayrak, “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî ”, di nav sala 1325 (1909)an li Elezîzê di çapxaneya Xurşîd Efendî de hatîye çapkirin û li ser hev 48 rûpel in.[16] Nivîskar Mufîd Yuksel dibêje: Kitêba “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî ” ji 98 rûpelan pêk hatîye û di sala 1328 (1912)an li El-Azîzê hatîye çapkirin.”[17] Li gor nivisîna RTTK, navê temam û dirêjê kitêbê “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî ve Edebî Tatbîkat Numûnesî” ye. Hinek lêkolîner vê navî wek du kitêbên cûda şirove dikin; “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî” û “Edebî Tatbîkat Numûnesî”. Bi dîtina min ev şirove nerast e. Bi îhtimaleke mezin yek kitêb e û navê wê yê rastîn jî “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî ve Edebî Tatbîkat Numûnesî” ye û ji du beşan pêk hatîye.

Di “Muqadîme”ya kitêbê de, ev xusûsîyet ji alîyê Omer Avnî Efendî ve hatine destnîşankirin: “Ev rîsale bi sê zimanan hatîye amadekirin; bi Kurdî, Erebî û Farisî. Bi lutif û qencîya Xwedê, ez pirr hêvî dikim ku bi vê rîsaleyê, çawa ku zarokên Kurdan bi Turkî fêr dibin herweha dê zarokên Turkan jî bi Kurdî fêr bibin.

Tenbîh (Balkêşî): Di zimanê Kurdî de du herfên (tîpên) zêde hene ji yê zimanê Farisî û Erebî: Yek jê dengê navbera “kaf” û “qaf” e, ku ev bêtir nêzîkê “kaf”a Erebî ye; yê din jî herfek di navbera dengê “vav” û “fa”yê de ye, ku ji bo nîşandana vî dengî li ser “vav”ê nûqitek hatîye danîn.”[18]

Omer Avnî Efendî, nivîsa “pêşekî” ya “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî”, bi dost û hevalê xwe yê nêzîk Kemaledîn Efendîyê Xarpêtî daye nivîsandin. Kemaledîn Xarpêtî, merivekî alim, edîb, nivîskar û fazîletdarekî ji mala “Efendîzade”yan bû. Kemaledîn Xarpêtî, nivîsa “pêşekî” ya pirtûkê, di 25ê Eylûla 1317 (8ê Çirîya Pêşî ya 1901)an de nivîsîye û têde dibêje: “Xwedayê gewre axaftin û qebîlîyeteke bilind daye mirovan. Ji ber vê yekê mirov, qewm bi qewm ji hev cihê kirine û li vê dinyayê tevî van qewman, bi hezaran ziman hatine meydanê. Bêguman ji alîyê dînî û dinyewî û bi her alîyê xwe ve pêşkevtina her komekê mirovan ji alîyê zanîn û medenîyetê ve, ancax bi qasê xizmeta xwe ya li ser ziman dikarin mesafe bigrin û bi saya wê dikarin di warê perwerdeyî û şaristanîyê de pêş bikevin. Di vê rewşa hanê de, her derê memleketê padîşahê Osmanî bûye menbaya ilim, îrfan û pêşkevtinê, ronahîya îlmê li van deran belav dibe lê mixabin xelkê eşîrên li Kurdistanê di halekî bedewîyetê de mane û nikarin bi qasî pêdivî ji vî îlmê fayde bibînin. Xelkê Kurd ji xeynî zimanê Kurdî, bi tu zimanekî din nizanin û wekî zimanên din qewaîdekê wê yê sererast nîne. Cara pêşî ye ku “Qevaîdê Lîsanê Kurdî”, ji alîyê perwerdekarekî pispor û hêja Omer Avnî Efendîyê mamosteyê Ruşdîyeya Arapgîrê ve dihête nivîsandin ku ew jî bi eslê xwe mensûbê eşîreke Kurd e. Ev kitêba “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî”, bi destûr û îradeya Siltan Ebdulhemîd hatîye amadekirin, da ku li herêmên xelkê eşîrên Kurd, di Mektebên Seretayî de wek kitêba dersê bête qebûlkirin û xwendin.

Ku ev kitêb (Kavaîdê Lîsanê Kurdî), bi taybetî di mektebên alîyê Anatolyayê de ji bo dersdanê bête xwendin, dê ji mamosteyên Wezareta Mearîf re asanîyekê pirr mezin çêbike. Omer Avnî Efendî, bi amadekirin û nivîsîna kitêba “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî”, karekî hêjayî teqdîrê kirîye û xizmetekê mezin ji ziman û edebîyata Kurdî re kirîye. Ji ber vê xebata xwe ya hêja, ji alîyê hemû efradên Kurd ve bi memnûnîyetî hatîye pêşwazîkirin.”[19]

Daxwaza perwedeyîya bi zimanê Kurdî û amadekarîyên ji bo nivisîna rêzimana Kurdî

Ji pêşgotina Kemaledîn Xarpêtî dîyar dibe ku “Kitêba Qavaîdê Lîsanê Kurdî, bi destûr û îradeya Siltan Ebdulhemîd hatîye amadekirin, da ku li herêmên xelkê eşîrên Kurd, di Mektebên Seretayî de wek kitêba dersê bête qebûlkirin û xwendin.” Dema em tarîxa nivîsandina vê kitêbê binêrin, weha dîyar dibe ku ji destpêka salên 1900î vir ve, babet û daxwaza perwerdeyîya bi zimanê Kurdî di rojevê de ye, lê mixabin hîn jî ew mafê rewa yê miletê Kurd ji alîyê desthilatdarên dewletê ve nehatîye qebûlkirin.

Di pêvajoya Meşrûtîyeta Duyemîn de jî, ji alîyê çapemenî, rewşenbîr û rêxistinên Kurd ve daxwaza perwerdeyîya bi zimanê Kurdî hatîye kirin. Di nav rûpelên Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan û Rojnameya Şerq û Kurdistan de, gelek meqale û nivîsên li ser vê babetê hatine belavkirin. Li ser vê babetê nivîseke balkêş a wê demênivîsa Bedîûzeman Mele Seîdê Kurdî ye ku bi sernivîsa “Kurd muhatacê çi ne?[20] hatîye belavkirin. Edîtorîya rojnameya Şerq û Kurdistanê, piştgirîyek aşkere daye daxwazname û pêşnîyara wî ya ji bo perwerdeyîya bi zimanê Kurdî. Nivîs û daxwaznameya Mele Seîdê Kurdî dubare çapkirine û di wê kurtepêşekîyê de weha hatîye gotin: “Hezretî Bedîûzeman Mele Seîd Efendî, ji bo pêkhatina perwerdeyîya bi zimanê Kurdî, daxwaznameyek pêşkêşî mabeynê (daîreya perwerdeyî) kiribû û di netîceya vê hewldana xwe de rastî gelek musîbetan hatibû. Em bi neşirkirina sûretekî vê daxwaznameyê îftixar dikin.”[21] Seîdê Kurdî ji ber vê “daxwazanme”ya ku di nav rûpelên Şerq û Kurdistanê de jî hatîye neşirkirin, ji alîyê dadgeha eskerî ya wê demê ve hatîye mahkemekirin û ji ber vê yekê gelek musîbet hatine serê wî. Naveroka daxwaznameya wî bi kurtayî weha ye:

“Bi biryar û xîreta hikumetê li bajar û bajarokên Kurdistanê xebata dirustkirin û avakirina dibistanan dest pê kirîye, em bi vê yekê kêfxweş û spasdar in. Lêbelê ji van dibistanan, tenê zarokên aşînayê zimanê Turkî îstîfade dikin. Ji ber ku mamosteyên van dibistanan ne weqfê zimanê herêmî û gelek zarokên Kurd jî ne aşînayê zimanê Turkî ne, ew ji perwerdeyî û medreseyên îlmê ku çavkanîya kemalîyetê ye, mehrûm dibin.

… Çareserîya vê yekê ev e: ji bo ku bibe sebebê teşwîq û mîsalek xuyayî, divê li herêmên cûda yên Kurdistanê bi navê Medreset’ûl Zehra medrese bêne çêkirin: Yek li alîyê Beytûşebabê di ciyê navenda eşîreta Ertûşî de; ya dî di navenda Modkan û Belikan û Sason de; ew a dinê jî li Wanê di navbera Kakan û Heyderan de bin. Divê li her medreseyekê kêmtirîn 50 xwendekar hebin, hemû mesrefên wan ên rojane ji alîyê hikumetê ve bêtin temînkirin û di van medreseyan de ligel ilmên dînî, ilmên fenî jî bihêtin xwendin. Digel sazkirina van sê sazîyên perwerdeyî, divê piştgirîya pêşxistina hinek medreseyên din jî bihête kirin. Pêkanîna vê yekê gelek muhîm e, ev, bi maddî û manewî yek ji sebebê girîng ê heyatîyeta dahatûya Kurdistanê temîn dike.”[22]

Wekî din jî di bername û armanca cemîyetên Kurd ên ku piştî Meşrûtîyeta Duyemîn hatine damezirandin de, daxwaza perwerdeyîya bi zimanê Kurdî gelek bi aşkereyî hatîye nivîsîn. Ji bo pêkhatina vê armancê; xebatên li ser zimanê Kurdî, amadekirina pirtûk û materyalên wê dewam kirine. Cemîyeta Me­arîf û Neşriyata Kurd, di bernameya xwe de ev armanc weha anîye ziman: Ji pirtûkên qavaîdê (rêziman) yên heyî kîjan aqilane be, komele dê wan bide çapkirin; ji bo pêkanîna dersên bi zimanê Kurdî di xwendegehên pêşîn de, cemîyet (komele) dê pirtûkên pêwîst biweşîne; komele dê dersxaneyên şevîn veke; komele dê bixebite ku xwendegeheka mamostayan a Kurdî saz bike.”[23] Xelîl Xeyalîyê Modkî jî di meqaleyek xwe de muhtacî û pêdivîya xebatên wê demê weha dihêne ziman: 1- Ji bo xwendin û nivîsandinê herf, 2- Ser terzek nû elîfbayek, 3- Ji bo zanîna temamê zimanê Kurdî “qamûsek”, 4- İlmî halek, 5- Kitêbên hîsabê, 6- Amadekirina serf û nehwek (gramerek) ji bo zimanê Kurdî.”[24] Hemdî Sulêmanê Ezirganî jî di meqaleya xwe ya bi sernavê “Kurdistan’da Eğîtîmîn Duzene Konûlması ve Dîrîtîlmesî Yolû(Rêya Birêkûpêkkirin û Vejandina Perwerdeyê li Kurdistanê)” de dibêje: “Mektebên ku li Kurdistanê bihêtin vekirin, ji bo ku di van mekteban de perwerdeyîya bi zimanê Kurdî bihête kirin, divê komîsyonek bihête çêkirin ji kesên ku Kurdî baş dizanin û ev komîsyon rêzimanek, lûxatek û kitêbên pêdivî yên din amade bike.”[25]

Ji van xebat û nimûneyan dîyar dibe ku daxwaza perwerdeyîya bi zimanê Kurdî û amadekirina materyalên pêdivî yên dersê ji serê salên 1900î dest pê kirîye. Ji wê demê ve heta îro miletê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û bi taybetî jî mafê perwerdeyîya bi zimanê Kurdî, gelek têkoşîyaye û bedêleke pirr giran jî daye, lê mixabin ew mafê rewayê miletê Kurd ne ji alîyê desthilatdarên Împeratorîya Osmanî ve û ne jî ji alîyê mîrasgirên wan ên desthilatdarên Cimhûrîyeta Tirkîyê ve hatîye qebûlkirin…..

Nivîs û kitêbên Omer Avnî

Ji xeynî “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî”, behsa hinek berhem û kitêbên wî yên din jî têne kirin. Di RTTKan de kitêba navborî, bi navê “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî ve Edebî Tatbîkat Numûnesî” hatîye binavkirin. Hinek nivîskar vî navî, wekî navê du kitêbên cuda qebûl dikin. Yanî “Edebî Tatbîkat Numûnesî” wekî kitêbeke serbixwe qebûl dikin. Nivîskar Osman Aydin dibêje: “Tevî vê kitêbê, bi navê Rîsale-î Emsîle kitêbek wî ya din jî heye û ew jî li ser gramera Erebî ye.”[26] Ji serdan û arzûnameya Omer Avnî ya ji bo Midurîyeta Mearîfa Elezîzê weha dîyar dibe ku wî di sala 1324an (1908) de xwestîye kitêbekê bi navê “Kavaîd-î Lîsan-i Turkî” jî bide çapkirin. Di arzûnameyê de dibêje: “Omer Avnî Efendî yê mamosteyê Kavaîdê Osmanî yê Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê, bi navê “Kavaîd-î Lîsan-i Turkî” eserek nivîsîye û dixwaze ruxsata çapkirina wê bête dayin.”[27] Tevî vê, behsa hinek xebat û berhemên wî yên din jî çêdibe; ew jî du xebatên destxet in, mixabin nehatine çapkirin û herweha baş nayê zanîn ku gelo ew berhem yên wî ne yan na, lewra navê wî li ser bergê pirtûkên navborî nehatîye nivîsandin. Ew herdu kitêbên destxet ên ku li ser navê wî têne hesibandin: Yek jê “Ferhenga Farisî-Osmanî (Tirkî)” ye û ya din jî “Îlmîhal”ek e.

Ferhenga Farisî-Osmanî (Tirkî)”: “Ev kitêba destxet, li ser hinek qaîdeyên zimanê Farisî û Erebî hatîye nivisîn. Ji serî heta rûpela 22yê, ferhengokek Farisî-Osmanî ye û jê çend rûpel li ser rêzimana Farisî ye, ji wê şûn ve behsa navê tiştên esman û erdê tê kirin, li pey wê jî behsa jimarên Farisî û endamên laş û navê tiştan tê kirin, behsa Esma ul-Husna/navên Xwedê yên rind dike, dû re jî navê heywanan tê. Ji rûpelê 73an û pê ve beşa sisiyan tê û ev beş li ser dijmaneyên peyvan e.  Di rûpelên paş de jî hinek nîvhevokên Erebî bi Farisî û bi ferhengî mane dike û carina jî herduyan rûbarê hev dike û halê wan yên rengdêrî û parengî û navdêrî nîşan dide. Zimanê vê metnê hemû jî bi Farisî û Osmanî ye.”[28]

 

Îlmîhal”: “Ew kitêba destxet, li ser danasîna dînê Îslamê û yên Îbrahîmî dike û li awayê hatina wî, şert û mercên wî û riknên dîn û îmanê ye. Bi gelemperî mîna eqîdeyeke îmanê û wacibatên wê digel felsefeya dînî û rê û rêbazên dînê Îslamê didomîne. Ev destxet li ser awayên perestin û îbadetê jî agahîyan dide û tiştên di destpêka kitêbên şerîetê de hene jî pêşkêş dike. Piştî wê jî bi Erebî dest bi duayan dike û di nav de jî bêhtir duayên ji ayetên Quranê tîne û wan rêz dike. Di pey de jî ew mîna delaîl ul-Xeyratekê bi navên Xwedê gazî dike û dû re yên pêxemberan jî dide. Di rûpelên dawîyê de behsa neseb û mirina hinek kesan dike ku îmze jî lê hene û piştî wê jî nîvrûpelek behsa Seîd Axa û hinekên din dike. Li binê rûpela dawî reqema 920 û mohreke piçûk heye û ev herdu rûpelên dawî ji yên din cuda ne.[29]

Ji ber ku memûr, akademîsyen û rêvebirên dezgehên dewletê bi kultura qedexeyî û înkarkirina miletê Kurd hatine perwerdekirin, pirranîya wan heta îro li ser Kurdan çi belgename ketine ber çavê wan, di quncikê tarî yê kitêbxaneyan de veşartine, guhertine û naxwazin nîşanê lêkolînerên Kurdan bidin. Ji ber vê yekê bidestxistina van cûre belgenameyan gelek zehmet e. Li gor agahîyên me yên îro, ji derveyî van berhemên navborî, wekî din berhemên wî nayin zanîn, lê mimkûne pêşerojê tiştên nû jî derkevin.

Kitêba “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî”, sed û bîst sal berîya nûha hatîye nivîsîn. Her wekî ku Mihemed Kemaledîn Xarpêtî jî di pêşgotina kitêbê de gotîye: Omer Avnî Efendî, bi amadekirin û nivîsîna kitêba “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî”, karekî hêjayî teqdîrê kirîye û xizmetekê mezin ji ziman û edebîyata Kurdî re kirîye. Pêşkevtina her komekê mirovan ji alîyê zanîn û medenîyetê ve,  ancax bi qasî xizmeta xwe ya li ser ziman dikarin mesafe bigrin û bi saya wê dikarin di warê perwerdeyî û şaristanîyê de pêş kevin. Ev kitêb, ji alîyê dîroka nivisîna xwe ve, yek ji xebatên sereke yê li ser rêzimana Kurdî ye. Ji nû ve çapkirin û nirxandina vê kitêbê, ji bo bêtir ronîkirina dîroka rêzimana Kurdî û daxwaza perwerdeyîya bi zimanê Kurdî pirr girîng e. Eger em karibin bikevin nava kewarên tarî yên kitêbxane û arşîvên dema Osmanîyan, mimkun e ku wekî din jî xebatên bi vî rengî derkevin pêşîya me. Ew, pirr li ber kêmxwendin û paşvemana miletê Kurd ketîye, vê rewşa hanê wî pirr xemgîn kirîye û ew xemgînîya wî daîm li ser wî bûye. Loma hevdemên wî dibêjin: “Me hîç rojekî ew bi rûken nedît.” Omer Avnî Efendî, bi vê xemgînîya xwe ve, “di sala 1932yan de li Elezîzê koça dawî kirîye.”[30]

 

 

Jêrenot

[1] Başbakanlik Osmanli Arşîvî/BOA(Arşîvên Osmanî yê Serokwezîrtîyê), Yer Bilgisi(Agahîyên Cih): 186-55, H-29.12.1281; Ramazan Yetîk, Son Devîr Harpût (Elazig) Ve Dersim (Tunceli) Ûlemasi(Ulemayên Xarpêtê û Dêrsimê di Dema Dawî de), Teza Masterê, Erzincan, 2018, r. 162-163, (Zanîngeha Bînalî Yildirim ya Erzincan, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Dîrokê)

[2] Osman Aydin, Bilim ve Sanat Dünyasının Ünlü Kürtleri(Kurdên Navdar ji Cîhana Zanist û Hunerê), Weşanên Deng, Diyarbekir, 2018, r. 127

[3] Ramazan Yetîk(teza navbuhurî); r. 162, 163,

[4] Îshaq Sûngûroglû, Harpût Yollarinda, Cild 2, Stenbol, 1959,  r. 415-416

[5] Osman Aydın, (berhema navbuhurî/bn) r. 127

[6] Îshaq Sûngûroglû, (bn) r. 415-416

[7] Îshaq Sûngûroglû, (bn), r. 415-416

[8] BOA, cih:186-55, H-29.12.1281

[9] Îstanbûl Îl Muftulugu Meşîhat Arşîvî(Arşîva Meşîhad a Miftîtîyê ya Parêzgeha Stenbolê), Dosya No: 2658, Neqilkirin: Ramazan Yetîk, J. b.

[10] Îshaq Sûngûroglû, (bn),  r. 415-416

[11] BOA, MF_MKT_ 0184_00074_01_001, cih: 1084-74

[12] Osman Aydin, http://www.rupelanu.org/kurtce-gramer-yazan-ilk-kurt-826h.htm, (11.09. 2021)

[13] Sadik Albayrak, Son Devir Osmanlı Uleması, Cilt 4, (Zanayên Osmanî yên Serdema Dawî, Cild 4), Weşanên Daîreya Karûbarên Çandî ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê, 1996, r. 207 (Ji arşîva Lutfî Baksî)

[14] Kurd Teavun ve Terakkî Gazetesî (Kovara Kurdî-Tirkî 1908-1909), no: 6 (9ê Kanûna Paşîn/1909), Wergêr: M Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Sweden, r. 327 (Ji Arşîva Lutfî Baksî)

[15] Ramazan Yetîk(teza navbuhurî), r. 162-163

[16] Mehmed Bayrak, https://studylibtr.com/doc/2216848/harput-lu-%C3%B6mer-avni-efendi-ve-%E2%80%9Ckavaid-i-lisan, (10.12.2016)

[17] Mufît Yuksel, Ana dîlde Egîtîm Ve Kurtçede Alfabe-Îmlâ Meselesî-7(Mufît Yuksel, Perwerdehîya bi Zimanê Dayikê û Meseleya Rastnivîsîn-Alfabe ya bi Kurdî-7), https://www.yenisafak.com/yazarlar/mufit-yuksel/ana-dilde-egitim-ve-kurtcede-alfabe-iml-meselesi-7-40358, (20.09.2021)

[18] Sadık Albayrak, (bn) r. 207

[19] Sadık Albayrak, (bn), r. 208-209

[20] Binêre. Kurd Teavun ve Terakkî Gazetesî, No: 2, Kurdler Neye Mûhtaçtir?(Ji bo Kurdan çi lazim e?), Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Sweden, 1998, r. 92

[21] Molla Saîd-î Meşhûr, Kurdler Neye Mûhtaçtir?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Binêre. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , (16.02.2015)

[22] Heman berhema xala 21ê

[23] Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Cild: 2, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanaxaneya Deng, Uppsala/ Sweden, 1985, r. 492

[24] M. X., Ziman (15 Temmûz 1329), Rojî Kurd, j.: 3, Çapxaneya Memdûh Beg, Stenbol, 01.08.1329, r. 21

[25] Kurd Teavun ve Terakkî Gazetesî, no: 8, Kurdistan’da Egîtîmîn Duzene Konulması ve Dîrîltîlmesî Yolû(Rêya Birêkûpêkkirin û Vejandina Perwerdeyê li Kurdistanê), Wergêr: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Sweden, 1998, r. 402-403

[26] Osman Aydın, http://www.rupelanu.org/kurtce-gramer-yazan-ilk-kurt-826h.htm, (11.09.2021)

[27] BOA, cih: 1084-74, ME MKT_01084_00074_003_001, H-14.11.1326

[28] Ferhenga Farisî-Osmanî (Tirkî), Werger û kurteya naverokê: M. Emîn Narozî

[29] Îlmîhal, Werger û kurteya naverokê: M. Emîn Narozî

[30] Îshaq Sûngûroglû, (bn), r. 415-416

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://candname.com/niviskare-kavaid-i-lisan-i-kurdi-qavaide-lisane-kurdi-omer-avni-efedni-ye-xarputi-1865-1932/

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Memdûh Selîm Begê Wanî

Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an...


Mistefa Barzanî (1903-1979)

Mistefa Barzanî, kurê Mihemed e û ew jî kurê Şêx Evdiselamê Yekem e û koka wan digihije şaxekî Mîrekên Amêdîyê. Şêx Mihemedê bavê Mistefa Barzanî, rêvebirê medreseya Barzan bû, ev medrese li vê deverê bûbû cîyê perwerdeyî, xwelêgirtina xelkê mezlûm ê wê derê û serokeşîrên herêmê ji vê yekê gelek aciz bûn. Li ser vê acizîyê, hinek serokeşîrên wê herêmê gilîyê Şêx Mihemed ji rêvebirên Osmanîyan re dikin. Ji ber vê yekê, bi fermana Siltan Evdilhemîdê Duyem, Şêx Mihemedê Barzanî bi tevî malbatê sirgûnî bajarê Bedlîsê dikin. Ew, li vî bajarê qedîm ê Kurdistanê 1-2 salan di bin çavdêriya rayedarên hikûmetê de dimînin û paşê bi destûra hikûmetê dîsa vedigerin herêma Barzan û Şêx Mihemed di sala 1903yê de koça dawî dike...


Seîd Veroj

Nivîskar û lêkolînvanê Kurd Seîd Veroj, di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî, lîse û unîversîte li Dîyarbekirê xwendîye. Xebatên wî yên li ser kurdolojîyê, di salên xwendina unîversîteyê de dest pê kirine. Di sala 1997an de tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir û hetanî sala 2004an edîtorîya weşan û Kovara War domand.