logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Memdûh Selîm Begê Wanî

Nivîskar: Seîd Veroj

Memdûh Selîm Begê Wanî

Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an.

Xebata wî ya di nav rêxistinên Kurdan de, li Stenbolê di nav rêzên Cemîyeta Hêvî (Komela Hêvî) de dest pê kirîye. Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1328an (9ê Tebaxa 1912an) de li Stenbolê hatîye damezrandin û Umer Cemîl Paşa muweqe­ten ji bo sekreterîya Komela Hêvî hatîye wezîfedarkirin. Li gorî agahdarîya Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî); wî û hevalên xwe bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî dest bi xebata damezrandina Komela Hêvî kirine.”

Cemîyeta Hêvî, piştî damezrandinê, di çarçove­ya armanca komelê de dest bi weşandina kovara Rojî Kurd kirîye. Rojî Kurd, ji mehê carekî bi zimanê Kurdî-Turkî hatîye weşandin û li ser hev çar hejmar hatine çapkirin û belavkirin. Îdarexaneya Rojî Kurd: Di navenda Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd de bû ku ew jî li ser caddeya Babê Alî û li hemberî Otêla Meserretê bû. Piştî çapkirina çar hejmaran, weşana Rojî Kurd ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve hatîye rawestandin. Piştî rawestandina weşana Rojî Kurd, li şûna wê, bi navê Hetawî Kurd, kovareke nû bi rêvebirîya Hemze Beg ji alîyê cemîyetê ve hatîye weşandin. Di vê demê de, katibê umûmî yê “Cemîyeta Hêvî ya Feqehên Kurd” Memdûh Selîm Beg e û herweha ew di nav lijneya nivîskaran de ye.  Hetawî Kurd, li ser hev, deh hejmar hatine weşandin (derxistin). Xebata Komela Hêvî, çapbûna kovara Rojî Kurd û Hetawî Kurd hemû di bin zixt û zordarîyên desthilatdarîya sîyasî ya wê demê de berdewam kirîye heta destpêka Şerê Giştî yê Cîhanê. Li ser rewş û zixtên wê demê Memdûh Selîm weha dibêje: “Hemû ciwanên di nav Cemîyeta Hêvî de, ji ber li­hevanîna sebebekî, dane mehkemeyê. … mesûlê cemîyetê dane mehke­ma Dîwana Herbê, bi mehan di hepisxaneyê de perîşan kirine.” Li ser vê babetê, Qedrî Cemîl Paşa jî dibêje: “Hikûmetê, bi îdeaya ku Hêvî li gorî qanûnê nehatîye teşkîlkirin, gelek caran azayên heyeta îdarî sewqê meh­kemê kirine. Dema ku mehkemekirina wan dewam dikir, seferberî hate îlankirin. Ji ber ku azayên heyeta îdarî jî tabihê xizmeta maxsure bûn, ew hemû sewqê eskerîyê kirin û bi vî awayê mehkemekirina wan jixweber berteraf bû. Dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn dest pê dike, wekî gelek rewşenbir û kadirên tevger û rêxistinên Kurd, Memdûh Selîm jî di çarçoveya leşkerîya mecbûr de tevlî cepheya şer dibe. Bi rûtbe û wezîfeya zabîtê îhtiyatê wî rêdikin baregaha ordîya (artêşa) li Erzerumê.

Piştî xelasbûna Şerê Giştî yê Cîhanê, bi serokatîya Seyîd Abdulqadirê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hate damezrandin. Memdûh Selîm Beg, yek ji endamê çalak û rêvebirê cemîyetê bû. Bi girêdayî CTKê kovara Jîn dihate çapkirin, mesûlê kovarê Hemzeyê Muksî bû û ew jî yek ji rêvebir û nivîskarê kovarê bû. 20 hejmarên kovara Jîn (Hejmara 20an: 4ê Hezîrana 1335an/4ê Hezîrana 1919an), di bin berpirsyarîya Hemzeyê Muksî de hatine çapkirin û hejmara 21 û ji wê pê ve jî (hejmara 21an: 18 Hezîrana 1335an/18ê Hezîrana 1919) Memdûh Selîm Beg bûye berpirsyarê kovarê. Li gor agahîya me ya îro, 36 hejmarên kovara Jîn hatine çapkirin. Dema ku CTKê parçe bûye, wî, ligel koma serxwebûnxwaz kar kirîye û tevlî Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd bûye. 

Paşê Memdûh Selîm Beg, li ser Komela Hêvî û xebata wê nirxandinek weha dike: “Hêvî, ji bo kurdîtîyê “umîd” bû. Hêvî îra­deyek bû. Ji panzdeh salan vir ve, tu bûyerekê Kurdan nîne ku armanca Hêvî, şopekê li ser nehiştibe; rêxistinên wekî Cemîyeta Tealîya Kurdis­tanê, Cemîyeta Mearîf û Neşrîyata Kurd, Partîya Millet a Kurd, Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd her yek ji abîdeyên îmana Hêvîparêzan e. Ko­vara Rojî Kurd, Hetawî Kurd, mecmua Kurdistanê û rojnameya Jîn her yek li ser tovê Hêvî şîn hatine û mehsûlê wê yê dema nêzîk in.  Memdûh Selîm ne tenê di nav xebatên çandî de herweha bi awayekî aktîf di nav xebatên sîyasî de jî cî girtîye. Wî damezrênerî, rêvebir û sekreterîya Partîya Demokrata Kurd û Partîya Milletê Kurd jî kirîye ku li pey hev ji nîvê sala 1919an şûn ve hatibûn damezrandin. Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe ya Doza Kurdistanê de li ser Partîya Milletê Kurd dibêje: “Ev partî ji bo armanca neteweyî bi dil û can dixebitî û alîkarîya Komela Teşkîlatê Îçtîmaîye dikir. Necmeddîn Huseynî, Memdûh Selîm, Kemal Fewzî û Babanzade Ezîz Beg rêvebirên vê partîyê bûn.”

Ji têkçûna tevgera neteweyî ya sala 1925an şûn ve, gelek Kurdên rewşenbîr û kadroyên sîyasî yên ku derbasî dewletên Awrûpî, Iraq, Surîye û Beyrûdê bûn, xebata xwe ya rewşenbîrî û sîyasî li wê derê dewam kirin. Ji vana yek jî Memdûh Selîm Beg bû. Bi hewldan û serkêşîya Memdûh Selîm Beg, ji bo piştgirîya berdewamî ya grubên şoreşger ên tevgera rizgarîya Kurdistanê, pêdivîya ji nû ve rêxistinbûnê hatîye rojevê. Di encama vê nêrîn û lêgerînê de, bi gelek grubên sîyasî yên Kurd û şexsîyetên sîyasî yên hundir û dervayê Kurdistanê re têkilî û hevdîtin çêbûne. Herweha bi hin grubên mixalif ên Ermen re jî têkilî û hevdîtinên piştevanîyê hatine kirin.

Du sekreterên giştî Yên Xoybûnê; Memduh Selim Beg û Celadet Bedirxan

Di dawîya vê xebatê de, bi şertê xwe fesihkirina grubên heyî, di roja 5ê Cotmeha (Çirîya Pêşîn) 1927an da li Beyrûdê bi beşdarbûna panzdeh kesan, bi navê Xoybûnê rêxistineke nû hatîye damezrandin û Celadet Bedirxan jî wek serokê pêşî yê vê rêxistinê hatîye hilbijartin. Rêxistina Xoybûnê, bi yekgirtina çend grubên sîyasî yên wê demê pêk hatibû. Yek ji beşdarvanên vê civînê Ehmedê Abdurehman Axa, di rêzehevpeyvîneke xwe de navê panzdeh kesên beşdarvanên civînê weha rêz dike: “1- Celadet Bedirxan Beg, 2- Elî Rizayê lawê Şêx Seîd, 3- Memdûh Selîmê Wanî, 4- Doktor Şukrî Mehmed, 5- Fehmî Beg (katibê Şêx Seîd), 6- Kamil Efendî (mulazim bû li Iraqê) 7- Kerîm Efendî (mulazim bû li Iraqê), 8- Tewfîq Efendî (mulazim bû li Turkiyê), 9- Haco Axa (reîsê eşîra Hevêrkan), 10- Emînê Ehmed lawê Perîxanê (serokê eşîra Raman), 11- Bedredîn (reîsê eşîra Hebizbinî), 12- Bozan Beg, 13- Mustefa Şahîn (herdu jî serokên eşîra Berazan), 14- Ehmedê Abdurehman Axa (kurê Şahîn Axa), 15- Abdullah Cizrawî.” Hereketa Agirî bi rêvebirîya sîyasî ya Xoybûnê hatîye pêkanîn. Di vê hengameyê de Xoybûnê, di derbarê rewşa miletê Kurd de ji bo raya giştî ya hundir û derva gelek beyanname çap kirine û belav kirine. Piştî ku hereketa Agirî bi ser neket, Memdûh Selîm bi giranî kar û barê jîyana rojane re mijûl bûye û li Lîseya Antakyayê mamosteyî kirîye.

Li gor nivîsandina rojnameya Cumhuriyetê; “Navenda giştî ya Xoybûnê li bajarê Helebê bûye û Dr. Şukrî Sekban jî reîsê wê ye… Katibê umûmî yê Xoybûnê jî Memdûh Selîm e. Rêxistina Xoybûnê serpereştîya sîyasî ya Tevgera Netewîya Kurdistanê ya salên 1928-1930 li Agirîyê kirîye. Serfermandarê giştî yê Tevgera Netewîya Agirîyê Îhsan Nûrî Paşa bû û wê demê Memdûh Selîm di nivîs û nameyên xwe de navê mahlas ê “Îskender” bikar anîye. Herweha wî di hinek daxuyanî û nivîsên din de jî mahlasê “M. Selîm Berekat” bikar anîye. Di dawîya sala 1929an de ji alîyê Fransizan ve ji bo mamosteyîya Lîseya Antaqyayê hatîye tayînkirin. Roja ku civîna rêxistinê hebûye, Memdûh Selîm diçû Helebê û tevlî civînên cemîyetê dibû…”

Dema ku wî li Antaqyayê mamosteyî kirîye, yek ji xwendevanên wî jî Cemîl Merîç bûye. Merîç, di derheqê mamosteyên xwe Memdûh Selîm Beg û Elî Îlmî de weha dibêje: “Memdûh Selîm, mektebxwendîyekî Awrupayî yê Meşrûtîyeta Duyem bû û Elî Îlmî jî bi hemû zîllet û mezîyetên xwe ve Şerqî bû. Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû, bi zimanê Fransizî, Ermenî û axilbe Kurdî zanîbû. Ji rexleyê tedrîsata Abdulah Cevdet darbas bûbû. Ew merivekî metîn, çetin û ji pêdivîyê zêdetir ciddî bû. Di dersa yekemîna a kompozîsyonê de, ji ber ku dilopê murekebê li ser kaxizê min rijyabû, wî notê min pirr kêm kirin. Ji siviktîyê qet hez nedikir. Pir girîngî dida qaîde û rastnivisînê. Paşê ew bû mamosteyê me yê tercûmeyê jî. Me pirtûka Chateaubriand a bi navê “Son İbni Sirac’ın Maceraları(Serpêhatiyên Kurê Sîrac yê Dawî)”, di dersên wî de wergerand zimanê Turkî.”

Ji Memdûh Selîm Beg şûn ve, rêvebirîya Sîyasî ya Xoybûnê ketîye destê Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa. Ekrem Cemîl Paşayê ku berîya çûna Binxetê li Dîyarbekirê şaxek Xoybûnê damezrandîbû, dibêje: “Di civîna awarte ya sala 1934an de, kargêrîya Xoybûnê guherîye. Ji sala 1934an heta 1939an Qedrî Beg nûnertîya sîyasî ya Xoybûnê kirîye û ji ragehandina Şerê Duyemîn ê Cîhanê heta sala 1946an jî Ekrem Beg nûnertîya Xoybûnê kirîye.”

Memdûh Selîm Begî, di kovarên Jîn, Kurdistan û Dîyarîyî Kurdistan de bi navê Memdûh Selîm, Memdûh Selîm Beg, Kurd Wanî nivisîye û herweha li gorî Malmîsanij mahlasê “Selîm Bekir” jî yê Memdûh Selîm Beg e. Ew xwedîyê pirtûkxaneyeke dewlemend bû û ne tenê nivîskar bû, jîyana xwe jî bexşê têkoşîna rêxistinbûn û serxwebûna Kurdistanê kiribû. Lewma dibêje: “Hîç neteweyek nekare hêvî û daxwazên xwe yên pêş­kevtinê bi bê rêxistinê û hîç rêxistinek nekare bi bê netewe bernameya xwe pêk bîne.” Memdûh Selîm Beg, têkoşîn, doz û armanca xwe di ser evîna xwe re girtîye û lewra nekarîye bi dilketîya xwe ya keça Çerkes Ferîha Xanim re şî bike. Lêbelê di encamê de, wî di pêvajoya damezrandina Xoybûnê de bi jineke Cezayîrî re şî kirîye û bi navê Xelîl zarokekî lawîn ji wan re çêbûye. Piştî têkoşîneke nîv esrî, salên dawî yên jîyana wî di nav problemên nexweşî û tengasî de derbas bûne. Necmeddîn Buyukkaya di bîranîn xwe de dibêje: Memdûh Selîm Beg di roja 25ê Temûza 1976an di saet 13.30 rojê de koça dawî kirîye û li Şamê bi tevlîbûna komeke nas û dostan di goristana Şêx Xalidê Neqşebendî de hatîye veşartin. Gornê wî li nik kêleka gornê Qedrî Can û nêzîkê gornê Celadet Bedirxan Beg e.

 

ÇAVKANÎ

-Îsmaîl Goldaş, Kürdistan Teali Cemiyeti, Weşanên Doz, Stenbol, 1991, r. 54

-https://kovarabir.com/14322/kone-res-memduh-selim-bege-wani-1897-1976-diplomate-kurd-endazyare-pewendiyan-di-navbera-kurd-u-ermeniyan-de-u-himdare-komela-xoybune/

-Malmîsanij, Kürt Talebe-Hêvî Cemiyeti; İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği, Weşanên Avesta, Stenbol, 2002, r. 50, 70

-Cemil Meriç, Bu Ülke (Bütün Eserler: 2), İletişim Yayınları, çapa 61emîn, Stenbol, 2020, r. 25

-Kadrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları), Özge Yayınları, çapa 2yemîn, Ankara, 1991, r. 34, 43, 62

-Rojî Kurd, Hejmar: 2, 6 Temmuz sala 1329 (Rumî)/ 19ê Temûza 1913

-Kurd Wanî [Memdûh Selîm Beg], Tarih Huzurunda Bir Tashih, Hediyetu Kurdistan (Dîyarîyî Kurdistan), Pencşeme, 18 Hezîran 1925, hijmar: 7. Bn. http://kovarabir.com/kurd-wani-tarih-huzurunda-bir-tashih-duzeltme/

-Ehmedê Abdurehman Axa, Şoreşa Şêx Seîd, Çûna Me ya Iraqê, Avakirina Xoybûnê, Armanc, No: 91, Sweden, 1989, r. 4

-Rojnameya Cumhuriyet, 9 Temmuz 1930, r. 4

-Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejîyana Min, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, Tîrmeha 2007, r. 50

-Karin Johnsson, Bland Haremsdamer Och Schejker, Albert Bonniers Förlag, Stockholm, 1930, r. 165 (Ji arşîva Lutfî Baksî. wergêr: Emîn Narozî)

-Necmettin Buyukkaya, Kalemimden Sayfalar, Weşanxaneyê Vate, Stenbol, 2008, r. 312, 324

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Osman Sebrî

Nivîskar, helbestvan, wergêr û tekoşer Osman Sebrî, 5ê Rêbandana 1905an li bakurê Kurdistanê, li gundê Narincê ya bi ser navçeya Kolikê ya şarê Semsûrê ve ye ji dayik bûye. Bavê wî, serokeşîrê Mirdêsiyan bû. Navê bavê wî Sebrî, navê diya wî Emîne ye. Di bîranînên xwe de Osman Sebrî li ser eşîra xwe dibêje; “Eşîra me Mirdês beşek ji emareta Mirdês e ku sernîveka wî bajarî Egilê bûye. Piştî qelsî û jihevdeketina emareta mîrekan her yekî aliyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe. Ji kalê min Mihemed ku tevî eşîra xwe (Mirdêsê Gawestî) hatiye erdê ku îro bi Mirdêsan hatiye nasîn, heya digehe min, em neh bav di wî erdî de rûniştine.”


Cegerxwîn

Hozanê mezin Cegerxwîn, helbestvanê Kurd yê herî mezin yê sedsala 20an tê qebûlkirin. Hîn jî dema behsa helbestvanê Kurd tê kirin, yek ji navê ku herî zêde tê bîra mirovan Cegerxwîn e. Bi nivîsê xwe di warê edebîyat, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke gelek mezin kirîye, li ser mijarên cûr be cûr nivîsîye. Di nivîs û helbestê wî de welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn û pêşketinê, wekhevîyê hene.


Îsmaîl Heqî Şaweys

Îsmaîl Heqî Şaweys, di sala 1894an de li Mûsilê hatiye dinyê. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina seretayî kirîye û li Bexdayê xwendina xwe ya navîn temam kirîye. Dû re, li Stenbolê Herbîye xwendîye û wek mulazimê duwem tevî artêşa Osmanî bûye. Di şerê Balkanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re vegerîyaye Stenbolê û di Şerê Cîhanê yê Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Osmanî de tevlî şer bûye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê, ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû,..