logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Omer Fîdan

Nivîskar: Omer Fîdan

Omer Fîdan, li Pasûra Amedê hatiye dinyayê. Piştî ku dibistanên seretayî, navîn û amadehiyê li Amedê xwendine, ji bo zanîngehê çûye Edeneya Tirkiyeyê da ku beşa Mamostetiya Zimanê Îngilîzî bixwîne. Di heyama sala dawîn a zanîngehê de ji bo ku li ser Kurdî bixebite vegeriyaye Amedê û li Enstîtuya Kurdî ya Amedê dest bi xebatê kiriye.

Di navbera salên 2004 û 2011an de li Enstîtuya Kurdî ya Amedê peywirên wek endametiya desteya rêvebir, berpirsiyariya beşa weşanê û serokatî pêk anîne. Di damezirîna TZP Kurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) de cih girtiye û heta ku ew tevger di sala 2015an de belav bûye di rêveberiya wê de cih girtiye. Ji 2005an vir ve mamostetiya Kurdî dike, di polên mamostetiya Kurdî de dersa teknîk, rêbaz û nêzikatiyên bo fêrkirina zimanan dide. Demeke dirêj hevserokatiya Meclîsa Mamosteyên Kurdî ya Amedê kiriye. Di navbera 2011 û 2016an de di beşa Ziman û Wêjeyê ya Akademiya Cegerxwîn û Konservatûara Aram Tîgran de mamostetiya Kurdî kiriye.

Omer Fîdan, ji 2013an vir ve di KBG’ya Navenda PENa Kurd de cih digire. Di navbera 2013 – 2016an de serokatiya “Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê” kiriye û ji 2016an vir ve jî Sekreterê Giştî yê Navenda PENa Kurd e. Yek ji endamên Sekreteryaya Damezirîner a Tora Ziman û Çanda Kurdî ye, her wiha endamê Lijneya Rêvebir û Lijneya Şêwrê ya vê Torê ye. Di 2019 û 2020an de ji bo Stêrk TV’yê bernameya wêjeyî ya bi navê ‘Wêjevîn’ amade û pêşkêş kiriye. Di 27 hejmarên Kovara W’yê de endamtiya lijneya şêwrê û redaktorî û di 13 hejmarên dawîn de jî edîtoriya giştî kiriye. Her wiha di lijneya şêwrê ya Kovara Rewşen de cih girtiye û redaktoriya wê kiriye. Niha jî ji bo gelek weşanxaneyên Kurd wergêrî, edîtorî û redaktoriyê dike. Gelek pirtûk wergerandine û di gelek kovar, rojname û malperan de helbest, çîrok û hevpeyvînên wî hatine weşandin. Di 11emîn Kongreya PENa Kurd de(9-10ê Tîrmeha 2022yan li bajarê Oldenburg) wek hevserokê PENa Kurd hate hilbijartin. Du zarokên wî yên bi navên Aldar û Zerya hene.

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf