logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Evdilsemedê Babek

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Evdilsemedê Babek(972- 1019)

Evdilsemedê Babek  helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye.

Îbn Xelikan di pirtûka xwe ya Wefayat el Ayan de li ser Evdilsemedê Babek weha dinivîse:  Ew di sala 972-73yan de li Colemêrgê tê dinyê û di 1019-20an de jî wefat dike. Li gorî hin çavkanîyên din ew di navbera salên 938-995an de jiyaye.

Evdilsemedê Babek di dewra xwe de jî navdar bû, berhemên wî dihatin xwendin û di nav xelkê de xwedî cihekî taybet bû. Bi Kurdî û Erebî gelek helbestên wî hene, di helbestên xwe de zimanekî xwerû û zelal bikar anîye.. Sadiq Behaedîn Amedî, wî wek helbestvanê Kurd ê pêşî yê piştî Îslamê bi nav dike. Herweha Amedî dibêje: “Min bi xwe sê  cild ji dîwanên Ebdulsemedê Babek dîtîye.” Wî helbestên xwe bi piranî li ser mijarên olî û xwezayê nivisîne.

 

Helbestek Evdilsemedê Babek:

Pesnê Buharê

Dila! Şadî be, xweş dem hat buhar e 

Reşemeh çûn terazîn bûn diyar e

 

Nîhal der bûn, xweşa hat av û cobar

Befir kerker bûbû keftî nezar e

 

Kulîlk û gul bi ken derçûn ji kaşan

Sivik hat nêrgiza mest kofî xwar e

 

Bilalîz, lûleper çend kep bilind in

Di şahenşîn da wek Xûsrev bi kar e

 

Binevş û golşelîl û sûnbilên terr

Di lat û berbanan bestin cîwar e

 

Helez qewşen veda wek koçerê boş

Silav kir çevr û kerkol û sînar e

 

Bi ken bû gelgel û kavil yê baz e

Zinar û siwiyê ji xwe ra kire sitare

 

Li ser tayê kevotê bûye mest e

Kevok û xendelîs bade vexware

 

Ji hemiyan bilbilê dîn dil bi xwîn e

Gula min kanî, li min sed car hewar e

 

Li min xweş tête dengê berx û karan

Li êvarê dema dibit kare kare

 

Werê pêşbêrîya sûkre di dest da

Dihejînin parzuna li ber war e

 

Bi sema çûn, distêrin ev şox û şeng e

Xurmîn û zimzima keftî guhar e

 

Bimêze van çiyan tev xemilî ne

Bi hezar rengan xwiya nexş û nîgar e

 

Li Kurdistan binêre ey perîxan!

Li ser dil dê biçit jeng û temar e

 

Li min xweş nesîme vê sibê zû

Hejandî şengê pê leyizî çinar e

 

Her ro Newroz e, ey dil sed tebarek

Were geştê, sema ye li çarkenar e

 

Peşîmanim ji emrê çû perişan

Bi satorî me bir bê dost û yar e

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://www.kurdistan24.net/kmr/story/23728-Navdar%C3%AAn-Kurd:--Evdilsemed%C3%AA-Babek

Kovara War, hejmar 2, 1997, Stenbol

Sadiq Behaedîn Amedî, Hunermend û Hozanên Kurd, çapa 1emîn, Weşanên Zanyarî, Bexdad, 1980

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf