Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Omîd Kurdistanî, di sala 1963yan de li Tehranê/Îran hatîye dinyê. Li Tehranê dibistana Andishe Don Bosco, ku dibistaneke Îtalî bû xwendîye. Dema ku Kordestanî zarokatîya xwe ya li Tehranê radixe ber çavan, metropoleke tijî çand û olên cihê ku bihevre dijîn vedibêje. Diya wî hemşîre, bavê wî endezyar bû.
Piştî mirina bavê xwe ya di 1976an de, ketin lêgerîna ku herin dervî welêt. Li Îranê rewş roj bi roj xerabtir dibû û bûyer zêde dibûn. Di sala 1978an de Kordestanî, birayê wî yê biçûk û diya wî, li pey hevalên malbatê çûne Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û li Kalîfornîyayê bi cih bûne. Yanî di xortanîya xwe de derbasî Geliyê Siliconê bû, cihê ku bi teknolojîya xwe bi nav û deng e. Di serê sala 1979an de, li Îranê rejîm hate guhertin û di van demê tevlihev de pereyên wan negihîştiye wan, loma malbatê rojên zehmet derbas kirine û giranî dane perwerde û xebatê.
Omîd Kurdistanî di sala 1980yî de, Lîseya Buchser li Santa Clara/Kalîfornîya qedand. Li San Cose State University (Zanîngeha Dewletê) endezyarîya elektrîkê qedand û li şîrketa Hewlett-Packardê de, wek gerînendeyê kirrîn û firotinê dest bi kar kir. Piştî pênc salan li HP-ê, Kurdistanî ji bo bawernameya masterê di rêveberîya karsazîyê de, derbasî Zanîngeha Stanfordê bû.
Omîd Kurdistanî yek ji avakar û rêvebirê Google bû, Di 1999an de dest bi karê Google kir û deh salan tê de xebitî. Projeyên ku ji bo Google çêkirine bi nav û deng in û tê gotin ku esas mejîyê pişt Google ew e. Di Googlê de beşê bazirganîyê ava kir, bû cîgirê serokê Google yê firotin û karsazîya li seranserê cîhanê û di encama xebata wî de Google di warê bazirganîyê de pir bi pêş ket, qezenca wê pir zêde bû. Kovara Time di sala 2006an de, Omîd Kurdistanî xiste lîsteya 100 kesên herî bi bandor yê cîhanê. Di sala 2008an de Omîd Kordestanî, 3 mîlyon dolar bexşî San Cose State University kir, zanîngeha ku perwerdeyeke baş lê dîtibû û bingehê karîyera xwe ya serkeftî danîbû.
Di gelek şîrketên navdar û mezin yên bi teknolojîya bilind ve girêdayî, di pozîsyonên sereke û pêşengîyê de kar kirîye, ji bo afirandina teknolojîya pêşerojê bûye alîkar. Kete rêveberîya şîrketa Netscape. Ew di heman demê de cîgirê serokê Pêşkeftina Karsaziyê û Firotanê bû û dahata malpera Netscape salane ji rêjeyek ya 88 mîlyon dolarî gihîşte zêdetirî 200 mîlyon dolarî di 18 mehan de. Ji Adara 2013an heta Cotmeha 2014an rêveberê Vodafone bû.
Di sala 2014an de dîsa derbasî Google bû û di nûkirina şîrketê de weke şêwirmend û rêvebir kar kir; bi xebatên ku kir hem Google pir fêde kir, hem Omîd Kurdistanî pir dewlemend bû. Berî ku derbasî Twitterê bibe, berpirsê karsazîya Google bû. Omîd Kurdistanî ji Cotmeha 2015an heya Hezîrana 2020an bû serokê lijneya rêvebir ya Twitterê, heya Cotmeha 2022yan jî endamê rêveberîyê bû. Kurdistanî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsîbû: "Kêm bi dest mirov dikeve ku di şirketeke karên pir mezin dike û cîhanê diguherîne de bixebite. Şansê min hebû ku di sisê yên wiha de bixebitim: Netscape, @google, @twitter."
Wekî din Omîd Kurdistanî yek ji damezrînerên Weqfa Civaka PARSA bû (2006-2011); civakek çandî, mîratî, karsazî û xêrxwazî ya Îranî ya ku li bajarê Redwood/ Kalîfornîyayê ye.
Di 1991ê de bi Bîta Daryabarî re zewicî û du zarokê wan çêbûn. Sala 2009an ji hev veqetîyan. Sala 2011an bi Gisel Hiscock re zewicî û du zarok ji Gisel Kordestanî jî çê bûn.
Di derbarê serkeftin û hêjabûna Omîd Kurdistanî de gelek nivîs di kovar û rojnameyan de hatine belakirin, bêgûman bi sedan-hezaran salan wê navê wî neyê jibîrkirin.
https://en.wikipedia.org/wiki/Omid_Kordestani
https://ku.wikipedia.org/wiki/Om%C3%AEd_Kurdistan%C3%AE
https://www.siliconvalley.com/2017/03/12/following-twitters-executive-chairman-and-his-rise-as-an-iranian-immigrant-in-silicon-valley/
https://www.mercurynews.com/2008/03/11/google-billionaire-donates-3-million-to-sjsus-engineering-department/
Nivîsén tékildar