Nivîskar: Yekta Ûzûnoglu
YEKTA ÛZÛNOGLÛ
Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.
Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran Alî Bedirxan Beg di navbera salên 1972-1979an li Pragê di Zanîngeha Karl de beşa pijîşkîyê dixwîne. Berî wê li Marienbadê dibistana ziman û qûrsa amadehiyê dixwîne; bi dû de zanîngeha bijîşkiyê qezenc dike. Piştî ku Çekoslovakya ji alîyê Pakta Artêşa Varşovayê ve tê dagirkirin di berxwedanan de dibe çalakger û aktivîst.
Di sala 1973 de Dr. Abdulrahman Qasimlo li Prag nas dike, dostanîya wan ta şehîdbûna Dr. Qasimlo di sala 1989 de dom dike, bi salan alîkarîya Partîya Demokratê Kurdîstana Îranê dike.
Di sala 1975an de, ji ber ku li Çekoslovakya di dewra Gûstav Hûsakê Stalînîst de xwendekarên Kurd radestî Sadam dikin; Yekta Ûzûnoglû û pêşewayê Partîya Jîyana Azadîya Kurd PJAKê Hecî Ehmedî, bi ser konsolsoxaneya Swêdê de digrin, greva birçîbûnê organîze dikin. Ji ber ku “Swêd welatekî bealî” dihat dîtin, konsolsoxaneya Swêdê hatibû hilbijartin. Ev çalakî di dinyê de deng vedide û şandina xwendekarên Kurdên Başûr ji bo Bexdê tê sekinandin.
Yekta Ûzûnoglû di sala 1976an de bi alîkarîya hevalê xwe Prof. Dr. Pavel Martasek û Vladîmîr Korensky Weşanxaneya Araratê ya neqanûnî/îllegal ava dike û bi dehan pîrtuk, broşûr, xerîta Kurdistanê û nivîsên xwe, yê Dr. Abdulrahman Qasimlo, Kendal Nezan û yê Prof. Dr. Joyce Blaû, bi Kurdî û zimanên cuda cuda çap dike û li Ewrûpa belav dike. Weşanxaneya Araratê yekem weşanxaneya Kurdî ye li Ewrûpa.
Dr. Yekta Ûzûnoglû di dema ku li koleja pijîşkîyê dixwîne, xortekî li dijî komînîzmê ye. Di wê dewrê de bi Serokê Komara Çekyayê Vaclav Havel ra di nava rêxistina 77an de cîh digre û wê demê di nava çalakîyên sîyasî de ye. Dema ku Vaclav Havel tê girtin, Dr. Yekta Ûzûnoglû jî sirgûn dikin.
Piştre Dr. Yekta Ûzûnoglû li Parîsê bicîh dibe. 1982an lîsansa bilind û mastirê li ser nexweşîyên hundirîn dike. Bi wezîrê berê yê Karên Derveyî yê Fransayê Bernard Kouchner û bi komek hevalan ra Rêxistina Pijîşkên Sînornenas ava dike. Hukumeta Fransayê Dr. Yekta Ûzûnoglû layîqî Bûrsa Enstitûya Pasteûr dibîne. Dr. Yekta Ûzûnoglû piştî 5 mehên îxtîsasê, bi nameyekê spasdarîya xwe ji hukumeta Fransayê re dişîne û burs û hemû derfetên ku hukumeta Fransayê bo wî afirandibû lê vedigerîne. Dr. Yekta Ûzûnoglû, tevî hevalên xwe yê Doktorên Sînornenas diçe Îranê, ji bo alîkarîya şervanên Rojhilatê Kurdîstanê, nexweşxaneyên sahra ava dike. Ji bo ciwanên Kurd li serê çîya dibistanê vedike, dibe mamosteyê wan, li Kurdistana Rojhilat ji Qoturê heta Soma-Biradost di enîya şer de wek pêşmerge cihê xwe digre.
Dr. Yekta Ûzûnoglû hemhelatîyê Tirkîyê bû. Ji ber parastina mafê mirovan û alîkariya însanî ya Kurdan û mirovan di sala 1987a de ji hemwelatîya Tirkîyê tê avêtin. Li Almanyayê xwedîyê mafê statuya penaberîyê ye. Yek ji avakarê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye(1983). 1983-1988 âvakarî û rêveberîya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kirîye. Herwiha di dema xwendekarîyê de mecbûr dimîne çend welatan biguherîne. Dr. Yekta Ûzûnoglû, bi 10 zimanan bi awayekî herikî diaxive.
Piştî têkçûyîna kominîzmê vedigere Pragê. Di salên 1990an de li Çekoslovakya 17 şîrketan ava dike. Sala 1994an dewleta kûr ya Çek û Tirk Dr. Yekta Ûzûnoglû tûşî problem û arîşeyan dikîn. Herwisa di sala 1994an de rastî êrîşên hemwelatîyên Tirkîyê tê. Li Çekoslovakyayê kesên hemwelatîyên Tirkîyê yên bi nasnameyên sexte dijîn êrîşî Dr. Yekta Ûzûnoglû dikin, lê ji êrîşê xelas dibe.
Dûra bi hevkarîya kesên neqanûnî/îllegal ji alîyê polîsên Çekê ve tê girtin. Dr. Yekta Ûzûnoglû ji 13ê îlona 1994an heta 1997an di zîndane da dimîne. Di heman demê de mêvanê wî Kurdê ji Mêrdînê yê bi navê Gafûr Gokmen, şagirtê zanîngeha parêzeriyê Ronî Ozdemir û M. Hacî Bûlût 3 Kurdên din jî têne girtin. Hersî Kurd bê sûc û bi tevanbarkirinên ne rast 26 mehan, Yekta Ûzûnoğlu jî 2 sal û nîvan di hepsê de dimînin û di îşkenceyên giran re derbas dibin. Gafûr Gokmen piştî ji hepsê tê berdan, di 32 salîya xwe de jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku di girtigehê de îşkenceyan dibîne, nexweş dikeve û nayê dermankirin; Kurdê din ê bi navê Hacî Bulut di girtigehê de dîn dibe.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî hişkere dike ku Dr. Yekta Ûzûnoglû bi awayekî dadmendî nehatîye darizandin û careke din doza lêpîrsînê dike. Bi salan li mehkeman tekoşîna xwe ya li hember neheqiyê didomîne. Di sala 2007an de Serokkomarê Çekya Vaclav Havel, xwedîyê xelata Oskarê Zdenek Sverak û 160 şexsîyetên navdar ji bo destekdayîna tekoşîna Dr. Yekta Ûzûnoglû dest bi greva birçîbûnê dikin. Di dinyayê de ew cara ewil bû ku serokkomarê welatekî ji bo tekoşîna penaberekî ya di welatê xwe de diket grewa birçîbûnê.
Dozên dewleta kûr a Çekya li ser Dr. Yekta Ûzûnoglû berdewam dikin. Tiştekî ku Dr. Yekta Ûzûnoglû bê tewanbarkirin nayê ditîn û di 31ê Tîrmeha 2007an de dosya Dr. Yekta Ûzûnoglû paqij derdikeve. Dr. Yekta Ûzûnoglû, dema di zîndanê de ye, rastî gelek mûameleyên xirab tê û zerarê dibine; loma 56 dozên hiqûqî derbarê berpirsan de vedike. Dozên tazmînatê di sala 2010an de bi dawî dibin. Dr. Yekta Ûzûnoglû di dîroka hiqûqa Komara Çekya da tazmînata herî mezin bidest dixe. Perê ku ji Dewleta Çek wek tazmînat distîne dide xwendekarên Kurd û wan li Çekya dide xwendin.
Ji ber cesareta wî ya medenî, xelata bi navê “Xarta 77” ya herî bi prestîj (Frantîsek Krîegel) di 2006an de distîne ku yêkemîn kesê bîyanî bû yê ev xelat bidest dixist.
Tiştên ku bi komara dewleta kûr ya Çekya re jîyaye, di pirtûka xwe ya bi navê ÎFADE de vegotiye. Dr. Yekta Ûzûnoglû 21.01.2015an de di mala xwe de rastî êrîşa kuştinê hatîye. Lê bi saxî filitîye. Kujer ji alîyê rêxistineke ku dixwazin Dr. Yekta Ûzûnoglû bikujin hatîye organîzekirin. Doz hîna berdewam dike.
Nivîsên ji bo dewleta kûr û nivîsên medyayê bi zimanên cuda cuda di 2017an de di pirtûka bi navê “Hespê Troya yê îslamîstan di Komara Çek de” kom kirîye û bi zimanê Çekî hatîye weşandin. Bi tevahî 51 pirtûk nivîsîye, wergerandîye û weşandîye.
Dr. Yekta Ûzûnoglû xwedî malbateke welatparêz e. Birayê wî parêzerê navdar Erdînç Ûzûnoglû ye, helbestvanê navdar Rojen Barnas û Kendal Nezan jî kurxalê wî ne. Û her û her bi welatparêzan re di têkiliyê de bûye, bihevre xebat kirine. Wek mînak, di dema xwendekarîyê de dibe endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa, di nav komelê de bi Tariq Aqrewî, Mîrhem Yiğit, Qadir Dîlan, Muhemed Muhtedî, Selîm Babanzade, Muhemed Zaza, Zagros Haco re kar dike. Niha hemwelatîyê Almanya ye, 3 zarokên wî hene. Li Pragê li Komara Çekya dijî.
Berhemên Yekta Ûzûnoglû
Siverek Kültür Gazetesi (Rojnameya Çandî ya Siwêregê) - Bi Necati Siyahkan re, 1970
Ronahî - Kovar, 1971-1973
Le Probleme Kurde (Pirsa Kurdan) - Bi Prof. Joyce Blau, Zanîngeha Sorbonne - Prag, 1977
Legenda o Kurdech (Destana Kurdan), Weşanxaneya Ararat (1976-1979) ya bi dizî ya Yekta Uzunoglu, Prag
Láska u Kurdů (Evîna Kurdan) – Weşanxaneya Ararat, Prag
Země Kurdů (Welatê Kurdan) –(1976-1979) Weşanxaneya Ararat, Prag
Mehdi Zana Muss Gerettet Werden (Mehdî Zana Divê Were Azadkirin) - Bonn, 1982
Der kulturelle Völkermord an den Kurden in der Türkei (Jenosîda Çanda Kurdan li Tirkîye) - Bonn, 1982
Passion der Kurden (Cefayê Kurdan) - Zanîngeha Dortmundê û Enstîtuya Kurdî ya Bonnê çap kirin. Prof. Pfeipfer jî berpirsîyarê redaksiyonê bû.- Bonn, 1984
Jinên Kurd li Almanya -1984
Wenn Man ins Krankenhaus Musst (Gava ku Hûn Hewce ne ku Biçin Nexweşxanê) - Yekta Geylanî – Weşanger: Xaça Sor a Almanî û Enstîtûya Kurdî ya Bonnê ye , 1984
Kurdish Music Anthology (Antolojiya Muzîka Kurdî) - 1984
Hey lê; Bi Kurdî binivîsîne - 1985
Kovara Mizgîn 1983 / 1984 / 1985
The Destiny of M.Karataş – A Story of a Man in Exile (Qedera M.Karataş - Çîrokek mirovek li sirgûnê) - Bonn, 1985
Plandayîna Malbatê - Bonn, 1985
Thomas Bois: Kurdische Volksdichtung (Helbestên Gelêrî yên Kurdan) - Kurdisches Institut - Bonn, 1985
Kurdische Musik (Musîka Kurdî) - Kurdisches Institut - Bonn, 1985
Îsa Diçe Qudisê - 1986
Îsa Can Dide Mirîya -1986
Yûnis - 1986
D. N. MacKenzie: Kurdische Grammatik (Rêzimana Kurdî) - Xebatekê li ser berhemên Celadet Bedir Xan û Roger Lescott e. - Kurdisches Institut - Bonn, 1986
Ferhenga Kurdî-Germenî û Germenî-Nurdence, 1987
Kurdská Přísloví (Gotinên Pêşiyan yên Kurdî) - Yekta Uzunoglu ji zimanê Kurdî wergerandîye zimanê Çekî û di weşanxana xwe Merîdîan de weşandiye. Prag, 1993
Ein Kurde im Mahlwerk des Übergangs ; Ein Bericht aus Tschechien( Kurdekî li Nav Çarxên Dîrokê de ; Nûçekî ji Komara Çek) - Bi pêşgotinê Bernhard von Grünberg û bi pêşkêşvaniya František Janouch, 2007
Výpověd (Şahidî) - Akropolis - Prag, 2008
Ekonomické Perspektivy ČR (Perspektîfên Aborî ya Komara Çek) - V. Klaus (serokvezîr), I. Kočárník ( wezîrê aborîyê), K. Dyba ( wezîrê sanayîyê), J. Zieleniec,(wezîrê karên derva), J. Lux ( wezîrê ziratê) -Dr.Yekta Uzunoglu - Weşanxaneya Meridian(ku ya Yekta Uzunoglu) bû, Prag, 1993
Islamistický Trojský Kůň v České Republice (Hespê Troyayê îslamîstan di Komara Çek de), 2017
Qîrîna Zindanan - Ev pîrtûk yekem pîrtûka Yekta Uzunoğlu ye ku li Tirkiyê hat weşandinê -Weşanxana Îzan, 2021
Apê Mûsa 100 Yaşında! (Mûsa Anter 100 salîya xwe de !) - Weşanxaneya Aram, 2020
Bîranîn - Ev pirtûk yekem weşanê Dr.Yekta Uzunoglu'ye ku bi Kurdî û li Tirkîye diweşîne. Weşanxana Sitav, 2021
Wergerên Di Nav Zimanê Kurdî
Karel Čapek:R.U.R, Ararat, 1974
The White Disease (Birîna Spî), Ararat
The Mother (Dayik) - Dema ku Yekta Uzunoglu di Zanîngeha Çarlsê li Prag pijişkîyê dixwîne vê pirtûkê vegerand zimanê Çekî, Weşanxaneya Ararat
Molière: The Forced Marriage (Zewaca Bê Dil) - 1979
Încîla Lûqa -1985
Încîla Marco - 1987
Genesis - Bonn, 1987
Exodus - Bonn, 1987
Wergerên bi zimanê Çekî
33 Kurşun (33 Gule) - Ahmed Arif - Ji hêla Klûba PENê ve hatiye şandin --2014
Hasretinden Prangalar Eskittim - (Touhou Po Tobě Mi Pouta Zrezavěla) - Ahmed Arif - Ji hêla Klûba PENê ve hatiye şandin, 2009
https://yektauzunoglu.com/ku/jiyana-yekta-uzunoglu/
https://yekta-uzunoglu.niviskar.org/jinenigari.html
Nivîsén tékildar