Nivîskar: Mehmet Oncu
Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)
Semsûr, parêzgehek dîrokî yê li bakurê rojavayê Kurdistanê ye. Sînorên bajêr di navbera 37º 25' -38º 10' paralelên bakur û 37º 25'-39º 15' meridyenên rojhilat de ye. Rûpîvana bajêr 7614 km² ye bilindayiya wê ya ji behrê jî 669 metre ye. Semsûr ji aliyê bakur ve bi bajarê Meletî re, ji aliyê başûr û rojhilatê başûr ve bi Ûrfa(Ruha) re, li rojava bi Gurgum(Meraş) re, li rojhilat bi Amed re û li başûrê rojava jî bi Dilokê re cîran e. Wekî din jî em karin bêjin ku Sêmsûr bajarekî jorîn ê Mezopotamyayê ye.
Semsûr ji bakur ve bi çiyayên bilind ên ku berdewama rêzeçiyayên Torosan in wekî kevanekê hatiye dorpêçkirin. Ew çiya bi gelemperî bi navê çiyayên Meletiyê tên zanîn. Piraniya van çiyan ji 2000 metreyî bilintir in. Çiyayên sereke ev in: Çiyayê Spî(2551 m), Çiyayê Dîbek(2549 m), Çiyayê Ûlûbaba(2533m), Çiyayê Gordik(2206)m, Çiyayê Nemrûd(2150 m), Çiyayê Borik(2110 m), Çiyayê Boz(1200 m) û Çiyayê Reş (1115 m). Navenda bajêr pala xwe daye van rêzeçiyayan û li vir hatiye avakirin. Rûerdê başurê bajêr ji penavan (plato) pêk tên, deşt kêm in. Li rojhilat Deşta Kolikê û li başûr jî Deşta Semsatê heye. Dîsa li bakur Deşta Cêlikan û Bilam, li rojava Deşta Keysûn(Besnî) û Serêgolê heye. Ji van deştan a herî mezin Deşta Kolikê ye.
Semsûr di sala 1954an de wek bajar hatiye qebûlkirin. Ji bilî serbajêr 8 navçe û 454 gundên Semsûrê hene, li jêr navên navçeyan yê Kurdî û di dawiyê de jî navên fermî hene:
1. Bêhiştî, Besnê, Bêsnî/Besni
2. Çîlikan, Çêlikan/Çelikhan
3. Aldûş, Gerger/Gerger
4. Serê Golan, Serê Golê/Gölbaşı
5. Kolik/Kahta
6. Semsat, Şemzînan/Samsat
7. Sincik /Sincik
8. Tût/Tut
Semsûr di bin bandora avhewa bejayî û çolter(step) de ye. Lê ji ber ku bilindbûna rûerdê bajêr li her deverê ne wekî hev e, tesîra avhewaya bejayî jî li her derê cuda ye. Ji başûr ber bi bakur ve rewşa avhewayê tê guhertin. Çiyayên Torosan cûdatiyeke mezin dixe navbera avhewaya bakur û başûrê Semsûrê. Bakur ji ber ku çiyayî ye, li vir bandora avhewaya bejayî berbiçav e. Li aliyê çiyê zivistan sar û dirêj, bi şilî û şepelî derbas dibe. Demsala herî bi şilî zivistan e, meha herî sar Rêbendan (4,7 ºC) û meha herî germ jî Tîrmeh e (31,0 ºC). Li bakurê bajêr berf zêde dibare. Havîn germ û ziwa ye. Sincik, Aldûş, Cêlikan û Tût di bin tesîreke wisa de ne.
Başûrê Semsûrê zêde ne bilind e. Lewma Behra Spî tesîra avhewaya xwe li vir dike. Zivistana ne bi qasî behra spî tînegerm e û ne bi qasî avhewaya reşayî jî sar e. Yanê ne sar û ne jî tînegerm e, nerm û bi barîn e. Lê havîna ji deverên bakûr hîn germtir derbas dibe. Cureyeke avhewaya di navbera Behra Spî û reşayî serdest e. Samsat, Kolik, Serêgolê, Bêsnî û navenda Semsûrê di bin vê cureya avhewayê de ne.
Gelheya Semsûrê, li gorî serjimêriya 2021ê, bi tevahî 632.148 e; 312.207 kes ji van li bajarê Semsûrê bi xwe dimînin, yê din li navçe û gundan in. (Cêlikan:15.294, Aldûş:16.416, Tut:9.686, Sincik:16.341, Şemzînan: 7.313, Kolik:127.534, Besnî:77.207, Serêgolê: 50.150) Gava em li bicîhbûna gelheyê dinêrin, wekî hemû deverên cîhanê li vir jî, li warên çiyayî gelhe kêm e, lê beranberî wê li deşt û penavan gelhe zêde ye. Bi gotineke din gelhe bi piranî li başûrê rêzeçiyayên Torosan bi cih bûne. Ji ber ku bakur çiyayî ye û axa çandiniyê kêm e, gelhe jî kêm e.
Ji salên 1960 û vir ve koçkirina ji gundan ber bi bajaran ve her bi her zêde bûye. Derdora 70 sal berê nufûsa hundirê bajêr li gor ya gundan ji %15 bû, lê niha nêzî ji %50 xelk li bajêr dijîn û li gundan hindik kes dimînin. Li derdora ji %95 kesên niştecîhên Semsûrê, li vî bajarî ji dayîk bûne, kêm hin jî ji bajarên derdorê ne. Salên dawî nufûs weke berê zêde nabe, li gor 50 sal berê zêdebûna nufûsê ji %50 daketiye.
Gelheya vî bajarê ji binemal, êl û hozên ku kok û binyata wan Kurd in pêk tên. Ew Kurdên ku endamê êl û hozên wek Kaw, Reş (Xidsoran, Geleran, Bereketan, Dêlkan, Çeqelan, Rûmiyan) Bêzikan, Şikakan, Dirêjan, Kosan, Molikan, Sînankan, Kureşan û Îzolan in.
Di nîveka bajêr de kêm mal û binemalên ku kokê wan ji gelên wek ‘Ereb, Tirk, Tirkman, Ermenî, Sûryanî, Arnavût û miletên din ên weke Çarkez û Çaçan pêk tên jî hene. Piraniya van binemalan (Ên Ermen û Sûryan ne tê de) di serdema Osmaniyan de wek leşker an jî mehmûr hatine, paşê jî di bajêr de bicih bûne. Li bajarê Semsûrê heta salên 1970 yan zimanê bazarê bi Kurdî bû, wê demê gelek bazirgan, pîşekar û xwedîsin’etên ku bi eslê xwe ne Kurd bûn, bi Kurdiyeke kûbar û nazik dipeyîvîn. Belê, piştî salên 1970yî zimanê bajêr yê bazarê guherî, zimanê Kurdî cihê xwe ji zimanê Tirkî re berda, yê ku ji aliyê dewletê ve weke zimanê perwerde û fermiyetê li gel hate ferzkirin. Lê belê hîn jî Kurdî bi awayekî herekbar û resen, di nav bajêr de, di malên Kurd û Kurdên ku nîv asîmîle bûyî, li war û wargehên pesarê (gund û mezra), di peyvendiyên civakî de tê axaftin.
Pirraya Kurdên Semsûrê Misilmanên Sunî û Ehlî Heq in. Wek ku tê zanîn terîqeta Neqşîbendî di nav Kurdên Misilman de cîhekî pir girîng digire. Cemaata Menzîl navendeke mezin a terîqeta Neqşîbendîyê ye, navenda wê li Semsûrê ye lê li Tirkiyê tevdî cemeeteke mezin e û şaxê wê li bajarên weke Stenbol û Enqereyê jî hene. Hejmareke mezin ê Ehlî Heq jî li Semsûrê dijîn, ew jî xwedî ocax in. Ocaxê Axûçan ji bo Ehlî Heq ocaxeke girîng e, navend Dêrsim e, baskekî wê ocaxê li Semsûre ye. Ziyaretgehên Misilmanên Sunî û Ehlî Heq jî pir in. Semsûr ji aliyê olî de pir rengîn bû, lê dema Herba 1emîn ya Dinyayê gelê Ermen hatine koçberkirin û bi qirkirinê re rû bi rû mane, a niha pir kêm mane. Gelê Sûryanî jî pir kêm bûne, ew girêdayî dêra Ortodoks Sûryanî ne, Ermenî jî Katolîk in. Sûryanîyên li dervî welêt gelek caran tên û cejnê xwe li vir pîroz dikin.
Semsûr bajarekî çandiniyê ye. Gelê heremê zêdetir debara xwe bi çandinî û hindik be jî bi sewaldariyê dikin, bazirganî û senayî jî her bi her bi pêş dikeve. Axa çandiniyê ya tevahiya bajêr 241.041 hektar e. Ji %10-15ê wê çandiniya avî ye. Wekî ku xuya dike, her çiqas bendava 5'emîn mezintirîn ya cîhanê(Bendava Ataturk) li heremê be jî, çandiniya avî bi pêş neketiye. Zeviyê avî kêm in û li deşt û penavan bi gelemperî çandiniya bej serdest e.
Li zeviyên bej çandiniya sereke genim, çeh, nisk, nok û tûtin e. Li zeviyê avî jî pembû, garis, pîvaz tên çandin. Her wiha bi gelemperî sebzeyên weke zebeş, petêx, silk, frîngî, xiyar, balîcan jî tên çandin. Li başûr û rojavayê başûrê bajêr wek Besnî devera rezan, fistiqan, zebeş û petêxan tê zanîn. Besnî bi hilberîna van sebze û mêweyan, navçeya Tûtê jî bi tûyên xwe meşhûr in. Dîsa li heremê, her çiqas kêm be jî wekî hinar, hejîr, gûz, xox, sêv, hermî, gêraz, mişmiş, behîv û alûce jî mêweyên ku têne hilberandin. Sincik bi hingiv, Cêlikan jî bi tûtina xwe tê nasîn. Li gundêkî Cêlikan, li Şehînkanê çinara ku tê texmînkirin 550 salî ye jî balê dikşîne. Laleya Adiyemanê-Gula Mehîn di lîteratura cîhanê de weke Fritillaria Kurdica cih girtiye û xwedî cihekî taybet e.
Devera Semsûrê ji aliyê madenan ve dewlemend e. Di serî de neft, sifir, hesin, manganez, fosfat, gil, rêjî tê derxistin. Ji van ê herî pir tê hilberandin neft e, li nav axa bajêr ji 40î zêdetir bîrên wê hatine sazkirin. Hêştiran, rojavayê Feratê, Akpinar, Kifrî, Tûreşk, Karakûş, Lîlan bîrên sereke yên neftê ne. Ji bilî neftê li Cêlikan, sifir, hesin, fosfat; li Bêsnî manganez, fosfat; li Serêgolê rêjî, manganez fosfat, gil; li Kolik gil tê hilberandin.
Her çiqas bi bendavan gelek cihê dîrokî di bin avê de mabin jî li nav erdê Semsûrê gelek cihê dîrokî û antîk hene, di Muzexaneya Semsûrê de jî gelek berhemên dîrokî hene û balê dikşîne. Loma gelek turîst tên vir, ev jî germahiyekê dide bazarê. Hin navên cihê dîrokî yên li Semsûrê wiha ne:
Çiyayê Nemrûd-Çiyayê Bêlî, Arsemiya(Havîngeha Binemala Keyên Komageneyê), Hisni Mansûr-Keleha Semsûrê, Girê Heyasê, Girê Lewzînê, Girê Semsatê, Girê Şehremûz, Girê Tîlê, Gire Qereqûş, Goristana(Nekrepol) Şarê Perreyê, Gorên Tirûşê Ên ji Zinaran, Kelaha Nû -Kolik, Keleha Axçeliyê, Keleha Harûnan, Keleha Horisê, Keleha Gerger, Keleha Besnî, Kûmûh, Pira Şeytên, Tûmûlûsê Sofrazê, Bajarê-Şarî Perre, Pireya Cendereyê, Mizgefta Mezin, Kapcamî, Bazara Otraxciyan
Mêjûyê Avabûna Bajêr û Navên Wê
Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye.
Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike. (Navên weke “Horî/ Hurtî/ Gurtî û Kortî heman nav in û her yek ji wan ji aliyê gelekî ve li gor fonetîka xwe hatiye nivisîn. Navê Horiyan di nivîsên Sûmeriyan de bi şeklekî, di ên Ekadiyan de bi şeklekî, di ên Babîl û Asûriyan de bi şekl û şêwazên ji hev cûda hatiye nivisîn.) Di wê serdemê de, ji Zagr(os)an bigirin, beşeke Mezopotamyayê (Başûrê Mezopotamyayê) tê de, heta Çiyayên Tor(os)an bi sedan mîrnîşîniyên ku xwe bi şêwaza bajardewlet an jî kelehdewlet bi rêxistin kirine derketine holê. Ji van mîrnîşîniyan hinek, ji aliyê Sumerî, Ekadî, Asûrî û Babîliyan ve, bi navên wek; “Kumuh(ev nav îro bi navê “Kaw” tê zanîne û di nav xaka parêzgeha Semsûrê de cih digire), Melîdî, Gurgûm(Ev navê bajarê Mereşê yê kevn e), Ungî, Kaman, Kaşkû, Naîrî, Şûprîa, Ûrkîş(Di nav xaka parêzgeha Semsûrê de warek bi navê Ûrgûş heye, 20 km, li başûrrojavayê Semsûrê cih digire), Mûşkû, Ûrartû, Namar, Saûbarû, Mard, Lûllûbî, Qardû, Zamûa, Ellipî, Mana û Gûtî(Ev nav di heman demê de referansa navê hoza Kotan e ku gelek gundên vê hozê di nav axa parêzgeha Semsûrê de cih digirin)” hatine qeydkirin. Ew kom an civakên ku him di heman demê de him jî di demên ji hev cûda de, xwe bi şêwaza mîrnîşiniyên kelehdewlet yan jî bajardewlet birêxistin kirine (Sumerî jî tê de), hemû jî qewmên Hurîyan bûn. Bi gotineke din ew êl û hozên pêşiyê Kurdan ên kevn bûn. Ew êl û hoz di bin nav û nasnameya Hurîyan de car hebû serbixwe, car jî hebû bi hatina gel hev a çend êl û hozan, bi teşeyê federe yan jî konfedere xwe bi rêxistin kirîbûn.
Herwiha çand û baweriya gelên Hurî, ji nivşan ragîhandîbûn nivşan. Ew nav, çand û kelepora Hurîyan îro jî di nav gelê heremê de bi şekl û şêweyekê dijî. Lew ku îro jî war û wargehên ji aliyê ew êl û hozên Kurdên kevnar de hatî şênkirin, bi heman navan heyîna xwe diparêzin. Ger meriv bixwaze di vê mijarê de çend mînakan bide: Navê Mûşkû heyîna xwe bi navê bajarê Mûşê diparêze. Navê “Mardû” yê ku tê wateya xaliqê netewê, him di mîtolojiya Kurdan de him jî di navê bajarê Mêrdînê de heyîna xwe diparêze. Navê Melîda, heyîna xwe di navê bajarê Meletiyê de diparêze. Ew nav li kîtabeyeke aîde sedsala 19emîn a Berî Zayînê ku li Meletiya kevn hatîbû dîtin nivisîbû. Navê Sabarû, referansa navê hoza bi navê Zebarî ku îro beşeke wan li bakurê Kurdistanê, beşa wan a din jî li başûrê Kurdistanê heyîna xwe diparêze. Di roja me de himberê navê “Kardû” hoza bi navê Kurdîg e ku îro li herêma Semsûrê bi heman navî gundek heye. Bi navê Elifî, 15 kîlometre li başûrrojhilatê Semsûrê gundek heye ku navê wî gundî û navê hoza bi navê “Ellipi” heman nav e. Navê vî gundî di sala 1960an de ji aliyê dewletê ve bi şêwaza “Îpeklî” hate guhertin. Îro li herêma Semsûrê gelek nav û nîşanên ku ji serdema Hurîyan mayî hene ku ew di nava jiyanê de bi awayekî zindî dijîn û li ser piyan in. Wek mînak, gelek jin hene bi navê Horê.
Ji dema Huriyan û pê de herêm ketiye destê Hîtîtî, Hurî-Mîtannî, Kûmûh, Ûrartû, Asûr, Med, Pers, Makedon(Selevkî), Komagene, Roma û Bîzansî, Emevî, Abbasî, Merwanî, Selçûqî, Eyyûbî, Memlûkî, Moxolî, Zulqadirî(Dulqadirî), Mîrekiyên Kurdan, Osmanî û Komara Tirkiyeyê.
Parêzgeha Semsûrê di nîveka xeta Çemê Ferat de; li rojavayê bakurê Kurdistanê, li sînorê deşta Mezopotamyayê hêla rojava cih digire. Bakurê bajarê Adiyemanê ji aliyê Çiyayên Meletiyê ve, aliyê rojhilat û başûr jî bi çemê Feratê hatiye dorpêçkirin. Di vê erda bi bereket de, berî bi hezara salan niştecîhî dest pê kiriye û gelek nirxên insanetiyê li vê herêmê hatiye destpêkirin. Xaka ku Parêzgeha Adiyemanê lê cih digire, him ji aliyê çand, kelepor û zimanê gelê ku li ser jiyan dike, him jî ji aliyê mayîndeyên dîrokî û şaristaniyên ku li ser hatine avakirin, hêjayî lekolînên berfireh û bi rêk û pêk e. Lew ku herêm destlênedayî û xwedî sir û razên dîrokî ye. Ger ku em çend lekolîner û zanyarên biyanî nekin hesêb, heta niha li herêmê xebatên zanistî yê hêja nehatine kirin.
Piştî damezrîna Komara Tirkiyê, xebatên ku li herêmê hatine kirin jî, bi mebesta lihevanîna tez û teoriyên fermî ên ku piraya wan ji rastiyê dûr û bê binyat pêk tên; daneyên hatine bidestxistin, bi şêwaz û awayekî berevacî û ji naverokê bêpar pêşkeşî raya giştî hatine kirin. Vê yekê jî berê lekolînerên ciwan ber bi aliyekî din kiriye û di destpêkê de xebatên lekolîneran mirdar kirine. Ji ber ku Kurd ne xwedî zanîngeh û derfetan in, xebatê wan bixwe yê li ser dîroka wan pir kêm in. Loma di derbarê dîrok, derawa û damezrandina vî bajarî de gelek rîwayetê şaş û ji naverokê bêpar hene, xebatên ku ji zanîn û agahiyên bi belgeyan hatine piştrastkirin pir kêm in. Bêguman ku ew ax û herêm ketiye destê kîjan dagirkerî, li gor berjewendiya xwe jê re çîrokek li hev aniye ku dûrî zanist û aqilê însên in. Loma ji bo ev xelitî dubare nebin, em ê giraniyê bidin agahiyên bi palpişt.
Ji ber ku di vê mijarê de lekolînên bi rêk û pêk nehatine kirin, îro kes nizane ku ew bajar ji aliyê kê ve û di kîjan serdemê de hatiye damezirandin. Li gor daneyên ku Serdema Antîk bi me dane zanîn; bajarê Perre(Pirîn), di navbera welatên Roma û Persê de weke pirekê ye. Dîsa heman çavkanî bi me didin zanîn ku heman bajar di navbera welatê Komagene û Meletiyê de jî weke pirekê cih girtiye. Ji xwe navê bajêr yê ku bi şêwaza “Perre” tê binavkirin, peyveke bi Kurdî ye û ew peyv, di Kurdî de bi heman wateyê tê bikaranîn.
Di van salên dawî de, bi mebesta veçêkirina derdorê wê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Semsûrê ve hin xebat li ser keleha Hisnimansûrê hatin kirin. Di wê heynê de derkete holê ku binê kelehê, girik e. Dîroka ew girikê kevnar ku wargehek bûye, heta Serdema Tûncî diçe. Lew ku berê dihat zanîn girikê ku keleh li ser hatiye avakirin, bi reya lodkirina axê hatiye pêkanîn. Bêguman di siberoja vî welatî de, xebatên ku li ser ew girikê ku şîfreyên vî bajarî di xwe de radigre bêne kirin, dê gelek tiştan bi me bide zanîn; dibe ku di derbarê dîroka herêmê de hin agahiyên nû ku hîç nayên zanîn raberî me bike. Ew yek jî wê pêşiyê li nivîsandina dîrokeke nû û rasttir veke.
Di derbarê damezirandina bajarê Semsûrê a li cihê xwe yê îro hin fikar hene, lê tiştekî esseh di dest me de tuneye. Hin ji wan bi vî şeklî ne:
1) Şûn û warê bajarê Adiyemanê, devera ku xelk wê bi şêwaza “Dûzê Wertenê (Vartana Duzu)” bi nav dikin. Ew der 4 an jî 5 kîlometre, li başûrê bajêr cih digire. Bêguman li vê herêmê kavilên (xirbeyên) wargehekî hene, lê belê ne diyar e ku ew der Semsûra Kevn e, an nîşanî warekî din ku navê wî nayê zanîn e. Qeydeke ku vê nêrînê piştrast dike tune, lê belê di nav gel de wîsa tê gotin.
2) Li gor nêrîneke din, kavilên ku li gundê bi navê “Hisnimansûra Kevn” hene, nîşanî cih û warê Semsûra Kevn dikin. Nivîskar Arşag Alboyaciyan dibêje: “Piştî Xelîfe Reşît Keleha Hisnimansûrê veherand û selihand, qewteyeke muhafizan li wir danî. Herwiha piştî vê yekê Semsûr(Hisnimansûr) bû mêratxwûrê Şarî Berhe (Perre). Li Rojavayê bajarê îro, bi meşa piyan saetekê dûr, kavilên vî bajarî ê kevn û qenalên avê hene.” Bi rastî li vî gundî pag û kavilên wargeheke kevn û kelehekê hene. Lê belê nayê zanîn ku ew der Semsûra Kevn e an dereke din e. Di vê mijarê de di destê kesî de agahiyên baş û saxlem ku vê tezê piştrast bikin nînin.
3) Nêrîneke din a ku zêdetir tê qebûlkirin, bajarê Perre ye ya ku di bin taxa bi navê Pirînê de cih digire. Ew der, 5 kîlometre li bakurrojhilatê bajêr cih digire. Pag û xirabeyên bajarê Perreyê, di bin taxa ku ji aliyê gel ve bi şêwaza “Pirîn” tê binavkirin de cih digirin. Pirîn berê gund bû, ji ber nêzbûna wî ya bajêr ew der weke tax bi bajêr ve hate girêdan. Navê wargehê yê ku berê Pirîn bû, paşê di sala 1960an de ji aliyê Mûdûriyeta Îdareya Taybet ve bi şêwaza “Orenlî” hate guhertin.
Bajarê ku navê wê di çavkaniyên Serdema Antîk de pir caran derbas dibe, demekê ketiye destê Komageniyan û yek ji pênc bajarên wan ên mezin bûye. Şaristaniya Komagene li ser vê erdê ava bûye û bi bermayîyên xwe xwedî cihekî taybet e. Bernayiyên dîrokî yê li serê Çiyayê Nemrûdê, weke yek ji 8 bêhempayên Dinyayê hatiye qebûlkirin û weke mîrasa çandî ya Dinyayê ketiye lîsteya UNESCO. Li ku derê Semsûrê bê meyzekirin, mirov şopên şaristaniya dîrokî ya bi hezarsalan dibîne. Perre û Samsate ji şaristanîye re bûne dergûş.
Piştî dahênana nivîsê, herêma parêzgeha Semsûrê bi gelek nav û navnûçikan hatiye binavkirin û bîranîn. Navên ku di dîrokê de derbas dibin ev in: Çolmodara, Carbanûm, Kumuh/Kumu/ Koma/Kowa/Kawa, Pordonîom, Klevdiye, Hisni Mansûr, Adaumana/Ada-uma-(wa)na, Adiyeman. Di dema Osmaniyan de jî bi şêwazên wek Hisnimansûr û Adueman hatiye binavkirin, Serfermandarê ji Prûsya Moltke, nivîsîye ku Kurd ji bo Semsûrê Hassûnmanna û Hesn Mansûr bikar anîne. Di serê avabûna Komara Tirkiyê de Hisnimansûr hatiye bikaranîn, lê di 1928an de biryar hatiye stendin ku îca navê bajêr wek Adiyaman bê bikaranîn. Agahiyên di derbarê çend mînakan yên li jêr, dê palpiştiyê bide danasîn û zornasîna herêm û parêzgehê.
Navê Kûmûh/ Kûmû/ Koma an jî Kowa (Kawa)
Tê texmînkirin ku Mîrekiya Kûmûh salên 1000î yê B. Z. hatiye damezirandin. Di kîtabeyên ku di lekolînên şûnwarnasiyê de hatine bidestxistin bi awayekî eşkere qala herêma Semsûrê tê kirin. Ji bo heremê weke nav, pêşî navê “Kawa (Kûmû)” paşê jî navê “Komagene” hatiye bikaranîn. Di hin çavkaniyên dîrokî de, navê herêmê yê ku bi şêwaza “Koma, Komû, Komena, Kova(Kawa)” hatiye nivisîn, navê bajardewleteke ku navenda wê Semsat e, xanedana wê ya damezirîner jî beşek ji Kurdên Zîlanî ye. Lê belê ew jî şaxek ji hozên Hurîyan in. (Hoza bi navê Kawa ku îro li başûrê parêzgeha Semsûrê, di erdnîgariya ku ber bi bajarê Meletiyê ve dirêj dibe de rûdinin, di heman demê de damezirînerê şaristaniya bi navê Komageneyê ne.)
Komagene û Perre/Pirîn
Navê Komagene, ji bajarê Semsûrê zêdetir navê herêmê ye ya ku Semsûrê jî dihewirîne. Şaristaniya ku payîtextê wê Semsat bû, ji pênc bajarên wê yên girîng yek jê Perre bû, Xirbeyên bajarê Perre îro 5 kîlometre li bakurê Semsûrê cih digire. Navê Perre, di Kurdî de tê wateya pire an cihê tê re borandinê. Şaristaniya Komageneyê, piştî alozbûna binemala Selevkûsan a li heremê, ji aliyê Key Mêhrdatê 1emîn ve weke mîrnîşîniyeke serbixwe hatiye damezirandin û paşê bi piştgiriya êl û hozên Kurdên Zîlanî ên din veguheziye împaratoriyeke biçûk, lê belê gelekî xurt.
Bajarê Perreyê di dawiya Serdema Pêşîn û destpêka Serdema Navîn de, ji ber hin sedemên ku îro ji aliyê me ve nayên zanîn hatiye terikandin. Tevî vê terikandinê bajariyên Perreyê yan çûne li cihê ku îro bi navê "Girik" gund e, yan jî hatine û li derdora Keleha Hisnimansûrê bi cih bûne.
Navê bajêr di nav gel de weke “Semsûr” tê zanîn û bilêvkirin, loma em jî vî navî bikar tînin. Ev nav bi Kurdî ye. Navê Semsûr, di hêla etîmolojîk de tê wateya “sem(ta) + sor” herwiha wateya axa sor jî dihêwirîne. Di rastiya xwe de axa herêmê jî sor e, sorbûna rengê axa herêmê vê şiroveyê piştrast dike. Herçiqas em di çavkaniyên niviskî de rastî nivîsa vî navî a bi vî şeklî nayên jî, ew nav ji aliyê gel ve bi vê şêwazê û bi awayekî berbelav tê bilêvkirin û bikaranîn. Navê bajêr ê bi vî şeklî, ji aliyê fonetîkê ve dişibe navê Semsata ku di serdema Selevkiyan de bajarekî mezin û girîng bû, paşê jî ji Komageniyan re bûye payîtext. Peywendiya navê Semsatê, bi keyê Komageneyê yekemîn Sam(os) heye.(Di metnên Grekî de qertafa “os” hatiye paşnavê keyê Komageniyan ê bi navê “Sam” û bûye “Samos”) Bi vê yekê ve girêdayî meriv dikare bêje ku navê bi şêwaza “Semsûr” jî ji vê serdemê maye.
Pordoniom
Parêzgeha Semsûrê ya ku demeke dirêj sînorê Bîzansiyan a başûr pêk dianî, di wê serdemê de ji aliyê Bîzansiyan ve bi şêwaza “Pordonîom” dihat binavkirin. Ev nav bi awayekî berbelav nayê zanîn, lê belê bajar û derdora wê di qeydên Bîzansiyan de bi vî şeklî tê binavkirin.
Klevdiye
Tê gotin ku; piştî sala 757an, dagirkirina heremê ya ji aliyê ‘Erebên Musilman ve, herem bi şêwaza “Hisnimansûr” hatiye binavkirin. Lê belê ew bajarê ku him ji hêla stratejî, him jî ji hêla erdnîgariyê ve xwedî derawayeke girîng e, careke din ji aliyê Bîzansiyan ve hatiye dagirkirin. Bîzansiyên ku vê carê ew bajar zept kirin, êl û hêzên Kurdan bi darê zorê ji wir derdixin, Aramiyên Mesîhî û Ermeniyan tînin û wan li herêmê bicih dikin. Ew guherîna gelheyê herêmê di sala 969 an de temam dibe. Aramî û Ermeniyên Mesîhî bi demê re barkirin, çûn di nîveka bajarên wek ‘Entaw, Riha, Besnî û Adiyemanê de rûniştin. Belê bi ragîhandina çavkaniyên dîrokî, tê gotin ku di wê serdemê de ji bo Semsûrê, ji aliyê Ermenî û Aramiyên Mesihî ve wek Klevdiye hatiye bikaranîn.
Hisnimansûr
Li gor çîroka vî navî, tê gotin ku li ser timikê ku di nava bajêr de cih digire keleheke bedenên wê bilind hatiye çêkirin. Ji ber ku ew ji aliyê yekî bi navê Mansûr hatiye çêkirin, keleh bi navê wî hatiye zanîn û xelkê ew keleh û derdora wê bi şêwaza “Hisnimansûr” bi nav kiriye. Li gor nêrîneke din tê gotin ku; di sedsala 7an de, fermandarek ji binemala Qeysan ku navê wî Mansûr bîn Ca’vene bû, hatiye ew herêm feteh kiriye û navê wî dane bajêr û jê re gotine Hisnimansûr. Rîwayetek jî heye ku dibêjin navê “Hisnimansûr” ji navê Cafer El Mansûr tê ku ew xelîfeyekî ‘Ebasî ye.
Vadileman
Bajarê Semsûrê ji hêla rojhilat, başûr û rojava ve bi dol û newalan dorpêçkirî ye. Pal û keviyên van dol û newalan bi bax û baxçeyên fêkî ên ku bi darên curbecûr pêk tê xemiliye. Ji ber taybetiya erdnîgariya bajêr ew nav dane vî bajarî û jê re “Vadîleman” gotine. Di domaniya demê de ew navê bi şêwaza “Vadîleman” bi şêwaza Adiyeman hatiye guhertin.
Navdariya dar û berê Semsûrê di serdema antîk de, di hin çavkaniyên wê serdemê de jî hatiye qeydkirin. Di van çavkaniyan de tê gotin ku; welatê Komagene heta welatê Melîteneyê bi darên mêşe ên bilind û darên sedîrê mişt bûye. Ji wê hîn kevntir, li ser gilkevaleke Asûriyan hatiye nivisîn ku; Keyê Asûriyan piştî serkeftina şerê bi Kûmûhiyan, weke bac û tazmînat ligel gelek tiştên bi qîmet, darên sedîrê jî xwestine.
Hesenmansûr
Dema Ewliya Çelebî, di berhema xwe ya bi navê “Seyehatname” de behsa Semsûrê dike carna wê wek Hisnimansûr, carna jî wek Ademan bi nav dike û dibêje; ji ber ku keleha bajêr ji aliyê yekî bi navê Hesen ku ew jî ji êla Mansûran e hatiye avakirin, gelê bajêr, navê vî bajarî bi şêwaza “Hesenmansûr” bi nav dike. Arşak Boyaciyan jî di berhema xwe ya bi navê “Ermeniyên Meletiyê” de dibêje; nivîskarên Ermenî piştî zayînê di sedsala 11 û 12an de, di berhemên xwe de, navê vî bajarî bi şêwaza “Hesen Mansûr” nivîsandine. Weke ji vê gotinê jî tê famkirin, navê kelehê an jî yê bajêr, ji hêla kesê ku keleha bajêr ava kiriye ve hatiye dayîn. Bêguman di mêjûyê dîroka Semsûrê de du hozên Kurdan ku li heremê binecî bûne hene. Ew herdu êl û hozên Kurdan bi navên wek “Masûran” û “Mansûrkan” têne zanîn. Yanî ew keleh, ji aliyê Kurdekî Masûrî an Mansûrkî ve hatiye avakirin.
Ademan
Di gelek belgeyan de navê Hisnimansûr ji bo keleh û derdora wê, navê Ademan/Adueman ji bo bajêr hatiye bikaranîn.
Weke tê zanîn, êl û hozên Kurdan di her dem û qada dîrokê de ji bo war û wargehên ku lê danîne an jî şên kirine navê êl an hoza xwe lê kirine. An jî remz û sembolên ku êl û hozên wan bibîr tînin bikar anîne. Divê em bi mînakên li herêma Adiyemanê tez û gotina xwe piştrast bikin. Navê navçeya Cêlika ji Êla Cêlika tê, her kes vê yekê zane. Navê bajarokê ku îro bi şêwaza "Narincê" tê zanîn de serdema Osmaniyan de "Mirdês" bû. Navçeya Besniyê navê xwe ji Hoza Besniyê distîne ku îro ew hoz ji hev veqetiyane û belaw bûye. Navçeya bi navê “Gerger” navê xwe ji hoza bi navê “Gerger” distîne ku îro ew hoz li hêla Rihayê rûdine.
Weke mînakên ku me dayî navê Adiyemanê ji hoza Ademan tê ku ew, ji Kurdên Zîlanî, şaxek ji Konfederasyona Kurdên Celalî ye. Îro hoz, li Bakurê Kurdistanê, parêzgehên wek Hekarî, Wan, Bazîd, Dêrsim û derdora van parêzgehan binecî ne. Îro li herêma Adiyemanê Hozeke ku bi navê Ademan tê zanîn tuneye. Belê gelek hoz û binemalên ku bi vê hozê re peyvendarin hene. Lêkolîner Cevdet Turkay dibêje; Hoza Ademan şaxek ji Hoza Mirdêsan e. Ji bilî vê yekê di navbera Hoza Atmiyên ku di sedsala 17an de, di ser Dêrsim û Xarpûtê re hatiye, li herêma Adiyemanê binecî bûyî de peyvendiyek heye. Ji hozên herêmê ên weke Şikak û Hevêd jî bi Ademanan re peyvendarin û xismanetiyek di nav van hozan de heye.
Nêrîneke din jî di derbarê sirgûnkirina Ademanan a ji vê herêmê ye. Weke tê zanîn li herêma Adiyemanê gelek caran êl û hoz hatine sirgûnkirin. ji van sirgûniyan yên herî zêde tên zanîn yek ya di BZ. Sedsala 7an de ji aliyê Asûriyan ve hatiye kirin. Ya din, di serdema Bîzansiyan de, di navbera salên 963 û 969 de ji aliyê Bîzansiyan ve hatine sirgûnkirin. Ji bilî van rûdaneke ku pir tê zanîn jî dagirkeriya Mongolan a piştî sala 1240î ye. Li gel ku miqabilî Moxoliyan şerekî giran meşandine, dîsa jî piraya xelkê herêmê bi hizra xilaskirina canê xwe ji ber Mongolan ji herêmê koç kirine.
Adaumana
Li gor lekolîner Bîlge Umarê, navê bajêr ê ku bi şêwaza “Adaumana” hatiye nivisîn, ji serdemên gelek kevn de maye. Ew nav paşê bi demê re veguheziye şêwaza Adiyeman. Li gorî vê lêkolînê navê bajêr ji Lûwiyan maye ku ew jî zimaneke HindûEwrûpî ye. Nav bi zimanê Lûwiyan tê wateya “Welatê Gelê Xwedawenda Esas”. Jixwe Lûwî jî yek ji xelkên herêmê yên kevn in. Ji aliyê fonetîk de navê Ademan û Adauman(yan jî Ada-uma-(wa)na) heman nav e, li gor demê hinekî hatiye guhertin, bajar ji xwe warek ji warên Kurdan e û weke li jor me îfade kiriye ev nav jî navek ji hozên Kurdan e. Di nivîsarên serdema Osmaniyan de herçiqas navê bajêr bi şêwaza “Hisnimansûr” hatibe nivisîn jî, navê bi şeklê “Adueman” jî hatiye bikaranîn.
Adiyemana Şîn (Yeşil Adiyaman)
Ev bajarê ku li ser çavkaniyên Çemê Ferêt lê xwedî dibe hatiye damezirandin, gelek kaniyên ava şîrîn hene. Hemû kesên ku salên wan di ser çilan re ne û zarokiya wan li Adiyemanê buhurîye, zanin ku der an jî warê ku baxçeyên wê ên fêkiyan herî zêde yek jê Adiyeman bû.
Bakurê Adiyemana berê (di qûntara Qeredaxê de, cihê ku deşt destpê dike) tevahî rez û hêjîr bûn. Heman demê de başûrê Adiyemanê jî wîsa bû. Ji bilî rez û hêjîran gelek baxçeyên fêkî ên weke hêrûg (hûlî), mişmiş (zerdelî), hinar, geylaz, sêv û hermiyan hebûn. Ligel van baxçeyan nêzî bajêr baxçeyên fistiq û zeytûnan jî hebûn. Berê li bajêr, di her hewşekê de darên fêkiyan hebûn, jimara ew darên ku ji darên tû, mişmiş, hûlî, hermê û sêvan pêk dihatin pir zêde bûn. Dema li qûntara Qeredaxê ji jor de mirov lê dinêrîn, Adiyeman weke geliyekî şîn xuya dikir. Mal û avahiyên bajêr di nav hezar û yek tonên şînkahiyê de xuya nedikirin. Lewma ji bo bajêr navê “Adiyemana Şîn” jî dihat bikaranîn.
Taxên Bajarê Semsûrê
Îro gelek taxên bajêr hene ku ji van hinek nû hinek jî gelekî kevn in. Ji van taxan taxên wek, Mara, Misele, Eskisere, Siratût, Qabcamî, Xoceomer, taxên kevn û dîrokî ne ku ew nîveka bajêr tînin pê. Li gel van taxan, taxên weke ‘Elîtaş, Îmamaxa, Qeyalix, Xarxar, Varlix, Qerepînar di salên 1950 û şûnde hatine avakirin, tê de gelek xanî û avahiyên şevnîşîn û weke koltikan hene. Gelheya van taxan ji Kurdên Sunî û Ehlî Heq ên ku ji gundan koçî bajêr kirine pêk tê.
Îro, hinek warên ku navên wan weke “Baxçecik, Kakşêl (Kerkişîn), Tirmuz, Çimen, Ozelevler, Pirîn (Perre), Gewa û Şêvang hene ku ew der berê gundên li derdora bajêr bûn. Ji ber ku bajar fireh bû ew jî di nava bajêr de man û asta wan guherî heryek bû taxek. Belê gelheya taxên bajêr ên din jî bi tevahî ji Kurdên ku ji gundan koçî bajêr kirine pêk tên.
Bêguman ji berî damezirîna Komara Tirkiyê, li heremê nav û nûçikên war, wargeh û deveran li gor taybetiyên wan ên avhewa, derawa û erdnîgarî dihatin danîn. Lê piştî damezirîna komarê ew nav (navên qad, parq, baxçe, dibistan, cehde, kolan, gund, mezra û taxan) li gor mantiqa nîjadperest hatine danîn.
Lê belê ew rêveberiyên heremî ku bi raya gel têne pê, mixabin li bajar û bajorêkên Kurdistanê nikarin vîna gel binimînin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê, tu navê dostekî Kurdan, an şaîrekî, edîbekî ku bi Kurdî nivisandine nabînî ku ew nav dane kolan, qad, cehde an dibistanekê. Lê belê dema mirov li tax û kolanên van bajaran, bi taybet jî li ên Semsûrê digere, li ser lewha û tabelayên nav û nûçikên kolan, cehde, qad û dibistanan, rastî gelek kesên ku xwîna Kurdan rijandiye, heqaret û destdirêjiya gelê Kurd kiriye dibîne. Navên war, wargeh, gund û mezrayên ku berê bi Kurdî bûn, piştî damezirîna komarê hemû bi awayekî nezan, ji naverokê bêpar guherandin. Herwiha dewlet li herêmê, bi bac û xeraca ku kom kirî, şûna ku xizmeta perwerdeya bi zimanê dayikê bide, bi ew pereyên ku ji xelkê herêmê kom kirî wan asîmîle û çand û zimanê wan jî tune dike. Hîn jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne.
Ji ber ku bi reng, deng û bîna bajêr hatiye guhertin, navê taxên berê hatiye guherîn, ji ber ku navên taxên nû jî ji aliyê dewletê ve hatine danîn, ew nav jî ne bi Kurdî ne, bi zimanê fermî hatine dayîn. Weke mînak, berî ku taxa bi navê “Qerepinar” hebe, navê deverê “sêgever” bû, yanê sê geverên avê lê hebû; lê ew nav nedane taxê li şûna wê navê “Qerepinar” lê kirine. Taxên ew bajarê ku bi qodên wî ên keleporî hatiye lîstîn, weke ên li jêr in:
Taxa ‘Elîtaşê: Tax, navê xwe ji kevirekî distîne ku berê gel ew kevir bi şeklê “Kevirê ‘Elî” bi nav dikir. Tax li başûrê bajêr cih digire û taxeke kevn e.
Taxa Altinşehîr: Taxa Altinşehîr li rojavayê bajarê Adiyemanê cih digire, yek ji taxên bajêr yên mezin e. Tax ji sala 1985 an şûnde pêk hat, heta wê demê xanî û avahî li wê herêmê tunebûn. Piştê fîrmayê bi navê Sanko fabrîkayeke mensûcatê li wê deverê çêkir tax şên bû.
Taxa Baxçecik: Ew tax berê di asta gundekî nêzî bajêr de bû. Lê belê ji ber firehbûna bajêr gihîşte kuçeyê bajêr û herwiha ew der hat asta taxeke biçûk û li başûrê bajêr.
Taxa Malên bi baxçe (Baxçeliewler): Taxa Baxçelîewlerê bi nêzikî di salên 1960 an de pêk hatiye, rabûrduya wê taxê 60 sal e. Tax li rojhilatê nîveka bajêr cih digire.
Taxa Barbaros: Ew tax di bakurê bajêr de cih digire. Tax ji piştî salên 1970yan pêk hatiye û rabirduya wê 50 sal e.
Taxa Komarê (Cûmhûriyetê): Taxa Komarê (Cûmhûriyetê) li bakurê bajêr cih digire, piştî sala 1980yî hatiye pê û rabûrduya wê pir ne kevn e. Taxek ji taxên bajêr ên bi sixlet e.
Taxa Kakşêlê (Kerkişin): Taxa Kakşêr (Kakşêl) berê di asta gundekî li dora bajêr bû. Ji ber ku bajar fireh bû, êdî ew jî hat asta taxeke bajêr. Navê vê taxa ku di serê sedsala 20an de gelek malên Ermenî jî tê de binecî bûn bi Kurdî ye, wateya “Kekê Şêr” dihêwirîne. Berê bajariyên Semsûrê ew tax bi şêwaza “Kerkişîn” bi nav dikirin ku ew nav jî bi Kurdî ye. Taxa ku li hêla bakurê Adiyemanê cih digire, li qûntara Qeredaxê hatiye avakirin.
Taxa Eskîserê: Taxa Eskîserê yek ji taxên bajêr ên kevn û dîrokî ye. Taxa ku li rojavayê nîveka bajêr cih digire, gelek avahiyên kevnar jî dihêwirîne. Di nîveka vê taxê de mizgefteke dîrokî ku xelk wê bi şêwaza “Camiya Çinêr” bi nav dikin heye. Di hewşa wê mizgeftê de çinarekî ku salên wî ne di bin hezar salî re ye heye.
Taxa Fatîh: Ew taxa ku li bakurê bajêr cih digire, bi dabeşbûna taxa xarxarê hatiye pê. Di sala 1970 yî de taxa bi navê Xarxar bû sê qetan, her qeteke wê bi navên wek Yeşîlyurt, Malazgîrt û Fatîh bûn sê tax. Bi giranî Kurdên ji Hoza Kawan li vê taxê rûdinin. Bêguman kes û binemalên ji êl û hozên din ên weke Îzol, Sînik, Molik, Bêzik, Reşî û hwd. jî di vê taxê de binecî bûne.
Taxa Xoceomerê: Taxa Xoceomerê di nîveka bajêr de cih digire. Berê vê taxa, gelek xanî û avahiyên kevnar dihêwirandin, lê mixabin paşê ew avahiyên dîrokî ên ku parçeyek ji nasnameya bajêr bûn ji holê rakirin, bi destûra şaredariyê li şûna wan avahiyên beton hatin avakirin. Di nîveke taxê de mizgefteke dîrokî ku xelk wê bi şêwaza “Camiya Xoceomerê” bi nav dike heye.
Taxa Îmamaxa: Rabirduya taxa ku li başûrrojhilatê bajêr cih digire ne pir kevn e. Avahiyên vê taxê ên herî kevn di salên 1960î de hatine avakirin. Bi piranî Kurdên ku ji gundên deştê koç kirine li vir bi cih bûne.
Taxa Camiyabiqab (Qabcamî): Taxa Camîyabiqab (Qapcamî), di nîveka bajêr de cih digire. Tax yek ji taxên bajêr ên herî kevn e. Sînorê wê ji Camiyabiqab de dest pê dike, avahiyên wê ber bi başûrê bajêr ve belav dibin. Ev taxa kevn, berê gelek xanî û avahiyên kevnar ku ji wan heryek perçeyek ji nasnameya bajêr bûn dihêwirandin. Lê mixabin paşê gelekên wan hilweşandin, li şûna wan avahiyên beton ava kirin. Di nîveka vê taxa biçûk de du mizgeftên dîrokî hene ku herdu mizgeft pir jî ne dûrî hev in. Xelk yekê ji van bi şêwaza “Camiyabiqab” bi nav dike, tax jî navê xwe ji wê distîne. Mizgefta din a kevnar di nav çarşiya kevn de cih digire, xelk wê bi şêwaza “Camiya Çarşiyê” bi nav dike. Li gel van mizgeftan, di nîveka vê taxê de çarşiyeke kevn û dîrokî ku ew jî di serê sedsala 17an de hatîye avakirin heye. Di nava vê çarşiyê de xaneke dîrokî ku xelk wê bi şêwaza “Xana Mihemd Axa” bi nav dike heye. Xana ku gelek taybetiyên wê wenda bûyî niha di restorasyonê de ye. Ji bilî xanê di wê çarşiyê de gelek avahî, dikan, kargeh û xebatgehên kevnar cih dihirin. Berê di vê çarşiyê de her pîşekarek di kolan û rêza xwe de cih digirt. Berê di vê çarşiyê de cihê her kar û pîşeyekê ji hev cuda bû. Di nav kolanên vê çarşiyê de pîşekarên weke pirtîfiroş, solfiroş, qizêz, sefar, hesinkar, xerad (terzî), boyaxcî, çilag û kar û pîşeyên din hebûn. Di berdewama vê çarşiyê de çarşiya safar, hesinkar, tenekevan, nalbend û cilçêkeran hebûn. Seriyê van dikanan digihişte debaxane û gazxaneya bajêr.
Taxa Kaniyareş (Qerepinarê): Ew taxa ku li rojavayê nîveka bajêr cih digre, li devera ku jê re “Sêgever” tê gotin cih digire û ber bi rojavayê bajêr fireh dibe. Yek ji taxên bi sixlet yê bajêr e, dîroka avabûna wê digihêje 60 an 70 sal berî niha. Di vê taxê de bi piranî Kurdên Reşî (Xidsor) rûdinin ku erdnîgariya Hoza Xidsoran piştî vê taxê dest pê dike û gundên li rojavayê bajêr ku heta taximê Bala diçe dihêwirîne. Îro li wê taxê birek bineciyên ji hoza Bala jî hene.
Taxa Cihê bi Zinar (Qeyalixê): Ew tax li bakurê nîveka bajêr cih digire ku berê, ji derekê pêve cihê wê ji erdê kevir pêk dihat. Taxa ku li ber salên 1960î tiştek lê tunebû, niha di nava bajêr de maye. Kurdên ku ji gundên deştê barkirine lê bi cih bûne.
Taxa Malazgîrtê: Ew taxa ku li bakurê bajêr cih digire, ji dabeşbûna taxa Xarxarê hatiye pê. Bi giranî kes û binemalên Kurd ên ji gundên deştê û ji gundên Hoza Kawan li vê taxê rûdinin. Kes û binemalên ji êl û hozên din ên weke Îzol, Sînik, Molik, Bêzik, Reşî û hwd. jî di vê taxê de binecî bûne.
Taxa Marayê: Herçiqas em bibêjin ew tax navê xwe ji binemala bi navê “Mara” distîne jî, êhtimala ku wê binemalê navnûçika xwe ji vê taxê standîbe jî heye. Lew ku heyîna taxê ji wê binemalê kevntir e. Ji xwe di dîroka herêmê de feylezofekî ku di serdema antîk de ji herêma Semsûrê derketiye û navê wî “Mara Bar Sarapyan” e jî heye, lê belê peyvendiya navê wî û navê vê taxê nayê zanîn. Tax li rojavayê keleha Semsûrê (Hisnimansûr) cih digire, tax, yek ji taxên bajêr ên herî kevn e. Berê di vê taxê de gelek binemalên Ermenî, Aramî û Suryanî rûdiniştine, di hin belgeyên dîrokî de tê gotin ku li vê taxê û derdora Keleha Hisnimansûrê 5 heb dêr (kîlîse) hebûne. Belê îro di nîveka vê taxê de bi tenê dêrek heye û xelkê Mesîhî vê dêrê bi şêwaza “Mor Pavlûs û Mor Petrûs” binav dike. Dêr avahiyeke kevn û dîrokî ye. Belê vê avahiyê gelek caran hatiye restorekirin.
Taxa Mehmed Akîf: Taxeke nû ye, li bakurrojhilatê bajêr cih digire. Reyeke kevn ji wir re derbas dibe ku ji wê rê re “Riya Kawa” dihat gotin.
Taxa Mîmar Sînan: Tax li bakûrê bajêr cih digire, taxeke nû ye. Belê navê Mîmarê(Avasaz) navdar Sînan dane vê taxê. Bi heman navî di nîveka bajêr de parqek û dibistanek jî heye. Bêguman ne ew mîmarê hêja navê Ademanê bîstîbû, ne jî Ademaniyên wê serdemê hay li wî hebûn.
Taxa Miselayê: Yek ji taxên herî kevnare ye. Navê xwe ji kevirê ku dixin tala serê miriyan digire. Di vê taxê de gelek mayîndeyên dîrokî ên weke mizgeft û avahiyên din hene.
Taxa Pirînê: Ew tax li ser bajarê kevn û qedîm, Perreya navdar cih digire. Di bin vê taxê de gelek mayînde û berhemên dîrokî hene. Tax berê gund bû, ji ber ku bajar fireh bû ew jî weke taxekê ma. Gelheya taxê bi piraniya xwe Kawî ne.
Taxa Siretûtê: Yek ji taxên herî kevn e. Tax navê xwe ji darên tuyên rêzkirî distîne. Di vê taxê de mizgeftek ku avahiya wê kevn e heye. Ji bilî wê di taxê de gelek avahiyên kevnar ku her yek ji wan mînaka mîmariya bajêr a sivil bûn dihêwirand. Mixabin, ew avahî hêdî hêdî ji holê rabûn, li şûna wan êdî avahiyên ji betonê bilind dibin.
Taxa Siteyan (Sîteler): Taxa Sîteyan taxek ji taxên bajêr ên nû ye. Tax li bakurrojhilatê bajêr cih digire û piştî sala 1990î pêk hatiye.
Taxa Malên Sumeriyan: Ew tax di demeke nêz de pêk hatiye û li bakurrojavayê bajêr cih digire. Malên taxê li hawîrdora Zankoya Adiyemanê ne, di heman demê de nêzî sîteya pîşesazan ya biçûk e jî. Yek ji taxên bi sixlet e.
Taxa Turgut Reis: Ew tax li bakûrê bajêr e, tax ji aliyê başûr ve serê taxên Yeşîlyurt (Xarxar), Fatîh û Malazgîrtê dibire.
Taxa Tirmûzê (Turkîye Petrollerî): Taxa ku berê weke gundekî li dora bajêr bû, bi firehbûna bajêr, bu taxeke bajêr. Tax li bakurrojavayê bajêr cih digire.
Taxa Mizgefta Mezin (Ûlûcamî): Ev taxa ku berê berdewama taxa Eskîserê bû, tam di nîveka bajêr de cih digire. Piştî bajar mezin bû weke taxeke nû ji taxa Eskîserê veqetiya. Ji avahiyên dîrokî yeka herî kevn ku jê re “Ûlûcamî (Mizgefta Mezin)” tê gotin, di nav sînorên vê taxê de ye. Keleha Hisnimansûrê jî li vê taxê ye.
Taxa Varlikê: Taxa Varlikê li başûrê bajêr cih digire, taxa pozikê bajêr ê aliyê başûr e. Ew taxa ku bi avahiyên xwe ên wek koltikan nelihev û şevnîşîn bala mirov dikşîne, piştî salên 1960î pêk hatiye. Avahiyeke dîrokî ku jê re “Şûbeya Leşkerî” tê gotin jî li vê taxê ye. Piştî 1980yî, di dema xebateke rêçêkirinê de gencîneyek ji zêrên Venedîkiyan pêk tê derkete holê. Gelek diravên zêrînî ku ji wir derketin îro di Muzexaneya Adiyemanê de tê pêşkêşkirin.
Taxa Yavuz Selîm: Tax li bakurê Adiyemanê cih digire û yek ji taxên bajêr ên nû yeke. Taxa ku berê ji çend avahiyan pêk dihat niha gelekî bi sixlet e.
Taxa Nû(Yenîmahalle): Ev tax ji salên 2000î û şûnde pêk hatiye. Taxa ku li bakurrojavayê bajêr cih digire taxa herî bi çûn û hatin e.
Taxa Pîşeya Nû (Yenî Sanayî): Ev jî taxeke nû ye. Tax li bakurrojavayê bajêr cih digire û çûn û hatina vir jî zêde ye.
Taxa Kaniya Nû (Yenîpinar): Taxeke gelekî kevn e û yek ji taxên di nîveka bajêr de ye. Bi heman navî di vê taxê de mizgefteke dîrokî heye, avahiya şaredariyê jî lê ye.
Taxa Xarxarê(Yeşilyûrt): Navê vê taxê yê kevn Xarxar e. Navê taxê yê otantîk xwedî dîrokeke kevn e. Tax berê weke dever hebû, lê ji ber ku kes lê nedijiya her dera wê bax û baxçe bû. Tax, bi awayekî defaqto piştî sala 1960î ji avahiyan re vebû. Pêşî gelek xanî û avahiyên şevnîşîn li taxê hatin avakirin, dûra gelek mal û binemalên ji hoza Kawan hatin di vê taxê de bi cih bûn. Ji ber ku gelek gelhe li vê taxê giha hev, tax ji aliyê şaredariya bajêr ve hat dabeşkirin. Tazên weke Malazgîrt û Fatîh ji vê taxê veqetiyan.
Taxa Yunûs Emre: Taxeke nû ye, li bakurrojhilatê bajêr cih digire.
Çem û Kaniyên Li Semsûrê
Ji bilî Çemê Firatê, çemê ku di sînorên Semsûrê de diherikin, jêderka wan çiyayên bakurê bajêr, yanî çiyayên Torosan in. Hema hema temamê çeman ji van çiyan dizên û berê xwe didin çemên Firatê. Bi piranî çemên biçuk in. Ji ber ku avhewaya heremê têr ne bi şilî ye, ava çeman jî hindik in û rejîma wan bê pergal e. Tenê Çemê Feratê ku çemê herî mezin yê Kurdistanê ye jî, bi ava têr û tijî diherike. Ji van çeman yên sereke ev in:
Çemê Ferat/Firat: Çemê Feratê ya ku şaxên wê di Semsûrê re jî derbas dibe, çemê Kurdistanê yê herî mezin e; dirêjiya wê bi tevahî 2800 km ye, bira ku di axa parêzgeha Semsûrê re dibuhure 180 km ye. Sê çemên weke Avareş (Goksu), Ava Kolikê û Ava Xalbêrciyê ên girs ku di axa parêzgehê re diherikin, paşê tevlî ava Ferêt dibin. Ferat, berî ku Bendava Ataturk bê avakirin, di navbera bajarên Riha, Amed û Semsûrê de sinorê xwezayî bû. Lê niha bendava mezintirîn ji bendava li ser hatiye çêkirin û gelek cih û warên dîrokî yên wekî Semsatê di bin de fetisîne.
Tê gotin ku navê xwe ji ferehbûna berê xwe distîne. Vî çemî di dîroka herêmê de rolên gelekî girîng lîstiye, hertim can daye Kurdistanê.
Çemê Kolikê/Çemê Gextê: Çavkaniya wê li çiyayên di nav tîxûbên navçeya Cêlikan de ye, dûra ji rojava ber bi rojhilat ve ava Bilam, Evdilxirab û Recebê tevlê dibin, paşê li derdora kela Kolikê ava ku ji çiyan dizê jî digre, paşê tevlî ava bendava Atetûrk a ku li ser ava Ferêt pêkhatî dibe. Pira Cendereyê li ser Çemê Kolikê hatiye avakirin. Dirêjiya ava Çemê Kolikê 58 km ye. Dirêjiya ava di nav tîxûbên parêzgehê de bi qasî 45, 5 km ye.
Avareş (Çemê Reş): Çemê ku navê xwe ji ‘Eşîra Reşiyan distîne, ji çiyayên Nûrhaqê ku di sinorê Mereşê de ye dizê û di ser navçeya Serêgolê re derbasî axa Semsûrê dibe. Li milê Bêsniyê çemê Sifrazê û çemê Bîrgewrê, Çemê Kesûnê, ji aliyê bakur û rojhilat ve jî wek Çemê Kûr, Çemê Xanê, Çemê Dilkiya distîne, li rojavayê gundê Pelaşa tevlî Çemê Feratê dibe. Di riya xwe de eraziyê gelek gundan av dide. Kes û binemalên ku li dora vî çemî zeviyên wan hene, cureyek zebeşên girs û belek hildiberînin. Qalikê wî zebeşî gelek stûr e, tama wî xweş dendikên wî girs in. Ew zebeşê ku nîveka têgîştandina wî ya berê qesebeya bi navê Şambeyadê bû, heta zivistanê bi rehetî dimîne.
Çemê ku dirêjiya wê bi tevahî 118 km ye, 90 km yê wê di nav axa Parêzgeha Semsûrê re derbas dibe. Li ser vê avê, li tala gundê Qizilînê pireke ku di serdema Komageneyan de hatiye avakirin heye. Pireya ku îro, nêzîkî 1800 sal berî niha hatiye avakirin, hemsalê Pireya Cenderê ye ku ew jî li ser ava Gextê hatiye avakirin. Pireya ku bi navê “Pira Sayî” tê zanîn û nasîn ji kevirên şehkirî ên mezin û bi avasaziyeke bêhempa hatiye çêkirin.
Çemê Sifrazê: Ji penavên başûrê Bêsniyê, li derdora gundê Tokluyê derdikeve. Nêzî gundê Hecîxelîlê ava çemê Kêsûnê jî tevlê dibe û ber bi rojhilat ve diherike. Li gel gundê Nalegewrê tevlî Avareş dibe. Dirêjiya vê avê ya di nav sînorên parêzgehê de 51 km ye.
Çemê Egê: Ev çem ji rojavayê bakurê Semsûrê ji derdora gundê Azika û Axçeliyê dize, di nav axa navçeya navendî de, li rojavayê bajêr cih digire û li başûrê Semsûrê tevlî bendava Çamgazî dibe. Dirêjiya vê avê bi qasî 32 km yan e.
Çemê Şebkerê: Ava vî çemî sînorê navçeya Tûtê û navçeya navendî pêk tîne. Ev çemê ku ava wî boş e, zeviyên gundên wek Mestîqolo, Koseli û Mûşê av dide, paşê jî dikeve ser ava Çemê Reş.
Çemê Soxûkpinar (Kanîsar): Ev çem di nav sînorê gundê Kaşlica ya ku ew jî li rojhilatê navçeya Tûtê cih digre de dimîne. Ev ava ku di newaleke biçûk û ne kûr re dibihure, bi berf û barîna çiyayên jora xwe xwedî dibe. Ji taybetiya deravaya xwe, ava gelek av û kaniyên li dora xwe radigre, zeviyên li dora xwe av dide, paşê jî diherike diçe di ber keleha gundê Kaşlicayê re dibore. Piştî ku çem bi damarên ava wê heremê dişide û xurt dibe, navê “Şowak”ê digire (Şovak: Ew navê ku bi şêwaza “Şawak” tê bilêvkirin, di heman demê de navê Hozeke Kurd e ku ew hoz îro li derdora Elezîz û Dêrsimê jiyan dike.) Çemê Şowak, zeviyên gundên wek Kemolar û Yaylimliyê av dide şûnde, diherike diçe dikeve ser ava Çemê Reş. Li dora vî çemî cih û deverên xweşik ên ku xelk ji bo seyranê diçin hene.
Çemê Şirîn (Şîrince): Çem 15 kîlometre dûr, li bakurrojavayê navçeya Tûtê cih digire. Ew çem, xwedî aveke sar û gelek şirîne. Ava vî çemî ji bo vexwarinê tê bikaranîn, ew av him diçe navçeya Tûtê, him jî tê parêzgehê. Ji bilî vê yekê, şaredariya parêzgehê hewl dide ku ji bo vexwarinê, ava vî çemî bigîne gundên navçeyê jî.
Ava Cilazê: Ev av weke du çaviyan li bakurê navçeya Tûtê dide der. Di rojhilatê şikefta Memeklîyê re dadikeve xwar, biharan bi avên barînan şên dibe diherike tê. Ev ava ku di avdana bax û baçeyan de tê bikaranîn, biqasî ku bê vexwarin jî xweş û şirîne. Bi xebateke ku di sala 1990î de hatiye kirin, çaviyên vê kaniyê hatin vekirin. Herwiha ji wê demê heta îro av şêntir û boştir tê.
Gul Harixi (Arixa Gulan): Av navê xwe ji gulên biyanî ên ku li qeraxa wê hêşîn hatî distîne. Ev ava ku ji bo vexwarinê jî baş e, 3 kîlometre dûr, li bakurê navçeya Tutê cih digire. Çaviya vê avê li devera bi navê Uçpinar (Sêkanî) têdizê. Bêyî ku jê re bi betonê coyek hatibe çêkirin, bi awayekî xwezayî xwe bi xwe coyek pêk aniye. Ava wê di halê xwe de, di wê coyê re bi xweşikî diherike. Arixa Gulan, her sal di werza biharê de bi ava barînan gêş û boş dibe, di werza payîzê de jî sakîntir û hîn hêdî diherike.
Ava Çanakçiyê: Ev av li devera Çanaxçiyê cih digire. Av, kana ava navçeyê a vexwarinê ye. Ava ku ji ber vexwarina bajêr dimîne, di avdana zeviyan de tê bikaranîn. Devera bi navê Çanakçiyê di heman demê de seyrangeheke xweşik e. Maliyên navçeyê diçin seyrana wê deverê.
Ava Ulupinarê (Kaniyagir): Ava bi navê Ûlûpinar (Kaniyagir) 2 kîlometre dûr, li bakurê navçeyê dide der. Ev ava sar û tamxweş zeviyên li dora xwe av dide.
Ava Yarpuzliyê (Ava Pûngê): Ev av navê xwe ji giyayê “pûngê” distîne ku li qeraxa wê ew giya bi awayekî pir hêşin dibe. Ev av di bin pala çiyayê Hacî Muhamed ê ku li bakurê navçeyê cih digire de dizê. Zeviyên li dora xwe têretêr av dide, paşê jî diçe dikeve ser newala Bulanixê. Ji Newala Bulanixê jî diherike diçe dikeve ser ava Çemê Reş.
Çaviya Biyê (Sogudûn Goz): Ji ber ku ew av di ber dareke biyê de dide der ew nav hatiye lêkirin. Ev av, di ber çiyayê ku li bakurê navçeyê cih digire de dizê. Ev ava şirîn û xweş, diherike tê erd û zeviyên ku di nav sînorê taxa Çamlica û Çanakçiyê de cih digire av dide.
Akçapinar: Ev av, 2 kîlometre dûr, li bakurê navçeyê dide der. Aveke şên û gur e û ji bo avdana zeviyan jî tê bikaranîn.
Çemê Ziyaretê: Avek e ji avên ku Çemê Feratê xwedî dike. Ew çem jî weke çemên din ji gelek avan pêk tê. Ava Şemikan, Newala Zagê û Çemê Qoçaliyê çend şetên ku vê avê xwedî dikin in. Ava Şemikan, weke newalekê kûr û ji zinaran qelişî di ser gundê Hêştiranê re tê, ji zîxûrê Palaniyê re derbas dibe û nêzî Pîrînê tevî Ava Zagê dibe. Ev av diherike diçe nêzî gundê Elifiyê tevlî ava Ferêt a ku îro Bendava Atetûrk pêk tîne dibe.
Çemê Çeqelê: Çavkaniya vî çemê ku navê xwe ji Eşîra Çeqelan distîne, di nav axa parêzgehê de ye, paşê jî diherike diçe tevlî Avareş dibe ya ku şetek ji şetên Çemê Ferêt xwedî dike. Çemê Çeqelan ji rojavayê bajêr di bakûr de tê ber bi başûr ve diherike, dûriya wî û bajêr 11 km ye. Dirêjiya vê avê ya di nav axa parêzgehê de 37,5 km ye.
Çemê Xalbêrciyê: Ava vî çemî, ji gihêştina hev a avên wek Newalê Arixê, Newalê Gûcaksiyê, Newalê Hişk, Newalê Halyayê, Newalê Kirîkomîrê û Newalê Zîxûr pêk tê. Piştî ew av tevlîhev dibin, di bestrobara xwe ya fireh de diherike. Çemê Xalbêrciyê a ku di aliyê bakur de tê ber bi başûr ve diherike, diçe tevlî ava Ferêt dibe.
Çemê Birîmşê: Ev çem di nav axa navçeya Gextê de ye. Dirêjiya wê bi qasî 35 km yan e.
Çemê Spî: Ev çem di nav axa navçeya Besniyê de cih digire. Dirêjiya wê bi qasî 59 km yan e.
Çemê Kêsûnê: Ev çem di nav axa navçeya Besniyê de cih digire. Dirêjiya wê 45 km ye.
Newalê Çatê: Ev çem di newalekê de dibore û newal li navçeya navendî, di nav herêma ‘Eşîra Balan de cih digire. Bax û baxçeyên li dora xwe av dide.
Ava Gurlawîgê: Ev av, li navçeya navendî, di nav herêma ‘Eşîra Balan de cih digire. Ava Gurlawîgê, aveke gelek xweş, sar û şîrîn e. Ji ber ku ew av ji bo vexwarinê gelek bi qîmet e, di sala 1960î de, ji aliyê şaredariya bajêr ve şaxek ji vê avê hatiye veqetandin, ji bo vexwarinê anîne bajêr.
Newala Halyayê: Ev av, yek ji avên ku Çemê Xalbêrciyê xwedî dike, dirêjiya çem ya di nav sînorên parêzgehê de bi qasî 41 km yan e.
Ji bilî van çeman, Çemê Bala, Çemê Xanê, Çemê Zagê, Çemê Recebê, Çemê Alikan, Çemê Gelera û gelek çemên din ên piçûk jî axa Semsûrê av didin.
Gol û Pengavên Li Parêzgeha Semsûrê
Di nav tîxûbên parêzgeha Semsûrê de 4 ji wan xwezayî, yek jî çêkirî bi tevahî 5 gol hene. Ji van golan Gola ‘Evdilxirawê paşê bi projeyekê pengava Çatê ve hat girêdan û ava wê û ya bendava Çatê ketin ser hev. Herwiha bi vî şeklî gola ‘Evdilxirabê ya ku berê goleke xwezayî bû, veguhezî pengaveke çêkirî. Parêzgeha Semsûrê ji aliyê avahiya pengavan ve xwedî potansiyelê aveke pir e. Di van salên dawî de Semsûr tevî gelek bendavên bi mebesta avdanê hatî çêkirin, veguherî bajarê bol û bendavan. Nav û agahiyên ew bendavên ku di van salên dawî de li parêzgeha Adiyemanê hatine çêkirin weke ên li jêr in.
Gola Serêgolê, Gola Azapli û Gola Îneklî: Li navçeya Serêgolê/Golbaşiyê li ser heman xetê, sê golên xwezayî yê bi ser hev ve hene ku ava wan bi hev re peyvendîdar in. Ji wan ya li serî Serêgolê, ya li tala gundê Înekliyê, bi navê wî gindî û ya rex gundê Azapliyê jî bi navê wî gundî tê naskirin,
Gola Serêgolê di sinorê navçeya Serêgolê de ye, li qeraxa wê tesîs û avahiyên geşt û gûzarê jî hatine çêkirin, lê masîgirî jî tê kirin. Rûbera golê 219 km² ye. Rûbera Gola Azapliyê 272 km² ye. Dema zivistanê ava wê zêde dibe tevlî gola Serêgolê xuya dike. Rûbera Gola Îneklîyê 109 km² ye. Ew gol jî wekî Gola Azapli zivistanê ava wê zêde dibe û bi gola Azapli û Gola Serêgolê re hinekî dibe yek parçe.
Gola ‘Evdilxirabê û Goleka Bendava Çatê: Gola ‘Evdilxirabê di nav axa navçeya Cêlika de, 3 km li bakurê navenda navçeyê cih digire. Rûpîvana Gola ‘Evdilxirabê ya xwezayî 5 km² ye. Gola ku berê rûyê wê bi gil û giya niximîbû di nav wergira projeya “GAP” ê de tevlî bendava Çatê hat kirin. Piştî ava golê şên bû, torfê di bin ava golê de weke giravokên ser avê derketin rûyê avê. Bi vî awayî gelek giravokên sovber ên heryek ji wan ji çend donim erd pêk tên derketin holê. Ji ber ku rêvebirên navçeyê nezanîn ew çine, heta ku hişyar bûn gelekên wan çûn bi qeraxa golê ve zeliqîn, ta ku hinek ji wan hatin xilaskirin û îro li navçeyê ew giravokên sovber, dîmenên gelek xweşik pêk tînin. Gola ku xwedî aveke gelek sar e, piştî av wergirtina bendavê rûpîvana wê bi qasî 14,481 hektaran fireh bû. Îro di ava wê ya sar de masivaniya qefesan jî tê kirin.
Gola Bendava Ateturk: Gola Bendava Ateturk, li ser ava Çemê Feratê hatiye çêkirin ku cihekî gelek fireh digire. Tîxûbê golê di axa navçeya Gergerê de dest pê dike, di sînorê parêzgeha Rihayê re berdewam dike heta axa gundê Pelaş a ku li başûr-rojavayê parêzgeha Semsûrê ye. Gola Bendava Ateturk di wergira projeya GAPê de gola herî mezin a hatiye çêkirin e. Ava vê bendavê, bi qasî ku bi rêbaza hîdroelektrîkê vejenê hildiberîne, di avdana zeviyan û hilberîna masiyan de jî tê bikaranîn. Rûpîva vê gola mezin bi qasî 81.700 hektarî ye.
Pengava Çamgazî: Pengav li ser riya parêzgeha Rihayê di km ya 20î de cih digire. Pengav di nav axa gundê bi navê Çamgaziyê de ye û navê xwe jî ji gundê xwe distîne. Benda li ber ava golê (bendav) bi teşeyê axa dagirtî a zonî hatiye avakirin. Pengava ku bi hizra avdana zeviyan hatiye avakirin, erdekî biqesî 6536 hektaran av dide.
Pengava Kêlûzê: Pengava ku navê xwe ji gundê xwe (Kêlûz) distîne bi hizra avdana zeviyan hatiye avakirin. Ava vê pengavê zeviyeke bi qesî 100 hektaran av dide.
Pengava Qinixê: Pengava ku navê xwe ji gundê ku di nav axa wî de ava bûyî (Qinix) distîne, bi hizra avdana zeviyan hatiye avakirin. Ava vê pengavê zeviyeke bi qasî 183 hektaran av dide. Kana ava vê pengavê ava berf û baranê ye ya ku zivistan û biharê dibare.
Pengava Hesencixê: Pengava ku navê xwe ji gundê ku di nav axa wî de avabûyî (Hesencix) distîne, bi hizra avdana zeviyan hatiye avakirin. Ava vê pengavê zeviyeke bi qasî 94 hektaran av dide. Kan û çavkaniya ava vê pengavê ava berf û baranê ye ya ku zivistan û biharê dibare.
Pengava İncesu: Ev jî bi fikra avdana zeviyan hatiye avakirin, axeke bi qasi 188 hektaran av dide. Kan û çavkaniya ava vê pengavê ava berf û baranê ye ya ku zivistan û biharê dibare.
Pengava Totê: Pengav, navê xwe ji gundê ku di nav axa wî de avabûyî (Tot) distîne. Ew gund û pengav bi navçeya Gextê ve girêdayîne. Pengav bi hizra avdana zeviyan hatiye avakirin. Ava vê pengavê zeviyeke bi qasî 267 hektaran av dide. Kan û çavkaniya ava vê pengavê ava berf û baranê ye.
Pengava Milkê: Pengav, navê xwe ji gundê ku di nav axa wî de avabûyî (Milkê) distîne. Ew gund û pengav bi navçeya Gextêve girêdayîne. Ava ew pengava ku bi hizra avdana zeviyan hatiye avakirin, zeviyeke bi qasî 450 hektaran av dide. Kan û çavkaniya ava vê pengavê, ava berf û baranê ye.
Pengava Qerehoyukê: Pengav, navê xwe ji gundê ku di nav axa wî de avabûyî (Karahoyuk) distîne. Ew gund û pengav bi navçeya Gextêve girêdayîne. Ava ew pengava ku bi hizra avdana zeviyan hatiye avakirin, zeviyeke bi qasî 304 hektaran av dide. Kan û çavkaniya ava vê pengavê ava berf û baranê ye.
Di Nav Tîxûbên Parêzgehê de Qadên Jeotermal
Îro di derbarê qadên termal ên di nav tîxûbên parêzgeha Semsûrê de zanîn û agahiyên têrkêr tunenin. Di vê mijarê de xebat û lekolînên baş jî nehatine kirin. Lê belê tê zanîn ku di nav tîxûbên parêzgehê de sê avên bi şifa ku bi navên wek Besnî, Cêlika û Qotirê tên zanîn hene. Ji bilî van hersê cihan, li gundê Tîlekê ku bi navçeya Besniyê ve girêdayî ye, germavek heye.
Ava Qotirê a bi şifa, 25 km li bakur-rojavayê bajarê Semsûrê cîh digire û av 5 km nêzî gundê Axçeliyê ye. Ew av bi navê “Ava Çiyê” jî tê zanîn. Ava Qotirê ku aveke sar e, ji bo hin nexweşiyên rovî û mîdeyê baş e û şifadar e.
Ava Besniyê a bi şifa, li 6 km bakur-rojhilatê navçeya Besniyê cih digire, bi navê “Ava Çêrmûkê” jî tê zanîn û nasîn. Ava wê ji bo kevirên gurçikê, qebiziyê û hin nexweşiyên din ên rovî û mîdeyê re şifadar e.
Ava Cêlika a bi şifa, di nav tîxûbê navçeya Cêlika de ye. Av 23 km dûrî navçeyê û li bakur-rojhilatê wê cih digire. Ava wê ji bo hin cure nexweşiyên rovî, mîdeyê, kezeba reş, kîsikê ziravê baş e û şifadar e.
Kaniyên Dîrokî Ên li Parêzgeha Adıyamanê
Heta van salên dawî jî di nav xaka parêzgeha Semsûrê de gelek kaniyên ku gewdeyên wan bi nehîtên şehkirî hatîbûn avakirin hebûn. Mixabin îro ew kaniyên xweşik, ji bêxwedîbûnê hemû hilweşiyan, paşê jî kevirên wan her yek bi derekê de birin û ew kanî bi vê şêwazê ji holê rabûn.
Kaniya Sîtilcê: Ji ber ku kaniyê li ser riya gundê Stîlcê cih digirt xelkê ev nav lê danîbû. Avahiya kaniya Sîtilcê hebû û ji kevirên birî hatîbû çêkirin. Kanî xwedî aveke şên bû, gundiyên ku di wî alî de, yanê ber bi gundên deştê ve diçûn av lê vedixwarin û heywanên xwe lê av didan. Kanî niha tuneye.
Kaniya Mama Meryem: Kanî li başûrê bajêr, ser riya rasta Hacehmed cih digire. Xwedî avahiyek ji kevirên birî bû. Xelkên Sûryanî û Ermenî ew bi şêwaza “Kaniya Mama Meyrem” bi nav dikirin, bi zarê Tirkî jê re “Meryemana Çeşmesî” tê gotin, Kurdan jî ew kanî bi şêwaza “Kaniya Mêremê” bi nav dikir. Kaniya Mama Meryem berê xwedî aveke boş û bi şid bû, niha ziwa bûye.
Kaniya Şirşirê: Kaniya ku navê xwe ji dengê ava xwe distand li rojavayê bajêr cih digirt. Avahiya wê bi kevirên nehît hatîbû nûjilandin. Kanî xwedî aveke şên bû, lûleyekî wê yê ku aveke boş û bi şid tê re dihat hebû. Kanî niha tune ye, avahiya wê hilweşiya û ji holê hat rakirin.
Kaniyê Zelê: Kaniyeke kevn û qedîm bû, li bakurê parêzgehê, ser riya Pirînê (Perre) cih digirt. Bajariyan jê re bi zarê Tirkî digot “Zaxra Pinari” belê navê wê yê rast bi zarê Kurdî “Kaniya Zelê” bû. Avahiya wê ji kevirên teşbî nehîtan hatîbû nûjilandin, aveke wê ya şên û gelek şirîn hebû. Di kaniyê de bi tenê lûleyek hebû, lê ava wê şên û bi şid dihat. Li lûleyê avê birkeke biçûk hebû, di wê birkê de sewalên rêwiyan av vedixwar. Belê piştî ava wê diherikî diket birka mezin, zarokên taxa Xarxarê havînan diketin wê birkê. Di ser kaniyê re dareke tuyê a gelek kevn hebû, belê di salên 1980yî de kanî ji holê hat rakirin. Navê kaniyê ji xwedawenda bi navê “Zel” dihat ku ew nav di Serdema Antîk de Xwedawendeke Kurdên Zelanî bû. Bi heman navî li warê Dêrsim çiyayek jî heye, ji wî çiyayî re Dimil “Koyê Jelê” Kurmanc jî Çiyayê Zelê dibêjin. Herwiha bi vî navî, di Serdema Antîk de Bajarê Zelê jî hebû ku îro navê wê Yozgat e. Yozgat di wê serdemê de di nav Dewleta Kapadokyayê de dima ku ew şaristanî ji hêla Kurdên Zelanî ve hatîbû damezirandin.
Kaniya Perreyê: Ew kanî, kaniyek ji kaniyên Şarî Perre ye. Şarî Perre di serdema antîk de şarekî avadan û şên bûye. Gelek av û kaniyên şirîn li wî şarî hebûne, lew ku Şarî Perre bi avên xwe ên şirîn navdar bûye. Kaniya ku îro, bi navê “Kaniya Romayê” tê binavkirin, di rastiya xwe de ne kaniyek ji kaniyên Roma ye, kaniyek ji kaniya Şaristaniya Komageneyê ye. Kanî beşek ji avahiyeke mezin e ku aliyê wê aviyê ê mezin di bin erdê de ye. Kanî kaniyek bi kemer e û bi kevirên rast hatine birîn ava bûye. Ji devê kaniyê ber bi rojava diyareke avahiya hemamekê heye. Di roja me de jî ava vê kaniyê tê vexwarin û gelek jî tamxweş e.
Hin Navdarên Semsûrî:
Julîa Balbîla (Jineke Komagenî a Helbestkar)
Mara Bar Serapion-Feylozofekî Pagan
Şêx Bekirê Gextewî-Kolikî
Baba Îshaq (Serhildêrê Raperîna Babayiyan)
Danîelê Ezîz (St Daniel 409-493)
Hemreş Reşo - Hamdî Tûranli (Siyasetmedar Rewşenbîr)
Lûcîanê ‘Ezîz ê Semsatî (St Lucian)
Lûkîanosê Semsatî (Bîrawer, Rewanbêj, Hîcîwkar û Fêylesofê Serdema Antîk)
Mîshak Manusyan (Şoreşger Şair, Lehengekî Ermen)
Pawlusê Semsatî
Zozîmosê Semsatî (Mozaîksazê Serdema Antîk)
Kamûs’ûl Alâm, Şemsettîn Samî, Xala Hisni-Mansûr, 1962
Mehrdad R Îzady, A Handbook “Kurds”, 1992
Sempozyuma Xebatên Mûzexaneyê ya 17emîn, Fehmî Eraslan-E. Nevruz Înce-Mehmet Alkan, 2008
Avahiya bi Mozayîk a li Perreya Antîk, Fehmî Eraslan-Mehmet Nûrî Karaca, 2007
Alî Boyraz, Dîroka Hozên Adiyemanê(Adiyaman Aşîretlerî Tarîhî) (Teza Mezûniyetê, Zankoya Gaziantep 2007)
Dr. Friedrich Karl Dorner, Textê Xwedayên li Banê(Tanrıların Göksel Tahtı), 1990
Strabon, Erdnîgarî, 1958
Mûzaffer Îrîs, Bi Her Alî ve- Suryanî(Butun Yonlerîyle Suryanîler), 2004
Mûrat Gokhan Dalyan, Dîroka Adiyemanê (Adiyaman Tarîhî), 2007
Îbrahîm Ozcoşar, Jînenîgariya Patrîkên Dêra Kadîm(Ortodoks) ya Suryanî ya Antakyayê (Antakya Suryani Kadim (Ortodoks) Kilisesi Patriklerinin Ozgeçmişi), 2006
Yuhanayê Gêlî (Egîl), Mêjûya Dêrê
Yuhanayê Gêlî (Egîl), Serpêhatiyên Ewliya û Ezîzan
Mûstafa Sûcû, Adiyaman, 1985
Evliya Çelebî, Seyhatname, 1986
Arşag Alboyaciyan, Ermeniyên Meletiyê (Malatya Ermenileri), 2019
Ana Britannica, 2004
Ahmet Akîl Yaginli, Devok û Kelepora Adiyemanê (Adiyaman Agzı ve Kûltûrû), 2013
Cevdet Tûrkay, Li Gor Belgeyên di Belgedanka Serokwezîriyê de, Binemal, Civat û Hozên Serdema Osmaniyan (Başbakanlik Devlet Arşîvlerine gore Osmanlilarda Aşîret Cemaat ve Oymaklar), 2001
Lênûskên Binecîkirina Hozan (Aşiret İskân Defterleri) 1104/701
Lênûsa Maliyê ya Hozan (Aşiretler Maliye Defteri) 1142/21, Zilhacce. 1142/701
Mehmet Taşdemîr, Di Sedsala 16an de Adiyeman (16. Yuzyilda Adiyaman), 1999
Dç. Dr.Said Oztûrk, Di Salnameyên Osmaniyan de Adiyeman, 2006
Mihemed Emîn Zekî Beg, Kurtîyek ji Mêjûwa Kurd û Kurdistan, 2012
Bîlge Ûmar, Navên Dîrokî ên Tirkiyê, 1993
Helmuth Karl Bernhard von Moltke, Nameyên Tirkiyê (Turkiye Mektûplari), 2016
Sebrî Oymak-Erdnîgarnas, rojnameya SEMSÛR, 2011, hejmar 5
https://www.youtube.com/watch?v=tO62w9xl_tg
DÎROKA VEŞARTÎ - SEMSÛR
https://www.youtube.com/watch?v=9XBa7LvzLqU
BAYÊ KUR SEMSUR
https://www.youtube.com/watch?v=PqEvNq6SwBk
DÎROKA VEŞARTÎ - SEMSÛR / KELA GERGERÊ
Nivîsén tékildar