Nivîskar: Seîd Veroj
Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî/Xarpûtî
Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû. Mihemed Kemaledîn Efendî, li Xarpêtê miftîyê dawî yê Împeretorîya Osmanî bû (1916) û herweha miftîyê pêşî yê dema Cimhûrîyetê bû. Malbata wan li Xarpêtê bi navê “Efendîgil” têne nasîn. Wî demeke dirêj muderîsî kirîye, “Di 34 salîya xwe de yanî di sala 1900î de dest bi mamostetîya Erebî kirîye di mekteba Ruşdîyeya Eskerî de. Di sala 1902yan de heman demê di medreseya Kamil Paşa de ders daye. Di sala 1908an de çar meh bi wekalet qadîtîya Elezîzê kirîye. Sala 1910an li Mekteba Sultanî ya Elezîzê dest bi mamosteyî kirîye. Di salên 1914-1915an de li Mekteba Numûneyê mamostetîya Qireat û Elîfa Erebî kirîye.”[1] Gelek berhem û nivîsên wî yên edebî û tesewufî hene.
Pêşgotina kitêbê “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî” ya Omer Avnî Efendî, ji alîyê Mihemed Kemaledîn Xarpêtî ve hatîye nivîsandin. Omer Avnî Efendî dema ku ev kitêbê nivisîye, di Mekteba Ruşdîyeya Leşkerî ya Elazîzê de mamosteyê Kavaîdê Osmanî bûye. Kemaledîn Xarpêtî jî di heman mektebê de mamoste bûye. Omer Avnî, pêşgotina kitêba Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî bi dost û hevalê xwe yê Kemaledîn Xarpêtî daye nivîsandin.
Kemaledîn Xarpêtî yek ji nivîskarên kovara Seda ya Mehmed Abdulah Cevdet bû ku ev kovara navborî di 9ê Teşrînasanî ya sala 1325an de li Elezîzê hatîye çapkirin. Di hijmara duyemîn ya Sedayê de bi sernivîsa Îmam Gazalî’nîn Son Eserî[2] (Berhema Dawî ya Îmamê Xezalî) meqaleyeke wî hatîye belavkirin. Mimkun e ku wekî din jî nivîsên wî di nav rûpelê mayî yên Sedayê de hatibin belavkirin, lê mixabin li ber destê me tenê du hijmarên kovarê hene (jimarên 1 û 2).
Mehmed Abdulah Cevdet, paşê di sala 1919an de bûye serokê şubeya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) li Elezîzê. Di vê demê de têkilîya CTKê, Mehmed Abdulah Cevdet û Kemaledîn Xarpêtî di kîjan dereceyê de bûye ew baş nayê zanîn lêbelê ew jî ji ber Tevgera sala 1925ê, “Tevî du lawên xwe; Omer Naîm û Ebdulhemîd Efendî ji alîye Mehkema Îstiqlala Şerqê ve hatine desteserkirin û darizandin. Di biryara jimar 610 ê mehkemeyê de dibêje: Ji ber ku di mala wan de, helbest û nameyên li ser xîlafet û şerîetê, dijberîya tiştên nû yê wekî şewqayê hatine dîtin, Kemaledîn Efendîyê Miftîyê Merkeza Elezîzê û her du kurên wî; Omer Naîm Efendî yê talebeyê Mekteba Huqûq a Anqerê û Ebdulhemîd Efendîyê katibê sicîlê û talebeyê Mekteba Meslekî li ser biryara mehkemê hatine darizandin. Di dawîya darizandinê de, Abdulhemîd hatîye serbestkirin, ji bo Kemaledîn û Omer Naîm Efendî jî ceza sirgûnkirina dervayê mintiqa Îdareya Urfî hatîye dayin. Kemaledîn Efendî ji herêmê dûrxistine û sirgûnî bajarê Samsunê kirine, Omer Naîm jî sirgûnî Anqerayê kirine.”[3] Ji wê şûn ve jî di 4ê Eylûla 1926an de ji wezîfeyê hatîye dûrxistin. Demeke kin ji desteserkirina Miftî Kemaledîn Efendî şûn ve, di şûna wî de Omer Avnî Efendî bi wekaleten hatîye wezîfedarkirin ji alîyê Walî Cemal Bardakçî ve. Lêbelê piştî demeke pirr kin ku fêr dibin ew Kurd e û nivîskarê “Kavaîd-î Lîsan-i Kurdî” ye, wî ji wezîfeyê distînin û di 9 Eylûlê de li şûna wî, yekî bi navê Îsmetullah Efendî dikin miftîyê Elezîzê.
Kemaledîn Xarpêtî, demekê li bajarê Samsûnê di sirgûnê de maye û piştî ku Mehkemeya Îstiqlala Şerqê hatîye fesihkirin (betalkirin), ew jî vegerîyaye Elezîzê û di roja 2yê Sibata sala 1936an de li Elezîzê koça dawî kirîye.
JÊRENOT
[1] Ahmet Karataş, Marmara Üniversitesi İlâhiyat Fakültesi Dergisi(Kovara Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê), Cilt-Hijmar 49, Çileya Pêşî 2015, r. 29-126
[2] Kemaleddin Harputî, Îmam Gazalî’nîn Son Eserî(Berhema Dawî ya Îmam Gazalî), Seda, no: 2, 23 Teşrînîsanî 1325 (6 Çileya Pêşî 1909), r. 6
[3] Şark İstiklala Mahkemesi: Kararlar ve Mahkeme Zabıtlar(Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat: Biryar û Qeydên Dadgehê), Cilt: 5, Karar no: 610, r. 2297
Nivîsén tékildar