logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Zara(Zerîfe) Paşayevna Mogoyan

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Hunermend û aktrîsa navdar a Kurd Zara yan jî Zerîfe Paşayevna Mogoyan di 26ê tîrmeha 1983yan li Lenîngradê ji dayîk bûye. Li Moskow a Rusyayê dijî. Zara heta niha deh albûmên stûdyoyê tomar kiriye û çend carî Xelata Gramofona Zêrîn, dîplomeyên festîvala televîzyona Rûsî ya Pesnya goda wergirtîye. Wek lîstikvan Zara bi rolên xwe yên di rêzefîlmên "Streets of Broken Lights" (2001), "Spetsnaz 2" (2004) û "Favorsky" (2005) û fîlmên dirêj "Pushkin. The Last Duel" û "White Sand" de tê naskirin.

Zara li bajarê Lênîngradê wekê kesek ji malbateke Kurdên Êzîdî de hatîye dinyê. Zara dibistana amadeyî ya bi jimare 2yê li Otradnoye, navçeya Kirovsky ya li Oblasta Lenîngradê xwendîye. Di sala 2000an de, dibistana Gymnasium 56 ya li Saint Petersburgê bi madelyaya zîv xilas dike. Li gel xwendina xwe ya navîn, wê dibistana muzîkê ya zarokan bi şanazîyê pisporîya piyanoyê qedandîye.

Bavê wê Paşa Bînbaşîevîç Mogoyan, Namzedê Zanistên Fîzîk û Matematîkê ye ku di pîşesazîya çêkirina makîneyan de kar kiriye û dayika wê, Nadî Djamalovna Mgoyan, jina malê ye. Dê û bavê wê li bajarê Lenînakan a Ermenistanê ji dayik bûne. Ji Ermênîstanê koçkirine û çûne Rusyayê. Xwişkek wê ya mezin bi navê Lîyana û birayek piçûk bi navê Roman heye.

Di sala 1997an de Zara derket fînala pêşbirka huneriyê a Rûsyayê a bi navê "Stêrka Sibehê" (bi Rûsî: Utrênnyaya Zvêzda) (Moskow) û xelata Festîvala navneteweyî ya bi navê "Bila Zarok Bikenin" ya (Qahîre û Port Saîdê, Misir) wergirt. Di sala 1998an de hunermenda ciwan xelata "Hêvîya Sîbîryayê" (Omsk, Rûsya) wergirt, di pêşbirka "Roja Jidayîkbûnê" a sitranên zarokan (Sankt Petersbûrg) û pêşbirka «Baştirîn Strana Salê» (Sankt Petersbûrg, Rûsya) de xelat wergirtin.

Du salan ser hev di pêşbirka "Hêvîyên Ewropayê" de (Soçî) Zara dîploma beşdarvana asta yekem û xelat bi dest xistîye. Di sala 1999an de di “Festîvala Denga-99" ku li bajarê Soçî derbas bû hunermenda ciwan xelata sempatîyên temaşevanan qezenc kir.

Heta niha derdora deh albûmên stranên Zara hatine weşandin, hunermenda ciwan herwiha di fîlman de jî rol girtîye. Fîlmên wek FavorskiyHêzên Taybet bi Rûsî-2Jiyan û mirina Lyonka Panteleyev û yên din, herwiha di kurtefîlman de jî rol stendîye, yên wek Demon û Arîyadna.

Di sala 2009'an de beşdarî şova "Du Stêrk" bû û gihîşt fînala bernameyê, di encama pêşbirkê de Zara û Dimîtriy Pêvtsov bûn kesên duyemîn. Cihê yekem Mark Tîşman û Nonna Grîşayeva qezenc kirin. Weke ku hilberîner Îgor Matviyenko jî destnîşan kir strana ku Zara û Dimîtriy di fînalê de gotin hêja ye ku bibe sîngileke serbixwe. Zara bûye navekî mezin li asta Rusyaya Federal û cîhanê. stranan bi zimanên Rusî, Ermenkî, Îngilîzî û Kurdî dibêje. Di sala 2023ê de bi navê "Klama Dilê Min" albumek Kurdî (Kurmancî) jî derxistîye. Di hin stranên wê yê bi zimanên din de jî mirov melodîyên Kurdî dibîne.

Zara di gel ku ji welatê bav û kalan dûr mezin bûye, tu carî nijad û eslê xwe ji bîr nekirîye, hertim xem û êşên neteweya wê li bîra wê bûye. Di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de, li ser pirsa rojnamevanekî ku gelo di derbarê serxwebûna Kurdistanê de raya wê çiye? Zara wiha bersiv daye: “Dixwazim piştgiriya neteweya xwe bikim. Dizanim gelek karesat hatine serê me, nizanim ji bo çi neteweya min tûşî van hemû êş û janan bûye. Lê belê evê dizanim ku em li ser rêya rastin û rojek tê ku Kurdistan serxwebûnê bi dest xwe ve bîne.”

Serokê Rusya Vladimir Putin û Zara Paşayevna Mogoyan, Kremlin, Rêbendan 2017

Zara heman demê di çalakîyên xêrxwazîyan de, axilbe di sazîyên kesên bêmecal de, di yê zarokên ku pirsgirêka wan ya çavan hene, yan kwîr in cih digre û dibe alîkar. Zara di sala 2016an de xelata Hunermenda Rûmetê a Federasyona Rûsyayê wergirtîye.

Zara du carî zewicîye, cara ewil bi Sergey Matvienko, kurê walîya Sankt Petersbûrgê Valentina Matvienko re zewicî, lê piştre jê veqetîya. Dûra bi karsazekî bi navê Sergey Îvanov re zewicî û du zarokên wan çêbûn.


ÇAVKANİ

https://zara.ru/en/

https://rojevakurd.com/rondiken-zara-ji-bo-kurdistane-bu/

https://ku.wikipedia.org/wiki/Zara_(hunermend)

https://www.youtube.com/watch?v=XL-GDcc6nos

https://www.youtube.com/watch?v=5arNPq7fLJA

https://www.youtube.com/watch?v=7XvRWRNzRyQ

https://www.youtube.com/watch?v=tiOXLEiDyv0

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Yekbûn

Yekbûn; bestekar, sazkar, stranbêj û produktor e. Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê di beşa Mamostatîya Mûzîkê de perwerdehîya deng xelas kiriye. Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo ya bi navê “Nîrwana” derket pêşberî hezkirîyên xwe.


Tara Mamedova

Stranbêja Kurd Tara Mamedova, bi şêweya caz û pop-folkê stranên xwe dibêje. Heya niha çendîn album derxistine û gelek konsert dane. Jiyana wê li Kirgizîstan, Rûsya, Frensa, Tirkiyê û bakurê Kurdistan derbas bûye. Ji ber ku di nav gelek çandan de maye hunera wê pirrengîn e, lê bingeha xebatê wê çand û folklora Kurdî ye...