logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Nivîskar: Seîd Veroj

Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî (1872-1941)

 

Ciyê jidayikbûn, perwerdeyî û qeymeqemîya wî

Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”[1]

Bi qasê ku tê zanîn xebata sîyasî ya Ahmed Cemîl, bi endametîya şubeya Diyarbekir a Cemîyeta Îtihad û Teraqî ya Osmanî dest pê kirîye. Cemîyeta Îtihad û Teraqî ya Osmanî, di sala 1895an de hatîye avakirin û berdewamîya Cemîyeta Îtihadê Osmanî (1898) bû[2] û ji damezirêneran didoyê wan Kurd bûn; Abdulah Cevdet û Îshak Sikûtîyê Diyarbekirî. Di vê pêvajoyê de ew û Zîya Gokalp bi hev re xebitîne û merivatîya wan jî heye. Ji endametîya wî ya vê rêxistinê xuya dibe ku ew, mixalifekî îstibdada Evdilhemîd bû.

Piştî xelaskirina xwendinê, “Di 10ê Hezîrana sala 1898an de wek memûrê maîyetê li wîlayeta Diyarbekirê dest bi kar dike. Piştî xelaskirina stajiyerîyê, terfî dike û dibe qeymeqam. Di roja 11/10/1899an de li Siwêrekê dest bi qeymeqamîyê kir û ji wê şûn ve li pey hev di qezeyên wekî Avnîye (21/11/1900), Mîdyat (21/06/1901), Cizîrê (23/07/1904), Nisêbîn (07/08/1905), Dêrik (10/02/1906), Erve (20/07/1909)[3] wezîfe kirîye.

Di van salan de wî jî wekî gelek rewşenbîrên Kurd û Osmanî yên wê demê, çareserîya buhranên Împeretorîya Osmanî, di fikrên sîyasî yên wekî “Umetparêzî” û “Osmanîparêzîyê” de didît. Hetta ew “ummetparêzîyê” di qalikek hîn teng de tarîf dike û dibêje “ummeta Osmanî”[4]. Dema ku wî wezîfeya qeymeqamîyê dikir, di sala 1908an de Meşrûtîyeta Duyemîn hate ragehandin. Ew jî wekî gelek rewşenbîr û Kurdên mixalîf ên wê demê, ji dil û can ve parastvanê Meşrûtîyetê bû û roja pêkhatina Meşrûtîyetê wek “Eyda mezin a hurrîyetê”[5] bi nav dikir. Û digot: “Neslên azad ên dahatûyê, dê bi berdewamî çepikan lêdin ji vê merasîma navdar û bilind a serkevtinê re û dê osmanîparêzî jî hetanî ebedîyetê bi vê îftixar bike. Ji ber vê yekê, bi kêfxweşî bilindkirina şanê vê şoreşa millî, bi hemû tiwan û hebûna xwe ve pîrozkirina naveroka rewşa sosyal û tesîrên wê, ji bo me hemûyan wezîfeyekê namûs û serbilindî ye.”[6]    

Ji ber ku ew “Umetparêz” û “Osmanîparêz” bû, têkçûna Osmanîyan di şerê Balkanan de, wî gelek xemgîn dike. Di vê pêvajoyê de wezîfeya qeymeqamîya wî dewam dike û bi pirranî jî li herêma Kurdistanê kar dike. Di navbera salên (08/01/1911) li Modkan, (12/04/1913) li Beşîrîyê, (11/07/1915) li Atîna (Pazar-Rîze), (01/02/1919) li Resûleynê, (06/08/1919) cardin li Beşîrîyê, (14/02/1920) li Reşadîyeyê, (09/03/1920) carek din li Dêrikê xebitîye û dawîyê li ser postê qeymeqamîya Mulkîyeyê bûye malnişîn.”[7] Piştî ku malnişîn bûye, hatîye li bajarê Diyarbekirê bi cî bûye.

Hewldana niştecîkirina eşîretên koçber ên Kurdan

Dema ku ew li herêma Kurdistanê qeymeqemî dike, gelek caran hewl dide ku eşîretên koçber ên Kurdan bêne niştecîkirin. Di nivîseka xwe de, li ser eşîretan û pêwistîya niştecîkirina wan, gazindên xwe ji rêvebirîya Meşrûtîyetê dike û weha dibêje: “Hinek dibêjin ku ‘hîn dema îskankirina eşîretan nehatîye.’ Ez qethen ne digel vê yekê me, bi dîtina min ew dem ji zû ve hatîye…. Em bala xwe bidin îqlima berfireh a Mezopotamyayê. Ev der, di dema xwe de bûye cîyê sereke yê hêwirîna hemû mirovatîyê, bûye wekî ‘Amerîkaya Osmanî’, cî û warê aramîya bi mîlyonan mirovan, ev der îlelebet ji bo niştecîbûn û îskanê musaîd e.  

Îro di vê herêma xam û tenha de, bi sedan çem û çavkanîyên avê hene. Di dema berê de, ev çavkanîyên avê bi zerreb û qenalan yek bi yê dî ve hatibû girêdan, li hemû dorûberê wan gelek dar û ber hatibûn çandin, gelek qeze û bajar li van deran hatibûn avakirin, bîzathî ez bi xwe bûme şahidê xirabeyê/şûnwarê wan. Em dikarin bi cehdekî hindik van zerreb û qenalên heyî ji nifûsa niştecîyan re amade bikin, paqiş bikin û ji nû ve bidin xebitandinê.”

Ew bicîkirina eşîreta Batuwan, wek mînakek dîyar dike û dibêje: “Ev eşîret bi hemû şax û qebîleyên xwe ve, xwedîyê du hezar û sêzdeh xeym/çadir in. Ew havînan diçin zozanan û zivistanê jî têne Dêrgulê.

Germayîya zozanên wan di navbera 38-42 derce û yê warê wan ê zivistanê jî di navbera 28-32 dereceyan de ne.

Şirnaxa ku di ser rêya wan de ye û dikeve nava guzergaha wa û ji Şirnexê wêdetir bi dirêjahî qasî rêya çardeh saetan û bi berfirehî jî qasê çûna rêya şeş saetan erdekî vala heye. Bi texmînî firehîya rûyê erdê wê 200.000 km2 ye ku ji bo her ferdekî vê eşîretê teqrîben 1 km2 erd para wî dike.

Ev der, li gor nifûs û heywanên eşîreta Batuwan, cîyek gelek fireh e. Ev mintiqeya berfireh, berîya nûha jî, ji şûnwarê jîyana nifûsek gelek zêde re musaîd bû. Gelo nûha ev ciyê musaîd çima ji bo eşîreta Batuwan nayê fikirandin?

Ji berê ve kom bi kom, qefle bi qefle mihacîrên mexdûr ji derve tên û li ser erdê Osmanî ji xwe re ciyekî ji bo îskanê dibînin û têne bicîkirin. Lêbelê li ser vê babetê, li hemberê koçberên xwe yên hundir, xemsarî û acizîya ku ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve tête nîşandan, nayê tesewirkirin.”[8]   

Têkilîyên sîyasî û xebata wî ya di nav tevgera Kurd de

Ji ragehandina Meşrûtiyeta Duyemîn şûn ve, yekemîn rêxistina legal a Kurdan, di sala 1908an de bi navê Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurdan (CTTK) di bin serokatîya Seyid Evdilqadirê Şemzînî de hatîye damezirandin. Navenda CTTK li Stenbolê bû û li hinek bajar û bajarokên wekî Dîyarbekir, Bedlîs, Mûş, Erzerum, Xinûs, Mûsil û Bexdadê jî şûbeyên wê hatibûn damezirandin. Damezirêner û rêvebirên herî navdar û naskirî yên Cemîyetê ev bûn: Babanzade Zîhnî Paşa, Mûşîr Ehmed Paşa, Babanzade Ahmed Naîm, Babanzade Îsmaîl Heqî, Tewfîqê Silêmanî (Pîremerd), Mele Seîdê Kurdî, Şûkrî Mehmed Paxirmadenî, Xelîl Xeyalî, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Ahmed Ramîzê Liceyî û yên din.

Di warê xebatên vê Komelê de Qedrî Cemîl Paşa dibêje: “Di vê qonaxê de welatparêz û mirovê hêja Xelîl Xeyalî yê Modkî û hevalên wî yên hêja, canecan û niştimanperwer Mîrkatibzade Ahmed Cemîl û Kurdîzade Amhed Ramîzê Liceyî ji bo perwerdekirina zarokên Kurd xwendingehek û çapxaneyek ser bi komelê danîbûn.”[9]

CTTK, girêdayî bi vê rêxistinê di 5ê Kanûna 1908an de dest bi weşandina Kurd Teavun ve Terakkî Gazetesî(Rojnameya Teavûn û Teraqîya Kurdan-RTTK) kirîye. Li ser bergê hejmara yekemîn a RTTKyê ku di 22yê Teşrîna 1324an (5ê Kanûna 1908) hatîye çapkirin de, navê mudir û xwedîyê îmtiyaz û sermuharrîr [sernivîskar] hatîye nivîsandin. Xwedî îmtiyaz û mudirê wê wek Suleymanîyelî Tevfîk [Tewfîqê Silêmanîyeyî] derbas dibe ku bi mexlasê xwe yê Pîremêrd meşhûr e û di hinek nivîsên xwe de jî navê M. Tevfik bikar anîye. Sermuharrîrê rojnameyê jî wek Diyarbekîrlî Ahmed Cemîl [Ahmed Cemîlê Diyarbekirî] derbas dibe ku hemû nivîsên wî yên di rojnameyê de bi zimanê Osmanî hatine nivîsandin. Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan li ser hev neh hejmar hatine çapkirin û paşê desthilatdarîya Îtihad û Teraqî hem Cemîyeta Teawûn û Teraqî ya Kurdan digre û hem jî weşandina rojnameya wê dide rawestandin.    

Destpêkirina Şerê Balkanan û di encama wê de wendakirina beşeke girîng ê erdê Împeratorîya Osmanî, ji bo têkçûna împeratorîyê bû destpêkek girîng. Di pey wî re jî, Şerê Cîhanê yê Yekemîn dawîya împeratorîyê anî. Di vê pêvajoyê de, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî qeymeqamê împeretorîyê bû.

Piştî ku Şerê Cîhan ê Yekemîn xelas bûye, di sala 1918an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) li Îstenbolê hatîye damezirandin û di gelek bajar û bajarokên Kurdistanê de jî şax û şubeyên wê hatine damezirandin. Şubeya Dîyarbekir bi navê Cemîyeta Tealîya Kurd tête damezirandin. Ji bo koma rêvebir a Cemîyetê; “Cemîlpaşazade Qasim Beg serok, Xenîzade Dr. Cewdet Beg serokê duyemîn, Cercîszade Kerîm muhasib, Xoce Hemdî Efendî mûşawîr, Omer, Fikrî û Ekrem ji bo endametîya rêvebirîyê hatin hilbijartin… Koma propaganda ya Cemîyetê jî, ji Parêzer Mihemed Efendî (Bavê Tûjo), Mehmûd Efendîyê kurê Fewzî, Mîrîkatibîzade  Ahmed Cemîl û Elî Efendîyê Liceyî pêk hatibû.”[10] Cemîyeta Tealîya Kurd yan jî bi gotina Ekrem Cemîl Paşa “Komeleya Kurdistanê” li Diyarbekir çapxaneyek biçûk saz kiribûn û bi navê Gazî jî rojnameyek çap dikir. Ekrem Cemîl Paşa dibêje: “Di vê rojnameyê de nûçegihanê me yên kurdperwer ên qelema wan tûj, hizra wan ronî hebûn; şehîd mexfur parêzer Hecî Mihemed Efendî, şehîd mexfur Cemîlpaşazade Cewdet Beg, hevalê me yê ciwan Pertew Begê Liceyî, Mîrîkatibîzade  Ahmed Cemîl, Ganîzade Reşad û gelek hevalên me yên pîr û ciwan hebûn ku ji bo rojnameyê dinivîsand.”[11]    

Heta ku CTK bi biryara hikumeta împeratorî û hewldana sîyasî ya tevgera Kemalîstan ve tête girtin, ew di nav cemîyetê de kar dike. Di pêvajoya parçebûn û girtina CTKê de, yanî di sala 1920an de ew êdî bûye malnişîn. Piştî parçebûna CTKê, têkilîya wî bi kîjan alî re dewam kirîye an jî dewam nekirîye, em baş nizanin. Her weha têkilîya wî ya bi Komîteya Îstiqlala Kurdistanê re hebû yan na? Em di derheqê wê demê de jî tiştekî zelal nizanin. Lêbelê ew jî ji ber Tevgera 1925an tête destgîrkirin. Li gor gotina Ahmed Sûreyayê dozgerê mehkemê: “Ahmed Cemîlê Diyarbekirî, ji ber gumana têkilîya wî ya bi Tevgera 1925an re, digel gruba Seyid Evdilqadirê serokê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê li Dîyarbekirê tête mehkemekirin. Di dawîya mehkemekirinê de kesên wekî Ahmed Cemîl, Nafîz, Kado[12], Sito, Rifat û Husên têne beraatkirin.”[13]  

Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî bi zimanê Fransizî, Erebî, Farisî, Osmanî û Kurdî zanîbû. Piştî têkçûna tevgera neteweyî ya sala 1925an, ew, êdî di sîyaset û meydana xebata neteweyî de li ber çavan xuya nabe. Qedrî Cemîl Paşa dibêjê: “Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîl Beg, zarokê malbateka nasyar û rêzdar ê Diyarbekirî ye. Cemîl Beg, bi sincê xwe yê dirust û wêrekîya xwe ve dihête niyasîn, xwedan pênûseka tûj û germ e, mirovekî hêja û di meseleya neteweperwerîya Kurd de hestiyar bû.”[14]

Mîrîkatibîzade  Ahmed Cemîl Beg, di sala 1928an de Serkatibîya Jûra Bazirganî ya Diyarbekirê kirîye. Ji wê şûn ve heta mirina xwe bi çi re mijûl bûye baş nayê zanîn. Lê ji pirtûkên wî yên çapnebûyî wisa dîyar dibe ku, bi îhtimaleke mezin ew bi karê nivîsê re mijûl bûye. Dema ku di sala 1934an de qanûna paşnavan derdikeve, malbata wî paşnavê “Asena” girtîye. Li gor agadarîyên kurê wî Fîkret Asena, Ahmed Cemîl di 24ê Sibata sala 1941ê de koça dawî kirîye. 

Nivîs û pirtûkên Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîl

Gelek nivîsên wî di rojname û kovarên wekî Rojnameya Teavûn û Terakkîya Kurdan (RTTK), Dicle, Peyman, Dîyarbekîr, Saadet û Gazîyê de hatine weşandin. Di rojnameyên navborî de nivîsên wî hatine çapkirin, di RTTK û hinek hejmarên Peymanê de jî sernivîskarî kirîye. “Ji ber hinek nivîsên wî yên di rojnameya Saadetê de, Ahmed Cemîl û xwedîyê rojnameyê Ahmed Fethî bi munasebeta heqaretkirinê, li ser şîkayeta Mûşîr Zekî Paşayê Orduya Çaremîn, di 7ê Kanûna Paşî ya sala 1908an de hatine mehkemekirin.”[15] Hemû nivîsên wî bi zimanê Tirkî ne, em heta îro rastî nivîseke wî ya bi Kurdî nehatine. Lêbelê di nameya wî ya pîrozbahî ya ji bo rojnameya Şark ve Kurdistan (Şerq û Kurdistan) de wisa xuya dibe ku bi Kurdî baş dizane. Di nivîsa xwe de behsa nameya gundîyekî Elezîzê dike û dibêje min ev nameya wî gundîyê dilpak ji Kurdî wergerandîye Tirkî û ji bo rêvebirîya rojnameya we rêdikim da ku hûn Kurdî û Tirkîya wê bi hev re biweşînin. “Demekê berîya nûha li nehiyeya Çaykaraalî ya Elezîzê em bi karê hilbijartinê re mijûl bûn. Gundîyekî bi navê Bûlûtlû Halîl Efendî bi rêya posteyê nameyek Kurdî ji min re rêkir. Bifikrin ku ew kes wisa bi unwana edîbekî gewre, ne bi navûdeng û xwedî îmtiyazê ye, ew gundîyek e. Ez wê nameyê, tevî tercûmeya wê teqdîmî we dikim ku di Şerq û Kurdistan a muhterem de bête weşandin.”[16]

Rojnameya Şerq û Kurdistanê, ji pêşniyara Ahmed Cemîl re bersiveke weha nivisandîye:

“Ew belxata ku li ser pêşniyara birayê me Ahmed Cemîl Beg, ji wê Kurdê hemwelatîyê dilpak û zîrek hatîye, em ê di hejmara dahatû ya rojnameyê de tevî tercumeya wê belav bikin û ev ji bo me îftixar e.”[17]

Meqeleyên Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîl yên di RTTK, kovara Dîcle, rojnameya Şerq û Kurdistanê de

Di RTTKan de 5 nivîsên wî, di hejmarên berdest ên kovara Dîcleyê de 4 nivîsên wî û di rojnameya Şerq û Kurdistanê de jî yek nivîsa wî hatine tesbîtkirin.

- Ahmed Cemîl, Osmanli Amerîka’si ve Saadet-î Mustakbele-î Aşayîr(Amerîkaya Osmanî û Pêşeroja Dilxweş ya Eşîran) RTTK, no: 1, 22 Teşrînîsanî 1324

- Dîyarbekîrlî Ahmed Cemîl, Mîlletîn Îlk Şehrayîn-i Arûs-i Hâkimiyetî (Xêlîyên Bûka Serwerîya Yekem a Millet), RTTK, no: 2, 29 Teşrînîsanî 1324

- Ahmed Cemîl, Mîlletîn Îd-i Ekber-î Hurrîyetî (Cejna Mezin a Azadîya Milet), RTTK, no: 3, 6 Kânunıevvel 1324

-Ahmed Cemîl, Tibbîyelîlerîn Sahne-î Temâşâsini Zîyaret ve Îshak Sukûtî-î Kurdî’ye Selam (Serdana Şanoya Fakulteya Tibê û Silav ji bo Îshak Sukûtî yê Kurd), no: 5, 20 Kânunievvel 1324

- Ahmed Cemîl, Ada Misafîrlerî(Mêvanê Giravê), no: 8, 10 Kânunîsanî 1324 - Dîyarbekîrlî Ahmed Cemîl, Konferans: 10 Temmûz 1328 (23 Temmûz 1912), Dîcle, no: 64, s. 2-3, 19 Temmûz 1328 (1 tebax 1912), Dîyarbekir Li Çapxaneya Amîd hatîye çapkirin, Mesûl midur: Hakki

- Mîrîkatibîzade  Ahmed Cemîl, Aşîretlerîn îskân derecesî veya yerleştîrememe îmkânsizligi ve hükümetin bû konûdakî îdarî kûrûntûsû(Asta bicihbûna eşîran an jî negengazîya bicihbûnê û nerastîyên îdarî yên hikûmetê li ser vê mijarê), Dîcle, no: 90, s. 3, Çapxaneya Dîcle, 20 Cemazeyîlahir 1331 (H)/27 Gulan 1913

- Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîl, Millet Ruhunun Derinliklerinde Kederli İnilti Ve Geleceğin Kanlı Bir Levhası(Agirekî Xemgîn di Kûrahîya Giyanê Millet de û Lewheyeke bi Xwîn ya Pêşerojê), Dicle, no: 91, s. 1-2, Çapxaneya Dîcle, 27 Cemazeyilahir 1331 (H)/3 Hezîran 1913

- Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîl, Osmanliligin bîr yuce temsîl sahnesî ve Keldanî Mektebî’nîn odul dagitmasi(Rûdanek nûneratîyeke bilind a Osmanîtiyê û belavkirina xelatan ji alîyê Dibistana Keldanî ve), Dîcle, no: 98, s. 3-4, Çapxaneya Dîcle, 23 Şaban 1331 (H)/28 Temmûz 1913

- Ahmed Cemîl, Şark ve Kurdistan Heyetî Muhterem-î Tesîsîne(Ji bo Delegasyona Saziya Birêz a Şark û Kurdistanê), Şark ve Kurdistan, no:2, 29 Şevval 1329 (24 Sermawez 1908)

Pirtûkên Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Li gorî neqilkirina Şevket Beysanoglû; çar kitêbên wî yên ku hîn nehatine çapkirin hene:

  1. Arkadaşim Zîya Gokalp (Hevalê min Zîya Gokalp): Ji vê berhemê hinek beş, di rojnameya Ataîzî û kovara Zîya Gokalp a hejmara 2yan de hatine belavkirin.
  2. Aşîretler (Eşîret): Ev pirtûk 239 rûpel e û hîn nehatîye weşandin, di arşîva Turk Înkilap Tarîhî Enstîtusu(Enstîtuya Tarîxa Înkilaba Tirkan) beşa Arşîva Nîhat Gokalp de, bi hejmara dosya 23 tête veşartin.
  3. Kurt Bedirhanîler (Bedirxanîyên Kurd): Ev pirtûk jî wek musvede di heman arşîvê de tête veşartin. 
  4. Dîyarbekir Tarîhî Notlar(Notên Dîrokî yên li ser Diyarbekirê): Ev xebat jî wek muswede di heman arşîvê de tête veşartin.[18]

 

 

JÊRENOT

[1] Şevket Beysanoğlu, Dîyarbakirli Fîkîr ve Sanat Adamlari(Rewşenbîr û Hunermendên ji Dîyarbekirê), cilt 2, Çaxaneya San, Ankara, 1997, r. 269

[2] Dr. M. Şukru Hanîoglu, Bir Siyasal Duşunur Olarak Doktor Abdullah Cevdet ve Donemî(Wek Ramanwerekî Siyasî Dr. Abdullah Cevdet û Serdema Wî), Uçdal Neşrîyat, Stenbol, 1981, r. 25-26

[3] Şevket Beysanoğlu, berhema navbuhurî(bn), r. 269

[4] Dîyarbekîrlî Ahmed Cemîl, Konferans: 10 Temmûz 1328 (23 Temmuz 1912), Dîcle, no: 64, Dîyarbekir Çapxaneya Amîd, 19 Temmûz 1328 (1 Tebax 1912), r. 2

[5] Dîyarbekîrlî Ahmed Cemîl, Konferans: 23 Temmûz 1912, J. b., r. 2

[6] Dîyarbekîrlî Ahmed Cemîl, Konferans: 23 Temmûz 1912, J. b., r. 2

[7] Şevket Beysanoğlu, bn, r. 269

[8] Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîl, Aşîretlerîn îskân derecesî veya yerleştîrememe îmkânsizligi ve hükümetin bû konûdakî îdarî kûrûntûsû(Asta bicihbûna eşîran an jî negengazîya bicihkirinê û nerastîyên îdarî yên hikûmetê li ser vê mijarê), Dîcle, no: 90, r. 3, Çapxaneya Dîcle, 20 Cemazeyilahır 1331 (H)/27 Gulan 1913

[9] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 25     

[10] Qedrî Cemîl Paşa, bn, r. 48 

[11] Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejiyana Min, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r. 26

[12] Kado: Bi îhtimaleke mezin dibe ku ew forma kurtkirî ya navê Abdulkadir Efendî yê Dîyarbekirî be yê ku endamê KTTCê bû.

[13] Ahmet Sureyya Orgeevren, Şeyh Saît Îsyani ve Şark Îstîklâl Mahkemesî(Serhildana Şêx Seîd û Dadgeha Şark Îstîklalê), Weşanên Temel, Stenbol, 2002, r. 167

[14] Qedrî Cemîl Paşa, bn, r. 26 

[15] Kurd Teavun ve Terakkî Gazetesî (1908-1909)(Rojnameya Teavûn û Teraqîya Kurdan), Wergêr ji tîpên Erebî bo Latînî: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Uppsala/Sweden, 1998, r. 131

[16] Mulkîye Kaymakamlarindan Dîyarbekîrlî Ahmed Cemîl(Ji Qeymeqamê Mulkîye Ahmed Cemîlê Dîyarbekîrî), Şark ve Kurdistan, no:2, 29 Şevval 1329 (24 Sermawez 1908), r. 1

[17] J. b., r. 1

[18] Şevket Beysanoglu, bn, r. 270

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Omer Avnî Efendî yê Xarpêtî

Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpêtê ye ku îro bi navê Elezîzê tête nasîn. Li gor ewraqên arşîva meşîhata Miftîtîya Stenbolê, “Omer Avnî Efendî, sala Hicrî ya 1281(M. 1865) ê li Xarpêtê ji dayik bûye. Navê bavê wî Hecî Osman Axa ye û yê dayika wî jî Ayşe Xanim e.”[1] Malbata “Omer Avnî Efendî, ji gundê Kulîyanê Jêr ê qeza Baskîla Elezîzê ye û paşê koçî nava bajarê Xarpêtê kirîye...


Seîd Veroj

Nivîskar û lêkolînvanê Kurd Seîd Veroj, di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî, lîse û unîversîte li Dîyarbekirê xwendîye. Xebatên wî yên li ser kurdolojîyê, di salên xwendina unîversîteyê de dest pê kirine. Di sala 1997an de tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir û hetanî sala 2004an edîtorîya weşan û Kovara War domand.


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...