logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Arif Zêrevan

Nivîskar: Arif Zêrevan

Rojnamevan û nivîskar Arif Zêrevan ji herêma Botan ya bakurê Kurdistanê ye. Li parêzgeha Cizîrê hatiye dinyayê, li cem bavê xwe seyda Şêx Melle Evdirehmanê Gundikî dersên zimanê Erebî û dînî xwendine. Li Zanîngeha Stockholmê fakulteya rojnamevaniyê qedandiye û ji sala 1995ê ve di medyaya Swêdî û Kurdî de kar dike.

Kitêba “Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (Kirmancî)” ya Arif Zêrevanî sala 1997a di nav  Weşanên Nefelê de derketiye. Paşê jî kitêba Celadet Alî Bedirxan a bi navê “Elfabêya Kurdî û Bingehên Gramera Kurdmancî” ji nû ve çap kiriye. “Dîwan”a Melayê Cizîrî û “Memozîn”a Ehmedê Xanî ji alfabeya Erebî transkrîbî alfabeya Kurdî-Latînî kirine û ew wekî kitêb hatine weşandin.

Arif Zêrevan berpirsê malpera Nefelê ye. Ji sala 2002yê ve di warê siyasî û kulturî de gelek nivîsar di malpera Nefelê û hinek malperên dî yên Kurdî de nivîsîne û ew wekî rojnamevan û nivîskar tê naskirin. Xebatên wergerê her berdewam dike. Wergera wî ya ji bo Kurmancî ya kitêba Mesûd Barzanî ji aliye Weşanxaneya Avesta ve hate weşandin. Herî dawî(2021) pirtûka Arif Zêrevan a bi navê “Kurd – Miletê Jixwemezintir” ku têde behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê Kurd dike, di nav Weşanen Hîvda de hate belavkirin.

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf