logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Bedel Boselî

Nivîskar: Bedel Boselî

Bedel Boselî pisporê medyaya dîjîtaldîplomasiya dîjîtal û youtuber e. Li Zanistgeha York, Zanista Reftarên Mirovan û Dîplomasiya Dîjîtal; li Zanistgeha Convey, master li ser Dîjîtal Medya xwendiye; li Zanistgeha Azteca jî dokotrayê li ser Dîjîtal Medyayê dixwîne Li Zanistgeha Stembolê li ser teknolojiya bijîjki (Radyolojî û Bijîjkiya Nûkleer) xwendiye; Li Enstîtûya Kurdî qursa Mamostatiya Zimanê Kurdî xwendiye; Pisporê SEO (Search Engine Optimization) û UX-ê ye. Li ser qenala xwe ya youtube-ê di derheqê dîrok û çanda Kurdan de vîdeoyan diweşîne. Navê Boselî yê fermî Bedel Encu ye.

Bedel Boselî li gundê Bêjihê ji dayik bûye. Bêjih bi navê Roboskî jî tê zanîn. Bêjih gundekî li navçeya Qilaban, ser bi bajarê Şirnexê ve ye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Ji bo xwendina navendî ji malbata xwe veqetiya û çû Qilaban. Ji bo xwendina amadehiyê sala 1995ê çû Stembolê. 22 salan li Stenbolê jiyaye. Niha jî li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê dijî.

Bapîrê wî ji gundê Bosel ê ser bi Zaxo ve hatiye gundê Bêjihê. malbata Bedel Boselî ji 1961ê heta niha ji bo edalet, wekhevî û serxwebûna Kurdistanê 117 şehîd dane. Dîktatorê Iraqê Seddam Huseyn gundê Boselê bi bombebaranê tunne kiriye. Ji bo ku ev nav neyê jibîrkirin paşnavê Boselî li xwe kiriye. Wateya navê Bosel ‘Pûsûla’ ye.

Bavê Bedel Boselî di Şoreşa Gûlanê de li gel hevalên xwe yekemîn gulle teqandiye. Yekemîn birîndarê Şoreşê ye.

Bedel Boseli (Bedel Encu) li Zanistgeha York beşa Zanista Reftarên Mirovan xwendiye.

Li Zankoya Stembolê, Teknolojiya Radyolojî û Bijîşkiya Nukleer xwend. Li Zanîngeha York a Amerîkî Zanistên Kiryaran (Science in Human Behavior) xwend. Teza xwe li ser Diplomasiya Dijîtal amade kir. Master jî li zanistgeha Convey a Amerîkî, li ser Dîjîtal Medya xwend. Doktorayê jî li Zanîngeha Azteca, li ser Dîjîtal Medyayê dixwîne. Li Akademiya Google-yê Bazirganiya Dîjîtal (E-Bazirganî); li Akademiya Microsftê, Endazyariya Sîstemên Kompûterê xwendiye. 

Li Enstîtûya Kurdî ya Stembolê, ji destê Zana Farqînî, Samî Tan, Miraz Ronî û hwd. dersên ziman û wêjeya Kurdî wergirt. Wekî Mamostayê Zimanê Kurdî hat perwerdekirin. Li Stembolê, 8 salan mamostatiya zimanê kurdî û dîroka kurdî kir. Ji 1999ê heya niha bi berdewamî li ser dîroka Kurdistanê lêkolînê dike. Lêkolînên xwe li ser Youtube-yê diweşîne. Navê qenala Youtubeyê ev e: Bedel Boseli

Bedel Boselî ji 1999ê heya 2011ê li Zanîngeha Stembolê di beşên Rayolojî û Bijîşkiya Nûkleer de xebitî. Dema Komkujiya Roboskî çêbûye ji karê xwe îstîfa kir. Êdî qebûl nekir di dezgehên dewletê de bixebite. Ji ber ku firokeyên Tirkiyeyê 34 Kurdên sivîl kuştin. Piraniya wan zarok bûn û lêzimên Bedel Boselî bûn.

Ji bo Zarok TV (Televîzyona zarokan a bi Kurdî), Waar TV, Badinan Sat, Kurdistan24 û hinek televîzyonên din karê dublaja Kurdî û derhêneriya dublajê kiriye. Senaryoyên filmên dokûmenterî nivîsandiye.

Di malper, kovar û rojnameyên bi navê Yuksekova Haber, Evro, Zernews û Nûbihar de nivîsar û gotarên wî hatine weşandin.

Ji bo nivîskarên Kurd û dezgehên Kurdî wekî webmaster gelek malper çêkirine.

Di malpera xwe de li ser ziman, çand û dîroka Kurdan lêkolînên xwe yên taybet diweşîne.

Piştî êrişên DAIŞê yên li ser Kurdistanê, bi mebesta şerê psîkolojîk li hember terorîzmê dest bi karê dîjîtal medyayê kir; Malpera bi navê ‘Zernews’ vekir û bi rêvebir. ZERnewsê 3 milyon û 800 hezar xwînerên xwe yên daîmî hebûn.

Pirtûka Bedel Boselî ya bi navê “Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê” sala 2013ê ji aliyê Weşanên J&J ve hatiye weşandin. Ev berhem bi Kurdiya Kurmancî, tîpên Latînî hatiye weşandin. Gelo gerdûn çawa çêbûye? Jiyan çawa peyda bûye? Li gor zanist, mîtolojiyên Kurdistanî, mîtolojiyên cîhanê, dînên cûda; nivîsandiye.

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf