logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Cewad Merwanî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Cewad Merwanî 

Hunermendê Kurd Cewad Merwanî, di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê(Silîva) di nava malbateke hunerhez û kurdperwer de hat dinyê. Cewad xwendina xwe ya destpêk û navendî li xwendingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de Fakûlteya Perwedeyê ji bo mamostetîyê xwend. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwendinê berde. Ji ber ku ew zû pê hesîya ku bi riya zimanê serdest, siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir wê bê meşandin.

Evîna Cewad Merwanî ya ji bo muzîka Kurdî di temenê zarokatîyê de bi rêya guhdarkirina radyoyên Êrîvan û Bexdayê zedetir bû. Deng û awazên hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa, Husêyinê Faro, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Karapêtê Xaço û...hwd bandorek mezin li ser bilindkirina hestên wî yên hunerî hiştin. Merwanî ji bona ku di nava deryaya hunera Kurdistanê de xwe hînî melevanîyê bike, bi dilekî xweş beşdarîyê di dawet û şahîyên gel de dike. Bavê Cewad Merwanî (Hecî Mihemed Elî) ku mîna heykeltiraşekî mîmarîyê di herêmê de mirovekî hosta û navdar bû, bi çêkirina neqş û heykelên hunerî li ser kevirên kanî, avahîyên olî û der û dîwarên mizgeft û xanîyên taybetî, bi hunera xwe ya neqşnîgarîyê ji zarokên xwe dawa dikir ku di qada hunerê de bibin xwedîyên hunerekê ku di xizmeta gelê Kurd de be. Cewad di bin tesîra şîretên bavê xwe de hertim xwest ku di qada hunerê de ber bi pêşve bimeşe.

Bihara sala 1984an, Merwanî di pêşbirkîyekê ya ji bo dengxweşên herêmê ku ji aliyê radyoya Diyarbekirê ve hatibû lidarxistin, bi yekemîn pile hat xelatkirin û demekê jî di radyoya Amedê de xebitî. Piştre bi hevkarîya karbidestên radyoyê di konservatora bajarê Îzmîrê de mijûlî xwendinê dibe. Lê ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê Kurdî bistire, vê siyasetê wek bişavtina hunera gelê xwe dibîne û dev ji dersa konservator û xebata di radyoyê de berdide. Bi vî awayî ji bona ku ji gel û çalakîyên xwe yên hunerî dûr nekeve bi pêkanîna komeke muzîkê (Koma Zembîlfiroş) dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Di wan salan de ji ber ku agirê şoreşê li Kurdistanê sal bi sal gurtir dibû û zimanê Kurdî jî qedexe bû, Cewad Merwanî bi cesareteke mezin bi Kurdî distira. Herwiha ji hunermendên ku bi eslê xwe Kurd bûn û bi Kurdî nedistiran dawa dikir ku bi zimanê xwe yê zikmakî bistirên. Ew li hemberî hemû yasayên înkar û qedexekirinê berdewam bû li ser livbazîyên xwe yên hunerî. Ji bona wê jî sala 1987an sê mehan hat girtin ji wir û pêde gelek caran hat girtin û bi îşkenceyên giran re rû bi rû ma.

Sala 1989an Cewad Merwanî ji alîyê gel ve wek endamê yekemîn yê encûmena şaredarîya Farqînê hat hilbijartin. Merwanî careke din sala 1990î, ji ber çalakîyên siyasî bi qasî salekê xistin girtîgeha Amedê. Piştî ku ji girtîgehê derket ji ber ku di berdewamkirina kar û xebatê xwe yê kurdayetîyê de bi îsrar bû; du caran ji alîyê kontorgerîla ve rastî êrişên çekdarî hat, lê her du caran jî Cewad Merwanî ji destê wan filitî û birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna sala 1992yan de, ji ber ku dewletê zêdetirî heşt salan ceza zindanê danê, neçar ma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li welatê Sûrîye ma di dawiya sala 1992yan de çû Ewrûpa û ji wê demê heya roja îro di akademîya çand û hunera Kurdî de xebatên xwe yên çandî-siyasî didomîne.

Cewad Merwanî albûmeke bi navê “Penaber” ku ji kilamên siyasî û gelêrî pêk tê, çêkirîye. Herwiha di Orkêstra Senfonîya Kurdî de jî bi xwendina strana Derwêşê Evdî beşdarî kirîye.

“DEM” albûma Cewad Merwanî ya duyemîn e ku bêgoman di vê serdemê de berhemekî dewlemend bû.

Hunermend û lêkolînerê muzîka Kurdan Cewad Merwanî, di heman demê de Arşîva Stranên Kurdî ya Radyoya Êrîvanê berhev kiriye û kirîye pirtûkek. Her û her lêkolînên arşîvê yên nû jî kiriye û piştî lêkolîneke berfireh û xebata dijwar ya derdora bîst salan, heta niha zêdetirî 42,000 stranên klasîk ên Kurdî berhev kirine. Merwanî gotin û notên muzîkê yên zêdeyî 1,000 stranan ji arşîva muzîka Kurdî ya Radyoya Êrîvanê berhev kiriye û xebatek ji çar cildan amade kirîye. Her wiha DVDyek amade kirîye ku tê de dengê orîjînal ê stranên ji vê arşîvê hene.

Hunermendê Kurd diyar dike ku di xebatê xwe ya nû de, ew ê klamên dengbejên Serhêdê derbasî nivîsê bike û ew ê stranên Radyoya Bexdayê jî bi heman awayî bike pirtûk. Merwanî got, "Karê me wekî tîmek dê bi vê yekê sînordar nebe. Paşê, em ê klamên herêmên Amed û Mêrdînê, û her weha stran û klamên Rojava berhev bikin."

 

Berhemên Cewad Merwanî

--Kilam-Stranen Kurdi, Weşanên Avesta, Stenbol, 2010

--Stranên Rîtmîk Ên Radyoya Êrîvanê( Di vê pirtûka qedirgiran de 446 stran cih digirin, Weşanên Aram, 2016

--Stranên Arşîva Radyoya Erîvane(Ji çar cildan, 1.150 kilam û 3.250 rûpelan pêk tê. Her wiha CDyek jî tê de heye.), Enstîtuya Çandê ya Almanî-Kurdî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut), 2020

 

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://ku.wikipedia.org/wiki/Cewad%C3%AA_Merwan%C3%AE

https://www.youtube.com/watch?v=SQ7wsba2U8c

https://www.youtube.com/watch?v=T4-6sVj5ocg

https://www.youtube.com/watch?app=desktop&v=fG66S5mKclQ

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=2662925167284508&id=2095241194052911&set=a.2123036471273383

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Cano Şakir

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Cano Şakir, di 24.12.1974an de li Gundê Til Xatûnê a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya ser bi navçeya Qamişlo ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye diniyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund temam dike û xwendina xwe ya navendî li bajarê Tirbespiyê bi dawî dike. Di despêka salên 1990 de, berê xwe dide Şamê paytexta welatê Sûriyê , li wir çend hevalan nas dike û xebatên wî yên ji bo mûzîk û şanoyê bi rêve diçin heta salên 1997an. Dûra berê xwe dide koçberiyê û li Almaniya bi cî dibe...


Occo Mahabad

Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Di sala 1977an de li Wanê hatiye dinê. Piştî Zanîngeha Stembolê diqedîne dest bi nivîsandinê dike. Di kovarên wekî Çirûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, di çend malperan de nivîskarî kiriyê û hîn jî dike. Pirtûka wî ya yekem Helbestên Dînik e. Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîs amede kirine, pir filmên biyanî wergerî Kurdî kiriye.