logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Deham Ebdulfettah

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Nivîskar û rêzimanzan Deham Ebdulfettah, di sala 1942'yan de li gundê Billê ya bi ser bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, nawendî û amadeyî li dibistan û xwendegehên bajarê Amûdê û Hisîça qedandiye. Derçûyê Zanîngeha Helebê, Beşa Ziman û Wêjeya Erebî ye. Nêzî 25 salan wekî mamosteyê ziman û wêjeya Erebî kar kiriye. Dûra destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe daye kar û barên zimanê Kurdî. Di destpêkê de helbest û gotarên xwe bi zimanê Erebî nivîsandine û di rojname û govarên Erebî de belav kirine. Sala 1978'an di encama ezmûneke derûnî de li xwe hay bû û ev pirs ji xwe kir: Kesê ku tovê xwe di zevîya xelkê de biçîne, gelo ji bilî poşmanîyê, wê çi biçine? Wê hingê her tişt di mêjiyê wî de hat guhertin. Berê pênûsa wî jî, di nav pêlvedanên wê ezmûna derûnî de hat guhertin. Nêzî 10 salan bi xwendin, danehev û liberhevxistina ziman û rêzimana Kurdî daket. Di sala 1988'an de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e. Li gel xebatên ku weke pirtûk hatine weşandin, li welat û bajarên cuda, li gelek bajarên Kurdistanê, Ewropa, Emerîka û Keneda beşdarî konferansên li ser zimanê Kurdî bûye. Di komxebatên li ser zimanê Kurdî de xebitîye.

 

Berhemên Deham Ebdulfettah yê Çapkirî

- Axaftinek Bi Kurdekî re, wergerandin, bi Erebî, Şam, 1989

- Li Ber Dergehên Laleş, helbest, bi Kurdî û Erebî, Şam, 1990

- Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî, rexne, Şam, 1992

- Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî, lêkolîn, Şam, 1993

- Di Muzîka Helbestên Kurdî De, têbînî û bersiv, bi Erebî, Şam, 1995

- Rênivîsa Zimanê Kurdî, lêkolîn, Kombenda Kawa, Libnan, 1998

- Destana Gilgamêş, werger, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Amed Enstîtuya Kurdî (2006),

- Nav Di Zimanê Kurdî De, çapa yekem, Spîrêz, Duhok, 2005; çapa duyem, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006

- Cînav Di Zimanê Kurdî de, çapa yekem, Spîrêz, Duhok, 2006; çapa duyem, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006

- Kar (Lêker) Di Zimanê Kurdî De, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2011, bi Alfabeya Erebî, Spîrêz, Duhok, 2012

- Yarsan an jî Ehlî Heq, Lîs, Amed, 2017

- Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî (Kurmancî), Lîs, Amed, 2018


ÇAVKANİ

https://www.wardoz.com/niviskar/dehamevdilfetah

https://bianet.org/kurdi/perwerde/211040-deham-ebdulfettah-di-ve-rewse-de-heviya-min-di-standartkirine-de-nine

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...