logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dengbêj Huseyno

Dengbêj Huseyno di sala 1936an de li gundê Mabûba yê girêdayî navçeya Motka ji dayîk bûye. Ji êşîra Sasonî ye. Navê bavê wî Şakir û navê diya wî Huzna ye. Dê û bavê wî di çarsaliya wî de (1940) li gundê Orginosê yê girêdayê bajarê Mûşê bi cîh bûne. Şakirê bavê wî sê caran dizewice û sê law û qîzek jê re çêdibe; Xalit, Elî, Huseyn û Nûrê.

Malbata Dengbêj Huseyno li gundê Orginosê rêncberîyê dike. Bi çandina mêrg û zevîyan, xwedîkirina pez û dewaran dikoşin û weke malbatên din ên wê herêmê ji bereketa deşta Mûşê îstîfade dikin. Huseyno, ji çarsaliya xwe û pêve li gundê Orginosê di navbera deşt û zozanan de bi dê û bavê xwe re mezin dibe. Gul û sosinê deştê di xewn û xeyalê zaroktiya wî de diperçive û renginîya xwe di hunera wî de dibişkivîne. Dengê qaz û quling û şalûl û bilbilên deştê, dibe pêkerê teşe û bilindahîna dengê wî. Xweşîya erdnîgarî, pergala xwezayî a welatê Serhedê di pêşeroja jiyana wî de dibû nexşê mecaz û metaforên edebî ku di vegotina dengbêjîya wî da rû dida. Dab û nêrîtên Kurdan dibûn jêderka tûrikê wî ya xeml û melodîya kilamên dengbêjîyê. Dewlemendîya çand û şaristanîya kevnare ya Serhedê wekî ji dengbêjên wek Evdalê Zeynikê, Ferzê, Mistefa Xelê Heyran, Resoyê Gopala, Şakiro û bi dehan dengbêjên din re bûbû perwerdegeh, ji bo Huseyno jî dibû perwerdegeha şairtî û dengbêjîya wî. Wî jî wekî dengbêjên pêşîvanên xwe ji her beşên jiyana Kurdan, reng, melodî û fîgûrek dipekand nava kilama xwe û dixemiland.

Ji bo dengbêjekî bextê herî baş ew e ku dê û bavê wî/ê dengxweş bin û kilamê dengbêjîyê gotibin an jî bibêjin. Ji bo Huseyno bextê wî di wî warî de her tim vekirî bûye ku di piçûktîya xwe de him bi lorandina dêya xwe û him jî bi dengê bavê xwe bi çanda dengbêjîyê re hevnas bûye. Lewra dê û bavê Huseyno herdû jî dengxweş bûne û kilamên dengbêjîyê gotine. Di wan salên xwe de bi hikayetê eşq û evînîyên civakê re diltenik û bi qehremanî û mêrxasîyê Kurdan re coş dibe û bi deng û hunera xwe bala mîrovên li derdora xwe dikişîne. Bi salan dûvre girîngîya wê demê ya ku ji wî re dibû bingeh, ji lawê xwe Cahîd ra weha tîne ziman; Ez di zaroktîya xwe de gelek kilamên dengbêjîyê ji dêya xwe fêr bûm. Dêya min di mal da gelek caran ji min ra kilam digot û min jî jê hildida. Bi agahîyên lawê wî Cahîd, kilama "Wî Delal Ez Şîwar im" "Li mi lo Dîno" "Hay lê Delîl - Navê te Xêrya ye" "Tew Narînê" ji diya xwe Huzna hîn dibe û distirê. Bêguman tecrûbeyên dê û bavê Huseyno dibe bingeha pêşîn a dengbêjîya Huseyno.

Herêma Serhedê di warê çanda dengbêjîyê de her tim di qada bilind de cîh girtiye. Bi afirandina wêjeya dengbêjîyê, bi deng û awazê bilind, meqam û terzê xwe yên xweser her tim cîhekî taybet dagirtîye. Kevneşopîya dengbêjîyê ya ku bi sedsalên kevn e di nava Kurdan de berdewam bûye li dû Evdalê Zeynikê li welatê Serhedê bêguman dewlemendtir bûye. Di şopa Evdalê Zeynikê de li Serhedê bi dehan dengbêjên şareza, hoste û şair derketine, ji dengbêjên pêşîvanên xwe perwerdeya dengbêjîyê wergirtine û ragihandine nifşên nû. Dengbêjên hoste li gund û devaran gerîyane, dîwanê dengbêjîyê li dar xistine û kilam gotine. Bûnin barbirê dîrok û çanda Kurdan ku ji sadsalên kevin, bûyer û qewimandinên civakî bi edebiyata dengbêjîyê ragihandine û di bîrdanka civakî de zindî hiştine. Ji bo domdarî û pêşveçûna dengbêjîyê, perwerdeya vegotin, meqam û terzê kilaman neqlên dengbêjên şagirt kirine, ew guhdar kirine û di civak û dîwanên dengbêjîyê de kilam pê danin gotin. Huseyno jî di deh-donzdeh salîya xwe de cara yekem li gundê Orginosê rastî wan dîwanê dengbêjîyê ku dengbêjên hoste li dar xistine dibe. Wê demê dengbêjê navdar û şareza Dengbêj Fêrîkê Borîzan li gundê wan dibe mêvan. Li gorî agahîyên lawê Huseyno Cahîd, wê rojê Dengbêj Fêrîk di gundê Orginosê de li ser banîya xanî ji gundîyan re kilaman dibêje. Her kesê ku dibîhîsin li Dengbêj Ferîk dicivin û li wî guhdar dikin. Huseyno cara yekem tevlî dîwanek dengbêjîyê ya ku weha mezin dibe û ew jî bi kelecanî guhdar dike. Piştî ku Dengbêj Fêrîkê Borîzan kilaman kuta dike, Huseyno kilamekî lê difetilîne û xwe nîşanî wî dide. Dengbêj Ferîk, hunera Huseyno û dengê Huseyno gelek diecibîne û ji gundîyan re pesnê dengê Huseyno dide. Meth û pêşniyazên Dengbêj Fêrîk ji Huseyno re dibe xwebawerîyek mezin ku hunera xwe ya dengbêjîyê nîşan bide û dengbêjîyê bike.

Dengbêj Huseyno di zarokatîya xwe de li navçeya Dêrxasê çar salan di medreseyê de feqetîyê dike û perwerdeya Quranê werdigire. Di dema feqetîya xwe de jî kilaman dibêje û bi deng û meyla xwe a dengbêjîyê her tim bala Şêx Xiyasê Şêx Marûf (Ji gundê Oxînê a giradayê Motkan e.) dikişîne. Şêx Xiyas jê kilamên dengbêjîyê guhdar dike, dengê wî û hunera wî ya dengbêjîyê gelek diecibîne. Şêx Xiyas pêşniyaz li Huseyno dike ku ew dev ji feqetîye berde û dengbêjîyê bike. Piştî vê pêşniyazê Huseyno dev ji feqetîyê ber dide û dest bi dengbêjîyê dike.

Dengbêj Huseyno dil dikeve keçikek ji gundê Pêrtagê ku navê wê Dîlber e. Di 18 salîya xwe de bi Dîlberê re dizewice û ji wan re sê qîz û şeş law dibe. Zarokên wan di rêzê de bi temenê xwe ji mezin de ber bi piçûktîyê weha ye; Ekrem, Salih, Nazîme, Cahîd, Çîçek, Beced, Cewdet, Maşallah (Hozan Rêber), Mukerem.

Huseyno degbêjîya xwe piştî zewaca xwe jî berdewam dike û di şopa dengbêjîyê de li gund û bajaran digere bi dengbêjên navdar re kilaman dibêje û ji wan kilaman fêr dibe. Dengbêj Huseyno di cîwanîya xwe de gelek di bin bandora Dengbêj Sidîqoyê Resûla û Fêrîgê Borîzan de dimîne. Ji ber wê gelek caran serdanîya herdu dengbêjan dike û ji wan kilaman hîn dibe. Bi herdu dengbêjan re gelek caran dîwanê dengbêjîye li dar dixe, li ser qaîde û esasên kilaman radiweste, ji wan terz û meqamê kilaman fêr dibe. Bi ragihandina lawê Sidîqo, Mihemed Dengbêj Sidîqoyê Rêsûla, Fêrîgê Borîzan û Huseyno di camîya gundê Resûla de dîwana dengbêjîyê li dar dixin û bi hev re kilaman dibêjin. Dengbêjê Mûşê, Dengbêj Ehmedê Koşkê nas dike û miqam û terzê wî hîn dibe. Huseyno di qeydê bandê xwe de jî gelek caran dide xuyakirin ku hin kilamên dibêje ên Ehmedê Koşkê ne. Kilamên Ehmedê Koşkê ên bi miqamê bilind bi terza xwe ji nû ve dirêse û teşe didê. Wek kilama "Meyrê", "Eyalsofî" û "Yeman Lê".

Huseyno, gelek dengbêjên Serhedê, Amedê, Êlihê û yên herêmên din nas dike û bi wan re di dîwanê dengbêjÎyê de kilaman dibêje. Di bîst-bîst û pênc salîya xwe de li gundê Melekorkê a girêdayî navçeya Kopê, di dîwanekî dengbêjîyê de Dengbêj Reso nas dike û pê re tekilatîyekî dilovanî, rêzgirtî û hezkirî pêk tîne. Hostetîya Reso, metodê vegotina Reso, honandina peyv û têgehên ku Reso bi kar tîne li ser Huseyno bandorek mezin dihêle. Bi nasîna Reso re dengbêjîya Huseyno digêhêje astek bilindtirîn û dibe destpêka kamilîya dengbêjîya wî. Lêzimê Huseyno, Menderes (Ozupak) bandora Reso ya ku li ser Huseyno çêdibe weha tîne ziman: Apê Huseyn digot heta ku min Reso nas kir çi kilam biketa ber min min digot. Dema ku min Reso guhdar kir min ferq kir ku Reso bi vegotinek fesîh kilaman dibêje, min wê çaxê dizanîbû ji dengbêjîyê re edebek lazim e. Min ji nû ve esas, edeb û terza dengbêjîyê nas kir û êdî min her kilam nedigot. Ez sê salan li ser edeb û ûsula vegotina kilman xebitîm, heta ku min kêmasiya kilaman baştir ferq dikirin, ew serast dikirin û digotin.

Dengbêj Huseyno li Varto, Xinûs, Kop, Milazgir, Tekmanê Qereyazîyê, Bilîsê û Amedê digere û di dîwanan de bi dengbêjên wan herêman re kilaman dibêje û navdar dibe. Huseyno terzê xwe bi miqamek bilind diafirîne û li Serhedê bi nav û deng dibe. Ji hunera xwe, lê bi taybetî jî dengê xwe gelek razî ye. Li ser xwe, Dengbêj Reso û Şakiro weha dibêje: Terz û meqamên Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min. Hostetîya Huseyno bi afirandina kilaman û miqamdayîna kilaman dikemile. Lorîn û stranên êşq û evînî ên ku di nava lêvên kêç û jinên Serhedê de, dikişîne form û qalibên kilamê dengbêjîyê. Bi dehan bindarok, stirîn û lorîna bimeqam dike û dikesibîne kilamê dengbêjîyê. Bi sewta xwe ya qulîngî, hikayetê kilamê qîzan û bindarokan zindî dike û li ber çavê guhdarvanan difirîne. Hestê evînîya jina xwe Dîlberê di nava rêzikê kilaman de wek metaforek evînî bi kar tîne. Êdî dawet, şahî û şevbuherkên ku li deşta Mûşê pêk dihatin bi dengê Huseyno geş û coş dibû. Bi dengê Huseyno bûk ji malên bavan derdiket û siwar dibûn. Çanda dengbêjîyê li deşta Mûşê bi dengê Dengbêj Huseyno re dewlemendtir dibû, dixemilî û rengek nû werdigirt. Li çanda Kurdan dengbêjek bi marifet û ahengekî kamil zêde dibû. Dengbêj Huseyno di 1973 de koçberî Almayayê dibe û demekê kin li wir dimîne. Bi hesreta welat, malbat û civaka xwe li wir tebat nagire û dîsa vedigere welatê xwe.

Piştî damezrandina Cumhûriyeta Tirkiyayê, li hember Kurdan li ser esasê tunebûna çand û zimanê Kurdan politîka asimilasyonê hatiye meşandin. Bi hezaran kilam, stran, çîrok û hikayetê Kurdî ji bo zimanê Tirkî hatiye wergerandin û wek berhemên çanda xwe kesibandine çand û arşîven xwe. Piştî ku Dengbêj Huseyno navdar dibe, Radyoya Erzurumê jî bi vê mebestê jê daxwaz dike ku ew kilamê Kurdî ji bo Tirkî wergerîne û pêşkêşî wan bike da ku di arşîva wan de tomar bibin. Huseyno daxwaza wan red dike û wergera kilamê Kurdî qebûl nake. Lewra wî dizanîbû parastina kilamên Kurdî parastina çand, ziman û dîroka Kurdan e. 

Huseyno bi dengê xwe yê serî bi taybetî kilamê eşq û evînî, şerê qeheremanî, bûyerên navxweyî û kilamên ramanî gotîye. Bi devoka deşta Mûşê cêhêrengîyekî di edebiyata dengbêjîyê de kolaye. Bi hostetîya dengbêjîya xwe û herwiha rûkenîya xwe, kêf û henekê xwe di nava civakê de biqedrûqîmet bûye. Her tim di daw û dozê civakî de li ser rist û esasê çandî ji bo çareserîyê mudaxil bûye. Gelek pêkenok, hîkayet û meselok zanîbûye. Di civakê de wek rîhspiyek her daim qedirşînas bûye. 

Heta dawîya temenê xwe li gundê xwe dimîne û li wir jiyan dike. Ji gundîyan re sî salî mixtarî û encûmanîye dike. Di sala 1998a de jina wî Dîlber jiyana xwe ji dest dide. Di dawîya payîza sala 1998a de ji ber tansiyona bilind dikeve nexweşxanê û li wê derê felc dibe. Du salan wek felcbûyî di nava nivînan de dimîne. Di roja 8ê Nîsanê ya sala 2001 de jiyana xwe ji dest dide û di gundê wî Orginosê de tê definkirin.


ÇAVKANİ

Roportaja bi Cahîdê lawê Dengbêj Huseyno re (28.08.2017 / Orginos-Mûş).

Roportaja bi Mihemedê lawê Dengbêj Sidîqoyê Resûla re (27.06.2018/ Gundê Resûla - Mûş).

Antolojiya Dengbêjan -3- Dengbêj Reso, Omer Guneş-Îbrahîm Şahîn, Weşanxaneya Nûbihar, 2021

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Yekbûn

Yekbûn; bestekar, sazkar, stranbêj û produktor e. Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê di beşa Mamostatîya Mûzîkê de perwerdehîya deng xelas kiriye. Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo ya bi navê “Nîrwana” derket pêşberî hezkirîyên xwe.


Ûsîvê Çelebî

Dengbêj û hunermend Ûsîvê Çelebî, di sala 1922yan de li gundê Cibilgirawê ya bi ser navçeya Nisêbînê ve ji dayîk bûye. Ji ber ku bavê wî jî li tembûrê dixist, hîn 10 salî ye dest bi tembûrê dike. Ûsivê Çelebî esas li ber destê hunermendê navdar ‘Eliyê Silêman lêxistina tembûrê li pêş xistiye. Piştî bûye 15-16 salî, bûye tembûrvanekî hoste. 16 salî mala wan dire Beyrûdê. Li wir di dawet û şahîyan de li tembûrê dixist.


Dengbêj Reso

Dengbêj Reso di 1902yan de li Îdirê gundê Kerîmbeyliyê ji dayik bûye. Ji eşîreta Bekirî, ji qebîla Şolika ye. Navê bavê wî Welo, dêya wî Hefsê ye. Bi tevahî şeş xwûşk û bira ne: Ehmed, Mihemed, Reso, Hemîd, Ûsiv, Hezê, Cewahir. Mala bavê Reso pêşiya jidayikbûna Reso ji Rewanê hatine Kerîmbeyliyê. Li Rewanê bi navê Sehatûlî û Varansofka gundê bera wan hebûne. Mala apekî Dengbêj Reso li wir dimîne.