logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dengbêj Reso

Dengbêj Reso di 1902yan de li Îdirê gundê Kerîmbeyliyê ji dayik bûye. Ji eşîreta Bekirî, ji qebîla Şolika ye. Navê bavê wî Welo, dêya wî Hefsê ye. Bi tevahî şeş xwûşk û bira ne: Ehmed, Mihemed, Reso, Hemîd, Ûsiv, Hezê, Cewahir. Mala bavê Reso pêşiya jidayikbûna Reso ji Rewanê hatine Kerîmbeyliyê. Li Rewanê bi navê Sehatûlî û Varansofka gundê bera wan hebûne. Mala apekî Dengbêj Reso li wir dimîne.

Dengbêj Reso sê caran zewicîye. Navê hevjînên wî Êmê, Gulê û Sakîne ye. Bi tevahî 12 zarokên wî hene, çar kur heyşt keç: Evkerîm, Sadiq, Seîd, Sebrî, Zelîxan, Hediya, Fatma, Belqîzar, Perîxan, Perîzade, Senem, Sînem.

Zaroktîya Dengbêj Reso heta 12 salîya wî li Kerîmbeylî derbas dibe. Kerîmbeylî li ber tixûbê Ermenistanê û li ber çemê Erez e. Hê di zaroktîya wî de dengbêj û kilamên dengbêjîyê bala wî dikişîne. Apê wî Evdo di dema zaroktîya Reso de dengbêjek bi navûdeng bûye û bandorek mezin li ser Reso dihêle. Bavê wî jî carinan kilaman distirê, lêbelê dengbêj nebûye. Reso, ji bilî apê xwe Evdo dengbêjên din jî guhdarî dike û bi wê bandorê dixwaze bibe dengbêj.  Bi hostetî kilaman hildide û wextê xwe bi jiberkirin û strana kilaman derbas dike. Ev rewş bala ferdên malê dikişîne.

Apê wî Evdoyê dengbêj, Dengbêj Gulê û Evdalê Zeynikê gelek caran bi hev re kilam strane. Tê vegotin ku rojekê Gulê tê Kerîmbeyliyê mala Evdo û herdu bi hev re kilaman distirên. Gulê vedigere ser Evdo, jê daxwaz dike ku ciwanên malê jî kilaman bistirên. Evdo jî biraziyê xwe Reso nîşanî Gulê dide. Reso wê çaxê 8-9 salî bûye. Bi gotina ku veguhestîye kirasek dawdawî lê bûye. Gulê gazî dikê, tîne pêşberî xwe û pê kilaman dide gotin. Gava Reso bi dengekî bilind diqîre, Gulê heyirî dimîne û bi henekî dibêje: “He belqityo, te perda guhê min qetand”. Gulê dengê Reso diecibîne, qabiliyeta wî dibîne û dibêje: “Evdo li vî birazîyê xwe miqate be, wê dengbêjek zor jê derê.” Ev bîranîn weke “dûmanekê” di nav xeyalê Reso de li ber çavên wî  dimîne.

Hê di zaroktîya xwe de kilama “Sincarê Talo” û kilama “Mamedo Lawo Quling Rabû ji Rewanê” ji apê xwe yê Evdo dielime. Ji derdora xwe jî kilamên dengbêjîyê jiber dike.

Gava temenê wî dibe 12 salî êdî heta dawîya emrê wî jiyana wî bi koçberîyê derbas dibe. Mala bavê wî ji Kerîmbeylîyê derdikeve diçe gundê Celalê ya li ser navçeya Dîgorê. Bi qasî du salan li gundê Celalê dimînin, paşê mala bavê wî koç dike diçe gundê Gopala ku wê deme gundekî li ser navçeya Xinûsê ye. Wê demê Reso 14 salî bûye.

Reso li Gopala bi esasî li ser dengbêjîyê radiweste. Li derdora wî dengbêjên wê demê ên herî navdar Ferzê û Mistefa Xelê Heyran hene. Mistefa Xelê Heyran ji gundê Qazîcelalê ya li ser navçeya Xuristînê bûye. Lê Mistefa Xelê Heyran dengbêjekî gerok bûye û li her deverên Serhedê gerîyaye. Gelek caran jî tê Qereyazîyê, Qereçobanê, Kopê û gundên van deveran. Ji vê sedemê jî Reso carekê li Gopala, carekê jî li gundê Kinîkarê(Gundekî li ser navçeya Tatosê ye.) Mistefayê Xelê Heyran bi dûdirêjî guhdarî dike. Bixwe jî pê re kilaman distirê. Bi taybetî jî gelek kilamên serhildanê ên ku Mistefa Xelê Heyran bixwe sêwirandine û straye, rasterast ji devê wî guhdar dike û jiber dike. Nêzîkî Gopala li gundê Meledawidê jî dengbêj Hecî Sîno hebûye. Temenê hersê dengbêjan (Mistefa, Ferzê, Sîno) nêzîkî hev bûne û bi qasî deh salan ji Reso mezintir bûne. Hersê dengbêj jî her yek xwedî terzeke xweser bûne. Reso, di ciwanîya xwe de gelek caran û bi baldarî li hersê dengbêjan jî guhdarî kiriye, ji wan gelek kilam fêr bûye. Bi nasîna van dengbêjan terza xwe bi pêş xistîye.

Reso di temenê xwe yê ciwanî de car caran şivanî kirîye. Sala ku li Meledawidê şivan bûye, herdem diçe cem Hecî Sîno jê kilaman fêr dibe. Ew û Sîno heta dawîya temenên xwe dibin du dostên dilsoz.

Reso bi dehan caran Ferzê jî ziyaret dike. Meqam û awazên Ferzê ji nêzîk ve dinase û gelek di bin bandora wî de dimîne. Tu dengbêjî bi qasî Ferzê li ser Reso bandor nehiştîye. Deng, meqam û awazên Ferzê coş û motîvasyoneke bêhempa dide Reso. Ji derdora xwe re hertim gotîye: “Gava Ferzê kilaman dibêje ez mîna mar li ber Ferzê zirav dibim.” Ew û Ferzê dibin dostên hev, qedrê hev digirin. Reso, ji ber hezkirina ji Ferzê, navê Ferzê bi tenê bi nav nekirîye, hertim jê re gotiye “Ferzê delal”.

Navûdengê Dengbêj Reso hêdî hêdî li Serhedê belav dibe. Gelek kesên dengbêjhez, malmezin dixwazin ku Reso biçe dawetên wan, şevbihurkan li dar bixe û ji wan re bistirê.

Reso ji ber sedemên aborî û carinan jî li ser ezimandina hin kesan, bi maltî diçe li gundên din dimîne. Li gorî ku me agahî ji lawê wî Evkerîm hildaye di 1951an de ji Gopala koç dike di rêzê de diçe Xêrgîs, Arincîk û Xoşgeldiyê û heta 1957an li van hersê gundên li ser navçeya Kopê dimîne. Di 1957an de dîsa vedigere Gopala û salekê lê dimîne. Paşê di 1958an de li ser daxwazê, mala xwe dibe gundê Koxakê ya li ser navçeya Kopê û heta 1963yan li wir dimîne. Dîsa vedigere Gopala, sê salan lê dimîne. Di 1966an de mala xwe bar dike îcar diçe gundê Piyongê ya li ser navçeya Kopê, çar salan li wir dijî. Di 1970yan de dîsa vedigere Gopala û heta 1972yan li wir dimîne. Di 1972yan de îcar koçî gundê Qeraxlî ya li ser navçeya Kopê dike û çar salan li wir dijî. Di 1976an de ji bo sedemên aborî biryar dide ku biçe metropolên Tirkiyê. Reso tevî malbata xwe bi qasî çar salan li bajaroka Golmarmarayê ya girêdayî navçeya Akhîsar a bajarê Manîsayê dimîne. Li wir bi karê tûtinê debara xwe bi rê ve dibe. Li Golmarmarayê her çiqas Kurd û xwedîyê wan gelek hebin jî, ji ber taxa ku Reso lê dijî Kurd tuneye, nikare bi hêsanî kilamên xwe bistirê û dengbêjîya xwe berdewam bike.

Dengbêj Reso gelek caran li bajarê Îzmîrê, Manîsayê û navçeyên van bajaran li ser daxwaza Kurdên li wir, di malê wan de şevbihurk çêkirine û kilam straye. Lêbelê disa jî hesreta dilê wî a welat ne şikestîye.

Li gor gotina lawê wî Evkerîm, bi tevahî rojekê li bin dara ber derî rûniştine û zarokên wî tûtinê davêjin. Nevîyekî wî (lawê Evkerîm ê mezin) jê re dibêje “Kalko ji nevîyê xwe ra kilama 'Bozanê Lawê Pîrê' bibêje ku ez tûtinê bi eşq daynim, hetanî ku çay kelîya em taştê bixwin.” Reso destê xwe dide ber guhê xwe û bi dengekî bilind kilama Bozanê Lawê Pîrê distirê. Dîsgotina kilamê gelek bi şewat straye. Du cînarên wan ên Tirk tên cem û jê dipirsin, ka gelo çi qewimîye, çima Reso wisa bi şewat distirê. Dengbêj Reso jî bersiva wan dide ku ne kesek miriye ne jî tiştek qewimîye. Tenê ji xwe ra kilam gotîye. Piştî çûyîna herdu kesan Dengbêj Reso vedigere ser lawê xwe yê Evkerîm jê re dibêje:

hey wayê hey wayê

çiyayê Manîsayê şewitî bilind e ba lê nayê

şansê mi bû, taliê mi bû

teyr û tûya per û baskê xwe vekiriye daye pêşîya sur û sermayê

mi li welatê Serhedê, xelqê xwe, cimeata şêxa, mela, alima

cimeata Kurda gişt hiştîye

ez hatime welatê Manîsayê

Evkerîm lawo bi destê min bigire em herim malê

bêhna min teng bû êdî li vira dernayê 

Qesta ji “malê” helbet welat e. Ji malbata xwe ra dibêje: “Êdî ne mumkûn e ku ez li vir bisekinim. Xelk bi zêra li pey min digere, evana hatîye ji min ra çi dibêjin.” Piştre jî di sala 1980yî de vedigerin Mûşê, gundê Pagê. Di 1983yî de nexweş dikeve. li Enqerê di nexweşxaneyê de radizînin lê li wir 24ê meha Kanûnê a sala 1983yan jiyana xwe ji dest dide. Cinazê wî tînin gundê Pagê. Gora wî li gundê Pagê ye.

Dengbêj Reso di warê awaz û stranbêjîyê de di nav dengbêjan de bêhempa ye. Her dengbêjê wexta wî û piştî wî, mezinahî û hostetîya Reso pejirandine. Dengbêj Reso gelek kilam ji şêweyê wan yê herêmî derxistiye kirasekî gelemperî lêkirîye. Kilam di destê Reso de reqisîne, xemilîne, firîyane. Kilam bi Reso neqişîne û xweş bûne. Kilam bi awazê wî şêwe digire, bi meqamê wî xastir dibe, bi ristina wî zelal û biserûber dibe.

Reso ji bo her dengbêjî bûye pîvana hostetîyê. Her dengbêjî xwe bi Reso re muqayese kirîye. Çûne bal Reso, bi Reso re kilam strane û pîvana hostetîya xwe hîn bûne. Dengbêj Zahiro vê hostetîya Reso wiha tîne ziman: “Her tişt profesorek wê heye. Profesorê kilaman jî Reso bû.

Dengbêj Reso, weke mêşa hingiv li dû kulîlkan bigere, hertim li pey kilaman gerîyaye. Dengbêjên ku bi temen jê mezintir an piçûktir be ferq nake, ji her dengbêjî kilam fêr bûye. Li gor agahîyên rastîn ku me bi dest xistine, kilama “Gula Serhedê” û “Yar Felek” ji Ferzê hîn bûye. Kilama “Kejik (Dêran)” û gelek kilamên serhildanê ji Mistefa Xelê Heyran hîn bûye. Kilama “Tobedar im” ji Sîno, kilama “Elîfê, Emînê” ji Feqî Silo fêr bûye. Ji Dengbêj Hesoyê Cewo jî hin kilamên din fêr bûye.

Reso, gelek kilam jî bi xwe sêwirandîye,yanî dengbêjekî şaîr bûye. Kilam bixwe sêwirandîye, meqam dayê û bi terzê xwe jî straye. Dema ku Dengbêj Ferzê li gundê Kevir ya li ser navçeya Milazgirê di dawetekê de tê kuştin, Reso li ser Ferzê kilama “Ferzê” disêwirîne û distirê. Dîsa li ser dostê xwe Şêx Cemalê Abirîyê, piştî wefata wî kilama “Menal Menal” diafirîne, meqam didê û distirê. Herwiha kilama “Meyro”, kilama “Ez Teyr im Teyrê Van Bilinda” jî li herêma Xezalîyê bixwe disêwirîne û distirê.

Li gorî agahîyên Evkerîmê lawê Reso, kilama “Têlî” jî Reso bixwe straye. Reso hê 17-18 salî bûye, hevalekî wî evîndarê keçekê dibe. Keçik ji gundê Celalê (ya li ser navçeya Dîgorê) bûye. Eşqa wan bê mirad dibe û nagihêjin hevdu. Reso li ser bengîbûna hevalê xwe vê kilamê diafîrîne û distrê.

Dîsa li gorî ku lawê Reso, Evkerîm tîne ziman, Reso şeş an heft helbestên Cîgerxwîn kirîye kilam û straye. Lê mixabin qeydên van kilaman tunene.

Dengbêj Reso di jiyana xwe de hertim nêzîkî ehlê medreseyan bûye. Gelek caran çûye Çoxreşîyê ji feqîyan re kilam straye. Ji ber van têkiliyan jî gelek zanînên Reso di derbarê wêjeya klasîk a Kurdî de çêdibe. Seydayê medresê jê re helbesta Feqîyê Teyran, “Sînemê” dixwîne, Reso jî vê helbestê bi awayê meqamê dengbêjîyê distirê. Dengbêjên din jî vê kilamê ji Reso guhdar dikin û distirên.

Dengbêj Reso di ciwanîya xwe de şahidîtîya gelek serhildanên Kurdan (1925-1938) kirîye. Di serhildanan de lehengî û mêrxasîya Kurdan, piştî serhildanan jî ji alîyê dewletê ve zordarîyên li ser Kurdan hatine meşandin ji nêzîk ve dîtîye. Trajedîyên Kurdan li ser wî bandoreke mezin hiştîye. Li ser serhildanên Kurdan û li ser lehengên serhildanê gelek kilam straye. Di nav kilamên serhildanê de, yek ji yên herî navdar jî kilama “Wey Lo” ye. Metnê vê kilamê helbesta Mela Mihemed Emîn e û bi xwe ji Reso re dixwîne. Dengbêj Reso vê helbestê zêde diecibîne û dixwaze ku bike kilam. Li ser vê helbestê dixebite. Jê re awaz û meqam diafirîne û weke kilam distirê. Naveroka kilamê mêrxasîya serhildêrên Kurdan e. Di nav kilamên serhildanan de kilameke sereke û bijare ye.

Reso gelek beyt jî jiber kiriye û bi şîroveya xwe straye. Reso hêvîdar bûye ku rojek bê, radyo û televîzyonên Kurdî saz bibin û kilamên wî jî tê de bê weşandin.

Kilamên ku Dengbêj Reso straye bi tevahî hejmarek gelek zêde ye. Lê mixabin vê gavê nêzîkê 120 kilam tenê di destê me de hene. Tomarên kilamên din tunene. 

Dengbêj Reso bi gelek dengbêjan re straye, bi gelek dengbêjan re ketîye lecê. Bi dengbêj Ferzê, Hecî Sîno, Mistefayê Çiftborî, Siloyê Gulê, Evselamê Koşkê, Feloyê Melekorkê, Feqî Silo, Ferîgê Borîzan, Sidîqoyê Zorava, Keremê Oqçiya, Hecî Evdilkerîm, Şakiro, Huseyno, Nazî û bi gelek dengbêjên din re straye.


ÇAVKANİ

1- Hevpeyvîn, Evkerîm (lawê Dengbêj Reso), gundê Pagê, Mûş, 29/08/2017

2- Hevpeyvîn, Dengbêj Mihemedê Beyro, Stenbol, 07/07/218

3- Hevpeyvîn, Dengbêj Zahiro, Stenbol, 01/07/2016

4- Hevpeyvîn, Mihemed Salih (lawê Dengbêj Ferzê), gundê Xelê, 26/06/2018

5- Hevpeyvîn, Elbarî (lawê Dengbêj Siloyê Gulê), Dignûg, 28/06/2018

6- Antolojiya Dengbejan-1- Dengbêj Reso, Omer Guneş-Îbrahîm Şahîn, Weşanxaneya Nûbihar, 2018

7- Reso-Şahê Dengbêjan, Mahmût Begîk, Weşanxaneya Nûbihar, 2018

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk


Berfîn Aktay

Berfin Aktay, di 2008-2009 de li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî(Nisêbîn) di nav koroya jina de cî girt. 2012 an de bi strana 'Canda' di nav medya civakî de hat nasîn. 2012 an de bavê wê çû ser dilovaniya xwe. Bi têsîra vê xwe bi giştî da nav baskê muzîkê. 2012 an de ji bo perwerdehiya muzîkê ji Nisêbînê derbasî Amedê bû...


Destana Rizgan û Nûrê

Rizgan û Nûrê aşiqê hev in û bi salan e ji hev hez dikin, lê Rizgan şivanê gund e, feqîr e, belengaz e, bê mal û milk e, xortekî camêr û dilsoz e. Ne neheqiyê dike ne jî neheqiyê qebûl dike, merivekî dilgeş û adil e. Nûrê qîzeke bedew û xweşxûy bû, husn û cemaleke wisa lê hebû dema meriv çav pê diket te digot qey horî ye ji bihûştê reviyaye, hatiye li kêleka Rizgan rûniştiye. Meriv dêna xwe bida wek ava kevserê bû, dilê xortan pê tev kûl û birîn bûn.