Amadekarîya
Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Dîlan Yeşîlgoz Zegerius
Dîlan Yeşîlgoz Zegerius, 18ê Hezîranê sala 1977an li Enqereyê ji dayîk bûye, siyasetmedareke Holendî ye ku bi eslê xwe Kurd e û malbata wê ji Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye. Piştî ku bavê Dîlan Yeşîlgoz Zegerius Yucel Yeşîlgoz weke çalakvanê mafên mirovan ê Kurd sê sal berê ji ber xebatên sendîkayan û xebatên xwe yên siyasî wek penaberekî siyasî ji Tirkîyeyê derketibû, Dîlan Yeşîlgoz di sala 1984an de bi dayik û xwişka xwe re ji Tirkîyê koçî Hollandayê dike.
Di navbera salên 1991 û 1997an de li Koleja Vallei ya Amersfoortê perwerdeya amadeyî qedandîye, li Zanîngeha VU Amsterdamê zanistên civakî û çandî xwendîye. Di heman zanîngehê de, di sala 2003an de bawernameya masterê di warê çand, rêxistin û rêvebirîyê de werdigire. Di heman demê de jî xwedîyê ajansekê bû ku di karê wan de alîkarîya derhêneran dikir. Di sala 2015an de, Yesilgöz ji bo Studio PowNed ya weşangerîyê wekî şirovekar xebitîye.
Yeşîlgoz Zegerius li Hollandayê ji sala 2014an ve di nav siyasetê de di gelek astan de cih girtiye. Pêşî ji bo ewlehî û lênihêrîna şaredar û endamên meclîsa Şaredarîya Amsterdamê weke şêwirmenda lijneyê kar kirîye. Ji 2014an heya sala 2017an ji bo “Volkspartij voor Vrijheid en Demokratie-VVD” (Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Gel) endama Meclîsa Şaredarîya Amsterdamê bû.
Di sala 2014an de bi Dr. Rene Zegerius re zewicî. Dîlan Yeşîlgoz Zegerius bi Flemengî, Ingilîzî û Kurdî zane.
Piştî hilbijartinên sala 2017an wek endama “VVD(Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Gel)” di Meclisa Nûneran ya Hollandayê de cih girt û bû berdevkê partîya xwe, heta 3yê Îlona sala 2021ê. Piştî hilbijartinan di 25ê Gulana sala 2021ê de Yeşîlgoz di kabîneya Rutte III de bû Wezîra Dewletê ya Karûbarên Aborî û Avhewayê. Ji 10ê Kanûna Paşîn a sala 2022yan heya 2yê Temmûza 2024an wekî siyasetmedara Partîya VVD di kabîneya Rutte IV de bû Wezîra Edalet û Parastinê ya Hollandayê. Dîlan Yeşîlgoz di 14ê Tebaxa 2023yan de bû seroka partîya xwe VVDyê û ji bo bibe serokwezîra Hollandayê xebitîbû.
Di hilbijartinên 2025an de jî dîsa bû seroka partîya xwe VVDyê. Herî dawî di hikûmeta nû de, ku tê payîn di 23ê Sibata 2026an de bi fermî dest bi kar bike, siyasetmedara Kurd û seroka VVDê Dîlan Yeşîlgoz Zegerius wekî Cîgira Serokwezîr û Wezîra Parastinê hatîye hilbijartin.
ÇAVKANÎ
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AElan_Ye%C5%9Filg%C3%B6z-Zegerius
https://xwebun1.org/dilan-yesilgoz-bu-wezira-edalet-u-parastine-ya-hollandaye/
https://diyarname.com/news.php?Idx=59929
https://diyarname.com/news.php?Idx=52455
Nivîsén tékildar