logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dr. Zerdeşt Haco

Nivîskar: Mehmet Saît Arzû

Dr. ZERDEŞT HACO

 

Zerdeşt Haco lawê Mihyedînê Usivê Haco û Şefîqa Elîyê Hisên e. Di roja 10.03.1950î de li gundê Ala Reşa ji dayik bûye. Di sala 1955an de mala wan ji Ala Reşa tê Tirbespîyê. Di malek ku pirtûkên Weşanên Xoybûnê, pirtûkên Mir Celadet û Mîr Kamiran Bedirxan û yên Cegerxwîn, yên ku di Xoybûnê de rêhevalên bapîrê wî Haco bûn dihatin parastin û xwendin mezin bûye. Li hin gundên Mala Haco, weke li gundê Kêlhesenakê şagirtan sibehê berî ku derbasî xwendegehê bibin, bi dengekî bilind helbesta Cegerxwîn “Her Bjîn Al û Keyî” dixwendin. Kesayetiya Zerdeşt Haco li ser vê bingehê şikil ştendiye. Hê di zarokatîya wî de bavê wî hin helbestên Cegerxwîn pê dabûn jiberkirin û gava mêvan dihatin, ji wan re dixwendin.

 

Di salên 1956–1962 li Tirbespiyê çûye xwendegeha seretayî. Di van salan de çend dengbêjên navdar dihatin nav Mala Haco, hûnermendê Ermenî Aramê Dîkran yek ji wan bû.

 

Di salên 1962–1965 li Qamişlo çûye xwendegeha navendî. Di salên 1965–1968 li Qamişlo çûye xwendegeha amadeyî, beşê wêjeyî. Dilê wî bêhtir bi ser beşên wêjeyî û fîlosofî ve bûye. Di dawiya vê salê de xwendina asta amadeyî bi serketin daye û di heman salê de li gundekî Ereban, Diyabe wek cîgirê mamosteyekî serpereştiya xwendegeheke seretayî kiriye.

Sala 1970yî de bi mamê xwe Dr. Heznî Haco re çûye Pragê. Ji ber rewşa diravî piştî 3 heftiyan derbasî Berlîna Rojava dibe. Li Berlînê di demeke kin de dest bi kar û tevgeran dike û dibe endamê KSSE(Kurdish Students Society in Europe-Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê). Beşdarî kongreya 14an ya KSSE ya ku li Stockholmê hatiye lidarxistin, bûye. Di kongreya 17an ya KSSE ya li Berlina Rojava dibe endamê komîteya dîwana birêvebir a kongrê. Dûra jî dibe endamê komîteya birêvebira giştî ya KSSE.

 

Piştî belabûna KSSE û avakirina hin komeleyên xwendekarî yê din, di sala 1982yan de bûye endamê komîteya birêvebira giştî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Ewropayê.

 

Di salên 1980–1982yan de li Berlinê xwendina xwe yî bilind li Zaningeha Azad ya Berlinê qedandiye. Sê beşên xwendina wî ev bûn: 1.Linguistik / Zimanzanyarî, 2.Neuere Deutsche Literatur / Wêjeya Elmanî yî Nû û 3. Iranistik mit Schwerpunkt Kurdologie / Iranewanî bi Giranî Kurdologî. Mijara doktorayê di bin sernavê “Indo – Iranische Sprachstudien”, ango Lêkolînên Zimanzanî yên Iranewanî bûye. Di vê xebata zanyarî de lêkolîneke berawerdî li avayiya zimanê Kurdî û avayiya zimanê Elmanî kiriye. Di heman demê de xalên girîng yên Kurmanciya bakur û yên Kurmanciya navîn (Soranî) dane ber hev. Li gor vê lêkolînê 20 waneyên Kurdî ji axêverên Elman re nivîsîne û bi vê yekê ev cara pêşî bû ku waneyên Kurdî bi rêanînên Dr. Zerdeşt Haco di berhemeke wiha de li Elmaniyayê dihat weşandin.

 

Di sala 1980 de ji aliyê serekê dadgeha Landgericht Berlin ve weke wergêr bo zimanên Kurdî û Erebî hatiye pejirandin. Ji hingî ve di ber kar û xebatên din re li karmendî û dadgehên Elmaniyayê wergervaniyê dike.

 

Di salên 1985–1987 de li Institut für Arabistik / Semitistik, Zanîngeha Azad Berlin, FU Berlin di warê zimanê Erebî de bûye doçent. Di salên 1989–1993 de li Xwendegeha Bilind ya Bremenê(Hochschule Bremen) doçentê zimanê Erebî bû.

 

Di sala 1990î de bûyê endamê Navenda PENa Kurd. Di sala 1995an de bûye endamê Înstîtûta Kurdî bo Lêkolîn û Zanist li Elmanyayê. Di sala 1996an de bûye endamê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê–YMK. Di salên 1992–1995 de li Zanîngeha Bremen, (Universität Bremen) doçentê zimanê Kurdî bû.

 

Di bin serkêşiya Dr. Zerdeşt Haco de di Sibata sala 1993an de Zimanê Dayikê–Kurdî li parêzgeha Bremenê hate pejirandin, ev cara pêşî bû ku zimanê Kurdî li xwendegehên Elmanyayê dihate pejirandin.

 

Di salên 1994–1996 li Zanîngeha Hamburgê(Universität Hamburg) doçentê zimanê Kurdî bû.

Di salên 1995–1996 de wergêrê zimanê Kurdî bo radyoya NRW li Dortmundê bû. Di sala 2012 û sala 2014an de li Zanîngeha Bonnê jî doçentiya bipêşvebirina zanîna mamosteyên Kurd li Elmanyayê kir. Di 1999 de bûye endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - KNK.

 

Di salên 2007–2019 de serpereştiya Instituta Zanyarî bo Guncavî û Ziman / Wissenschaftliches Privatinstitut für Integration und Sprache - WIS kiriye.

 

Di salên 1999–2013 serokatiya Navenda PENa Kurd kiriye. Niha jî wek serokê rûmetê ya PENa Kurd di nav xebat û bernameyên PENa Kurd de aktîf e.

 

Ji salên 2017an ve weke şêwirmendê zanyarî / Wissenschaftliche Begleitung di projeya Pädagogische Hoschule Zürich de bo amadekirina 21 pirtûkên sê astên xwendinê ji zarokên Kurd re li Swîsrê cih digre. Di 2019an de weke serekê rêxistina Civaka Kurdî ji bo Perwerde û Hînkariyê li Bremenê / Kurdische Gesellschaft für Erziehung und Bildung hatiye hilbijartin.

 

Dr. Zerdeşt Haco tevlî wergerandina Încîla Pîroz ser zimanê Kurdî bûye. Wî gelek gotar li ser babetên zimannasiyê de li kovar û rojnameyên Kurdî weşandine. Pirtûka wî ya helbestan bi navê Goraniyên Xerîbiyê hatiye çapkirin.

Nivîsén tékildar

Dilawerê Zengî

Nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî piştî şewata Sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatîye dinyayê. Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî Mihemedê ‘Emê tevî malbata xwe ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bi cî dibin.


Cewad Merwanî

Hunermendê Kurd Cewad Merwanî, di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê (Silîva) di nava malbateke hunerhez û kurdperwer de hat dinyê. Cewad xwendina xwe ya destpêk û navendî li xwendingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de Fakûlteya Perwedeyê ji bo mamostetîyê xwend. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwendinê berde. Ji ber ku ew zû pê hesîya ku bi riya zimanê serdest, siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir wê bê meşandin.


Mele Îsmet / Îsmet Kiliçaslan

Mele Îsmet di sala 1932yan de li Çorsêna li ser Tetwanê hatîye dinê. Navê bavê wî Hacî Evdirehman û navê diya wî jî Meryem e. Seyda sê bira û du xwuçk bûne. Navê hevjîna Seyda Nîmet e. Çar kur û du keçên Seyda û Nîmetê hene. Kur û keçeke Seyda li Ewropa, kurekî wî li Bursayê, du kur û keçeke wî jî li Îzmîrê dijîn. Seyda ji binemala Qilîçîyan e.