logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dilawerê Zengî

Nivîskar: Koma Berhevkarîyê

Dilawerê Zengî 

Nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî piştî Şewata Sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatîye dinyayê. Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî Mihemedê ‘Emê tevî malbata xwe ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bi cî dibin.

Dilawerê Zengî, ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir. Lê xwe ji xwendina pirtûkan û çûn û hatina li nik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nekir. Di sala 1977an de, dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî kirîye. Bi saya alfabeya nemir Osman Sebrî, fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bûye.

Di sala 1979an li Amûdê bavê wî diçe ber dilovanîya Xwedê, di wê salê de dest bi nivîsandina helbestan dike. Li ber destê dêyeke welatparêz û miletperwer mezin dibe. Evê diyê (Ferîde Elî) bandoreke pir mezin li jiyana wî ya nivîskarî û ramyarîyê dike. Diya wî Ferîde Elî gelek zarok ji nav agirê sînema Amûdê xelas kirîye û bi navê Diya Pakrewanan tê naskirin. Bandora Şêxê welatparêz û neteweperest Şêx Sedredînê bavê kal pir lê dibe û li ser destê wî dest bi nivîsandina Kurdî dike.

Du salan li gundê Girê Sor mamostetîyê dike. Di sala 1979an de, li ber destê Seydayê Tîrêj hînî nivîsandina helbestê dibe û ji wê rojê de heta roja koçkirina Seyda hevaltîya wan berdewam kirîye. Navê Dilawer jî Seda lê kirîye.

Di sala 1980yî de ji neçarî berê xwe dide bajarê Şamê û li Zanîngeha Şamê kar dike. Piştî çend salan ji ber xebata wî ya siyasî, ewlekariya dewletê ez ji kar dûr xistîye. Ji wê rojê de, xwe ji nivîsandin û lêkolîn û xebatê re vala dike. Di sala 1983an de li ber destê Osman Sebrî hînî nivîsandina serbest dibe. Ji wê rojê de, li dora deh salan, têkilî di navbera wan de berdewan dibe ta ku Apê Osman ji nav me koç dike. Li bajarê Şamê gelek kursên fêrkirina zimanê Kurdî li nav Kurdên Şamê li dar dixe û bi sedan xort û keçên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike.

Di warê ramyarî de, li dora 35 salan kar kirîye û di vî warî de gelek keda wî heye. Di sala 1987an de Rewşen Bedirxan nas dike. Piştgirîya Rewşen Bedirxan di wergerandin, amadekirin û weşandina çend pertûkên wê û yên malbata wê de kir. Bîranînên Salih Bedirxan, Name bo Mustafa Kemal Paşa, Mîr Bedirxan û hwd...

Di sala 1991ê de piştî serîhildana Kurdên Başûr, diçe Kurdistanê û li wir çend semînerên rewşenbîrî û toreyî girê dide. Di hin rêdaksîyonên kovar û rojnameyên Kurdî de kar dike. Ji bilî nivîsandina lêkolîn û helbestan karê rojnamevanîyê jî dike. Di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsandîye û dinivisîne. Gelek dîwanên helbestvanên Kurdan yên navdar ji tîpên Erebî wergerandîye Latînî û pêşgotin ji wan re nivîsîye. Hin ji wan ev in: Dîwanên Seydayê Tîrêj yê bi navê Xelat, Zozan û Cûdî; dîwana Seydayê Bêbuhar ya bi navê Zindan; du dîwanên helbestvan Ebdurehmanê Mizûrîyê bi navê Ji Evîna Çirayên Kevin û Li Xelkê Tehlê Li Min Şêrînê. Li dora 300 pirtûkên li ser tore, çande, dîrok, û folklorê Kurdî li Sûrîyê daye weşandin.

Di sala 1985an de jin anîye. Sê kur û keçek wî hene: Royar, Rodî, Ronî û Rewan.

Di sala 1998ê de hin nivîskar û ronakbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê  "Komîteya Xelata Osman Sebrî ji bo Dostanîya Gelan" li Şamê damezrandin, yek ji wan Dilawerê Zengî bû. Komîteya xelatê, biryar dabû ku dê her sê salan carekê dostekî ji dostên gelê Kurd xelat bike, da rêzdarîya xwe û ya gelê Kurd ji bo helwestên berevanî û berhemên dostên gelê Kurd bide xuyakirin. Zengî, di sala1999an de ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partîya YNDK li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê Rêzname werdigre. Di 12/7/2000 de, li ser navê Komîta Xelata Osman Sebrî diçe bajarê Enqerê û xelatê pêşkêşî Prof. Îsmaîl Beşîkçî dike. Di sala 2004an li ser navê Komîta Xelata Osman Sebrî diçe Almanya ji bo xelata Osman Sebrî bide xanima hêja Danielle Mitterrand. Di sala 2008an li ser navê heman komîteyê diçe Almanya ji bo xelata Osman Sebrî bide mamosteyê gewre Munzir Elfedil. Di sala 2011an de careke din ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partîya YNDK li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê Rêzname werdigre. Di sala 2012an de, bi destê komela Celadet Bedirxan ya çandeyî li bajarê Qamişlo hat xelatkirin. Di sala 2013an de, ji hêla komela Şawişka ve li bajarê Qamişlo hat xelatkirin.

Gelek caran serdana Kurdistanê kirîye û ji alîyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Celal Talabanî û gelek serkirdayetîyên partî û rêxistinên siyasî û rewşenbîrî li Başûrê Kurdistanê dihate pêşwazîkirin.

Têkilî, danûstendin û hevaltîya wî bi van navdaran re pir xurt bû: Seydayê Tîrêj, Seydayê Cegerxwîn, helbestvan Yûsivê Berazî (Bêbuhar), ronakbîrê mezin Osman Sebrî, wêjevana gewre Rewşen Bedirxan, dîrokzan Hesen Hişyarê Serdî, helbestvan Keleş, helbestvan Hamid Bedirxan, helbestvan Umerê Le'lê, Zimanzan Ehmedê Palo, helbestvan Hadî Behlewî, zimanzan Rezoyê Osê, wêjevan Tewfîq El-Huseynî, helbestvan Mihemed Elî Heso, helbestvanê hêja Ehmedê Şêx Salih… û hwd.

Berhemên wî di warê helbest, çîrok, ziman, dîrok, wêje, zargotin û wergerandinê de ne, li dora 40 pirtûkî weşandîye. Gelek pirtûkên wî yên destnivîs, yên nehatine çapkirin hene. Ji ber rewşa siyasî û lêpirsîna ewlekariya dewletê, ji bilî navê xwe yê nivîskariyê, di bin gelek nasnavan de berhem, pirtûk, gotar û lêkolînên xwe belav kirine.

Ji sala 2013an heta bi 2020an serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd-Sûrîya bû.

 

Berhemên Dilawerê Zengî yê Çapkirî:

  • Dîwan (Pêdarî), helbest, 1985
  • Gramera Ziman-Celadet Bedirxan û Roger Lescot  -wergerandin-1990
  • Ji mesela Kurdistanê, Celadet Bedirxan-wergerandin-1990
  • Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Ji Evîna Çirayên Kevin) -wergerandina tîpan-1991
  • Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li Xelkê Tehlê li Min Şirînê) -wergerandina tîpan - 1991
  • Mîr Bedirxan, Lutfî; wergerandina E.S. Goranî. Amadekirin û lêveger, Rewşen Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ
  • Alîkarîya Rewşen Bedirxan kir di weşandina hin pertûkan de, hin ji wan:

-Bîranînên min -Salih Bedirxan; Name bo Mistefa Kemal Paşa-Celadet Bedirxan; Bîranînên Jinekê (perçê duduyan)

  • Şerefnameya Menzûm, Cegerxwîn- ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî û lêveger, ravekirin û serastkirin, 1997
  • Bîranînên Celadet Bedirxan-komkirin û wergerandin bo zimanê Kurdî
  • Ez û Agir, Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina tîpan- 1998
  • Stran, Berf û Baran, helbestvan Mûeyid Teyib -wergerandina tîpan-
  • Bedirxanî di Cezîra Botan de, Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan û Dilawerê Zengî, 1998
  • Berî Heyv Hilê (çîrok) wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî. Ji Weşanên Mîdiya, Erbîl, 2001
  • Qedrî Can -helbest, gotar, çîrok û wergerandin, amadekirin û berhevkirin- Bi zimanê Erebî, Çapxana Aras, Hewlêr, 2001
  • Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî-2001, Beyrûd, Libnan, Çapxaneya Emîral
  • Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Kurdî, 2005, Beyrûd, Libnan,  Çapxaneya Emîral
  • Şerrên Sasûnê, Osman Sebrî -komkirin û amadekirin- bi zimanê Kurdî, 2005 Beyrût, Libnan, Çapxaneya Emîral. Careke din li Istanbol, Weşanxaneya Pêrî, 2005
  • Dîroka Kelepora Mîrnişînîya Botan, Mele Xelefê Bafî -veguhestina tîpan, bi zimanê Kurdî, 2005, Beyrûd, Libnan, Çapxana Emîral
  • Qedrî Can -helbest, gotar, çîrok û wergerandin, amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê Kurdî, Çapxaneya Komal, Istenbol,2004. Careke din ev pertûk li çapxana Emîral, Beyrûd, Libnan, 2005
  • وثن للعشق dîwanek ji helbestan, Şêx Tewfîqê Huseynî -wergerandina- Weşandina Dar -Kîwan, Şam, 2005
  • Mewlûda Pêxember, Tîrêj -veguhestina tîpan û pêşkêşkirina Dilawerê Zengî, Beyrûd, Libnan, Çapxaneya Emîral, 2006
  • Serpêhatîyên Kurdan,Tîrêj -veguhestina tîpan û pêşkêşkirina Dilawerê Zengî, Beyrûd, Libnan, Çapxaneya Emîral, 2009
  • Muxtarat (Lîqaat we Hîwarat), D. Zengî, Perçê 1-2, Beyrûd, -Libnan, Çapxaneya Emîral, 2009
  • Etyaf El-Madî, Dilawerê Zengî, Beyrûd, Libnan, Çapxaneya Emîral, 2009
  • Bînahî(Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpeyivîn), Dilawerê Zengî, Beyrûd, Libnan, Çapxaneya Emîral, 2010
  • Bîranînên Celadet Bedir-Xan, -komkirin û veguhestin, bi herdû zimanan; Kurdî-Erebî, Çapxaneya Emîral, Beyrûd, Libnan; Çapa duduyan 2010
  • Ji Wêjeya Dozê, amadekirin û komkirina Dilawerê Zengî û Ehmed Şihab, Elmanya, Berlîn, 2011
  • Osman Sebrî (Jiyan, Tekoşîn û Berhem), Beyrûd, Libnan, Çapxaneya Emîral, 2012, bi zimanê Kurdî-Erebî
  • Çîroka Alaya Kurdî, Qamişlo, 2013
  • Wêjeya Kurdî- Di navbera Rastî û Hêvîyan de, Qamişlo, 2014
  • Li Dirêjahîya Dîrokê: Kurd û Kurdistan, Qamişlo, 2015
  • Nivêjên Êzîdîyan, Celadet Bedirxan, -veguhestina tîpan ji Erebî bo Latînî- Qamişlo, 2017
  • Xwendina Kurdî, Kamîran Bedirxan, -wergerandin bo zimanê Erebî, Qamişlo, 2017
  • Rewşen Bedir-Xan, (Jiyan û Berhem), Dilawerê Zengî, Qamişlo, 2017
  • Ji Xunava Bîranînan (Dîtin û Hevpeyivîn), Qamişlo, 2017
  • Raperîna Çanda Kurdî di Kovara Hawarê de, Daner: Husên Hebeş, Wergerandin ji zimanê Kurdmancî bo zimanê Erebî Dilawerê Zengî, Weşanxaneya Dar, Qamişlo, 2017
  • Rewan, (Gotar û Lêkolîn), pêşgotina Dilovanê Deştê, Qamişlo, 2017
  • Tabloyên Şerefnameyê, Ebdulreqîb Yûsiv Zivingî -wergerandin ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî, Qamişlo, 2018
  • Destpêka Edebîyeta Kurdî, Mihemed Uzun -wergerandin ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî, Qamişlo, 2019
  • Şerên Sasûnê, Osman Sebrî -wergerandin ji zimanê Kurdî bo zimanê Erebî, Qamişlo 2019
  • Qîrîna Mirinê, Dilawerê Zengî, bi zimanê Kurdî, pêşgotina Dilovanê Deştê, Qamişlo, 2019
  • Dîwana Gulistan, Dilawerê Zengî, bi zimanê Kurdî, Qamişlo, 2019
  • Kurdên Çewisandî û Birayên Wan Ên Misilman, Cemal Nebez -wergerandin ji zimanê Erebî bo Kurdî, Qamişlo, 2021, Çapxaneya Pêla

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://ku.wikipedia.org/wiki/Dilawer%C3%AA_Zeng%C3%AE

https://candname.com/dilawere-zengi-cawa-dayika-xelke-nabe-dayika-mirov-weha-ji-zimane-xelke-nabe-zimane-mirov/

https://www.youtube.com/watch?v=hVP2mNuCxDU

https://www.youtube.com/watch?v=l7ZV36uADRI

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Eyyup Guven

Di sala 1963yan de li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Eyyup Guven di sala 1979an de di Zankoya Dîcleyê, Beşa Zimanê Fransizî de dest bi xwendinê kir; ji ber derbeya leşkerî ya sala 1980yî  nikarîbû zankoyê kuta bike. Di sala 1990î de bi derfetên xwe dest bi lêkolînerîyê kir. Ji 1990î ve di nav xebatên siyasetê de jî cih girtiye. Berhema wî ya pêşî di sala 2008an de hatiye weşandin. Nûnertiya şaxê Mêrdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd kiriye. Dema Komeleya Niviskarên Kurd ji alî dadgehê ve hat girtin di komeleyê de sekreterê giştî bû. Niha hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamya ye. Damezrînerê sazîya ziman MEDİ-DER e û revebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamaya ye


Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate