Nivîskar: Eslîxan Yildirim
Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbateke berfireh e. Çîrok, destan û stranên ji malbat û derdora xwe guhdar kiribûn ji xebatê wî yê wêjeyê re bûne bingeh. Mehmed Ûzûn yek ji nivîskarên herî navdar ê Kurd e û bûye yek ji hîmê edebiyata Kurdî ya modern. Berhemên wî wergerî gelek zimanên din bûne; bi zêdebûn têne xwendin û têne hezkirin.
Heft salî dest bi dibistana seretayî ya bi navê Şair Îbrahîm Rafet dike, ji ber ku dibistan bi Tirkî ye û tenê levzekê jî bi Tirkî nizane pir zehmetiyê dikşîne û dev ji mektebê berdide. Lê malbat wî îkna dikin û dûra dîsa dest bi xwendina xwe dike.
Piştî Muxtiraya 12'ê Adarê bi mahneyên siyasî, hîn 18 salî li ser Kurdayetiyê li Siwêrekê hate girtin; dûra birin zindana Amedê. Di gel ku malbata wan û hemû derdor bi tevayî bi Kurdî diaxivîn, ji ber ku Kurdî qedexe bû wek gelek Kurdan di warê xwendin û nivîsandina Kurdî de qels dimîne. Lê di Girtîgeha Amedê de bi alîkarîya Mûsa Anter û pismamê xwe Ferît Ûzûn fêrî xwendin û nivîsandina zimanê bav û kalan dibe. Dema Mehmed Ûzûn di 3ê Adara 1972′de tê girtin gelek rewşenbîr, rêber, axe, bazirgan, şagirt… ê Kurd di zindanê de ne. Wek Tarik Ziya Ekîncî, Mehmet Emîn Bozarslan, Mûsa Anter, Ferît Ûzûn… Bi pirayî bi destekdayîna General Mûstafa Barzanî dihatin sûcdarkirin. Di nav van welatparêzan de riya Mehmet Ûzûn ronîtir dibe.
Dûra ji Diyarbekir wî dibin Ankara Zindana Mamak ya Eskerî. Piştî du salên hepsê, bi efûya 1974an tê berdan. Îca li Ankara dest bi Mekteba Mamostetiyê ya Teknîka Bilind dike. Di 1974'an de bi hevkariya heval û derdora xwe, Weşanxaneya Komalê ava dikin. Di 21ê 1976an de dest bi weşandina Kovara Rizgariyê dikin; Mehmed Ûzûn edîtor û rêvebirê weşanê yê giştî yê kovarê bû. Kovara Rizgarî ku bi Kurdî û Tirkî derdiket di roja ewil de ji aliyê dewletê ve hate danhev û Mehmed Ûzûn dîsa hate girtin. Ji ber nivîsên kovarê careke din kete hepsê li Ankara. Di 15.09.1976an hate berdan lê mehkemê wî berdewam kirin. Ji ber van astengiyan 26.08.1977an de di ser Sûriyê re derbasî Ewrûpa bû û li Swêdê bicih bû. Di 1981'î de ji ber nivîsên xwe yên li ser girtina Sendîkaya Nivîskaran a Tirkiyê û hepiskirina nivîskaran a piştî derbeyê, ji hemwelatiya Tirkiyê hat derxistin. Ji wê û bi şûn de li sirgûniyê jiyana xwe dom kir, heya 1992yan jî nikarîbû bê welêt.
Piştî ku li Swêdê bi cih bû xebatê xwe yê nivîsê domandin, ji bo derxistina kovara Rizgarîya Kurdistan kedeke mezin da. Di rojnameyên wekî Dagens Nyheter û Aftonbladet'ê, di kovara edebî ya bi navê 90-tal de, Rizgariya Kurdistan, Kurdistan Press, Kurmancî, Berbang û di kovara Enstîtuya Kurdî ya Parîsê-Hêvî de, nivîsê wî hatin weşandin. Bi navê mustear ê M. Ferzend Baran helbest û nivîsar nivîsandin.
Piştî lêkolînên demdirêj yê li ser ziman û edebiyata Kurdî, romana wî ya ewil ya bi navê ‘Tu’ di sala 1985a de derket. Bi tevayî heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne. Mehmet Ûzûn ne tenê bi Kurdî nivîsiye, gelek berhemên wî yê bi zimanên Tirkî û Swêdî jî hene. Piraya berhemên wî di serî de zimanên wekî Îngilîzî, Fransizî, Tirkî, Swêdî, Farisî, Elemanî û hwd, wergerî nêzîkî bîst zimanên cîhanê bûne.
Endamekî çeleng ê PENê û Yekitiya Nivîskarên Swêdê bû. Di rêveberiya Yekitiya Nivîskarên Swêdê de cih girt. Têkiliyên xwe bi Kurdên Rojhilat, Başûr, Başûrê Rojavayê Kurdistanê re û nivîskarên Kurdên Qafqasê re berfireh kirin. Di avakirina PEN a Kurd de xwedî roleke girîng e. Bê sekin û bi kedeke mezin berhem efirandin.
Ji ber pirtûkên xwe yên bi navên, "Nar Çiçekleri/1996" û "Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê/1998" di bihara sala 2001'î de li Tirkiyê hat darizandin, lê ber'eet kir. Bi dû re, çapkirin û weşandina pirtûkên wî yên bi navên "Bir Dil Yaratmak" û "Destpêka Edebiyata Kurdî" hatin qedexekirin.
Di sala 2001ê de Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê, xelata ku her sal dida ya bi navê "Xelata Raman û Ravekirinê" dan Mehmed Ûzûn. Ji ber ked û xebata wî ya pêşvebirina romanê, Enstîtuya Kurdî ya Berlînê jî "Xelata Edebiyatê" danê. Ji ber helwesta wî ya di warê azadiya edebiyat û gotinê de, wî xelata herî girîng û bi prestîj a Skandînavyayê "Torgny Segerstedt" a bi navê "Xelata Pênûsa Azadiyê" û di sala 2002'yan de, ji bo keda ku di ber çanda Swêd de daye, xelata Akademiya Swêd a bi navê "Xelata Erik Lundeberg" stend. Di sala 2005a de jî ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê û xelata rûmetê ya Şaredariyên Diyarbekirê stend.
Mehmed Ûzûn zehmetiyên jiyana surguniyê veguherandiya qeweteke pirçandiyê; bi Kurdî, Tirkî û Swêdî bi sê zimanan berhem xwendine, efirandine û werger kirine. Lê giranîyê dide ku Kurdiya xwe tekkûz bike, ji bo vê dire nav Kurdên li Başûr û Sûriyê, xwe digihîne dokumanên kevin yê Kurdî, li dengbêjan guhdar dike, hewl dide ji hemû zaravayên Kurdî sûd werbigire û bi vê keda mezin romanên modern yê Kurdî diefirîne. Di berhemê xwe de surgun, tekoşîn, şer, berxwedan û neheqiyên li Kurdan bûne radixe ber çavan; bi lehengên welatparêz dibe dengê gelê xwe û riya wan ronî dike. Bi zimanê xwe yê herikbar û edebî, Kurdî digihîne siberojê.
Lehengê romana Bîra Qederê Mîr Celadet Bedirxan e, ya Siya Evînê jî Memduh Selîm Beg e. Bi van şeqsiyetê welatparêz û berxwedêr Mehmed Ûzûn ne tenê jiyana wan, dîroka heyama wan û di her şert û mercî de tekoşîna Kurdan radixe ber çavan. Bi xebatên li ser bingeha dengbêjiyê û edebiyata devkî dewlemendiya çanda Kurdan derdixe holê. Yanî her çiqasî xwe ji siyaseta Rojane dûr xistibe jî ew tekoşerekî welat û xelkê xwe bû.
Mehmed Ûzûn bi Zozan Xanim re zewicibû û bavê lawek û keçekê bû. Di sala 2005’a de vegeriya welatê xwe ku li wir bijî. Lê di sala 2006’an de bi nexweşiya penceşêrê ket û di ‘emrekî ciwan de di roja 11’ê Cotmeha 2007’an de li Amedê çû rehmetê. Gora wî li Amedê li goristana Deriyê Mêrdînê ye. Ji aliyê malbata wî ve di sala 2010’an de li Swêdê Weqfa Mehmed Ûzûn hate avakirin. Gelek kitêbên wî piştî wefata wî ji nûve hatin çapkirin.
Berhemên Mehmed Ûzûn:
1. Tu, roman, Dengê Komal, Stockholm, 1985
2. Mirina Kalekî Rind, roman, Orfeus, Stockholm, 1987
3. Siya Evînê, roman, Orfeus, Stockholm, 1989
4. Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, roman, Orfeus, Stockholm, 1991
5. Destpêka Edebiyata Kurdî, lêkolîn, Beybûnê, Ankara, 1992
6. Mirina Egîdekî, helbest, Weşanên Welat, 1993
7. Hêz û Bedewiya Pênûsê, pexşan, Weşanên Nûdem, 1993
8. Varlden i Sverige, tevî Madeleine Grive, antolojiya helbestan, bi Swêdî,
En bok för alla, 1995
9. Antolojiya Edebiyata Kurdî, antolojî, 2 cild, Tüm Zamanlar Yayıncılık, Istanbul, 1995
10. Bîra Qederê, roman, Weşanên Sara, Stockholm, 1995
11. Nar Çiçekleri(Kulîlkên Hinarê), pexşan, bi Tirkî, Belge Yayınları, 1996
12. Ziman û Roman, hevpeyvîn, Weşanên Nûjen, 1996
13. Bir Dil Yaratmak(Efirandina Zimanekî), hevpeyvîn, bi Tirkî, 1997
14. Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, roman, Weşanên Avesta, Stenbol, 1998
15. Dengbêjlerim(Dengbêjê Min), pexşan, bi Tirkî, 1998
16. Defter-i Amalım / M. Salih Bedirhan’ın Anıları(Bîranînên M. Salih Bedirhan), Weşanên
Belge, bi Tirkî, 1998
17. Kürt Edebiyatına Giriş, lêkolîn, bi Tirkî, Weşanên Gendaş, 1999
18. Hawara Dîcleyê-1, roman, Weşanên Avesta, 2001
19. I skuggan av en förlorad kärlek, werger-Ingmar Björkstén, antolojî, Ordfront förlag,
Stokholm, 2001
20. Zincirlenmiş Zamanlar, Zincirlenmiş Sözcükler(Demên Zincîrkirî, Peyvên Zincîrkirî),
pexşan, bi Tirkî, Weşanên Gendaş Kultur, 2003
21. Hawara Dîcleyê-2, roman, Weşanên Avesta, 2003
22. Ruhun Gökkuşağı(Keskesora Ruh), pexşan- jiyan, bi Tirkî, 2005
23. Bir Romanın Hatıra Defteri(Rojnivîska Romanekê), rojnivîsk, bi Tirkî, 2007
24. Ölüm Meleği ile Randevu(Civana bi Melekê Mewtê), Pexşan-Hevpeyvîn, bi Tirkî, 2007
Nivîsén tékildar