logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Ezîzê Gerdenzerî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Ezîzê Gerdenzerî

Ronakbîr, helbestvan, nivîskar, dramanûs û wergêrê Kurd Ezîzê Gerdenzerî(Şalîko Amîryan), 28ê Cotmeha 1945’an li bajarê Tiblîsê (Gurcistanê) di malbeteke Êzȋdȋ yȇ penaber de, hatîye dinyȇ.  Di sala 1948’an de malbata wî vedigere Ermenîstanê. Zaroktî û xortanîya nivîskar li gundê Dêrikê (berê Cercerîs), navça Aragasotnê, derbas dibe. Gerdenzerî wiha behsa dema zarokatî û malbata xwe dike: “… Gund gundê çiyayî bû. Tebîet(siruşt) pir sert bû. Lawên gund, lawên çiyayî, pir dilsoz, xwedîxîret, rastgo, welatperwer, dengbêj û çîrokbêj bûn. Ez lawȇ wȇ civakȇ bȗm ku 72 caran rastȋ komkujiyȇ hatibȗ, lȇ zimanȇ xwe, edatȇn xwe, çanda xwe, wek ronahîya herdu çavȇn xwe parastibȗ. Min terbîye û telîmata xwe li wir stend. Ew terbîye û telîmat bû bingeha esasî di emirjîyana min de û mora xwe, tesîra xwe, li ser berhemên min hişt û heta niha dihêle.

Malbeta me berîya 200 salȋ, ji mecbȗrȋ dev ji warȇ kal ȗ bavan berdidin, ji parȇzgeha Wanȇ derdikevin ȗ berȇ xwe didin welatȇ Ȗris. Malbata me li Ermenistanȇ, di gundȇ Cercerȋsȇ, li ber kavilȇ ziyareta berîya 2500 salȋ avakirȋ, bi cȋh ȗ war dibin. Salȇn 1930ȋ, dema tȇrorȋzma Stalȋn dijberȋ gundiyȇn feqȋr, malbata me cȋhguhastȋ Tiblȋsȇ dibe. Sala 1941ȇ bavȇ min bi daxwaza xwe(çimkȋ li gor qirara Stalȋn, lawȇn civakȇn kȇmhejmar nedişandin pȇşeniya şer) dikeve nav Şerȇ Cȋhanȇ ya Duyem. Ew pir bi madalya ȗ nîşaneyan tȇ xelatkirin. Piştȋ salekȋ şerkirinȇ xeter birȋndar dibe ȗ piştȋ rewşa wȋ piçekȋ baş dibe, wȋ paşde dişȋnin malȇ. Sala 1948an, piştȋ temamkirina xwendina xwe ya pedagogîyȇ, bavȇ min Ȋskoyȇ Semo tev malbetȇ vedigere Ermenistanȇ. Ji çil salȋ zȇdetir mamostetîya dȋrokȇ kirîye. Dayîka min, Kaza Arşak, deh zarok anȋbȗ dinyȇ, mezin kiribȗ, loma ew bi xelata stȇrka zȇrȋn hatibȗ xelatkirin. Em heft bira bȗn ȗ sȇ xwȋşkȇn me hebȗn. Nixurȋ, zarokê herî mezin ez bȗm.”

Sala 1962yan dibistana navendȋ ya gundȇ Elegezȇ temam kirîye. Di sala 1970yan de, Zankoya Bizîşkîyê ya Yêrevanê xelas kirîye. Sala 1978an, bû doktorê zanyarîyê bijîşkîyê. 37 salan li Komarên Qazaxistan û Ermenistanê wek xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê kar kirîye.

Ezîzê Gerdenzerî ji 1960î ve(di 14-15 saliya xwe de) dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kirîye. Gelek helbest û goterên wî, bi navê Ezîzê Îsko, Ezîzê Emirî, Ezîzê Nemir, Şalîko Amîryan di rojnameya “Rya Teze” de têne weşandin û li radyoya Kurdî ya Yêrevanê têne xwendin.

 Di sala 1968an de, ji alîyê Beşa Nivîskarên Kurd ya li nik Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê, biryar tê stendin ku pirtûka wî ya yekem, ya helbestan “Kilîta Dil” bê weşandin lê incex di 1983yan de tê çapkirin. Dawiya salên 1970yî dest bi şanoya Kurdî kirîye û du komêdî wê demê nivîsîye.

Hetanȋ niha pȇnc romanȇn Gerdenzerî hatine çapkirin. Sala 1990î romana wî ya yekem “Fîncana Ferfûrî” li Yêrevanê tê çapkirin. Şanonameya wî ya yekem jî “Zarîna Çiya”(bi tîpên Rûsî) di sala 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin û di 1990î de Şanoya Tiblîsê ya Kurdî(derhêner: Mirazê Ûzo) wê nîşan dide. Dû re Înstîtûta Kurdî ya Parîsê(serokê înstîtûtê Kendal Nezan) wê şanoyê wek fîlm derbasî kasêta vîdêoyê dike. Di sala 1996an de, berevoka berhemên wî ya bi navê “Gêlavêj”, li Yêrevanê çap dibe. Di wê berevokê de, romana wî ya duyem, wisa jî du dramayên wî "Xanê Çengzêrîn", "Gelavêj/Ap û Birazî" tên weşandinê. Di Sala 2011an de, romana sêyem "Solên Zêrîn", kurteroman ”Hezkirina Qedexe” wisa jî çend çîrok, di berevoka berhemên wî ya bi navê  ”Hezkirina Qedexe” ji aliyê Weşenxaneya DOZ de tê çapkirin. DOZ wisa jî kurdiya berhemên nivîskarê Danîmarka yê navdar H. C. Andersen wek pirtûka bi navê ”Çîrok û Serpêhatî” ya ku Ezîzê Gerdenzerî wergerandîye çap kirîye.

Ezîz Gerdenzerî ji zimanên Rûsî, Ermenî, Danîmarkî û ji Almanî wergerê dike. Niha li Danîmarka dijî û karê xwe yê nivîskarîyê berdewam dike. Ji sala 2005an ve endamê Yekîtîya Nivîskarên Danîmarkayê ye. Di sala 1997’an de jî bibû endamê Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê. 

 

Berhemên Ezȋzȇ Gerdenzerȋ

- Kilîta Dil, helbest, Weşanxaneya Sovetakan Groch, Yêrevan, 1983

- Zarîna Çȋya, şanoname, Weşanxaneya Wezîreta Çandê, Yêrevan, 1989

- Fîncana Ferfurî, roman, bi tîpên Kîrîlî, Weşanxaneya Sovetakan Groch, Yêrevan, 1990

- Gêlavêj, berevok, Weşanxaneya Parujr Sevak, Yêrevan, 1996

- Hezkirina Qedexe, berevok, Weşanxaneya Doz, Stenbol, 2012

- C. Andersen, Çîrok û Serpêhatî, wergêr ji Danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî. Weşanxaneya Doz, Stenbol, 2012

- Fîncana Ferfûrî, roman, bi tîpên Latînî, Weşanxaneya Lîs, Amed, 2015

- Ludvig Holberg, Jeppeyê li Serê Çîyê, şanoname, wergêr ji Danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî, Weşanxaneya Lîs, Amed, 2017

- Çîyayê Şengalê, romana dîrokî,  Yêrevan, Spica, 2018

- Sûrên û Bîco, novêl û serpêhatî, Yêrêvan, Spica, 2018

- Bingeh, roman, tîpên Latînî. Yêrevan, Spica, 2018

- Kaare Bluitgen, Karen Jeppe. Ronahî li Nav Tarîya Sawkêş da–Tevgera Miletekî, Wergêr ji danîmarkî bi zimanê Ermenî: Ezîzê Gerdenzerî, Weşanxaneya Van Aryan, Yêrevan, 2018

- C. Andersen, Perîya Avê û Çend Çîrokên Din, tîpên Latînî. Yêrêvan, Weşanxaneya Van Aryan, 2018

- Şengala Birîndar (helbest). Weşanxaneya Spica, Yêrêvan, 2019

- Cangȋr Axa, drama dȋrokȋ, şanoname, Weşanxaneya Spica, Yêrêvan, 2019

- Pȇlavȇn Dirȋyayȋ, roman, Latînî, Weşanxaneya Lîs, Amed, 2020

- Bingeh, roman, Weşanxaneya Lîs, Amed, 2020

- Xirurg, Yêrevan, 2022

 

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://candname.com/ez%C8%8Bz%C8%87-gerdenzer%C8%8B-rewsa-edebiyeta-kurd%C8%8B-ya-%C8%8Broy%C8%8Bn-ku-li-ser-dereca-nizim-derdikeve-%C8%97-ber%C8%87-w%C8%87-ketiye-dereca-bilind/

https://cetoyezedo.blogspot.com/2015/03/niviskarek-ji-sanoya-kurdi-ya-sovyete.html

https://danskforfatterforening.dk/42-eziz-isko-gerdenzeri/

https://candname.com/nirxandina-romana-fincana-ferfuri/

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir


Hesen Huseyin Denîz

Hesen Huseyin Denîz, li Stilîla Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendegehên xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stenbol û li Nîgdeyê qedandiye. Ji ber xebatên şoreşgerî di dema cûntaya leşkerî ya salên heyştêyî de li zindana Amedê maye, piştî hatiye berdan têkoşîna xwe bi awayên cuda domandiye...


Tahir Baykûşak

Tahir Baykûşak li bajarê Farqînê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li heman bajarî kuta kir. Di sala 2001ê de dest bi Zaningeha Dicleyê kir. Li vê zaningehê fakulteya perwerdeheyî beşa mamostetiya polê xilas kir. Di sala 2014an de li Zaningeha Bilgiyê di beşa dîrokê de master kir. Teza xwe ya masterê li ser Kovara Jînê (1918-1919) û rola çapemeniyê ya di netewesaziyê de nivisand...